18 januari 2017

Ev jî ewê derbas be...

Li gorî hin texmînan gotina ”Ev jî ewê derbas be ya hû” dihere digihîje dema Bîzansan. Bîzansî gava rûbirûyî îşekî zor û zahmet dibûn, di maneya ”ev jî ewê derbas be, evê jî derbas be, digotin ”kafto ta perasî…”
Ev gotin dû ra bi hawakî dihere digihîje welatê farisan (Îranê) û bi hin guhertinan formeke din digre, bi farisî dibe, ”in niz beguzered”, yanî ”ev jî ewê derbas be…”
Di dema osmaniyan da ev gotina farisî bi tirkî dibe ”bu da geçer.”
Dû ra hêdî hêdî  di dergah û tekkeyên sofiyan da jî tê qebûlkirin. Lê bebelê ”ya hû”  jî pê ve dikin û bi vî hawî bi tirkî jî dibe ”bu da geçer ya hû.”
Yanî ”Ev jî ewê derbas be ya hû!”
Dibêjin di wext û zemanekî pir kevn da mîrekî kurd rojekê ban hemû wezîr û kizîrên xwe dike û ji wan ra dibêje, ji min ra gustîleke wer çêkin û tiştekî wer li ser bidin nivîsîn, her cara min li wê nêrî, heger ez xemgîn bim dilşa bibim û heger dilşa bim xemgîn bibim…

Wezîr li hev  top dibin û ji bo çêkirina gustîleke wiha fermanê li çarhawêlê welêt belav dikin.
Pir dihere, hindik dihere, rojekê bi gustîlê derdikevin huzûra mîr, gustîl didinê.
Mîr nivîsa li ser gustîlê dixwîne  dibêje, ”temam, tiştê min dixwest ev bû.”
Li ser gustîlê peyva ”ev jî ewê derbas be ya hû”hebûye.
Xemgîn û reşbîn nebin, ev rojên reş jî ewê derbas bin, rojên xweş û şad nêz in…

Me di tarîxa xwe da gelek rojên reş û tarî dîtin.
Netirsin, ev roj jî ewê derbas bin.
Dawiya her zivistanê buhareke rengîn e, dawiya her tarîtiyê ronahî ye.
Ya muhîm em ji tarîx û şaşiyên xwe ders û îbretê bigrin û tu carî bêhêvî nebin.

Belengazo ji tirsa Kurdistan înkar kir

Cîgirê serokê AKPê Mehdî Ekerê kurd, çend roj berê di hevpeyvîna xwe bi Rûdawê ra bêhemdî navê ”Kurdistanê” ji devê xwe fistiqandibû.
Di derke hevpeyîna xwe da gotibû:
”Heger wiha nebûya 4-5 sal berê huzûr hatibû, gulên buharê vekiribûn. Li Kurdistanê keç, law, hemû gel, her kes bi hêvî bû…
Lê pepûkê li ber destê Yildirim û Erdogan, wa ye îro ev gotina xwe paş da girtiye û gotiye bi peyva ”Kurdistanê” wî Kurdistana başûr qest kiriye, ne Kurdistana bakur.
Rebenko gotiye, ”gotinên min şaş hatine wergerandin û ezê vê şaşiyê ”serrast bikim. Ji bo başûrê rojhilatê Tirkiyê ne mimkûn e ez îfadeyeke wiha bi kar bînm…”
Belengazo, pepûko, rebenko, evdalko nikane navê welatê xwe hilde.
Yanî nuha tu têkevî binê erdê ne çêtir e?
Bêhemdî be jî, ji bo xapandina kurdan be jî xelk nahêle tu navê welatê xwe bigrî devê xwe?
Yanî nuha tu xwe mêr, xwedî îrade û tiştekî dihesibînî?
Tu yê çawa li ruyê kurdan binêrî?
Tu yê çawa herî Diyarbekirê û Bismil û li ruyê kurdan, nas û dostên xwe binêrî, tu çawa bibêjî tu tiştek î?
Piştî ku tu nikanî navê welatê xwe hildî tu ”0” e !
Heger piçek xurûr bi te ra hebûya,heger te şerm bikira te yê negota ”ne mimkûn e ku tu ji bo Kurdistana bakur tiştekî wiha bibêjî”!.
Heger te ji xwe fedî bikira, tu piçekî li ber xwe keta, piştî vê rezaletê te yê îstîfa bikira.
Diyar piştî Erdogan ev yek bihîst, ban belengazê me kir û guhê wî kişand û jê ra got zû here vê peyva xwe tekzîb bike, bibêje min tiştekî wiha negotiye...
Xwedê kesî nexe vî halî.
Û wî jî wek koleyan ev emirê Erdogan qebûl kir û got li Tirkiyê Kurdistan tuneye.
Meriv şexsiyeta xwe bi kursiya bindestiyê, xulamtiyê naguherîne.
Wek tê dîtin, Erdogan qebûl nake cîgirê serokê AKPê, merivê partiyê yê duyem e, bibêje Kurdistan, îcar ewê çawa mafê kurdan bide?
Tiştekî wiha ne mimkûn e, kurdên AKPê hemû emirqûlî ne, meriv ji vê beyana Eker vê rastiyê baş dibêne.
Eker ne dost û hevalê min e, kurdekî hevalê dijmin e, lê dîsa jî ez bi vê rencîdekirna wî êşiyam.
Gava tirkek heqaretê li kurdekî dike, kî dibe bira bibe, ez pê diqeherim. Ne xema Eker e, lê belê ji dêlî wî va ez li ber ketim…

Dadgeha tirk 142 sal ceza ji Selahedîn Dermirtaş ra dixwaze !



Erdogan ji hevserokên HDPê Selahetîn Demirtaş ra 142 sal û ji Fîgen Yuksekdagê ra jî 83 sal cezayê zindanê xwestiye.
Ez dibêjim Erdogan xwestiye, ji ber ku li Tirkiyê meclîs jî, îdare jî û mahkime jî Erdogan e.
Yanî hemû hakim û sawcîyên(dozgerên)li doza kurdan dinêrin di praktîkê da hemû emirqûliyên bin destê Erdogan in.
Ji bo ku meriv bibêje li Tirkyê dadgeh serbixwe û bêterif in dibê meriv renteleyekî tîmarxanê be ya jî xulamekî dewleta tirk be.
Ya rast dewleta tirk li ser emrê Erdogan, Demirtaş û hemû parlamenter û girtiyên kurd rehîn girtine. Zanin çi bikin jî ewê ji wan ra bimîne. Û Ewrûpa û dinya jî ji tirsa koçberan dengê xwe nake. Lema jî Erdogan bêtirs pê li serê kurdan dike.
142 sal ceza, yanî du caran muebet.
Bi gotineke din îdam !
Çimkî tu benîadem 142 salan najî…
Wisa xuya dike dilê Erdogan bi muebetekê rehet nabe, lema jî xwestiya emirberê wî yê navê wî ”sawcî/ozger ” e ne salek û du sal, tam 142 sal ceza ji Demirtaş ra bixwaze.
Erdogan faşîstekî jîr e, dixwaze bi daxwaza cezayên wiha çavê hemû kurdan bitirsîne.
Bêguman di girtina parlamenterên HDPê û tasfiyekirina wê da rola Devlet Bahçeliyê faşîst jî heye, ev operasyon bi koalîsyoneke bi dizî(nehênî)tê kirin. Ya na Bahçelî piştgirî nedida Erdogan. Derdê Bahçelî HDPê ji meclîsê bavêje û kurdan baş serkut û çavtirsiyayî bike. Ev daxwaza Bahçelî ji bo Erdogan wek çîr û şekir e…

17 januari 2017

Reçeteya min ya xelasiya ji derd û kulan olan da…


Nivîsa min ya do, ”Bi fîncanek qahwa kurdî û şiîreke Melayê Cizîrê ra bîstekê derd û kulên xwe ji bîr bikin” bi dilê gelek kesî bûye, bi qasî ez dibînim di nava xwendevanan da olaneke pir mezin da ye.
Di bloga min ”hindik-rindik”  da 767 kesan xwendiye. Hejmara kesên di Face min da xwendine ne diyar e, lê bi texmîna min ji jimara blogê zêdetir e.
Ev 10 sal in ez blogîst im, heta nuha tu nivîseke min di rojekê da hewqasî nehatiye xwendin.
Diyar e milet ji nivîs û rexneyên siyasî bêzar bûye, lema jî kêfa xwe ji nivîsên ne siyasî, tiştên satîrîk û pêkenînan ra tîne.
Ez tiştekî nuh fêr bûm. Wê demê dibê nabênê ra ez carnan mijarên wiha bibînim û bloga ”hindik-rindik” têxim rojevê.
Lê ev jî heye, bê pere û bê pûl ji xwe ra reçeteyeke kêfxweşî û dilşadiyê ya belaş dîtin, lema jî her kesî xwestiye bi fîncanek qahwe û bi şiîreke Melayê Cizîrê bîstekê(kêlîkekê) be jî ji hemû derd û kulên xwe xelas bibe.
Bi taybetî di van rojên ku Erdogan hemû kurdên welatparêz û bi xîret kansêrî kiriye dîtina reçeteyeke wiha rehet û belaş xêra Xwedê ye.
Lema jî muşteriyên wê zêde bûne.
Ez dibêjim ji qahra vî gurcê sergome û faşîst nexweşiya kansêrê(enceşêrê) û psîkolojîk di nava kurdan da zêde bûye.
Lema jî însan dixwazin ji bo demeke pir kin be jî Erdogan, Tirkiyê, zor û zulmê ji bîr bike, însan li mijûlî û nivîsên ne siyasî digerin….
De hêvî dikim we reçeteya min ceribandibe û bi kêrî we hatibe…
Ji we hemû nas, dost û hevalan ra rojeke bê derd û kul û mişt dilşadî dixwazim…

Êdî hûn kanin bi Turkcellê ra bi kurdî bipeyivin !


Li gorî kurdekî bi navê Eser Kayel nivîsîye Turkcell, di nabêna saet 09.00-18.00 da xizmeta bi kurdî dide.
Yanî meriv êdî bi Turkcellê ra bi kurdî bipeyive, kane derdê xwe bi kurdî bibêje, bi kurdî alîkariyê bixwaze.
Lema jî gava hûn li merkeza bangkirinê digerin, bi kurdî bipeyivin û alîkariya bi zimanê kurdî bixwazin.
Turkcell nuha bi 8 personelên xwe di dema mesaî da xizmeta bi kurdî dide.
Lê heger daxwaze kurdî zêde bibe, Turkcelêê ewê him personalên kurdîaxêv zêde bike û him jî bike 24 saet xizmet.
Ji bo kurdî ev fersendeke pir baş e. Dibê êdî her kurd bi Turkcellê ra ebden bi tirkî nepeyive, bi kurdî bipeyive, bi kurdî alîkariyê biwaze. Ji bo ku kurdî jî bi qasî tirkî xurt bibe, dibê meriv vê îmkanê baş bi kar bîne û ji şîrketên din jî eynî xizmetê bixwaze.


XXX
Abdulgadir Masharipov, terorîstê şeva sersalê yê Stenbolê yê li kulûba Reina 39 kes kutştin û gelek kes jî birîndar kirin, do bi şev li Stenbolê li taxa Esanyurdê hat girtin.
Li gorî medyaya tirk dinivîse bi terorîstê qatilê Reina Abdulgadir Masharipov ra 4 kesên din jî hatine girtin.
Ji çar kesan yekî kirgiz e û sisê jî jinên efrîkî ne. Ji jinên hatine girtin Dîna A. (27) ji Senegalê ye, Aysha M. (27) ji Somalî ye û Tene Trare (26) jî ji Misrê ye.
Bi saxî girtina Abdulgadir Masharipov û 4 kesên pê ra gelkî muhîm e. Nuha kanin gelek tiştan ji wan fêr bibin. Hela em binêrin di rojên pêş da ji van zanînên xwe çiqasî eşkere bikin.