31 maj 2009

Li kurdan dîsa ferman e...

Bîstek berê ez bi kokima dayika xwe ra peyivîm.
Piştî ku me bîstekê li hal û demê hev pirsî, qala hin tiştên virda û wêde kir û wê jî hemû duayên xwe yên ji bo min û zarokan temam kir, min mesele dagerand ser siyasetê û jê pirsa ”li Diyarbekrê çi heye, çi tuneye, halê milet çiye?” kir.
Dayika min ya jîr û siyasetmedara gelêrî mihyayî mesele zêde dirêj nekir, got:
-Lawê min, weleh li kurdan ferman e, ne şev heye ne roj heye, kurdên feqîr li nava bajêr û li parkan belav bûne û qîrîn û hawara wan e, feqîran aşîtiyê dixwazin.
Ahmet Turk hatiye, li her derê civîn e û meş e, feqîro virda û wêda bazdide û dibê em ”barişi/aşîtiyê” dixwazin, dibêje şer rawestînin, girtiyên me berdin û avekê liv î agirî kin.
Diyarbekr rabûye ser piya, xew nakeve çavê kesî. Do heta donzdê şevê milet li nava bajêr û li parkan belav bûbû û dikirin gazî û hawar…
Lawo weleh heta tu bixwazî zulm pir e, neheqî pir e, lê tişt ji destê me nayê.
Piştî ku min li diya xwe guhdarî kir, min baş fêm kir ku dewlet li Diyarbekrê teroreke pir mezin dimeşîne, zulmeke bêhudûd li milet dike.

Û ev terora dewletê hewqasî berfireh e ku êdî pîreke weke diya min jî vê zulmê his dike û ew jî weke pêşiyên kurdan, weke Şivan Perwer dibêje, li kurdan ferman e, dîsa fermanan me kurdan e…Weke diya min jî got, bi rastî jî ev demeke li me kurdan ferman e, dewlet bi hemû hêza xwe dajo ser PKK-ê û DDTP-ê, li hember endam û dilsozên wan teroreke nedîtî dimeşîne.
Pûlis davêjin ser bînayên sendîkeyan, ser malên xelkê û li gor kêfa dilê xwe însan digrin, davêjin hefsê û terorîze dikin.
Bêyî DTP-ê kes nabêje çima hûn vê zulmê û vê çavsoriyê li milet dikin?
Dewletê ji xwe ra bahaneyek dîtiye, dibêjin efendim ew li dijî kadirên PKK-ê yên di nava rêxistinên sivîl da vê operasyonê dikin.
Ma ji dewletê ra bahane tuneye, hema dikane herin bi gewriya diya min jî bigrin û bibêjin tu propagandeya PKK-ê dikî.
Dema hêzên ewlekariyê wiha bikin ma kî dikane bi destê wan bigre, kî dikane wan bide rawestandin?
Bêguman kes nikane.
Heta bêsûciya diya min were fêmkirin hasilê here mûsil û ewê çend rojan ya jî çend hefteyan di girtîgehê da bimîne.
Û belkî jî dûra bitirse û carake din newêribe li hember zulma dewletê vekirî bipeyive.
Bi vê terorê hesabê dewletê ev e, milet çavtirsiyayî bike.
Lê heger rêberên kurd jîr û zane bin û dev ji daxwazên xwe yên netewî bernedin, bi devê berdevkê dewletê nepeyivin gel guh nade van êrîşan û dev ji têkoşîna xwe bernade, li hember zulmê serê xwe natewîne.
Belê, bi rastî jî dîsa li me ferman e, fermana me kurdan e...

30 maj 2009

Di genê tirkan da tirkîtî derneket

Careke din derket ortê ku li Ewrûpayê miletê koka wî herî tevlihev û xwîna wî xerabûyî miletê tirk e. Bi gotineke di xwîna tirkan da tirkîtî tuneye.
Li gor lêkolîna şîrketa îGenea, di nava gelên li Ewrûpayê djiîn da di warê genetîk da ”civata herî tevlihev û herî xwedî ne xwîna safî” gelê tirk e.
Aliman li çarhawêlî Ewrûpayê ji însanan nimûneyên DNA top kirine û li ser wan analîz kirine.
Piştî analîzên dûr û dirêj careke din derketiye ortê ku bi miletê tirk ra genên ayidî heyşt grûbên cihê hene.
Û ev jî tê wê maneyê ku li ser parzemîna Ewrûpayê, civata herî tevlihev û ji genê miletekî dûr tirk in. Yanî xwîna miletê tirk pir tevlihev e.
Li Ewrûpayê xwîna tu miletekî din bi qasî ya miletê tirk ne tevlih e. Ji ber ku mahcirên Balkan û Kafkasan vê rastiyê dizanin loma jî ji lêkolînên wiha ilmî xwe gelkî aciz dikin û di çapemeniyê da zêde cî nadin minaqeşeyên li ser mijarên wiha.
Li gor beyana berpirsiyarên îGenea ”surprîza lêkolînê ya herî mezin” netîceya li ser miletê tirk e.
Alimên ev lêkolîn kirine dibêjin, dema avahiya/struktûra genetîk ya însanên li tirkiyê dijîn û xwe tirk qebûl dikin tê tetkîkkirin ”şop û genên ayidî heyşt grûbên cihê”, yanî genên heyşt miletên cihê tê dîtin.
Aliman gotiye, li Ewrûpayê û li herêma derdora Tirkiyê bêyî miletê tirk, tu miletekî din ê xwedî geneke hewqas tevlihev tuneye.
Ev ne cara pêşî ye ku zana û alim li ser xwîna tirkan ya tevlihev digihîjin vê netîceye.
Çend sal berê jî hin alimên emerîkî li ser nimûneyên xwîna çend hezar mirovên tirk lêhûrbûneke bi vî rengî kiribûn û ew jî gihîştibûn vê netîceyê.
Di netîceya wê lokolînê da jî derketibû ortê ku li Tirkiyê herî zêde ji sedî bi 10-ê nufûsê ra xwîna(gena) tirk heye, ji sedî 90-ê tirkan ne xwedî gena tirk e.
Jixwe li gor destana ”Asena”yê tirk ji zuriyeta gur tên. Loma nîjadperstên tirk jixwe ra dibêjin ”Bozkurt/Gurêboz”.
Di destana ”Asene”yê da tirk hemû hatine kuştin,ji wan tenê zarokekî nîvkuştî maye û ew jî li ber mirinê ye.
Lê gurek vî zarokî ji mirinê xelas dike, lê dinêre, mezin dike û dûra jî pê ra dizewice.
Û di netîceya vê zewacê da miletê tirk ji gur û însan sadir dibe.
Yanî li gor destanê, miletê tirk ji însan û ”gurekî boz” sadir bûye û loma jî di genê tirkan da genê heywanan jî yanî yê ”gur” jî heye.
Heta hin nîjadperestên tirk dibêjin, ew ”kurt kopek” bûye, yanî ew tam ne gur bûye, ew ”nîv kûçik û nîv gur” bûye.
Îcar ji ber ku di xwîna tirkan da xwîna gur jî heye loma jî tirk miletekî dişibe guran û pir dirinde ye.
Ji ber ku ”gurêboz” sembola neteweperstên tirka ye, loma jî artêşa tirk rîxistineke bi navê ”Ergenekonê” ava kiribû û generalan dixwestin di bin vî navî da darbeyeke leşkerî bikirana.
Lê hukûmeta AKP-ê bi haziriyên gneralan hesiya û loma jî darbe biser neket, çend genaral jî di di nav da, gelek zabit û brokratên endamên Ergenekonê hatin girtin.
Gelek kes ji doza Ergenekonê hîn jî di hundur da ne û doz hîn berdewam e.
Yanî ji kevinda ye ”gur” ji alî nîjadperestên tirk ve wek semboleke pîroz tê qebûlkirin û bi serbilindî ji xwe ra dibêjin ”gurênboz”.
Nîjadperest û faşîstên tirk di êrîşên xwe yên ser kurdan da jî gelekê caran tiliyên xwe dikin wek serê gur û weke guran dizûrin û di zanîngehan da weke gurên devbixwîn dajon ser xwendevanên kurd.
Tiştekî pir normal e ku genê tirkan ne paqij be û genên gelek miletên din tê hebe.
Lê tiştê herî balkêş, aliman çawa genê gur jî di genê tirkan da nedîtiye, dibê genê gur û belkî genên hin lawirên din jî hebin.
Ji ber ku di destan û efsaneyên tirkkan yên herî mezin da tê gotin ku tirk ji zuriyete gur tên û alim û neteweperstên wan jî vê yekê qebûl dkikin û gur ji xwe dikin semboleke netewî.
Li gor lêkolîna îGenea yê genên bi tirkan ra hene ev in:
1)Tirk
2) Berberî
3) Hellen
4) Cermen
5) Slav
6) Arap
7) Cihû
8) Îlîrya
Weke tê dîtin lêkolîn tenê li ser tirkan hatiye çêkirin, kurd têda tune ne.

28 maj 2009

Hukûmeta AKP-ê geh rast lêdixe geh çep lêdixe...

Serokkomarê Tirkiyê Abullah Gul, çendakî brê gotibû, ”di rojên pêşda ewê tiştên baş bibin”.
Van gotinên Gul, di nava kurd û tirkên aştîxwaz da hêviyeke mezin belav kir.
Gelek kesî got, Gul ji kîsê xwe wiha napeyive, miheqeq planeke xêrê, haziriyek heye.
Gul do, di dema seyhata xwe ya Kirgizîstanê da li ser pirsên hin rojnamevanan dîsa qala aciliya çareserkirina mesela kurd kir û got, ”Wext çuqasî were derbaskirin gelş ewê li gelşê zêdetir bibe. Wezîfe dikeve ser milê herkesî. Dikeve ser milê medyayê, ronakbîran û aliman. Helbet di serî da hukûmet, wezîfe dikeve ser milê hemû serokên partiyên siaysî. Biqasî ku ez dibînim Tirkiye di rewşa xebateke wiha da ye.” Kesê van gotinên Gul dixwîne bi rastî jî hêviyek pê ra çê dibe û wisa bawer dike ku ”tiştek” di rê da ye, ji bo rawestandina şer di demake nêzîk da dewletê hin gavan bavêje.
Lê li alî din, wezîrê derve Ahmet Davutoglu, îro di beyana xwe da dîtinên sedîsed eksê gotinên Gul in aniye zimên.
Çend roj berê Murat Karayilan di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Îngilîz The Tîmesê ra gotibû, ”ji bo çekberdanê em dikanin modela Îskoçyayê bifikirin.”
Rojmnamevanan îro dema ev mesele ji wezîrê derve Davutoglu pirsîn, Davutoglu siyaseta Tirkiyê ya klasîk, yanî ya înkar û îmhayê dubare kir û got, ”hemû hemwelatî jixwe li hember qanûnan wekhev in, ne rast e ku meriv vê meseleyê di vê mistewayê da bipeyive.”
Serokkomar Gul qala çareseriyê, qala ”tiştên xêrê” dike, lê wezîrê derve jî dibêje, qala mafê netewî û model modelan nekin, jixwe li hember qanûna esaî herkes wekhev e.
Maneya vê bersîva Davutoglu ew e ku, ew nafikirin ku tu mafekî netewî yê kurdan qebûl bikin.
Meriv ji bersîva Davutoglu fêm dike ku ew miletekî bi navê kurd qebûl nake û loma jî tu mafekî bide wan tuneye.
Li gor bersîva Davutoglu, kesên ji xwe ra dibêjin em kurd in di esasê xwe da tirk in û jixwe her mafê wan heye, qanûnên Tirkiyê tu cudahiyê naxa nabêna hemwelatiyên xwe.
Nuha merivê ji gotinên Gul bigre cidiyê û li gor wê hereket bike ya jî gotinên Davutoglu?
Gelo dîtinên kîjanê siyayeseta dewlet û hukûmetê temsîl dike?
Welahasil Tirkiye welatekî ecêb e, serokkomar û serokwezîr li têlekê dixin, hêviyekê belav dikin, lê li alî din wezîrê dereve jî gotinên sedîsed li dijî wan dibêje.
Li Tirkiyê demên ku qala aştiyê, çekberdanê, rawestandina şer û çareserkirina mesela kurd tê kirin, demên ku di van waran da hêvî zêdetir dibe pir tahlûke ne, a tam di demên wiha da ”dewleta kûr” çalakî û şer gurrtir dike, li gor demên din bêtir tê kuştin û dikuje, bêtir xweînê diherikîne.
Ji roja ku Gul gotiye, ”di mesela kurd da rojên pêşda ewê tiştên baş bibin” û virdea ye li Kurdistanê heroj xweîn diherike.
Roj tuneye ku ji vî alî û ji wî alî çend gerîlla û leşker neyên kuştin.
Do bi şev herêma Colemêrgê di encama teqîna mayinekê de 6 leşkerên tirk hatin kuştin û 8 leşker jî brîndar bûn.
Berî wê, heroj 4-5 gerîlla dihatin kuştin. Li Kurdistanê hema hema li her bajarî şîn heye.
Her ku bûyerên wiha dibin û însan tên kuştin, îmkan û şertên diyalog û çareseriyeke siyasî jî pûç dibe û kes û hêzên şerxwaz bi gotineke din ”dewleta kûr” dilşa û xurttir dibe.
Bêguman terefê kurdan nikane siyaseta dewleta tirk biguherîne, lê bi siyaseta xwe dikane cî li wan teng bike.
Ne xema dewleta kûr û çeteyên Ergenekonê ye ku 6 ya jî 60 leşker hatine kuştin, kuştina çend leşkeran tu zirarekê nade dewleta kûr, lê zirarê dide PKK-ê û tevgera kurd ya netewî.
Çalakî dema feydeyekê bigihîne tevgerê, tevgerê xurttir bike mane û feydeyeke wê heye, lê dema ji karê bêtir zirarê bigihînê dibê PKK li ser bifikire.
Bi bûyerên wiha rojev diguhere, deng, propagande û ajîtasyona çeteyên dewleta kûr zêdetir dibe. Dibê PKK vê realîtê bibîne û bi kirinên xwe zirarê nede xwe.

27 maj 2009

Min îşev wexta xwe da futbolê

Îşev mesele gelkî tevlihev bû, bû gêrmiya gavanan.
Li alîkî festa li ciyê karê min û li aliyê din jî maça Barcelona û Unîtetê. Min bi festê dest pê kir û bi maçê jî şeva xwe qedand.
Loma jî îşev qala siyaset miyasetê naikm, bira îşev jî ji futbolê ra be.
Li ciyê karê min xanimek îro teqawit bû. Ji bo xatirxwestinê xwarineke sivik da me û li dora 40 kesî ezimand festa xatirxwestina xwe.
Xanimê ban min jî kiribû. Min jê ra gulek kirî û mecbûrî çûm şahiya wî.
Heta ez gihîştim mal êdî nîvî şevê bû, saet ji nehan bîst dibuurî(21.20).
Ji bo ku ez xwe zû bigihînim malê û li maça Barcelona û Manchester Unitetê di serî da temaşe bikim min gelkî lezand. Lê nebû, 20 deqîqeyên pêşî û gola Eto min nedît.
Dema ez gihîştim mal saet ji nehan 20 dibuhurî Barcelonayê golek avêtibû, 1-0 li pêş bû.
Bi lez ketim hundur û hema min çû li ber telewîzyonê cî li xwe xweş kir. Xanimê haziriya xwe û raketinê dikir, got xêr e, çi meseleye tu hewqasî dilezînî?
Min got ma haya we jê tunye, îşev maça Barzelona û Manchestirê heye. Maça şampiyoniya Ewrûpayê ye dibê ez lê temaşe bikim.
Lawikê min Rojen û xanimê lêva xwe hil kirin û her yekî karê xwe domand. Rojen lîstika xwe ya di kompîtorê da domand û xanim jî çû ku rakeve.
Li odeyê ez mam bi tenê.
Weleh heger eyb nebe min bîrayek xwe jî vekir û li ber telewîzyonê rûniştim û têra dilê xwe li min li maçê temaşe kir.
Maç nêzî 22.30-î qediya.
Baecelonayê, yanî taximê ku dilê min jê ra dixwest 2-0 qezenc kir.
Netîce him li gor dilê min bû û him jî heqane bû.
Barcelona ji Manchestrê gelkî baştir bû û loma jî qezenckirin heqê wa wan bû.
Belkî ev cara pêşî ye ku di fînala Şampiyoniya Ewrûpayê da 2 taximên bi rastî jî baş dilîzin tên hember hev.
Lê îşev Manchester ne baş bû, li gor maçên berê lîstikeke xerab ya jî neserketî pêşkêşî temaşevanan kir.
Stêrkên sahê bêguman Messî bû.
Lê Eto jî ji Messî ne kêmtir bû.
Golê duyem yê ku Messî bi serî avêt bi rastî jî muhteşem bû, meriv ancax dikaneke golekî hewqasî xweş bavêje.
Berî maçê gelkî qala Cristiano Ronaldo û Messî dihat kirin. Ronaldo ne xerab bû lê li hember Messî û Eto hebûneke zêde nîşan neda û hinekî sert jî dilîst.
Maçeke gelkî xweş bû û netîce jî li gor dilê min e.
Ez îşev qala tiştekî din nakim û serê we zêde naêşînim...
Hema bira îşev jî mijara me futbol be...

26 maj 2009

Dema bi însan ra şerm nemîne...

Ez çapemeniya tirk baş taqîb nakim, diyar e di nabêna sernivîskarê rojnameya Hurriyetê Ertugrûl Ozkok, Ahmet Hakan û hin rojname û nivîskarên îslamî da minaqeşeyek heye, herdu alî jî êrîşî hev dikin.
Nivîskarên îslamî di Hurrîyetê da herî bêtir jî êrîşî Ertugrul Ozkok û Ahmet Hakan dikin.
Ahmet Hakan ji nava cimata îslamî tê, loma jî nivîskarên îslamî pirê caran bela xwe tê didin û wî bi ”donektiyê” yanî ”bi dîn û cepheguharandinê” îtham dikin.
Ozkok, di nivîsa xwe ya îro da bi rengekî sergirtî qala van êrîşên medyaya îslamî dike û şûrê nivîskarê xwe Ahmet Hakan dikşîne û ”qahpiktiya siyasî” fêrî wî dike.
Ozkok jê ra dibêje, Ahmedê hêja, bîna xwe fire bike, xwe neqeherîne, piştî ku meriv vî karî bike êrîş û heqaret ”normal” in.
Ozkok, di destpêka nivîsa xwe da çend ninûneyên tam li gor şexsiyeta xwe dide û dibêje:
”Her ku ez bala xwe didim rewşa Ahmet Hakan, ez şikiriyê bi halê xwe tînim. Taxa me li gor taxa din(qest hêzên îslamî ne)gelkî bi însaftir e. Yanî gava tu ji çep werî û bibî parêzvanê lîberalîzmê ya jî kapîtalîzmê, pir pir ewê ji te ra bibêjin ”donek”, (ji kesê fikir, dîn biguherîne bi tirkî dibêjin ”donek”, yanî kesê bûye tiştekî din)
Ozkok dom dike, dibêje:
"Dema hinekî din jî biqeherin tiştê bibêjin ev e:
”Qeşmer/şelaf.”
Ya jî ewê bibêjin ”dostê îngilîzan.”
Ya jî ”Alî Kemal…”
Erê giran e, lê ne ku nayê kişandin.
Jixwe piştî demekê meriv viya qebûl dike, heta henekê xwe pê dike.
Lê li taxa din ev yek bêtir bi zalimî tê kirin."
Di teşbîhê da xeta tuneye, Ozkok li Babialiyê bûye weke ”manga bi ga”, boxeyê xwe lê neboqandibe nemaye.

Loma jî camêr fêrî her nav û nîçokê, her heqaretê bûye, tu gotina herî giran jî jê ra bibêjî qet ne xema wî ye.
Tu kîloyek îsotê ruhayê bera bîvila wî de jî camêr tew nabêje pişk û nabênije…Ji ber ku eyarê wî bi gotin û serhevdan baş debax girtiye, lema jî bi tu heqaretê naêşe û bîna xwe teng nake.
Îcar ji bo ku eyarê wî hewqasî fireye loma jî dixwaze nivîskarê xwe Ahmet Hakan jî weke xwe kedî bike, fêrî qebûlkirina gotin û heqaretan bike.
Weke ku ji Ahmet Hakan ra bibêje, bira, di bazara me da ev jî heye, ji bo ku em kanibin vî pereyî li xwe bihelînin dibê em van heqaretan jî li dilê xwe xin.
Berî ku ez dest bi bloga xwe bikim, bêtir wexta min hebû, li gor nuha min bêtir çapemeniya tirk taqîb dikir û gelek caran bi tirkî bersîva wan jî dide.
Ertugrul Ozkok, yek ji wan kesan e ku min çend caran li ser nivîsîye û jê ra şandiye.
Hin caran min ji xwe ra digot, heger ew, vê nivîsa min bixwîne ewê têkeve binê erdê, ewê pir şerm bike, belkî jî wê şevê ji hêrsa xew nekeve çavên wî.
Ez nuha fêm dikim ku ez gelkî saf bûme...
Tu nabêjî bi şîrmaqên xelkê hustuyê camêr baş qalind bûye, sîleyek du sîle, çend gotinên giran tu tesîrê lê nake.
Heger xeberekê, heqaretekê, çend gotinên giran tesîr lê bikira mêrik heta îro nedihat, nuha ji zûda dev jê berda bû.
Loma jî şîretê li Ahmet Hakan dike, dibêje, xwe ji nav û nîçokan, ji heqaret û gotinên giran neqeherîne, ”jixwe piştî demekê meriv viya qebûl dike, heta henekê xwe pê dike.” Yanî gotina ”donek”, ”lîboş/şelaf”, ”evîndarê îngilîzan”, ”xayin” û heqaretên weke van tew wî naêşîne, jê ra weke şîr û şekir e.
Însan carê bêexlaq û bêrû bibe êdî tiştê ku jê fedî bike û pê biêşe namîne, dikeve kerasê fahîşeyekê…

25 maj 2009

Rojeke jiyana kurdan

Nuha saet 22.00-ê şevê ye.
Weke herşev min kompîtora xwe vekir û berê li e-maila xwe nêrî û dûra jî min berê xwe da bloga xwe, hela ka kesî tu şirove kiriye ya na.
Çend e-mailên vala ji min ra hatibûn, hemû jî yên avêtinêbûn. Bêyî ku wan vekim min hmû avêtin.
Di bin nivîsê da jî îro tu şirove tunebûn.
Dema şirove tunebin maneya xwe ew e ku nivîsê ”vala” ye, ne hêjayî şiroveyê ye. Loma jî kes pênc perê xwe tê nade û yek gotinê jî li ser nanivîse.
Piraniya caran berî ku ez xwe li ber kompîtorê(bi swêdî ji vê bêxwediyê ra dibêjin ”data”)xweş bikim mijarek di serê min da heye, bi nêta ku ez li ser wê tiştekî binivîsim ez rûdinim.
Lê gelek caran piştî xwendina çend xeberaan ez nêta xwe diguherim û li ser tiştekî din dinivîsim.
Yanî hesabê mal û bajêr hertim li hev dernakeve.
Lê îşev, gava min ”data” xwe vekir, di serê min da qet mijarek jî tunebû, min got ez û şansê xwe, qey ezê rastî tiştekî werim û virda û wêda çend gotinan li hev bînim.
Bi vê nêtê, min dest bi ziyareta malperên kurdan kir û di nabêna wan da çûm û hatim, bi hêviya ku ji xwe ra nêçîrekê bikim.
Min kîjan xeber xwend ez xemgîn û dilzîz bûm, keserekê weke konekî reş xwe bera ser dilê min da.
Nizanim hertim wihaye ya jî îşev bi min wiha hat, hema yek xebereke ku meriv kêfxweş û dilşad bike bi ber çavê min neket. Hemû xeber îşev li ser girtin, kuştin û bindestî, perîşanî û hêsîriya kurdan bûn.
Min kîjan xeber xwend ez bêtir kezebreşî bûm.
”Li kurdistanê opereasyon berdewam in.”
”Nizanim li ku kurd bihev ketin 9 birîndar hene.”
”Cenazeyên 2 gerîllayên li Meletyê hat stendin.”
”Cenazeyên 3 gerîllayên HPG-ê ji nexweşxaneyê hat girtin.”
”Malbatên Ateş û Karakaya cenazeyên zarokên xwe dixwazin.”
”Ji ber weşandina kitêbeke bi kurdî ji serokê belediya Sûrê ra 3 sal ceza tê xwestin.”
”Îranê, kurdekî ku cezayê xwe kişandibû teslîmî Tirkiyê kir.”
”Sax ket hefsê, piştî 11 saetan mirî derket.”
”Nasnameya 4 gerîllayên li Licî şehît ketibûn eşkere bû.”
”Li Sûriyê mirinên bi şik yên leşkerên kurd berdewam in.”
”Nasnameya 6 gerêllayên ku li Gabarê şehîd ketibûn hat şekerekirin.”
”Artêşa Îranê Hacî Umran bombarduman kir.”
”Pasdarên Îranê kurdek kuştin.”
”Li Çomanê di encama teqîna mayinekê da kurdekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.”
”Şehîdên 18-ê gulanê yên dewreya Orhan Yilmazkaya hatin bibîranîn.”
”Kurdên Qirxizîstanê dereke pêda herin tuneye.”
”Li Mûsilê di teqînekê da pûlisek şehîd ket û 33 kes jî birîndar bûn.”
”Leşkerên kurd mirî vedigerin malên xwe.”
”Dewleta îranê li hember çalakvanên kurd teroreke nedîtî dimeşîne.”
Bi xeberê ra rismek jî heye. Min bala xwe da risim.
Li Mêrîvanê xortekî kurd di bin postalên du pasdarên îranî da li erdê dirêjkirîye. Pasdaran ew bi dev û rûva xistine erdê û 2 pasdaran nigên xwe dane ser pişta wî, weke li herderê, ew jî yê kurd diheciqînin, li erdê digevizînin.
Lê xortê kurd serê xwe bilind hîştiye, teslîm nebûye, bi çavên bêhêvî li kamerayê dinêre. Min bîstekî bala xwe da risim û keserek kûr kişand û ji dilê min hat, heta ji min bê biqîrim. Lê neqîriyam. Min malper guherand. Ji bo ku xebereke xweştir bibînim….
Îcar xebera ”zor û îşkence li girtîgehên Kurdistanê berdewam e” bi ber çavê min ket.
Xeberke din,
”Li ser zindana 5 Noluyê fîlmekî belgesel ewê were nîşandan.” Yanî bi gotineke din, li ser dojeh û rûreşiya miletê tirk kurdekî fîlmekî belgeserl çêkiriye.
”Ji bo DTP-ê rojeke krîtîk, ji bo ku îfadeyên wan bigre dadgeh li bende parlamenterên DTP- ye.”
”Morg dîsa tije bûn.”
Êdî dilê min hew tehamul kir, min hemû malper girtin û ev derdname ji gelê xwe ra nivîsî…
Ji bo ku kurd halê xwe yê rojekê bibînin…

24 maj 2009

Tirkiyê çarhawêlî Kurdistanê bi mayinan rapêçaye

Derket ortê ku Tirkiyê, seranserê Kurdistanê kiriye goristana mayinan. Yek gaveke nemayinkirî ya sînorên Kurdistanê tuneye.
Hefteya borî di Meclîsa Tirkiyê da di dema minaqaşeyên li ser sînorê Sûrîyê da derket ortê ku 15 wîlayetên Kurdistanê, yanî hemû wîlayetên Kurdistanê yên li ser sînorên Ermenîstanê, Sûrîyê, Îraqê û Îranê gav bi gav hatine mayinkirin.
Li gor reqemên ku artêşa tirk, li 15 bajarên Kurdistanê hîn 981 hezar û 790 heb mayin hîn di bin erdê da ne.
Helbet ev reqem jî ya dewletê ye, meriv nikane sedîsed jê bawer bike. Ji ber ku dema dibe kurd tim siyasetke dewleta tirk ya bi dizî heye.
Çi dibe bila bibe qet ferq nake, di her warî da di derbarê kurdan da 2 siyasetên dewletê hene, yek eşkere ye û yek jî veşartî, yanî bi dizî ye.
Her çiqas Tirkiyê ji bo paqikirina mayinan di sala 2003-an da îmze avêtibe bin Peymana Ottowayê jî lê di minaqeşeyên meclîsê da diyar bû ku di vî warî da tu programeke Tirkiyê ya netewî tuneye û heta nuha tu gaveke cidî jî neavêtiye.
Wezîrê Parastinê Vecdî Gonul di bersîvdana pirseke di meclîsê da dibêje, sînorên Sûriyê, Îraqê, Îranê, Ermenîstanê û dora hin tesîsên krîtîk hatine mayinkirin.
Lê nabêje ew tesîsên krîtêk kîjan in û li ku ne?
Tirkiyê di sala 2004-an da di derbarê mayinan da di raporek pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kiribû. Di wê raporê da Tirkiyê bajar û herêmên mayinkirî wiha rêz kiriye: Erdexan, Batman, Diyarbekir, Bazîd, Dîlok(Entab)Hekarî, Îskenderûn, Qaxizman, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Ruha, Şirnex, Dêrsim û Wan.
Vana bajarên ku wan bi xwe qebûl kiriye. lê miheqeq nuha hin bajar û derên din jî hene, lê wan deran eşkere nakin.
Vecdî Gonul dibêje li gor qeydên artêşa tirk berî sala 1998-an ji 1 milyon 2 hezar û 199 mayinî 20 hezar û 490 hebên wan hatine paqijkirin û 981 hezar 790 heb jî hîn di binê erdê da ne.
Wezîrî parastinê dibêje me heta nuha 20 hezar 490 mayin paqij kirine lê di rapora xwe da diyar nekirine ku li kîjan herêman ev paqijî hatiye kirin.
Yanî tiştê tê gotin tenê îdîaye, tu tiştekî bi cî û war tuneye.
Heger bi rastî hewqas mayin hatibûna paqijkirin dibê bi xerîte ciyên wan jî bihata nîşandan, lê ev yek tuneye, tenê îdîaye.
Maneya xwe tiştê tê gotin ne ras te, vir e.
Dibê vir be, ji ber ku Tirkiye hîn di şer da israr dike. Heta ku dewleta tirk bi kurda ra di şer da be li tu derê jî tu mayinan paqij nake.
Roja bi kurdan ra rûnişt û mafê wan qebûl kir, a wê demê paqijkirina mayinan jî mimkûn e. Lê berî wê, Tirkiye çi bibêje jî ne rast e. Berî herrtiştî dibê kurd jê bawer nekin û tiştê dibêjin baş terkîk bikin.
Gava meriv li nexşeya Kurdistanê dinêre, ji Kilîsê bigre heta bi Erdexanê seranserê sînorê Kurdistanê mayinkirî ye, herder sor dike.
Ji vî sînorê dirêj ra 1 milyon mayin ne rast e, gelkî zêdetir e.
Tirkiyê bêyî Kurdistanê dereke din ya sînorê xwe mayin nekiriye, çimkî yê dijmin kurd in, çarhawêlî kurdan mayin kiriye.

23 maj 2009

Êrîşên li hember kurdan provayên qetlîameke mezin e

Li bajarên tirkan êrîşên li hember kurdan û bi taybetî jî yên li hember xwendevanên kurd berdewam in.
Sê roj berê li Aqyaziya qeza Sakaryayê faşîstan êrîşî kurdan kiribûn û kurdek kuştibûn 2 kurd jî birîndar kiribûn.
Tirkên nîjadperest û faşîst qefle bi qefle bi hev dikevin û li dera ku kurdan dibînin êrîşî wan dikin û dixwazin lînc bikin.
Ev demeke dirêj e li Sakaryayê û qezayên wê li hember kurdan teroreke organîzekirî û pir mezin tê meşandin, roj tuneye ku li vir û wir çend kurd neyên terorîzekirin.
Îro jî li Bolu Abantê li Zanîngeha Îzzet Baysal dîsa faşîstan êrîş birine ser xwendevanên kurd û 4 xwendevanên kurd birîndar kirine.
Ji ber ku kurd in marûzî êrîşan dibin, sûc tenê ev e.
Nîjadperstên tirk dibêjin, çima hûn kurd hatine dinê?
Ji ber ku hûn kurd in mafê we yê jiyanê tuneye. Ji bo ku hûn kanibin bi rehetî bijîn dibê hûn bibin tirk, ya na emê we bikujin.
Hemû mesele ev e.
Dewlet, hukûmet, partî û dezgehên siyasî û dînî, mesela serokê diyanetê, mezin û alimên tirkan li hember van êrîşên hêzên nazîst kerr û lal in û tiştekî nabêjin.
Bifikirin însan li orta bajaran ji ber ku kurd in ji alî hêzên faşîst ve tên lînckirin lê civat lê temaşe dike...
Tiştê li hember kurdan dibin dema nazîzmê tîne bîra meriv, civatê lê temaşe dikir.
Li gor çapemenî dinivîse, piştî bûyerê wîlayet û qezayên derûdorê faşîst qefle bi qefle diçin Boluyê û li nava bajêr da li xwendevanên kurd digerin.
Di derbarê bûyeran da xwendevanekî bi navê A.R beyanek daye û gotiye:
-Vê gavê hemû hevalên me ketine malên xwe. Em nikanin tevî şahiyên buharê jî bibin. Li hember me kampaniyeke mezin ya lînckirinê hatiye destpêkirin. Heger tedbîr neyên girtin dikanin êrîşî malên me jî bikin. Li nava bajêr bi wasite û peyatî li xwendevanên kurd digerin. Ji me ra dibêjin “emê we bi kîtlewî qetil bikin”, bi vê yekê me tehdît dikin.
Wek tê dîtin rewş gelkî cidî ye. Weke Aqyaziyê li vir jî dikane bûyerên pir mezin werin meydanê û kurd werin kuştin.
Bêguman sebebê vê cesaret û êrêşkariya hêzên nîjadperest û faşîst xweşbînî û piştgiriya hêzên ewlekariyê ya bi wan ra ye.
Faşîst, dema ji dewletê tolerans û piştgiriyê nebînin nikanin heroj vê zulm û çavsoriyê li kurdan bikin.
Hêzên ewlekariyê li hember êrîşên faşîstan tu tedbîrê nagrin û naçin ser wan. Loma jî kesên êrîşkar serbest û bi rengekî bêtirs weke gurên har yên devbixwîn qefle qefle bi hev dikin û bi kêr û çekan êrîşî kurdan dikin.
Heger hukûmeta AKP-ê û hêzên ewlekariyê li hember van hêzên faşîst vê siyaseta xwe ya xweşbîn û teşwîqkar bidomîne di rojên pêşda li herêma Sakaryayê û li hin bajarên Deya Reş li hember kurdan dikane hin qetlîamên weke Meraş û Sêwasê werin meydanê.
Rewş pir cidî ye. Dibê partî û rêxistinên kurdan û bi taybetî jî parlamenterên DTP-ê vê meselê têxin rojeva meclîsê.
DTP dibê têkiliyê bi mebûsên kurd yê di nava AKP-ê da ne têkiliyê deyne û wan jî têxe hereketê.
Dibê hukûmet miheqeq midaxeleyî meselê bike û hin tedbîrên cidî bigre. Dibê serokwezîr û wezîrê hundur li hember van êrîş, kuştin û terorîzekirina kurdan û xwendevanên kurd bêdengiya xwe xera bikin û tiştekî bibêjin.
Li gor çapemenî îro dinivîse, hefta pêş me serokê DTP-ê Ahmet Turk ewê bi serokwezîr Erdogan ra hevpeyvînekê bike.
Ahmet Turk dibê miheqeq di hevdîtinê da qala vê rewşa pir kirîtîk bike û ji hukûmetê daxwaza hin tedbîrên berbiçav bike.
Ya na, sibe dikane pir dereng be.
Çimkî kêrê êdî daye hestiyê kurdan, pir ne dûr e ku sibe kurdek êdî hew tehamul bike û çend faşîstan bikuje ya jî “dewleta kûr” û çeteyên Ergenekonê bixwe jî ji bo prowakasyonê dikanin tiştekî wiah bikin û piştra jî dest bi qetlîama kurdan bikin.
Ev çend sal in prowayê vê qetlîamê tên kirin, lê “dewleta kûr” di dawiyê da frênê digre. Lê rojekê firên dikane biteqe, a wê demê tu kes nikane qetlîamê rawestîne...
Ji min gotin...

22 maj 2009

Vê carê jî ezê aqil bidim hin xwendevanan

Heta nuha min tim siyasetmedarên kurd, PKK, DTP, KDP, YNK, rêxistinên kurd yên din rexne kiriye û gelek caran jî aqil daye wan.
Dibe ku gelek kes nizanibin lê ez "kûpê aqil im", herşev xwe li ber kompîtora xwe xweş dikim û dest pê dikim aqil li xelkê belav dikim.
Lê îşev jî dixwazim rexne û aqildana xwe ji ser siyasetmedar, partî û serokan bibirim, ji ber ku min pir daye wan, gava qîmeta wê bizanibin û destê xwe lê ragirin demekê têra wan dike, îcar berê xwe bidim çend dilsoz û xwendevanên xwe yên hêja.
Çend xwendevanên min hene mala wan ava, dilsoz û xwendevanên min yên gelkî bi wefa ne, heroj miheqeq riya xwe bi malpera min dixin û gelekê caran jî bi rexne, pêşniyar û şiroveyên xwe malpera min dewlemend dikin.
Ev pêşniyar, rexne û şiroveyên wan moral dide min, ezm, eşq û daxwaza min ya nivîsînê zêdetir dike.
Min berê jî çend caran gotiye û nuha jî dibêjim, bi van rexne û şiroveyên wan, ez gelkî dilşa û kêfxweş dibim û sipasî wan dikim.
Piştî hewqas meth û sena û sipasî, ez bawer dikim êdî ew baş nerm bûne û êdî ez dikanim dest bi rexneyên xwe bikim, berê tîrên xwe bidim wan û bi çend gotinên dostane û bi mafê rîsipiyekî kurd îşev jî wan rexne bikim û piçekî ”aqil” bidim wan jî.
Wek min got, çend xwendevanên min yên wefadar hene ku pir û pir li dijî PKK-ê, DTP-ê û her babet tevger û xebatên wan in.
Ev him ne rast e û him jî şaş e.
Tiştê şaş dibê meriv rexne bike û tiştê baş û rast jî dibê meriv biparêze û bibêje baş e.
Dewlet jixwe li dijî miletê kurd e, 10-12 milyon kurd hîn raya didin partiyên dewletê û doza kurdayetiyê jî nakin.
Li ortê ma kurdên bi PKK-ê ra. Dema em wan jî xayin û hevalê dijmin bibînin li ortê ez û hûn tenê, yanî çensed kes dimînin.
Bi vê hejmar û hêza xwe em nikanin seriyek sîr jî ji dewletê bistînin.
Dema PKK-ê û DTP-ê şaşî û tiştê xerab kirin dibê em pê biqeherin û rexne bikin û riya rast bidin ber wan.
Lê gava tiştê baş jî kirin dibê weke kurd em pê dilşa bibin, ne ku pê biqeherin.
Dewleta tirk him bi zorê û him jî bi siyasetê dixwaze vê hêza kurd ya polîtîze bûye ji ber hev da bixîne, pûç bike û bikşîne alî xwe, ji siyaset û hedefên kurd û Kurdistaniyê dûr xe.
Dibê em jî siyaseteke eksî ya dewletê bimeşînin, em jî bi rexne û pêşniyarên xwe bixwazin PKK-ê, DTP-ê û hemû hêza bi wan va girêdayî bêtir berbî siyaseteke netewî bikşînin.
Ev yek.
Rexneyeke min ya din jî heye, ew jî di derbarê zimanê kurdî da ye.
Hin xwendevan hene dibêjin em çi bikin jî em nikanin zimanê kurdî ji mirinê xelas bikin, çimkî êdî ketiye ber sikratê û li ber mirinêye.
Di her şiroveya xwe da dibêjin, tiştekî em bikin tuneye. Em tenê dikanin bibêjin rahma Xweê lê be û çend dua û herî zêde jî Yasînekê du Yasînan li ser bixwînin.
Malneketno, we xêr e, hema ji nuha da, hîn nemiriye we Qurana xwe daye destê xwe û we dest bi xwendina dua kiriye û hûn telqînê didinê...
Malneketno, hûn xwe ji PKK-ê û DTP-ê û gelek siyasetmedar û serokên din gelkî jîrtir û kurdperwertir dibînin, lê li dijî asîmîlasyonê, ji bo nemirina zimanê kurdî hûn tu pêşniyareke pozîtîv naynin.
Di her şiroveya xwe da hûn dibêjin, zimanê kurdî miriye, rahma Xwedê lê be, dibê meriv fatîheyekê li ser bixwîne û nizanim çi û çi…
Heyran hema pêşeroj û aqîbeta zimanê kurdî mirin be jî weke kurd meriv kêfa xwe bi vê netîceyê nayne, meriv pê diqehere, weke min bi şev û roj dike gazî û hawar, dibêje kurdino, malwêranno, zimanê we li ber mirin û wendabûnê ye, tiştekî bikin, xweliyekê li serê xwe kin, tedbîrekê bigrin...
Axir, hema miriyê meriv li ber mirinê be jî meriv nabêje de zû bimre em ji te xelas bibin!
Berxwedana herî zeîf jî ji teslîmiyetê çêtir e.
Yê we, hûn dibêjin zimanê kurdî miriye û xelas, Xwedê jî were nikane xelas bike...
Helbet dema hinek tiştekî nekin û hinek jî Quran di dest da hîn bi saxî dest xwendina Yasîna mirinê bikin, bêguman ewê bimre.
Ne nuha, tam 30 sal berê, min ev xetera li pêş zimanê kurdî texmîn kir û hîn wê demê min dest bi gazî û hawarê kir û got kurdino, serokno, heger hûn dev ji tirkiya xwe bernedin hûnê bibin sebebê mirina zimanê xwe.
Ji milet bêtir, musebîbî vê rewşa zimanê kurdî ronakbîr û siyasetmedarên kurd in, wan berpirsiyarî û wezîfeya xwe neaniya cî.
Bala xwe bidinê, hemû kadir û serokên kurdan(yên kev û nuh) bi kurdî baş dizanin, lê yekî jî bi tevayî dev ji tirkî bernedaye.
Û yên nizanin binivîsînin jî fêr nabin.
Vê rastiyê ez jî dibînim.
Lê ji ber ku rewş wihaye, dibê meriv dev ji xebat, berpirsiyarî û berxwedana xwe bernede, xwe nede benda mirina zimên ji bo ku zû gorr bike û fatîheyekê li ser bixwîne.
Wê demê di nabêna me û van siyasetmedar û serokan da tu ferq namîne.
Siyasetmedar û serokên kurdan yên îro bêyî îstîsna hemû jî xizmetê ji asîmîlasyonê ra dikin, lê helbet hin pir, hin jî hindik dikin.
Hinekan jixwe di jiyana xwe da belkî heta nuha hîn qarteke cêjnê û serêsalê jî bi kurdî nenivîsîye û nayê bîra wî binivîsîne jî.
Jixwe meriv nikane tu hêviyê ji van kesan bike. Çimkî ew ne di wê şiûra netewî da ne ku dev ji tirkî berdin û weke Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn û hin Bedirxaniyan berhemeke kurdî ji gelê xwe ra li pey xwe bihêlin.
Lê kesên ku xwedêgiravî şuûra netewî pê ra xurt e, ya jî di wê îdîayê da ye, ma ne dibê ew ji nuha da dest bi xwendina "fatîheyê" nekin, bi hemû hêz û îmaknên xwe bixebitin, milet û kesên bi xîret şiyar bikin.
Bi şev û roj bala van siyasetmedar û serokên nezan û xemsar bikin...
Dibê meriv weke şexs berî hertiştî karê xwe baş bike, tiştê ji meriv tê texsîr neke, lê dûra netîce çi dibe ew ne sûcê meriv e.
Kes nikane meriv sûcdar bike.
Ji ber ku meriv wezîfeya xwe bi layiqî aniye cî.
Dibê rexne û pêşniyarên meriv ne ji bo merinê, ji bo xurtkirin û jiyandina zimanê kurdî be, welew ku îhtîmala xelaskirina zimanê kurdî sifir be jî...
Netîce dibê meriv ne li bende mirina zimanê xwe be...

21 maj 2009

Ege Cansen:PKK-ê zora Komara Tirkiyê biriye

Di rojnameya Hurriyetê da Ege Cansen li ser mesela kurd nivîseke ne li gor dilê tirkan û dewletê nivîsîye.
Ege Cansen yekî ku xwe zû bi zû tevî mesela kurd nake, lê îcar bi hestên şikestinê xwe tevê kiriye û ji nivîsa xwe ra sernivîsa ”Şîv pir germ e, ji bo daqultandinê dibê meriv pif bikê” bikaraniye.
Cansen dûra jî gotiye, ”gavên ku di mesela kurd dikin werin avêtin netîceya têkçûn û serneketina Komara Tirkiyê ye…”
Cansen zêde dirêj nekiriye, hema rasterast gotiye ”Komara Tirkiyê têk çû!”

Rast e Komara Tirkiyê ji zûda têkçûye, lê li alî din qûş li kurdan jî qetiyaye. Her hefte cenazeyên 7-8 gerîlla radibe.
Êdî hema hema li her bajarekî Kurdistanê her hefte şîna şehîdên mehê tê kirin. Yanî ne tenê "Komara Tirkiyê", komara kurdan jî tu hal tê nemaye.
Cansen bi xemgînî û dilşikestiyeke mezin dibêje, ”PKK, mixabin him bi îspatkirina xwe ya siyasî û him jî bi têkneçûna xwe ya di cepheya leşkerî da zora Komara Tirkiyê biriye…”
Erê di warê leşkerî da artêşa tirk têkçûye lê di warî siyasî da hîn xurt e û hewil dide ku di vî warî da zora kurdan bibe.
Yanî pir ne dûr e ku kurd di warê leşkerî da qeznc bikin lê di siyasetê da wenda bikin û dîrokjî bi vî rengî dîsa tekerrur bike.
Cansen ji derewan bêtir rastiyê tîne zimên, dibêje, "PKK hîn jî gava bixwaze, li dera dixwaze dikane çalakiya çekdarî bike.”
Hema bikanibe çi feydeya wê heye, piştî ku qezenceke berbiçav bi xwe ra neyne bêmane ye û tu feydeyê nade kurdan.
Li gor Cansen, êrîş û operasyonên dewletê bûye sebebê ku hemû kurd hurmetê nîşanî PKK-ê bidin û otorîteya wê qebûl bikin.
Û bi vî rengî jî ”PKK di baskê tevgera kurd ya siyasî da bûye patronê bêminaqeşe."
Yanî êrîş, teror û qetlîamên dewletê, PKK qels nekiriye, bi vacayî him xurttir kirye û him jî ev yek bûye sebebê ku kurd bêtir piştgiriyê bidinê.
Bêguman para rastiyê di vê tespîtê da heye, lê sebebê piştgiriya PKK-ê ne ev tenê ye. Miletê kurd fêm kiriye ku dewlet ne tenê li hember PKK-ê, li hember miletê kurd e, kî doza azadiya miletê kurd bike dewlet li dijî wî ye.
Li gor Cansen, sebebê ku îro bêtir qala çareseriya mesela kurd tê kirin qelsiya dewleta tirk e, ji ber ku ”Komara Tirkiyê cehda xwe(ezmê xwe)wenda kiriye. Jixwe peymanên aştiyê jî di demên wiha da çêdibin. Heger herdu alî jî hêviya xwe ya domandina doza xwe bidomîne, aştî çênabe. Ji aliyan yekî, dev ji doza xwe berdabe wê demê wext temam e..”Herçiqas siyasetmedar û leşker veşêrin û qebûl nekin jî Cansen qebûl dike û dibêje ”Tirkiye westiya ye. Lextî nava psîkolojiya sûcdariyê bûye. Hatiye nuxteya, çi dibe bila bibe, tenê bira teror biqede.”Cansen gelkî li ber vî halê dewleta tirk ya rehtbûyî û bêçare dikive û bi rengekî aqildar dibêje, ”Jixwe armanca terorê jî ew e ku yê hember bîne vê nuxteyê.”Piştî vê, Cansen îcar jî bêhemdî xwe rastiyeke ku dewlet qebûl nake îtîraf dike, dibêje, ”Tu rêxistineke terorê ji bo ku teror be çalakiyê nake. Armanc, hertim siyasî ye.”Heta nuha îdîa dewletê ew bû ku di çalakiyên PKK-ê da tu armanceke siyasî tuneye, armanc tenê teror e û ew jî ji derve, ji alî xêrnexwaz û dijminên Tirkiyê ve tê pîjkirin?
Lê Cansen, waye qebûl dike ku ev îdîa ne rast e, armanceke siyasî li pişt şerê çekdarî heye.
Cansen dibêje, "heger di van şertan da mizakere werin rojevê gotina PKK-ê ewê bêtir pere bike, xelkê bêtir guh bide PKK-ê û şertên ew dide pêş maqûl bibîne.”
Kuro di van şertan tenê da, hertim şetên kurdan maqûl bûne. Yê neheq û şertên nemaqûl daye pêş dewleta te ya zalim e, tim û tim hemûna kurdan înkar kiriye. Loma jî maqûliya daxwazên kurdan ne bi şertan ve, bi heqiya daxwazên wan va girêdayî ye.
Li gor Cansen, ”dema şertê pêwîst yê psîkolojîk temam bibe, mizakere dikanin ji texmînkirinan jî zûtir dest pê bikin.”
Cansen yek ji aqilmendê dewletê yê ji dil e, loma jî naxwaze gotina kurdan pere bike. Dixwaze tim gel guh bide dewleta wî. Loma jî dibêje nuha "şîf germ e, dibê meriv pif bikê."
Weleh qet ferq nake, hûn vê şîvê bi sarî jî bixun dîsa jî ewê devê we bişewite. Dixwaze sed carî pif kinê.
Bi gotina "şîv germ e, dibê meriv pif bikê", Cansen ji dewletê ra dibêje hîn zû ye, meriv hinekî din bipê, nuha tu mafan nedin kurdan.
Di dawiya nivîsa xwe da Cansen hedefa îdeolojiya "Komara Tirkiyê îfşa dike, dibêje:
”Du projeyên Komarê(cumhûriyetê)hebûn. Yek jê, laîqiya ku jê ra tê gotin ”di jiyanê da rêberê herî rast ilm e”, ya din jî Yekîtiya Millî bû ku di biwêja ”Çi bextewariye ku yê ji xwe ra bibêje ez tirk im” da îfadeya xwe didît. Domandina van herduyan projeyan jî mimkûn nebû. Çi bi xêr be bira ew bibe. Demokrasî dixebite. Ji bo welêt çi bi xêr be gel yanî nûnerê wî meclîs ewê biryarê bide.
Birayara rast kîjan e, divê kes îdîa neke ku ew ji gel yanî ji meclîsê baştir dizane.
Ji bo evîndarên cumhûriyetê hezimkirina tiştên dibin û tiştên ewê bibin gelkî zor e. Lê belê tiştekî were kirin jî tuneye..."

Rast e, bi rastî jî tiştekî dewlet bike tunye lê dîsa jî hustuyê xe di kêrê dide û dixwaze partî û nûnerên kurdan nas neke û bi wan ra rûnene.

20 maj 2009

Pakêta dewletê taktîka xapandinê ye

Çendakî berê serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, li ser mesela kurd gotibû, ”di rojên pêş da ewê tiştên baş bibin”.
Piştî vê beyana Gul, Erdogan jî piştgirî dabû Gul û li hember rexneyan gotibû, ”rast gotiye, ma bira bigota ewê tiştên xerab bibin?”.
Derdorên siyasî dibêjin ku ji bo çareserkirina mesela kurd serokkkomar, hukûmet, serokerkan, MÎT û hemû dezgehên dewletê yên din bi hev ra li riyeke çareseriyê digerin.
Di rojnameyên da hin detayên vê ”pakêta nuh ya mesela kurd” îro tê eşkerekirin. Li gor tê gotin xwedêgiravî hemû dezgehên dewletê weke orkestrayekê dixebitin û şefê orkestrayê jî Abdullah Gul e.
Li gor çapemenî dinivîse, di ”pakêta kurd” da şertê tirkan yê esasî ev in:
-Ji bo ku dewlet gavekê bavêje, dibê PKK dev ji şerê çekdarî berde, yanî çekan bi temamî deyne. Dibê PKK piştî 1-ê hezîranê jî agirbestê bidomîne. Dewletê bala xwe bidê hela PKK piştî 1-ê hezîranê jî vê şêla xwe didomîne ya na. Ev yek ewê siyaseta dewletê tayin bike. Heger PKK bi tevayî dev şerê çekdarî berde, hikûmetê jî hêdî hêdî hin gavan bavêje.
- Madeya 220-ê ya efûyê ewê ji nuh ve bigrin dest û belkî jî têxin praktîkê. Ji bo ku kesên li çiyê dakevin ewê bi malbatên wan ra hevdîtin werin çêkirin.
-Ewê tecrîta li ser Ocalan rakin. Ewê 5-6 mahkûman bişînin ba Ocalan û bi vî rengî jî dawiyê li tecrîta wî bînin.
-Kurdên li Ewrûpayê dijiîn û ji hemwelatiya Tirkiyê hatine derxistin, ewê hemwelatiya wan paşda bidin wan.
-Ji nuha û pêva li hember kurdan ewê bi şefqet hereket , yanî hêzên ewlekariyê li gor berê ewê hindikî zulmê li kurdan bikin.-Astengên li hember zimanê kurdî ewê werin rakirin. Piştî paşdedana navên gundan yên berê, ewê navê zarokan yên bi kurdî jî serbest bikin. Weşanên telewîzyonê ewê bi temamî serbest berdin. Di hefsan da jî axaftina bi kurdî ewê serbest bikin.
Wek tê dîtin di pakêtê da tu jahr jî tuneye, qala peymanekê, lihevkirineke siyasî nayê kirin.
Qala naskirina nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê kurdî, serbestbûna partî û rêxistinên kurdî nayê kirin.
Tiştên weke maf tên rêzkirin hemû jî gotinên vala, taktîkên xapandinê û fasafîso ye.
Efendim PKK bira bê qeyd û şert berê çekan deyne, dewletê piştra hêdî hêdî hin gavan bavêje.
Baş e dewlet piştra ”hin gavan” navêjeje ewê çawa bibe?
Mueyideya vê çi ye?
Ya din dewletê kîjan gavan bavêje, ewê çi mafî bide kurdan?
Dibê dewlet naveroka ”gavên xwe” eşkere bike.
Dibê kurd bizanibin li hember tiştên didin, ewê çi bigrin?
Û tiştên wiha jî bi ”sozên devkî”nabe, divê bi qanûnan werin girêdan û têkevin qanûna esasî.
Dewletê ”efûyekê derxe”.
Bira dernexe. Kurdan ji bo derxistina ”efûyê” hewqas bedel nedane, kurdan ji bo bidestxistina mafên xwe yên netwî bi hezaran şehîd dane.
Heger pakêta dewletê ev pakêt be maneya xwe ew e ku nêta dewletê ya rawestandina şer hîn tuneye.
Dewlet hîn baş newestiyaye, dixwaze hinekî din jî şer bidomîne, ji bo têkbirina kurdan dixwaze hinekî din jî hêza xwe biceribîne.
Di esasê xwe da dewleta tirk li hember têkoşîna miletê kurd tê çûye, lê dixwaze vê rastiyê, vê têkçûna xwe ya leşkerî veşêre û bi manawrayek siyasî vê têkçûna xwe bincil bike.
Bi kurtî, dewleta tirk tiştê di warê leşkerî da wenda kiriye, dixwaze bi siyasetê bidest xe, di vî warî da kurdan bişkîne.
Çi ye çi ye, wê ji nuha û pêva li hember kurdan bi şefqet hereket bikin, ewê navên kurdî serbest bikin, ewê destûrê bidin ku kurd vegerin welatê xwe…
Na na hema heta ji we tê li hember kurdan bêşefqet bin, navên kurdî serbest nekin û nehêlin kurd wegerin welatê xwe.
Bedêla têkoşîna kurdan ya 30 salî ne ev tişt in, kurd dixwzin weke milet bi tirkan ra xwedî eynî mafî bin.
Netîce, PKK dev ji şerê çekdarî berdide bernade ev mesela wan e, lê ev pakêta tê qalkirin ku bi rastî jî naverok ev be pêkenîn e, tinaza bi kurda ye.

19 maj 2009

Kurdên di nava AKP-ê da jî dikin xwe tevî mesela kurd bikin

Parlamenterê Amedê yê AKP-ê Îhsan Arslan du roj berê di derbarê mesela kurd da beyaneke balkêş da.
Îhsan Arslan di beyana xwe da dibêje, ”di mesela kurd da ewê hin gavên nuh werin avêtin, hin tiştên ku heta nuha nehatine ceribandin ewê werin ceribabandin.”Li gor Îhsan Arslan, "li vî welatî êdî tehamula tu kesî nemaye", êdî herkes dixwaze mesela kurd çareser bibe.
Loma jî li gor Arslan, mesela kurd ketiye pêvajoyeke çareserkirinê dest pê kiriye û ji bo vê yekê jî di rojên pêş da ewê hin gavên baş werin avêtin.
Arslan dibêje:
"Hemû sazî û dezgehên me di pêvajoya heyî de gihîştine qeneteke muşterek û li ser tedbîrên nû disekinin. Hin riyên ku heta niha nehatine ceribandin ewê bên ceribandin."
Belkî jî ev cara pêşîye ku parlamenterekî AKP-ê bi vê eşkeretiyê hin pêşniyaran tîne zimên. Hin pêşniyarên Arslan wiha ne:
-Sloganên weke, çi bextewariye ku kesê ji xwe ra bibêje ez tirk im, li serê çiyan hatine nivîsîn dibê werin xerakirin.
-Navên gundan yên hatine guhertin dibê paşda werin dayin.
-Di telewîzyonên serbest da dibê kurdî serbest bibe.
-Dibê sîstema cerdevaniyê were îslahkirin, qismek ji wan werin bêçekkirin, qesmekî din jî dibê ya werin teqawitkirin yan jî di hin derên din da werin bicîkirin.
-Dibê hin mahkûm neû neqlî ba Ocalan bibin.
-Dibê bi DTP-ê ra lihevkirinek, mutabaqatek were çêkirin Bi tune hesibandina DTP-ê pêşketin nabe.
-Kesên tevî bûyerên xwînî nebûne û ji hemwelatiyê hatine derxistin, ji bo vegerê dibê rê li ber wan vebe.
Arslan ji bo avêtina van gavan tu tarîx û teqwîmek nedaye lê dibêje li ser van meselan tê axaftin û gav bi gav mesafe tê girtin.
Bêguman vana dîtin û pêşniyarên Arslan in, ne dîtinên AKP-ê ne, em hîn nizanin gelo n pêşniyarên Arsklan ra AKP çi dibêje û çi difikire?
Di van gotinên Arslan da tiştê herî nuh û herî baş ew e ku parlamenterên AKP-ê jî beşdarî minaqeşeyên çareseriya mesela kurd dibin.
Parlamenterên kurd yên di nava partiyên tirk da çiqasî tevî van minaqeşeyan bibin ji bo me hewqasî baş e.
Bêyî vê, hefteya borî hukûmetê qala paşdedana navê gundan jî kir.
Heger tiştekî wiha birastbigere pir baş e. Dibê kurd û rêxistinên wan vî karî organîze bikin, nexwe milet bixwe nake. Dibê hinek pêşengiya vî karî bike.
Ya din, dibê PKK û hemû rêxistinên kurdan jî bangekê li milet bikin û bibêjin, kurdino, herin navên gundên xe paş da bigrin.
Navên bi kurdî weke nasnameyê ye, dema bi kurdî be kurdan û kurdîtiyê tîne bîra meriv.
Weke navê însanan, dema navê me bi kurdî be ji bo me dibe nasname, dema yekî xerîb navê kurdî dibihîze, di cîda têkiliyê bi kurdbûna me ra datîne.
Navê coxrafîk jî wiha ne, dibe nasname û cuzdana wê derê. Piştî beyana bedevkê hukûmetê, ”dema were xwestin ewê kanibin navê gundan yên kevn paşda bidin”, serokê komela lazan ya kulturî Hasan Oral jî beyanek da û got, laz jî navên gundên xwe yên kevn paşda dixwazin.
Ev jî tiştekî baş e.
Çimkî rejîma kemalîst ne tenê navên kurdî, li gelek herêmên din jî navên kevn guhertine, kirine tirkî, dibê gel paşda bixwaze.

18 maj 2009

Melîk Firat ji Ocalan jî xerabtir kir...

Di rojnameya tirkî Vatanê da rojnamevaneke bi navê Mîne Şenocakli bi neviyê Şêx Seîd û serokê Hak-Parê yê kevn A. Melîk Firat ra li ser mesela kurd hevpeyvînek kiriye.
Di hevpeyvînê da Melîk Firat dîtinên Ocalan û DTP-ê eynî dubare dike, lê li gel vê jî Ocalan û DTP-ê raxne dike û dîtinên xwe ji yên wan baştir dibîne.
Melîk Firat jî weke Ocalan, çareseriya mesela kurd di ”hemwelatiya demokratîk, di hemwelatiya Tirkiyê” da dibîne. Dibêje dema ”nasnameya kurd di qanûna esasî da were qebûl kirin” mesele hel dibe.
Melîk Firat demakê qala ”federasyonê kiribû, lê di vê hevpeyvînê da daxwazeke wiha nade pêş, ji wê bêtir, qala ”şertên Tirkiyê, zewaca kurd û tirkan” dike. Qala "hezar sal jiyana kurd û tirkan ya bi hev ra" dike.
Weke Ocalan ew jî qala xerabiya serxwebûnê û dewleta serbixwe dike, dibêje dema dewleta serbixwe derbas bûye.
Tiştê xerîb kîjan serok û siyasetmedarê kurd devê xwe vedike, hema di serî da ji kurrdan ra qala xerabiya dewleta serbixwe dike.
Ev bêxwediya dewleta serbixwe ji her miletî ra rind e, heq e, lê ji me rebenë kurdan ra tenê ^pir xerab û "gurê manco" ye, dibê kurd hevza xwe jê bikin...
Tobe tobe...
Dijmin ne bes e, serokên me jî bi bedana me ketine, dixwazin me bi "0"(sifirê)razî bikin. Ji dijminan bêtir xwedê me ji van serokan bisitirîne...
Li ser pirsa, ”li gor te dibê Ocalan jî bi ber efûyê keve ya na?”, Melîk Firat dibêje:
”Ocalan mahkûm bûye, dibê cezayê xwe bikşîne. Lê dibê meriv Ocalan ji Îmraliyê derxe û têxe hefseke normal.”
Bersîveke ku meriv ji ber fedî dike. Serokekî kurd cezakirina serokekî din ji alî dijmin va normal dibîne, li dij dernakeve.
çi eyb çi eyb!
Weke şexs ji destpêkê da ye ez li dijî siyaset, felsefe û piraniya dîtinên Ocalan im. Û wek şexs jî qet kêfa min jê ra nayê.
Lê li gel vê jî ez li dij im ku dewleta tirk wî bigre û têxe hefsê. Dewleta tirk dewleteke îşxalkar e û welatê min dagîr kiriye. Tu mafê hêzeke wiha tuneye ku rabe Ocalan ya jî kurdekî din ji bo ku li dijî hebûna vê îşxalê rabûye, şer kiriye bigre û têxe hefsê.
Serokekî kurd ê ku kalikê wî û bi dehhezaran kurd ji alî vê dewleta xwînxwar ve hatiye îdamkirin, çawa dikane bibêje ”dibê Ocalan cezayê xwe bikşîne?”
Cezayê çi ez benî?
Çi heqê dewleta tirk heye ku Ocalan û bi hezaran kurdî bigre û têxe hefsan, îşkence bike û bikuje?
Ma Ocalan li talanê tirkan xistiye, mêrên wan kuştiye, ya jî dest avêtiye namûsa generalên tirk ku ewê rabin wî bigrin û têxin hefsê.
Ocalan li gor me hinekan merivekî xerab e, serê xwe ji dewleta tirk ra tewandiye, mêranî nekiriye, merivekî bizok e, lê nayê wê maneyê ku emê girtin û zindankirina wî normal bibînin û heq bidin dewleta tirk.
Ocalan çuqasî xerab dibe bila bibe, nîhayet serokê partiyeke kurd e û ji bo ku li dijî îşxala dewleta tirk partî daniye, serî hildaye û serokatiya şerekî çekdarî kiriye dewletê ew girtiye û cezayê îdamê dayê.
Yekî weke Melîk Firat, dibê girtin û zindankirina serokê partiyeke kurd normal û rewa nebîne. Tiştê Ocalan kiriye û dide kirin Melîk Firat bike dewletê eynî cezayî bide wî jî.
Dewleta tirk ne li dijî şexsê Ocalan e, li dijî fikir û armanca wî ye, ji bo wê ew girtine û xistine hefsê.
Herkesê ku doza kurd û Kurdistanê dike dewlet wan jî digre û dixe hefsê, îşkece dike û dikuje.
Heger girtin û cezakirina Ocalan heqê dewletê be, wê demê girtin û cezakirina Melîk Firat û kurdên din jî heqê dewletê ye.
Dibê ew jî weke Ocalan cezayê xwe bikşînin…
Hebûna dewleta tirk li Kurdistanê xeyrîmeşrû ye, mafê wan tuneye serokên kurdan(çuqasî xerab dibin bira bibin, ev mesela me ye) bigrin û têxin zindanan.
Gorbuhuştê kalikê Melîk Firat bi çi sûcî hatibû girtin, Ocalan jî bi eynî sûcî hatiye girtin û bi eynî sûcî jî cezayê îdamê danê.
Li gor Firat, DTP kurdan temsîl nake, ji ber ku piraniya kurdan ray nedane DTP-ê. Rast e, lê piraniya kurdan ray dane dijmin, nedane te ya jî kurdekî ji Ocalan baştir.
Li gor Melîk Firat, 8 milyon rayên kurdan heye, DTP-ê tenê 2 milyon girtiye. Ev jî tê wê maneyê ku ji sedî 80-yê kurdan dengê xwe nedaye DTP-ê û loma jî DTP kurdan temsîl nake.
Tu dibê qey kurdan tiştekî pir baş kiriye. Ew 6 milyon kurdên ku rayên xwe nedane DTP-ê, dane dijmin ez benî!
Heger 6 milyonê mayî bidana Hak-Parê, meyê bigota wele bi rastî jî DTP kurdan temsîl nake, çimkî piraniyê rayên xwe dane Hak-Parê ya jî partiyeke kurd ya din. Lê tiştekî wiha tuneye, ji sedî 80-î kurdan rayên xwe dane partiyên ku hebûna kurdan înkar dikin.
Nuha çi feydeya kurdan di vê piraniya li derî DTP-ê heye?
Ya feydeyê digihîne me û dewletê mecbûrî hin gavan dike 2 milyon rayên DTP-ê ne, bi xêra van rayan kurd li hnin bajaran bûn xwedî desthilat, ne bi rayên AKP-ê û MHP-ê.
Li ser pirsa, ”Baş e kurd çi dixwazin?” Melîk Firat jî weke Ocalan garantiyê dide rojnamevana tirk û dewletê û dibêje”
”Daxwaza dewleteke nuh tuneye, veqetandin tuneye, al jî, welat jî yek e, wê demê çi dimîne? Di qanûna esasî da hemwelatiya kurdan, yanî naskirina nasnameya wan, dibê zarokên wan bi zimanê xwe bixwînin…”
Tu nemaye bibêje kurd tştekî jî naxwazin. Esas bi wî û yên weke wî bimîne ewê bibêjin, lê nuha hew kanin, heta ji wan tê daxwazên kurdan kêm dikin.
Piştî ku xanima rojnamevan, li hember pirsa ”kurd çi dixwazin” bersîveke li gor dilê xwe digre, îcar dibêje:
”Baş e wê demê mesela kurd ewê çawa çareser bibe?”
Melîk Firat dibêje.
”Pir hêsaye. Tiştê em dibêjin hemwelatiya demokratîk, di nava hemwalatiya Tirkiyê da qebûlkirina nasnameya kurd e. Yanî nasnameya kurd ewê di qanûna esasî da hebe..”
Û piştre jî qala xurtkirina dezgeyên îdarî dike, dibêje îdareyên bajaran dibê ne ji Anqerê, ji alî îdareyên mehelî va were meşandin. Dibê "serokê belediyê bikanibe bi zimanê xwe bipeyive" û çapemeniya kurd dibê serbest be, dibê tenê ne TRTŞeş be…
Li hember van dîtinên Melîk, xanima rojnamevan dibêje, ”esas hûn jî derî DTP-ê tiştekî nabêjin. Serokê belediya Diyarbekrê Osman Baydemîr jî eynî tiştî dibêje”, lê Melîk îtîraz dike, dibêje na, ji ber ku em dibêjin Baydemîr jî eynî tiştî dibîje.
Di mesela serxwebûn û perçebûna ”Tirkiyê” da jî Melîk garantiyê dide xanima raojnamevan, dibêje:
”Nuha ez ji kurdên Tirkiyê ra dibêjim ku, nuha îmkana û feydeya avakrina dewleteke kurd tuneye. Dibê em biaqil bin. Ne Tirkiye, dibê em rastiya cîhanê bibînin. Li Yekîtiya Ewrûpayê binêrin, bi dehan dewlet hatin yek nuxteyê. Em, ev hezar sal in bi hev ra jiyan e. Herçiqas baweriyên dînî yên me bi hev ra digre zeîf bûbe jî, lê hîn jî urf û adetên me, xwarin û vexwarina me sedî 80-î weke hev e. Bi qasî ez dibînin bi kêmanî 5 milyon kurd û tirk bi hev r azewicî ne. Yanî keça kurd bi tirk ra, keça tirk bi kurd ra zewicî ye. Nuha emê ji bo çi veqetin?
Dema em zimanê xwe bipeyivin, kultura xwe bijîn çima emê veqetin? Li cîhanê dema avakirina dewleteke cuda derbas bûye. Dewleta netewî êdî tuneye.”
Camêr ji serokekî kurd bêtir, weke aqilmendekî tirk dipeyive.
Ji bo ku kurd nebin xwedî dewlet ji qal û bela argumentan tîne, tu bê qey weke serokekî kurdan wezîfeya wî ew e ku ji bo çênebûna dewleteke kurd kurdan îqna bike.
Ezbere dipeyive, tu dibêjî qey endamên Yekîtiya Ewrûpayê herkesî dewleta xwe ya serbixwe fesih kriye.
Tiştekî wisa tuneye, xelk bi dewletên xwe ve hatine ba hev.
Lê nimûneya nemimkûniya avabûna dewleta kurd ya herî cidî "zewaca kurd û tirkan ya bi hev ra" daye, gotiye 5 milyon kurd û tirk bi hev ra zewicîne loma jî êdî nabe ku em kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Min fêm nekir çima nabe?
Çima ji tirkan ra dibe, çima ji me ra nabe?
Piştî ku ji bo me nebe, dibê ji bo tirkan jî nebe.ya din şermeke pir mezin e ku serokekî kurd qala nimûneyên wiha beradayî bike.
Ya din kurd li Kurdistanê hîn neqidiyane, biqasî ku bibin dewlet hene. Çar pênc milyon ji me kêm bûye ne problem e, nufûsa me têra dewletekê dike.
Li vê cîhanê dewletên 100-200 hezarî hene, bi vê nufûsa xwe em dikanin 1o dewletan ava bikin.
Welhasil dema serokên me devê xwe vedikin tu dibêjî belkî abûqat û nûnerên dewleta tirk in, heftêheft çîrçîrok gotinên vala li hev radgirin ji bo ku kurdan îqna bikin ku dêbê doza serxwebûnê nekin.
Bixwedê piştî min hevpeyvîna Melîk Firat xwend, mesela kefendiz hate bîra min, min ji xwe ra got dibê meriv şêkiriya xwe bi Ocalan bîne…

17 maj 2009

Kurd dibêjin êdî ewê bi kurdî bipeyivin...

Ji 14-ê gulanê û virdaye di çarçeweya ”Cezjna Zimanê Kurdî” da di pêşengiya TZP-Kurdî û KURDÎ DER-ê da li seranserê Kurdistanê û Tirkiyê meş, civîn û gelek çalakiyên pir bi olan hêja tên kirin, gelek semîner û konferans tên dayin.
Welhasil ev cara pêşî ye ku PKK bi vê berfirehiyê û bi vê cidîyetê dest davêje zimanê kurdî.
Heger di van xebatan da berdewamî hebe gaveke pir hêja û pir pîroz e û dibê meriv organîzator û pêşengên vê biryarê pîroz bike.
Li gor programa di çapemeniyê da belav bûye, di 15-ê gulanê da li Amedê, Êlihê, Wanê, Şirnexê, Sêrtê, Colemêrgê, Agirîyê, Îdirê, Qersê, Bedlîsê, Semsûrê, Ruhayê, Enqerê, Îzmîrê, Stenbolê, Farqînê, Erxeniyê, Pîranê, Hênê, Hezroyê, Çinarê, Qoserê, Şemzînanê, Geverê, Çelê, Elbakê, Diyadînê, Dîgorê, Kaxizmanê, Miksê, Norşînê, Tetwanê, Bazîdê, Patnosê, Ercîşê, Bêgirê, Melazgirdê, Serêkaniyê, Mêrsînê, Wêranşarê, Pirsûsê, Silopîyê û Nisêbînê bi kurtayî li her wîlayet, qeza û navçeya ku belediye di destê DTP-ê da ye ya jî şûbeya DTP-ê lê heye ji bo zimanê kurdî ewê çalakiyên babet babetî werin lidarxistin.
Ji bo ku milet bi zimanê xwe bipeyive û li hember asîmîlasyonê şiyar be, li her derê ewê li ser girîngiya zimên were sekinandin û gel were agahdarkirin.
Van xebatên ji bo axaftin û pêşdabirina zimên di pêşengiya TZP-Kurdî û Kurdî Derê da tên meşandain, lê KCK û DTP jî di her warî da piştgiriyê didin van xebatan.
Ev piştgiriya KCK-ê û DTP-ê pir û pir girîng e. Ez hêvî dikim ku ev xebat ne demî be û piştî çend rojan dawî lê neyê.
Jixwe heger PKK-ê di destpêkê da weke ku di belavoka KCK-ê da tê gotin girîngî dabûya zimanê kurdî nuha kurdî di rewşeke gelkî baştir da bûya. Lê derengdestpêkirin ji destnepêkirinê çêtir e.
Di xebatên hefteya borî da jî meriv dibîne ku dema PKK/KCK û DTP bixwazin dikanin di eynî rojê da bi milyonan însanî derbasî hereketê bikin.
Bêyî PKK-ê îro li Kurdistanê û li Tirkiyê kes nikane vî hukmî bike, kes nikane di eynî rojê da li sedan derî hewqas çalakî lidarxe.
Ji bo xebateke wiha berfireh hêz û organîzeyeke pir mezin, bi hezaran kadir û eleman lazim in.
Yanî dema daxwaz hebe hêz heye.
Û dema ev hêz jî bi cidiyeteke mezin dest bavêje pêşdabirina kurdî dikane piştê li asîmîlasyonê bişkîne, sînerjiyekê bide zimanê kurdî, zimanê kurdî geş û gurr bike.
Loma jî heger em dixwazin li hember asîmîlasyonê bendeke qewî lêkin dibê PKK û hemû hêz, dezge û çapemeniya di bin tesîra wê da li vê meselê xwedî derkevin û xebatê organîze bikin.
Û helbet berî her tiştî jî dibê PKK, KCK û DTP di nava xwe da, ji xwe dest pê bikin, di nava xwe da rê li br asîmîlasyonê bigrin.
Heger PKK ji xwe dest pê bike, maneya xwe ew e ku 7-8 milyon însan dikanin bi yek derbê li hember tirkî bibin bendeke qewî û civateke kurdîaxêv.
Û ev yek ewê gav bi gav pêşda here û firehtir bibe, hêdî hêdî axaftina bi kurdî di nava milet da ewê bibe adet û cî bigre.
Dema meriv di tiştekî da israr bike piştî demekê dibe adet û kultur. Vê yekê li Swêd di nava kurdan da wiha dest pê kir. Di salên 1980-î da em weke DDKD(Partiya Pêşeng di hemû xebat û civînên komeleya xwe da û dûra jî di nava Federasyona Komeleyên Kurdistanê da kurd bi kurdî peyivîn. Hêdî hêdî vê biryardariyê fêkiyê xwe da û nuha li Swêd zimanê hemû rêxistinên kurdan kurdî ye û şexs jî pir kêm bi hev ra bi tirkî dipeyivin.
Li ser ”Cejna Zimanê Kurdî” KCK-ê belavokek belav kiriye. Di belavoka xwe da gotiye:
”Ji bo Cejna Zimanê Kurdî rojek têr anke. Tenê di rojên hatine îlankirin da xebat têr nake. Dibê hemû roj weke cejna zimanê kurdî were qebûlkirin, heta ku asîmîlasyon û asîmîlasyona xwe bi xwe tê şikandin dibê têkoşîna ji bo zimanê kurdî were meşandin.”
Weke hûn jî dibînin vana gotinên pir rast, pir xweş û pir maqûl in. Bêyî van gotinên xweş û giranbuha Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK-ê di beyana xwe da gelek xebat û tiştên hîn baştir jî daye ber endam, hevalbend û rêxistinên xwe û partiyên kurdan:
Mesela gotiye:
-Li herdera kurd lê dijîn di her qadê da dibê rêxistinên ji bo pêşxistina zimanê kurdî werin avakirin. Li derên rêxistine hene, dibê ev xebat were kûrkirin
-Xebata ”êdî bes e, em bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazin”, heta ku mafê perwerdeya bi zimanê kurdî tê bidestxistin dibê bidome.
-Ji bikarneanîna zimanê xwe ra dibê êdî em bibêjin bes.
-Dibê zimanê resmî yê hemû partî, dezgeh û rêxistinên kurd bi kurdî be. -Gelê me dibê di hemû warê jiyanê da zimanê xwe bikar bîne.
-Ji bo ku zimanê kurdî di qanûnên dewletan da cî bigrin dibê di her warî da em têkoşînê bilind bikin.
-Ji bo kurdî dibê her mala kurd bibe dibistan.
-Jin, xort, karkir, ronakbîr û nivîskar dibê pêşengiya pêşxistina zimanê kurdî bikin.
Hemû jî biryar û pêşniyarên rast û di cîda ne. Dibê meriv çepikan jê ra lêxe û bibêje her bijî!
Weke KCK-ê, DTP-ê jî bi mesajekê cejna zimanê kurdî pîroz kiriye û daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kiriye. DTP-ê di mesaja xwe da gotiye:
”Ziman wasiteyeke danûstendinê ye, dibe alîkarê jiyandina nasnamê û kulturê. Mafê her miletî yê tabiîye ku zimanê xwe di her warî da bi azadî bikar bîne, bipêşxe û bigihîne cîlên nuh. Ji bo ku ev maf were bikaranîn şert e ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Zimanek nebe zimanê perwerdeyê û di her qadê da neyê bikaranîn ne mumkûn e ku hebûna xwe biparêz e û dewrî cîlên nuh bibe. Li welatên weke Tirkiyê yên pirziman û pirkultur riya bidestxistina aşîtiya civakî divê cudahî ne weke tehdîdê, divê weke dewlemendiyekê were dîtin. Divê fişara(zexta)li ser zimanî kurdî rabe, ji bo pêşketinê dibê hemû şert werin amadekirin, bi qebûlkirina mafê perwerdeyê û bikaranîna di her warî da divê zimanê kurdî bibe xwediyê garantiya qanûnî.”
Weke tê dîtin, DTP-ê jî hewqasî xweş gotiye ku eynî helandiye. Yanî di gotinê da tu qusûr û kêmanî nehîştiye.Lê heger di kirinê da yanî di praktîkê da jî tiştê gotiye bicî bîne wê demê mesele namîne, kurdî ji mirinê xelas dibe.

PARVE BIKE