30 april 2010

Li ser "berdevkên" xelkê

Ev çend roj in di çapemeniya kurd da nîqaşên li ser hin gotinên Şivan Perwer bi rengekî bênabên berdewam in.
Hinek kes û malper, ji ber gotinên Şivan Perwer yên li ser pêşmergeyan xwe weke nûner û berdevkê pêşmergeyan nîşan didin û kevir û kuçikan li Şivan Perwer dibarînin, wî rexne dikin û hinek kes jî şûrê Şivan Perwer dikşînin, beyanên miştereke belav dikin û van kes malperan rexne dikin, wan didin ber topan.
Yanî şer giran bûye, dost û dijmin ji hev digerin…
Meselê ji konsera Berlînê û gotinên Şivan Perwer yên şibandina pêşmergeyan bi “zikmezinbûnê” dest pê kir.
Malpera Amûdê.com-ê bûyer tavilê belav kir û dûra jî xwest ku Şivan Perwer ji pêşmergeyan lêborînê bixwaze.
Lê ne ev tenê, Amûdê comê weke berdevkê pêşmergeyan bang li ”desthilata kurd” jî kir û ji wan ra jî got, ”Êdî dem hatiye ku desthilata kurdî Şivan Perwer baş nas bike!”Di vê bangê da meriv baş dibîne ku nêt û armanca Sîrwan H. Berko, ji ”xwarina tirî” bêtir, kuştina rezvan e...
Welhasil….
Piştî malpera Amûdê comê, Avestakurdê jî xeber weşand û dûra jî got ku Şivan Perwer berpirsiayrê Avestakurdê Dara Dilbixwîn di galaya fîlmê ”Min Dît” da bi kuştinê tehdît kiriye, gelek heqaretên mezin lê kiriye.
Hîn ev şer sar nebûbû, gotinên Şivan Perwer yên di hevpeyvîna rojnameya Rûdawê da, ”ez naxwazim bi destê kurdan bêm kuştin” şer germtir û geştir kir.
Û ez serê we neêşînim bi vî hawî mesele mezin bû û bû.
Ji ber ku mesele pir ”nazik” e û kurd jî hîn fêrî rexnebûnê nebûne, loma jî ez bi xwe ne dixwazim û jî diwêrim xwe tevî vî şerî bikim.
Lê li gel vê jî ez diwêrim viya bibêjim, bi baweriya min tu kes û tu hêz ji rexnekirinê” ne azade ye yanî ne muaf e.
Dibê meriv him bikanibe û him jî biwêribe kes, hêz, partî , serok û dezgehan yanî her kesî û her tiştî rexne bike û di eynî wextê da ji rexnebûnê ra jî tehamulê nîşan bide, xwe nexeyidîne…
Ev, dîtineke min ya ya giştî ye.
Lê herçî mesela Şivan Perwer e ji xwe hewcedariya herdu aliyan jî bi ”piştgiriya” yekî weke min tuneye, bi qasî ku ez dibînim, têra xwe berdevk, alîkar û şûrkêşên wan hene, dorê nadin Şivan û aliyê din.
Nuha îdîa ew e ku Şivan Pewrwer ”henekeke” ne xweş bi pêşmergeyan kiriye û berpirsiyarên malpera ”Amûdê” û ya Avestakurdê jî wî rexne dikin.
Mafê herdu aliyan yê herî tabiîye ku li ser mijarê beyanan bidin, hevûdu rexne bikin û li ser meselê bîr û baweriyên xwe bibêjin, ev temam…
Lê ez fêm nakim çima hinekên din xwe li ber baranê şil dikin û piştgiriya vî ya jî wî alî dikin.
Ev kes jî bi van beyanên xwe şer gurrtir dikin.
Ev şêleke ne rast e û xizmetî tu pêşketinekê nake.
Li ser bîranînên Kemal Burkay jî nîqaşeke bi vî rengî, heta ji viya jî gelkî balkêştir dom dike.
Di vir da jî hin kes ji Kemal Burkay bêtir, wî û bîrnanên wî diparêzin, fena ku Burkay nikane xwe biparêze ya jî bersîvên rexnegiran bide.
Birader, hûn çi xwe tevê dikin, bihêlin bira xwediyên meselê bipeyivin.
Lê mixabin di nava kurdan da wiha ye, kultura me ya eşîrtiyê di siyasetê da jî hîn berdewam e, dibê meriv li mezin û serokê xwe xwedî derkeve, biparêze…
Ya na, meriv ne heval û endamekî sadiq e…
Kes qebûl nake ku carnan însanên "zana" û "mezin" jî dikanin tiştên şaş û nelirê bibêjin û bikin…
Ez zêde pêda herim ezê xwe li têlê xim û têkevim nava erdê mayinkirî…
Û netîceya wê jî ya mirin ya jî seqetman e.
Ya baş ew e ku ez li vir biqedînim…

29 april 2010

Em cuqasî sipasdarê Celadet Bedirxan bin jî hindik e

Hin şev hene çend tişt dikevin nav hev, ez dixwazim li ser hemûyan jî binivîsim lê pêra nagihînim, tiştekî wiha ji xwe ne mimkûn e.

Ji mecbûrî mijaran dixim rêzê, bûyerên rojane digrim pêş û li ser dinivîsim û yên din jî, yên ku tu carî ”kevn” nabin dihêlim rojeke din.

Sê roj berê(pitirpêr)rojbûna Celadet Elî Bedirxan bû, min xwest li ser vî welatperwerê hêja û merivê mezin çend gotinan bibêjim lê wê şevê min pê ra negîhand.

Ez dixwazim nuha di vê nivîsê da çend gotinan bibêjim.
Hema hema hemû malperên kurdan rojbûna Celadet Elî Bedirxan pîroz kirin û li ser jiyan û xebata wî gelek tişt gotin û weşandin.

Wek tê zanîn Celadet Elî Bedirxan, 117 sal berê di 26ê nîsana 1893a da li Stenbolê hate dinê û di 15ê temûza 1951ê da, di netîceya qezayeke bêyom da li Şamê, di dema avdana erdê xwe da ket bîrê û wefat kir.


Bêguman kurd çuqasî pesnê Celadet Elî Bedirxan bidin û wî bi hurmet û bi mînetdarî bibîr bînin jî hindik e.

Ji ber ku Celadet Bedirxan û piraniya ferdên malbata wî, di têkoşîna kurdan ya netewî da him roleke sereke lîstine û him jî ji miletê xwe ra gelek xebatên dîrokî û bêhemba kirine.

Rojnama kurdî ya pêşî Kurdistan(1898-1902)ji alî ferdên vê malbetê va(Mikdat Midhat û Abdurrahman Bedirhan)ve hatiye derxistin, elîfbeya kurdî ya latînî jî ji alî Celdet Bedirxan ve hatiye çêkirin.

Van herdu tiştan jî di dîroka kurdan ya kulturî û edebî da valayiyek pir mezin dagirtin û di prosesa netewebûna kurdan da  roleke pir mezin lîstin.

Kurd kirin xwedî rojname û elîfbayeke tekûz.
Çêkirina elîfbeya kurdî ya latînî ne karekî hêsan û tiştekî biçûk e, bi vê elîfbayê deriyekî mezin li ber edebiyat, ziman û kultura kurdî vebû.

Bi saya vê elîfbeya Celadet Bedirxan, edebiyata kurdî bi pêş ket, kurd bûn xwedî rêziman, kovar û rojname û lehçeyên kurdî jî nêzî hev bûn.

Rûniştina li ser sifreyeke hazir rehet e, lê ji sifirê destpêkirin û xuliqandina tiştan wisa ne rehet e, jê ra zanîneke kûr û jîrîtiyeke mezin lazim e.

Celadet Bedirxan, di demeke dîrokê ya pir krîtîk û nazik da kêmasî û hewcedariya miletê kurd ya herî girîng dît û ji bo temînkirina vê hewcedariya girîng ket nava xebatê û ji sifirê berhemeke bêhempa xuliqand, miletê xwe kir xwedî elîfba û rêziman...

Xwedê kir ku Celadet Bedirxan, di saxiya xwe da miletê kurd kir xwedî elîfbeya latînî û bi xêra hebûna vê elîfbayê rê li ber pêşketin û geşbûna ziman û edebiyata kurdî vekir.

Heger Celadet Bedirxan ev elîba çênekiribûya û pê çend kovar û rojname dernexistiba, gelo nuha ewê halê kurdan çi ba?

Belkî kurd îro hîn jî ne xwediyê elîfbayeke latînî ya miştereke bûn û ji her serîyekî dengek derdiket û çend elîfba li piyasî hebûn.

Loma jî tiştê Celadet Elî Bedirxan da miletê xwe tiştekî pir mezin e, miletê kurd ji analfabetiyê xelas kir.

Heger elîfba latînî tunebûya Hawar, Ronahî û Roja Nû jî ewê tunebûna,Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî û bi dehan nivîs berhemên din jî îro ewê tunebûna.

Ji ber ku nivîskar û şairên wê demê hemû jî netîce û berhemên xebata Celadet Bedirxan in.

Bêyî hebûna elîfbeya Celadet Bedirxan, kitêbxaneya gelê kurd îro ewê gelkî feqîrtir bûya.

Çend kes hene, di dîroka kurdan da rolên pir mezin û girîng lîstine, bi saya xebat û berhemên wan miletê kurd bûye xwedî edebiyat, dîrok û zimanekî nivîskî.

Mesela dema meriv ji edebiyat û tarîxa kurmancan berhemên Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Mikdat Midhat û Abdurrahman Bedirxan û berhemên kurdên Kafkasan derxe gelo weke milet ewê çi yê me bimîne?

Qet tiştek jî namîne…
Ewê bibe weke dareke bêber, bê fêkî…

Heger kurd, qismê kurmanc îro xwedî edebiyat, dîrok, roman, çîrok, helbest, rojname, kovar, malper û gelek tiştên din in, hemû bi xêra Celadet Bederxan û çend kesên weke wî ne.

Bêyî xebat û berhemên van çend kesan nuha kurd ewê di rewşeke gelkî xerabtirda bûna…

Ji ber ku yê miletan dike milet edebiyata wan e, berhemên wan yên nivîskî ne.

Loma jî meriv çuqasî sipasî van camêran bike jî hindik e, bi xêra berhemên wan, em îro di nava miletên dinyayê da ne destvala û ne hustuxwar in….

Mala Celadet Bedirxan û hemû gorbuhştên ku min navên wan li jor nitirandin ava be, ji bo ku wan em kirin xwedî klasîkên kurdî,Mewlûda Kurdî, rojnameya Kurdistan û elîfbeya kurdî.

Piştî wefata Mîr Celadet, cenazeyê wî li Gorristana (Qebristana) Şêx Xalidê Neqşîbendî li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan hat veşartin.

Li ser kêla/kevirê gorra Mîr Celadet Elî Bedirxan ev helbesta jêr ya heval û dostê wî hêja Qedrîcan hatiye kolan:

Mîrê Kurd
Mîrê Kurd
Lawê Kurdistan
Neviyê Bedirxan
Celadet
Fedakar, xwediyê hîmmet
Cendekê wî di vir de bin ax bû
Giyana wî bilindî asîman bû
Nemiriye, zindî ye
Navê wî ebedîye.
Bi hurmet bibîr tînim

28 april 2010

Tirk hêdî hêdî "maqûl" dibin...

Dawiya dawî ew roj hat, rêvebirên dewleta tirk, bi şiklekî ne ji dil be jî hatin rê û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi dawetnameyeke resmî vexwendin Tirkiyeyê.
Cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê Feridun Sinirlioglu, do li Hewlêrê serdana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û bi nameyeka resmî ew dawetî Tirkiyê kir…
Sînîrlîoglu, di hevdîtinê da li gel nameya vexwendinê ya wezîrê derve Ahmet Davutoglu, silavên serokwezîr Erdogan û serokkomar Abdullah Gul jî gîhandiye serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gotiye, bi dîtina wî ya li Tirkiyê ewê gelkî kêfxweş bibin.
Pir baş e, ne ji dil be jî, ji mecbûrî be jî ev vexwendin gaveke baş e û îşareta guhertinekê ye.
Li gor xebera malpera Aknewsê, srokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ev daxwaza wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu qebûl kiriye û gotiye di demeke minasib da ewê Tirkiyeyê ziyaret bike.
Weke dewlet Tirkiye ji bo ku vê rojê nebîne, yanî serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dawetî Anqereyê neke gelkî li ber xwe da, lê pere nekir, çend salan bi derengî be jî dawiya dawî dev ji înad û israra înkara Kurdistana Federe berada.
Bêguman ev gav, ne tiştekî hindik e, ji bo kurdên başûr li hember Tirkiyê û dewleta tirk serkeftineke pir mezin e.
Heta salek berê jî vê dewletê û vê hukûmetê, Kurdistana Federe nas nedikir, navê wê tu carî bikar nedianî, digot ”bakurê Îraqê” , gelek xetên wan yên sor hebûn...
Kurdan, bi xebat û siyaseteke "maqûl" hemû xetên wan yên sor û zer virvirandin ser sergo...
Serokwezîr Erdogan, ji bo serokên kurdan Mesûd Barzanî û Celal Talabanî bi tinaz dipeyivî, digot, ”serokeşîr”, ”serokên qebîleyan”, ”em tu carî bi serokeşîran ra rûnanin”, herdu wezîrên dewletê û cîgirên serokwezîr Cemîl Çîçek û Mehmet Alî Şahîn jî, ji Mesûd Barzanî û Talabanî ra digotin, ”em bi serokeşîran ra rûnanin, vana kesên solalês in, em gotinên solalêsan cidî nagrin.” û hwd.
Îcar ji vê nuxteyê, hatina tirkan ya nuxteya îro, bêguman têkçûna siyaseta wan ya înkarê û serkeftina kurdên başûr û ya miletê kurd e.
Û ev ”gav” hîn nîna ye, bi baweriya min tirnîna hîn li dû ye, hêdî hêdî ewê jî were.
Tirkan, ev 80-90 sal in ku hebûna kurdan înkar dikir, ji miletê xwe ra bi şiklekî pir cidî digotin miletekî bi navê kurd û zimanekî bi navê kurdî tuneye.
Hemû tirk bi vê derewê mezin bûne û ji bo ku dev ji vê derewa xwe bernedin jî ev nêzî 30 salî ye ku dewlet li ber xwe dide, li hember miletê kurd zulm û teroreke dûrî aqilan dimeşîne, bi dehhezaran kurd kuştine û bi hezaran jî ji xwe dane kuştin û ji bo ku kurdên başûr nas nekin û hemû mafên wan têk bibin, nerindî û xerabiyên pir mezin kirine, bi milyaran dolaran pere rijandine û gelek tiştên din…
Loma jî wisa ne hêsa ye ku bi derbekê da, fena ku qet tiştek nebûbe, dev ji siyaseta xwe ya berê berdin û hemû daxwazên kurdan qebûl bikin.
Ev yek ewê wextê bigre, lê bi rehetî be jî, bi zorê be jî ewê Kurdistana Federe jî qebûl bikin û xalîçeya sor jî li ber nigê serokên kurdan raxînin.
Ew çi bikin jî, ew nikanin ji dîtina vê rastiyê xelas bibin.
Kurdan, çawa ku ew ji nuxteya ”kurd tunene”, ”vana serokeşîr in, em bi serokeşîran ra rûnanin” anîn nuxteya rûniştina li kêlek ala Kurdistanê, bikaranîna navê Kurdistanê, vexwendina serokê herêma Kurdistanê, sibe ewê hin gavên din jî bavêjin, hin rastiyên din jî qebûl bikin.
Helbet ev guhertina tirkan bi Kurdistana başûr tenê ne sînorkirî ye, sibe ewê dor were me jî, zû ya dereng, bi rehetî ya bi zor, çawa ku weke ”efendiyan” statuya kurdên başûr û Kurdistana Federe qebûl kirin, di demeke nêz da ewê mafê kurdên xwe jî qebûl bikin û bi serokên wan ra rûnin.
Anîna tirkan ya vê nuxteyê ji ”nermkirina kevir” jî zortir bû, loma jî dibê kurd van gavên Tirkiyê pir biçûk nebînin û tinazê xwe pê nekin.
Heta nuha kurd bêxwedî û bêpişt bûn, dîwarekî saxlem tunebû ku pişta xwe bispêrinê…
Lê êdî ne wiha ye, hebûna Kurdistana Federe, weke bedena Diyarbekrê dîwarekî pir ne ”saxlem” be jî, lê dîsa jî ji hemû beden û dîwarên xelkê çêtir, ewletir û saxlemtir e.
Erê ne bedeneke pir ”saxlem” e, lê bi kêmanî pangeke, qûçek e, kozikeke biçûk e û ji gelek dîwarên xelkê çêtir û saxlemtir e...
Bi dilekî rehet û bi bawerî meriv dikane pişta xwe pispêre vî ”pangî”, vê kozika biçûk…
Di şerê giran da ev ”kozik” ewê şargeha me ya herî saxlem be…
Loma jî dibê têkilî û hevkariya me bi Kurdistana Federe û bi kurdên başûr ra pir baş û pir xurt be, bi hevkarî û alîkariay wan emê zûtir û rehettir bigihîjin armanca xwe.

27 april 2010

Gilî û gazinên bi xortekî kurd ra

Çendakî berê di malpera Netkurdê da min nivîsa xortekî bi navê Mîrza Firat xwend û gelkî kêfa min ji nivîsê ra hat.
Min ji Mîrza Firat ra çend rêz nivîsand û ji ber wan dîtinên wî yên hêja ew pîroz kir.
Min nivîs wê demê neweşand, nuha di qutîka meyla min da bi ber çavê min ket. Min ji xwe ra got, weleh ya çêtir ew e ku ez îşev wê li vir biweşînim.
Çawa be jî weşandina wê ji neweşandinê çêtir e, ji dêlî du kesan, qenebe çend kesên din jî ewê bixwînin û ev jî baş e…

Merheba birayê Mîrza Firat,Xortê delal, min nivîsa te ya di malpera Netkurdê da "Hîn ku koka zimanê me qut nebûye",bi kêfxweşî û dilşadiyeke pir û pir mezin xwend.
Ez gelkî dilşa û bextewar bûm ku xortên wek te yên hestiyar û dûrbîn hene. Tirs û endîşeyên te yên derbarê pêşeroja zimanê kurdî da bêguman hemû jî rast û di cîda ne.
Lê mixabin ronakbîr û siyasetmedarên kurd ji vê zanîn û dûrbîniyê gelkî dûr in, ew hîn nizanin ku ji bo pêşeroja kurdên Kurdistana Tirkiyê ziman çiqasî girîng e...
Zimanê kurdî ev 30 sal e ku bi sureteke pir mezin(him ji ber pêşketina civakî û wasiteyên komînaîkasyonê û him jî ji ber hişyariya dijmin)ketiye prosesa helandin û mirinê.
Ji dêlî ku ronakbîr û siyasetmedarên kurd vê tahlûkeyê bibînin û li hember wê hin tedbîran bigirin, mixabin ew jî dibin alîkarê asîmîlasyona kurdan.
Kêmasiya kurdan ya herî mezin ew e ku wan hîn jî girîngiya vê meselê fêm nekirine, loma jî hîn ehemiyetê nadin zimanê xwe, xwendin û nivîsandina kurdî fêr anbin û bi zarokên xwe ra jî bi kurdî napeyivin.
Bêguman em nikanin rê li ber pêşketina civakî û teknîkê bigrin, lê dema em têgihîştî û zane bin, ji bo pêşketin û yekîtiya ziman û edebiyata kurdî em dikanin feydeyê ji van şert û wasiteyên nuh bigrin.
Yanî berî her tiştî dibê em di şiûra cidîyeta meselê da bin.
Ez dibînim ku te girîngiya zimanê kurdî fêm kiriye. Û ji bo vê yekê jî ez gelkî kêfxweş bûm û loma jî min xwest bi çend gotinan te pîroz bikim.
Bimîne di nava kêf û xweşiyê da û gelek silavên dostaniyê.

26 april 2010

Di ”Konferansa jinên kurd” da gelek biryarên dîrokî hatin girtin.

Encamnameya “Konferansa jinên kurd” ku du rojan bi beşdariya 150 jinên ji her çar perçên Kurdistanê û dîasporayê li Diyarbekrê pêk hat, îro bi civîneke çapameniyê ji bîrûraya giştî ra hate aşkerakirin.
Di encamnameyê da tê gotin ku konferansê, piştî du roj minaqeşeyên dûr û dirêj biryara konferanseke netewî girtiye.
Encamnameya ku bi zaravayên kurmancî û soranî û bi tirkî hatibû nivîsandin, kurmancî û tirkiya wê, ji aliyê parlamentera berê ya DEP-ê Leyla Zanayê ve, soraniyê wê jî ji alî parlamentera Koma Goran Peyman Ezadînîyê ve hatiye xwendin.
Zanayê, di axaftian xwe da gotiye, di konferansê da ew li se pirsgirêkên kurdan yên siyasî, civakî û li ser siyaseta dewletên ku kurd bindest kirine, li ser siyaseta wan ya înkar û redkirina nasnameya kurdan rawestiyane.
Dîsa di daxuyaniyê da tê gotin ku bêyî biryara ”konfranseke netewî”, ji bo organîzekirina xebatên pêşerojê, wan komîteyeke ji 17 kesan pêk hatî jî çêkirine.
Di encamnameyê da nayê gotin, konferansa ku biryara wê hatiye girtin ewê kînga û li ku derê çêbibe û 17 endamên komîteya birêvebir kî ne?
Lê li gel vê jî, bi dîtina min hemû biryarên di konfransê da hatine girtin, biryarên pir girîng û dîrokî ne.
Qalkirina hemû biryran ewê gelkî dirêj bibe, loma jî ez yeko yeko li ser hemû biryaran ranawestim, bes bi tevayî hemû jî baş in.
Bi vê civînê jinên kurd yên ji herçar perçên Kurdistanê û dîasporayê hinekî hogirî hev bûn, hevûdu nas kirin, bûn dost û hevalên hev û ya herî girîng jî bêguman, ji bo armanceke mişterek, biryara xebat û têkoşîneke hevpar û mişterek dan.
Ev yek bi serê xwe gelkî girîng e…
Îro di her warî da hewcedariya kurmancan(kurdên Tirkiyê)bi kurdên başûr, bi kurdê soran heye, ne tenê bi hukûmeta federe, bi gel, bi taybetî jî bi kurdên soran, siyasetmedar, ronakbîr, jin, xwendevan, karkir, yanî bi her kesî heye.
Ji me kurdên bakur ra pişt û îmkan lazim in û ev jî îro herî zêde li başûr heye. Ji ber ku li vî beşî kurd xwedî desthilat in, xwedî îmkan in.
Ev civîn destpêka xebateke dûr û dirêj e, êdî ewê dom bike, ji nuha û pêva kes nikane wan bibe nuxteya berî vê civînê.
Ew, carê nav, telefon, meyl û edresên hev fêr bûn, ev nasî êdî ewê bidome û hin berheman bi xwe ra bîne, ewê têkilî û hestên netewî xurttir bike.
Di hin malperên înternetê da min nuha li rismê beşdaran yê ku piştî konferansê bi hev ra kişandine temaşe kir.
Bi baweriya min rismekî pir dîrokî û manîdar e, ez vî rismî weke gaveke pêşî ya yekîtiya miletê kurd dibînim.
Kurdên ku 90 sal berê bi darê zorê ji hev hatin qetandin, piştî xebat û têkoşîna salan îro li Amedê, li paytexta Kurdistana musteqbel hatin ba hev û ji bo rakirina sînorên sunî û şikandina qeyd û merbendên bindestiyê biryara xebat û têkoşîna bi hev ra dan….
Ez pêşengên vê konferansê û hemû nûnerên beşdar bûn ji dil û can pîroz dikim û ji wan ra serkeftinê dixwazim.
Xebata wan ya bi hev ra ewê azadiya miletê kurd nêzîktir bike…

25 april 2010

Êdî dawiya derewan hatiye...

Parlamenterê BDP-ê yê Belîsê Nezîr Karabaş, di axaftina xwe ya kongreya BDP-ê ya Denizliyê da gotiye:
-Dewleta tirk ji sê gelan ra deyndarê lêborînê ye. Ji gelê ermenî, ji bo ku ew qetlîam anî serî, ji kurdan, ji bo ku hinek kurd kir şirîkên gunehên xwe, ji gelê tirk, ji bo ku ev 90 sal in rastî jê veşartiye.
Vana gotinên rast in lê kêm in, sûcên kemalîstan gelek in û pir jî mezintir in.
Bi kêmanî dibê meriv du gelên din jî, rûm û suryanî û asûriyan jî li van gelan zêde bike.
Çimkî him di dema qira êrmeniyan da û him jî piştî wê, Komara Tirkiyê ev herdu eqaliyet jî qedandin, lê bi taybetî jî rûm.
Piştî qira êrmeniyan, ji bo ku bikanibin miletekî çêkin, bi milyonan rûm û kesên nemisilman mecbûrî koçî Yûnanîstan û Bûlgarîstanê kirin û ji van welatan û Balakanan jî bi milyona mahcir anîn dan ser mal û milkên xelkê koçkirî û hinekên wan jî li Kurdistanê, li hin bajarên stratejîk bicî kirin.
Ji bo ku têkiliyên kurdan ji hev qut bikin û di rojên pêş da demografiya Kurdistanê biguherînin.
Yanî bi kurtî, mahcirên Balkan û Kafkasan koka êrmenî û rûman qelandin, bi milyonan însan, hinek qir kirin, hinek jî bi darê zorê ew mecbûrî koçkirinê kirin û dûra jî li ser ser mal û milkên wan rûniştin û bûn xwedî dewletek nuh.
Tiştên anîn serê êrmenî û rûman, di dema serîhildan Şêx Seîd û ya Dêrsimê da xwestin bînin serê kurdan jî, lê ji ber ku kurd pir bûn û şerekî cîhanê jî tunebû, loma jî ev yek bi carekê da nedibû, ji dêlî wê va xwestin hêdî, peyder pey kurdan bihelînin, bikin tirk.
Bi dehhezaran kuştin, sirgûn kirin, lê dîsa jî kurd neqediyan.
Ne xwe kurd jî weke êrmeniyan ji roja ku Komara Tirkiyê ava bûye û virda ye di devê tivingê da ne.
Karkirekî kurd yê demsalê do di programeke TRT6-ê da(Xerîbî)da digot, berî ku em werin va deran, me digot qey ciyê me cehnime ye(dojeh e) û vanderan jî cinnet in(bihuşt in), lê piştî ku em hatin û medît, new wisa ye, em şaş bûne, cehnime vira ye.
Birçîhîştina kurdan û paşdehîştina Kurdistanê siyaseteke dewletê ya destpêkê ye, bi vê siyasetê dewlet dixwaze kurdan ji bo kar û nanê zikê xwe Kurdistanê biterikînin û koçî xerbê bikin û li wir jî hêdî hêdî bibin tirk.
Û ev 70 sal in ku bi xêra vê siyasetê bi kêmasî 6-7 milyon kurd ji Kurdistanê koçî xerbê kirine, ji bo ji xwe karekî bibînin û zikê xwe têr bikin.
Ev jî qetlîam e, lê qetlîameke veşartî ye.
Heta nuha vedişartin, lê wa ye îro nivîskarekî êrmenî yê bi navê Sevan Nîşanyan, di civînekê da gotiye, navê ”Qesra Çankaya” ya rastîn ”Qesra Kasapyan” e û ya yekî êrmeniye, di dema qetlîama kesên xeyrîmuslîm da kemalîstan dest daye ser û dûra jî bûye mala Ataturk.
Ma sosireteke ji vi ya mezintir dibe, Qesra Çankaya, yanî qesra serokkomarê Tirkiyê, di esasê xwe da ya êrmeniyekî bi navê Kasapyan bû ye, xwedî kuştine û çûne ketine mala mêrik.
Wek li Qibrisê kirin, bajar vala kirin, bi hezeran însan ji malên wan derxistin û dûra jî bi hezaran însan ji Tirkiyê birin xistin wan malan.
Ma ev ne zulm e, ne wahşet e?
Di kongreya BDP-ê ya Denizliyê da gotineke Seyid Riza ku carê ji tirkan ra gotiye gelkî bala çepemeniyê kişandiye.
Li gor rîwayetê dibêjin Seyid Riza di dema îdama xwe da gotiye:
”Ez bi derew û hîleyên we ra dernekim serî. Ev ji min ra bû derd. Lê min jî li hember we serî netewand. Bira ev jî ji were bibe derd.”Rast e ne rast e, bi rastî Seyid Riza ev gotin kiriye ya nekiriye, heger kiriye kînga û li ku kirye ez nizanim.
Lê dost jî û dijmin jî û heta bigihîje wezîrê derve yê Tikiyê yê kevn Îhsan Sabrî Çaglayan jî di bîranînên xwe da qebûl dike ku Seyid Riza mêrekî di ser pozê xwe ra bûye, di dema îdamê da li hember wan bêtirs, bêperwa û pir cesûr bûye, nehîştiye yê qereçî kursiya bin nigê wî bikşîne, wî bi xwe nigê xwe li kursiyê xistiye....
Loma jî Seyid Riza, ew mêr e ku bi rastî jî dikane van gotinan bibêje.
Bi rastî jî wisa ye, mêrikan koçer bûn, ji derve hatin herêmê, bi derew û hîleyan,bi dek û dolaban, hêdî hêdî xwediyên vî erdî yên hezarsalan hinek qirkirin, hinek surgûn û hinek jî weke me kurdan ji xwe ra kirin kole.
Û piştra jî ew bûn xwediyên vê axê...
Lê berpirsiyar, serok û pêşengên van qetlîaman dawî hemuyan jî koçerên Balkan û Kafkasan in, rola kesên esiltirk di van koç û qetlîaman da pir hindik e.
Îro jî hemû nîjadperest û faşîstên “tirk” ji miletên ku bi koka xwe balkanî û kafkasî ne, ji tirkan bêtir ew tirkperestiyê dikin.
Ji ber ku mahcir in, ji ber xelkê reviyan e û hatine li ciyê rehetiyê bûne xwedî mal, milk, kursî, meqam û dewlet.
Loma jî weke Seyid Rizayê gorbuhuşt jî gotiye, hemû derew, dek û dolabên dinyayê li ba wan e, kes nikane bi derew û hîleyên wan ra derekeve serî.
Û ji ber ku hertiştê wan li ser derewan hatiye avakirin, loma jî naxwazin miletê tirk jî rastiyê fêr bibe.
Lê êdî dawiya derewan hatiye, têkoşîn û xebata miletê kurd derewên wan yek bi yek derxist ortê, miletê wan jî êdî dibîne ku dîrok û çîroka ew fêr bûbûn hemû vir in, rastî bi hawakî din e....

24 april 2010

Konferanseke dîrokî...

Kemalîstan bi saya hin dek û dolab û alîkariya hin dewletên emperyalîst(Îngiltere û Fransa) Kurdistan perçe kirin.
Bi vê perçekirina miletê kurd û Kurdistanê, armanc û hesabê kemalîstên nîjadperest ew bû ku miletê kurd ji ber hevda û ji hêzda bixînin, ji bo ku kurd li her beşê Kurdistanê bibin hindikayî û nikanibin bi dewletên îşaxalkar ra derkevin serî.
Kemalîstan, perçekirina kurdan û Kurdistanê ji bo bindestî û serkutkirina kurdan şert didîtin.
Loma jî qebûl kirin ku hêzên emperyalîst, Kurdistanê perçe bikin û bi gopalên xwe di nava kurdan da sînoran dirist bikin.
Pişt ra jî têl kişandin nabêna kurdan, ji bo ku kurd xwe negihînin hev bi hezaran kîlometir axa Kurdistanê mayin kirin.
Ev 85 sal in ku kurd ji bo rakirina van sînorên sunî, çirandina van xerîteyên derewîn û nerast şerekî bênabên û bêhempa didin.
Dîtina vê rojê hêdî hêdî nêz dibe, êdî sînor, têl û mayinên wan danîne nikanin rê li ber hevdîtin û kombûnên kurdan bigrin, nikanin destên kurdan ji hev qut bikin, li gel hemû astengiyan jî kurd tên ba hev û pêşeroja xwe bi hev ra minaqeşe dikin.
Di vî warî da numûneya herî dawî jî konferansa Tevgera Jinên Azad û Demokrat ya îro li Diyarbekrê pêk hat.
Konferansa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ve îro li Diyarbekirê destpêkir ji çar perçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê bi dehan parlamenterên jin, şaredar, nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîr û gelek jinên kurd yên navdar anî ba hev.
Ev yek gelkî girîng e.
Wek min li jor jî got, neyarên miletê kurd Kurdistan perçe kirin ji bo ku kurd nikanibin xwe bidin ser hev û bi yek dengî doza azadî û serxwebûna xwe bikin.
Hesab û hêviyên hêzên kemalîst, faris û ereban ew bû ku kurdê heta û heta di nava vê cendereyê da bimînin û tu carî nikanibin xwe bigihînin hev.
Lê dîrok wa ye nîşan dide ku ev hesabê dijmin şaş bû, piştî gelek eziyet û cefa û bi sedhezaran şehîd be jî miletê kurd roj bi roj van sînoran xera dike û xwe digihîne hev.
Di vî warî da meriv çuqasî sipasî belediyên BDP-ê û komela DOKH-ê bike jî hindik e.
Bi alîkarî û însiyatîyatîva belediyên kurdan heta nuha gelek carên din jî ji her çar perçeyên Kurdistanê kurd hatine ba hev û di gelek waran da, li ser gelek mijarên cûr be cûr bi hev ra minaqeşe kirine.
Civîn û konferansên bi vî rengî ji bo xurtkirina hestên netewî li ba kurdan gelkî girîng in, dibê kurd civîn, konferan xebatên bi vî rengî tim bikin.
Xebatên wiha di nabêna kurdan da têkiliyên kulturî, siyasî û civakî xurt dike, hestê netewî geş û qewîtir dike.
Ji ber perçebûna Kurdistanê, him di warê zimên da û him jî di gelek warên din da kurd ji hev dûr ketine, hestên ferdên yek neteweyî li ba wan, li gor miletên din loma jî hinekî zeîf bûye.
Danûstendinên bi vî rengî, hevaltî û dostiyên şexsî, van hestên sist û jar ewê vejîne û geş bike...
Loma jî ez bi xwe civîn û konferansên wiha gelkî girîng dibînim û tim jî pesnê pêşnegên van xebatan didim.
Ji herçar perçeyên Kurdistanê li Diyarbekrê civandina 140-150 jinên kurd, ku gelekên wan di xewnên şevan da jî hevûdu nedîtine, ne tiştekî hindik e.
Hewqas jin du rojan ewê ne tenê li ser gelşên jinan, ji wê bêtir ewê li ser zor û zulma li ser miletê kurd û li ser riyên çareseriyê jî bipeyivin.
Bi dehan jinên kurd yên ji her çar perçeyên Kurdistanê ewê li hev guhdarî bikin, hevûdu nas bikin û bi hev ra bibin dost û heval.
Ev destpkeke pir baş û pir girîng e...
Têkiliyên bi vî rengî ewê tevgera kurd ya netwî xurttir bike.
Hezkirin û dilşewatî li gor nêzîkhiskirinê ye, meriv çuqasî xwe nêzî hev his bike, hewqasî jî bo hev dişewite...
Axaftina vekirina konferansê bi kurdî ji hêla aktîvîsta DOKH-ê Mulkiye Birtaneyê ve hate kirin.
Xwedê kir ku Leyla Zana û Mulkûye bi kurdî dizanin, ne xwe heger bi Gulten Kişanak û hin kesên weke wê bima ewê qet ne xweş bûye, herkesê bi kurdî, yên me tenê ewê bi tirkî bipeyiviyana.
Birtane di axaftina xwe da li ser girîngiya konferansê rawestiyaye û banga têkoşînê li jinên kurd kiriye.
Parlamentera berê Leyla Zanayê jî di axaftina xwe da bal kişandiye ser Peymana Qesrî Şîrîn ku cara pêşî Kurdistan perçe kir û Peymana Lozanê ku him Kurdistan careke din perçe kir û him jî kurd tune hesiband.
Zanayê gotiye, tiştên ku kurd îro dijîn barê van her du peymanan e û “ev bar jî siyasî, civakî, kulturî, olî û aborî ye.”
Zanayê dîsa bal kişandiye ser berpirsiyariya dîrokî ya jinên kurd jî û gotiye:
”Cudabûnek din ya jinên kurd ji yên cîhanî rola wê ya civakî ye, hem ji bo nasnameya xwe ya jinê û hem jî ji bo nasnameya xwe ya neteweyê têdikoşe. Ji ber vê jî jinên kurd, bûne dengên yên bêdeng û yên di bin tundîyê da ne.”
Leyla Zanayê, di dawiya axaftina xwe da gotiye, ev cara pêşî ye ku jinên kurd ên dîasporayê û yên Kurdistanê tên ba hev û konferrans jî weke ”rojeke dîrokî û ronesansa jinên kurd” bi nav kirye.
Bi baweriya min jî ev destpêkeke gelkî girîng û dîrokî ye, lê dibê dom bike, ji ber ku hewecedariya kurdan bi hevdînin wiha heye…
Konferans sibe bi beyanekê ewê biqede...

22 april 2010

Li gor gelekan "agahdariyek" ne hewce...

Gelî xwendevanan, ji êvara Xwedê da ye ez ketime taya sar û wek çûkekî qefilî di nav nivînan da dizikzik im, diricifim.
Min qazax û îşligek di serhev da li xwe kiriye, orxaneke zivistanê li xwe pêçaye û beteniyek jî di ser da avêtiye ser xwe, lê dîsa jî minn sar e.
Ji serma tebatî nayê min...
Tiştê min fêm kir, moza bapêşê li doram minn vingîn e, lê hîn tam zora min a nebiriye, heta sibe hela ka bê Xwedê çawa dike...
Esas gava meriv nexweş be ne hewceye ku meriv defa hawarê lêxe û haya hemû xwendevanan bigihînê.
Ji ber ku nexweşî ne xemsarî û tembelî ye, ez bawer dikim kurd jî mazereta nexweşiyê qebûl dikin.
Dema meriv nexweş be meriv naxebite, nanivîsîne...
Lê ez bi xwe niknim, dema nebêjim ji bo çi min îşev nenivîsand, rehet nakim, xewa min nayê.
Ev jî exlaqekî min e.
Dibe xwendevan bizanibe ji bo çi min nenivîsiye...
Hîskirina berpirsiyariyeke bi vî rengî bi hinekan dikane pir “ekstrem” û “anormal” were...
Çimkî ez dizanim gelek malperên kurdan hene ji nijişka va tên girtin û bi hefteyan, heta bi mehan ji xwendevanên xwe ra tiştekî nabêjin, tu agahdariyê nadin.
Hin nivîskar bi mehan quncikê xwe nuh nakin û dû ra jî mriv hew dinêre ku wa ye rojekê çend xêz lêxistiye.
Yanî agahdarnekirina xendevanan li ba kurdan esas ne kêmasiyeke pir mezin e, meriv malpera xwe digre digre, nanivîsîne nanivîsîne..
Ma heqê kê heye ku bibêje çi ma û ji bo çi?
Lê bira yê min derî dinyayê û derî kultura kurdan be...
Ez îşev tiştekî nanivîsim(esas va ye ev jî bû nivîs, min ditgot ezê du sê gotinan tenê bibêjim).
Lê wa ye dirêj bû, hema hema bû nisîske “balkêş”.
Neyse, ez bawer dikim hewqas ”naz” û agahdarî bes e….

21 april 2010

Kurd muhtacî hevkariyeke netewî ne

Li Kurdistana bakur ev demeke di nabêna hin hêz û partiyên kurd da ji bo hevkarî û yekîtiya netewî danûstendin û hewildanên xêrê hene.
Ez hêvî dikim ku ev hewildan qut nebin û bigihîje netîceyeke baş.
Gelê kurd muhtacî vê hevkariyê ye.
Şert û mercên Tirkiyê û Kurdistanê hevkariyeke netewî li ser kurdan ferz dike.
Heger serokên kurdan dixwazin miletê xwe rojekê berî rojekê ji bin vê zulmê rizgar bikin, dibê riyeke hevkariyê bibînin.
Serokên BDP-ê Selahattin Demirtaş û Gulten Kişanak, cigirê wan Tuncer Bakirhan, Serokê Hak-Parê Bayram Bozyel û sekreterê Kadep-ê Nizametîn Maskan û cîgira Serokê Kadepê Yuksel Avşar îro li avahiya BDP-ê cara duyem civiyane û mesela hevkarî û yekîtiya netewî minaqeşe kirine.
Ev gaveke pir baş e
Piştî civînê, serokê BDP-ê Demirtaş gotiye, ji bo yekitiya neteweya kurd ev demeke dirêj e ku ew di nav hewildanan da ne û civînên bi vî rengî di rojên pêş da ewê dom bikin.
Demirtaş gotiye:
”Ev destpêk e. Em ji bo yekitiyeke neteweyî hatine ba hev. Di rojên pêş da emê bi civînin hîn firehtir dîsa werin ba hev. Em dixwazin der û dorên din yên kurd jî tevlî van cîvînan bibin.”
Vana gotinên Demîrtaş hêviyê dide meriv, ez hêvî dikim ku ev hewildan jî weke yên berê nequrçime û zû xera nebe.
Serokê HAK- PAR-ê Bayram Bozyel jî gotiye:
”Piştî ku gelşa çareserkirina mesela kurd hatiye rojevê, girîngiya yektiya kurdan jî zêde bûye.”
Bozyel gotiye, viya gava ewil e. Di civîna îro da ew li ser mijara, ”ji bo yekitiyekê dikane çi werekirin” sekinîne û hevdîtin di rojên pêş da ewê dom bikin.”
Ez bi xwe vê hewildana van hersê partiyan pir baş û pir girîng dibînim û hêvî dikim ku netîceyekê bide.
Dibê kurd di hin dem û qonaxên girîng da, di hilbijartinên giştî û mehelî da miheqeq tifaq û hevkariyeke netewî pêk bînin.
Ji bo serkeftineke netewî, hêz û partiyên kurd muhtacî tifaq û hevkariyên netewî ya bi vî rengî ne.
Bêyî hevkarî û tifaqên netewî, ne mimkûn e ku kurd bikanibin serkeftinên mezin bi dest xin û zora dijmin bibin.
Ji bo pêkanîna vê hevkariya netewî wezîfe dikeve ser her kesî û her partiyê. Ne rast e ku hinek bibêjin, min, me dixwest lê yên din nedixwestin, ya jî ne ji me da ye, ji wan da ye û hwd.
Heger hevkariyeke netewî çênebe ev sûcê herkesî û her hêzê ye, dibe ku yê yekî kêm û yê din jî hinekî zêde be.
Lê ev yek netîceyê naguhere.
Çi biçûk, çi mezin, ji bo pêkanîna hevkariyeke netewî, (ez nabêjim bira hemû partî bibin yek, ji xwe ev ne rast e jî)dibê her kes û her partî li gor hêza xwe hewil bide û hin fedekariyan bike…
Careke din dibê hêzên kurd bêtifaq û ji hev bela bela nekevin hilbijartinan, wek li Kurdistana başûr dibê ew jî li hember partiyên tirkan cepheyeke netewî pêk bînin.
Li başûr, heger kurdan di nava xwe da tifiq nekirana ne mimkûn bû ku îro li vê nuxteyê bûna.
Dibê kurdên bakur jî ji vê tecrûbeya kurdên başûr derzekê bigrin.
Ya girîng ew e ku partiyên tirkan li Kurdistanê têk biçin û kurd biserkevin, kîjan partî qezenc dike ne girîng e, ya girîng ew e ku dijmin wenda bike û kurd qezenc bikin...

20 april 2010

Hinek spor û hinek jî siyaset

Îşev ji taximê min(Barselonyê) ra xerab hat, herçiqas di deqîqeya 19-an da 1-0 ketin pêşiyê jî lê pere nekir, Înterê 3-1 zora wan bir.
Ew Messiyê ku 4 gol avêt Arsenalê îro li sahê tunebû, te digot qey ew Messî çûye yekî din hatiye. Zlatan ji xwe tu hebûnek berbiçav nîşan neda, loma jî Pep Guardiola di deqîqeya 63-an da ew derxist û Abîdal xist şûna wî.
Lê vê guherandinê jî qedera maçê neguhrand.
Herçiqas di deqîqeyên dawî da Barcelonayê çend fersendên golavêtinê bidestxist jî lê ev îmkan nikanîbû bikar bianiya û ji saheyê 3-1 mexlûb û hustuxwar veqetiye.
Lê bi giştî meriv dikane bibêje ku qezenckirin mafê Înterê bû, Înter bi şiklekî pir rehet û jixwebawer dilîst û loma jî maç qezenc kir.

Dixwazim çend gotinan jî li ser xebereke Avestakurdê bibêjimLi gor nûçeya malpera Avestakurdê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîna xwe ya bi peyamnêra rojnameya Haber Turkê Amberîn Zamanê ra
Gotiye, ”serxwebûn mafê gelê kurd yê rewa ye û wan ev maf ji xwe re veşartiye.”Amberin Zamanê, li Hewlêrê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ra hevpeyvînek çêkiriye.
Di vê hevpeyvîdnê da Mesûd Barzanî li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê jî rawestiyaye û gotiye, ”Weke kurdekî ez bawer dikim ku serxwebûn mafê me yê xwezayî ye. Û ev mafê me weşarti ye. Lê rastiyek jî heye ku kurd li çar welatên perçe dijîn. Perçebûna kurdan astengî û zehmetiyan derdixe holê. Bi her awayî heger her kes sadiqê qanûna esasî be pêşeroja me jî li Îraqê ye.”Ji bo ku ez tevayiya hevpeyvînî bixwînim min li malpera Haber Turkê nêrî lê tiştekî wiha nerdît.
Ji dêlî vê xeberê, nivîeseke li ser Nêçîrvan Barzanî, bi sernivîsa (Nêçîrvan Barzanî li Enqerê çi dike?)hebû.
Ez fêm nakim, çima lînka xeberê nayê dayin?
Di xeberên wiha girîng da dibê çavkanî, lînka xeberê were dayin, ji bo ku kesê bixwaze xeberê bixwîne, bikanibe xwe bigihînê.
Bi dîtina min nedana lînka xeberê kêmasiyeke mezin e û ev jî dibe sebebê ku meriv baweriya xwe baş bi xeberê neyne.
Erê ez bawer dikim ku bi îhtîmaleke mezin xeber rast e, ji br ku Mesûd Barzanî heta nuha gelek caran ev dîtina xwe dubare kiriye.
Yanî ev ne cara pêşî ye ku dibêje ”serxwebûn mafê miletê kurd e, lê îro em vî mafê xwe bikar naynin.”
Lê dîsa jî dibê çavkanî û lînk were nîşan dan, ji bo ku meriv bibîne.
Û ji ber ku di nava kurdên başûr da Mesûd Barzanî vê dîtina xwe qet venaşêre, li herderê dibêje tirk jê ne aciz in, belovacî wê, tirk ji herkesî bêtir qîmetê didin Mesûd Barzanî.
Ew kurdên ku li hember tirkan(xwedêgiravî ji bo wan nexeyidînin)hîn newêrin navê Kurdistanê bigrin devê xwe û newêrin doza otonomiyê jî bikin, dibê ji vê şêla Mesûd Barzanî ji xwe ra derzekê bigrin, tiştekî fêr bibin.
Dijmin jî ji serok û siyasetmedarên durû, tirsonek û virek hez nakin, ew jî ji kesên rastgo û dobre hez dikin.
Loma jî ez îdîa dikim ku tirk, di nava kurdan da îro merivê herî bêtir jê hesaban dikin û loma jî qedir didinê Mesûd Barzanî ye.
Mesûd Barzanî her roj jî bibêje Kurdistana serbixwe mafê miletê kurd e jî, ev yek giranî û ”qedir û qîmeta” wî li ba tirkan kêm nake…

19 april 2010

Bêdengiya li hember qedexeya zimanê kurdî kufur e

Carnan hin kurd hin tiştên pir baş û pir di cî da dikin. Ev yek gelkî kêfa meriv tîne.
Lê di eynî wextê da meriv dibêje, xwezî ji zû da dest bi xebatên wiha hêja hatibûya kirin.
Wek tê zanîn, ev du sal in ku hukûmeta AKP-ê dibêje, di mizgeftan da ewê weaz û xutbeya kurdî serbest bike, lê nake, serî li kurdan digerîne.
Endamên sendîqeya DIVES-ê (Karkirên Sendîqeya Weqf û Diyanetê)îro li Diyarbekrê li ber Mizgefta Mezin ji bo weaz û xutbeya kurdî di mizgeftan da serbest bibe, daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Nûnerên DIVeS-ê, di daxuyaniya xwe da xwestin ku di hemû mizgeftên girêdayî Dahîreya Diyanetê da weaz û xutbe bi kurdî werin dayin.
Daxwazeke bi aqil û pir baş e, kêfa meriv jê ra tê.
Dil dixwaze kurd hetim tiştên wiha biaqil bikin.
Ji bo ku li Tirkiyê mesela kurd zû were çareserkirin, dibê ne kes û hêzên çep û kurdperwer tenê, ji hemû sinif û tebeqan, ji hemû dîn û baweriyan hemû kurd tevî vê xebatê bibin û doza mafên xwe yên netewî bikin.
Gundî, bajarî, hejar, dewlemend, xwendevan, mamûr, komunîst, oldar, sunî. elewî, kurmac, zaza yanî cepheya li hember dewletê çuqasî fireh be azadiya kurdan jî hewqasî nêzîk dibe.
Loma jî serîhildan û daxwazên kurdên oldar pi û pir girîng e, ez bi xwe gelkî girîngî û qîmetê didim xebat û daxwzên wan.
Ji ber vê yekê ye ku ez îşev li ser du çalakiyên kurdên dîndar disekinim.
Serokê DIVES-ê Lokman Ozdemir, di beyana xwe da gotiye:
”Ziman dana Xwedê ye, înkarkirina nîhmetên(danên)Xwedê kufur e. Perwerdeya bi zimanê dayika xwe, bicîanîna bawerî û îbadetên xwe ya bi zimanê dayika xwe mefê her însanî yê herî tabiîye. Zimanê ku Xwedê daye mefê tu kesî nîne ku înkar bike. Qedexekirina zimên kufur e.”
Dibê hemû oldarên kurd êdî biwêribin vê rastiyê bibêjin, heger bi rastî bawermend in dibê ji gotina vê rastiyê netirsin, xwe nedin paş.
Dibê weke Lokman Ozdemîr, hemû oldarên kurd jî bixwazin hemû qedexe û astengên li pêş weaz û xutbeya bi zimanê kurdî rabin.
Ev yek li ser wan jî ne tenê wacib, di eynî wextê da ferz e jî.
Ozdemîr di beyana xwe da bi rengekî pir bi heq gotiye:
”Kî bi kîjan zimanî baştir fêm dike dibê weaz bi wî zimanî were dayin.
Bi qerepera ku ewê welat perçe bibe tiştên li dijî ilim tên gotin. Qedexekirina zimanê kurdî rê li ber demokratîkbûna Tirkiyê digre.
Mefê tu kesî tuneye zimanê Xwedê daye înkar bike. Ziman nihmet e,(dana Xwedê ye)înkarkirina nihmetên Xwedê kufur e. Ji bo her qewmî bi zimnê ku ew jê fêm dike pêxember û ji her pêxemberî ra jî bi zimanê ku ew jê fêm dike kitêba miqedes hatiye şandin.”
Vana gotinên pir rast in, weke her miletî, weke tirk, ereb û farisan, dibê kurd jî bi zimanê xwe weazê û xutbê bidin û lê guhdarî bikin.
Evy ek mafekî herî însanî ye.
Loma jî dibê hemû oldar û bawermendên kurd li hember înkar û yasaxa dewleta tirk ya zimanê kurdî êdî bêdeng nemînin.
Serokê Diyanet Sen Şûbeya Diyarbekrê Omer Evsen jî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûye û piştgirî daye daxwazên Lokman Ozdemir û wî jî gotiye, dibê bi kurmancî û zazakî weaz û xutbe were dayin û dûra jî gotiye:
”Li gel ku zimanê Îraqê yê resmî erebî ye jî lê li hemû mizgeftên Başûrê Kurdistanê weaz û xutbe bi kurdî tên dayin, eynî tişt dibê li Diyarbekrê jî were kirin.”
Xebateke din ya baş jî ya Mele Abdullah Atli ye.

Cîgirê Serokê Saziya Îmaman ya Wanê Mele Abdullah Atli, piştî xebateke du salan derbarê ”hiqûq, zimanê zikmakî û aştiyê” da ji sûre û ayetên Quranê pirtûkeke 200 rûpelî amadeyî çapê kiriye.
Pirtûk bi zimanê kurdî, tirkî û erebî ye.
Mele Abdullah Atli ji ajansa AKnewsê ra gotiye:
”Kurd jî wekî neteweyên din bi nasnameya xwe evdên Xwedê ne. Piştî ku min dît misilman riayetî vê nakin, min berê xwe da Qurana Kerîm."
Atli, derheqê dewletên ku mafên kurdan nadin da jî gotiye.
”Ev dibêjin em misilman in, lê gotinên wan û kirinên wan ne li gorî Quranê ye. Li Tirkiyeyê Serokotiya Karên Diyanetê heye, miftî, îmam, mizgeft hene, kesên bi çêja muzîkê Quranê dixwînin û ji ber dikin hene, lê mixabin bi heqî nakin. Dewletên ku kurd lê dijîn û civakên misilman yên van deran ne bi edaleta Xwedê, bi edaleta neft, ax û dolarê mijûl in.”
Ev jî xebateke baş e.
Dewletên kurd bindest kirine herçar jî misilman in û xwedêgiravî baweriya wan bi Xwedê û Quranê heye.
Wê demê gelkî baş e ku melayên me jî ji Quarnê nîşan bidin ku qedexekirina zimanekî him li dijî emrê Xwedê û him jî li dijî Quranê ye û weke Lokman Ozdemir gotiye, kurfur e…
Yanî dibê her kurd ji tenga xwe da ,li gor zanîn û îmkanên xwe karê xwe bike, wezîfa xwe ya însanî û netewî bi cî bîne.
Ez van herdu melayên kurd jî ji bo van xebat û gotinên wan ji dil û can pîroz dikim û ji wan ra serkeftinê dixwazim.
Bi baweriya min, ne tenê qedexekirina zimanê kurdî kufur e, bêdengmana li hember vê qedexeyê jî kufur û gunehkariyeke mezin e...

18 april 2010

Du bûyerên ku ez gelkî dilşa kirim

Ev facebook alev û platformeke pir ecêb e, weke bajarekî ku meriv hemû nas, dost û hevalên xwe lê bicivîne.
Hercara ku meriv dikvê û têda tûrekî davêje, meriv miheqeq rastî çend nas, dost û heval û zarokên wan tê.
Wê rojê min çer vekir, min hew dît ku yekî bi navê Cîhan Demîr got ”çirp” û ez qefaltim, got:
-Merheba mamo!
Min di dilê xwe da got, ev çi bela bû ez ketimê, bi vekirina komputerê ra çend kes li ser hev silavê li meriv dikin, dixwazin hinekî sohbet bikin.
Lê ji ber ku wexta min tuneye, ev jî dibe problem.
Û ji xwe meriv nikane di eynî wextê da bersîvê bide hemûyan jî.
Îcar dema meriv dibêje, ”ez nuha meşxûl” im, ji ber ku yê hember nabîne meriv çi dike, loma jî dikane dilê wî/wê ji meriv bimîne.
Ev jî gelşeke mezin e.
Lê nuha ez fêrî teknîka ”offline” ê yanî ”ne li ber” im û ”meşxûl” im bûme, wê gavê min hîn ev îmkan nizanîbû, hercara ku min kompîtor vedikir ez tim ”online” bûm, yanî tim li ber xuya bûm.
Ez werim ser mijarê…
Piştî silav û kilamê û çend gotinên ji virda û wêda, xort got, ”mamo ev serê salan e ku min xeyal dikir ku rojekê bi te ra sohbet bikim, va ye îro ev yek bû qismetê min.”
Ji kêf û heyecanê min hinekî xwe topî ser hev kir, min fêm kir ku kurdekî dilsoz e û kêfa wî ji min ra tê.
Camêr got apo, ez lawê Sînan Demir im, ji Wêranşarê me...
Dema got ez lawê “Sînan Demir” im, fena ku di şeveke tarî da hîv li min hilê, fena ku min tiştekî xwe yê herî bi qîmet wenda kiribe û ji nişka ve bibînim, hewqasî kêfa min hat.
Ez gelkî dilşa bûm.
Ez bawer nakim ku dema ez li Wêranşarê bûm ew hebû, loma jî min meraq kir, gelo ew çawa min nas dike?
Got apo, ma ezê çawa te nas nekim, bavê min tim qala te dike...
Bi vê xeberê jî kêfa min hat.
Kêfa min hat, ji ber ku hevalekî min him ez ji bîr nekirime û him jî ji zarokên xwe ra jî qala min kiriye.
Min got baş e ku wa ye li Wêranşarê xortek heye ku hîn min nas dike. Vê havînê dema ez herim wir, qenebe xortekî min nas bike ewê hebe…
Cîhanê delal bi vê gotina min xwe xeyidand, got na, na, wiha nefikire, kesî tu ji bîr nekiriye, em tim qala te dikin.
Axir camêr hinek av bi ber dilê min reşand, got netirse, çend kesên min nas dikin hîn hene…
Helbet berî çûnê ev jî xebereke xêrê ye.
Lê ez ditirsim toz û dûman volkana Îzlandayê heta ez herim raneweste û rê li ber çûna min bigre…
Piştî ku min dest bi tesadufên facebookê kiriye, ez dixwazim li vir qala tiştekî din jî bikim.
Di facebookê da dema hin ”paşnavên nas” bi ber çavê min dikevin, ez wan li ba xwe qeyd dikim, dixwazim bi wan ra bibim heval.
Ji van paşnavan yek jî paşnavê ”Önen” e.
Ji ber hevaltiya min ya bi Fuat Önen ra, ji Xwedê da ye her cara ku ez ji paşnavê ”Önen/Onen” dibînim, kêfa min tê, fena ku rastî hevalekî xwe hatim tavilê li ba xwe qeyd dikim.
Ez bawer dikim heta nuha min li dora 25 kesên ku paşnavên wan ”Onen” in di lîsta xwe ya hevaltiyê da qeyd kirine.
Di vir da tiştê him gelkî bala min kişand û him bi qasî dinyayê kêfa min jê ra hat navên wan e, navên hemûyan jî bi kurdî ne.
Weke ”Ronayî, Gulçîn, Evîn, Welat, Dara, Mahabad, ferat, Nêrgiz, Dîcle, Ciwan, Zerdeşt, Şiyar, Rojbîn, Hozan, Newroz Kawa, Can, Lokman û Berfîn.”Min qala navên weke Ahmed, Mihemed û Bahtiyar nekir, ew jî pir in.
Ji bo me kurdên Tirkiyê lêkirina navên kurdî gelkî girîng e, çimkî navên kurdî nasname ye, mohra kurdbûnê ye.Li Tirkiyê du nasnameyên kurdan yên ku wan ji tirkan cihê dikin hene, yek jê nav e û yê din jî ziman e.
Dê û bavê ku navekî kurdî li zorêkê xwe kir û li gor şert û îmkanên xwe bi kurdî pê ra peyivî, ew dê û bav bi kêmanî merivên kurdperwer in û di dilê wan da agirê kurdperweriyê venemiriye.
Loma jî ez gelkî dilşa bûm ku malbata hevalekî min ê ku li ber dilê min pir ezîz e, hewqas keç û lawên bi ”nasnameya” kurd dane miletê xwe.
Ez dizanim li Tirkiyê û li Kurdistanê paşnavê ”Onen” tenê ne yê vê malbatê ye, ”Onenên” din jî pir in.
Lê ez wisa bawer dikim ku van kesên min navên wan li jor gotin, hemû jî ji vê malbatê ne.
Li Tirkiyê nav û ziman ji bo kurdan gelkî girîng e, nîşan û nasnameya kurdbûnê ye, meriv dibe weke ”golikê beş”, li herderê tê naskirin.
Mesela kurdekî ku piçekî hestên kurdayetiyê pê ra hebe, ma cara navê zarokên xwe dike:
-Başbug, Alparslan, Turkeş, Hakan û Satilmiş?
Nake, çimkî ev navên han, navên tirkî ne û nîşana tirkperestiyê ne. Kurdên bi rastî kurd bin, navên wiha li zarokên xwe nakin.
Ji xwe ji ber vê yekê ye ez li gor navên kurdî di facebookê da bi însanan ra dibim ”heval”.
Helbet ”falsîfîkasyona” vî îşî jî heye, lê ew tiştekî din e.
Netîce, ji bo ku eşîra Ebasan û malbata Mahmûdê Ziya, bi dehan ”Ronayî û Welat” dane miletê xwe, ez dê û bavên van xortan hemûyan ji dil û can pîroz dikim û dibêjim aqûbet li serê hemû kurdan be…

17 april 2010

Waye îsal jî dereng hatim serdana te...

Pismam*, em îsal jî hefteyekê dereng bûn mîvanê te.
Her çiqas tu nedî ruyê me jî lê ez bawer dikim nuha çavê te li riya me qerimî...
Û herî bêtir jî li riya zeyiya te, Hêvî xanimê.
Çimkî gotinên te û wê pir diketin serê hev, kêfa te pir ji gotinên wê ra dihat û loma jî te tim ew dida peyivandin.
Dema tu bi wê ra dipeyivî, te gotinên kurdî jê dipirsî, şaş bigota jî te ya wê rast û ya min jî ”çewt” qebûl dikir.
Li hember wê, tu şansekî min ê ”qezenckirinê” tunebû.
Dema mesele dibû ez û ew, mêzîna te tim bi alî wê da giran dikşand.
Li gel ku tu merivekî adil û rastgo bû, lê ji bo ku tu wê biheq û min jî neheq derxî, te dev ji adilbûn û rastgoyiya xwe berdida, te bi wê zanîna xwe ya kûr û bi wê retorîka xwe ya xurt mesele li bin guhê hev dixist û tu dibû berdevkê wê.
Te digot, abla Hêvî baştir zane…
Sohbeta bi jineke gundî ya qerejdaxî ra kêfa te dianî, dilê te geş dikir, te dixwest hema ew bipeyive û em jî lê guhdarî bikin.
Bi alîkariya te, gava yek gotina wê jî bi ser ya min keta, tu pê gelkî rûgeş û bextewar dibû.
Lê ji şansê te ra, ew jî yeka di axaftinê da pir ”çikûs” e, heta meriv dest pê neke gotin ji dev nayê der.
Tê bîra te, carê di sohbeteke me da nizanim çawa bû, te ji min ra got, ”tu wekî gundiyan dipeyivî ya jî tu wekî gundiyan li meselê dinêrî”, axirê tiştekî wiha ji devê te derket.
Normal Hêvî bi qasî pêxemberekî ji te hez dikir, min qet texmîn nedikir ku rojekê li hember te ”rabe” û ”rexne” bike, lê wê rojê kir. Hema ji nişkave got:
-Ma çima gundî ne însan in?
Ji ber ku te jî weke min, tiştekî wiha ji Hêviyê nedipa, loma jî tu şeqizî, ji fediya zimanê te li hev geriya, tu mat bû…
Tertilandina te ya wê bîstikê hîn jî li ber çavê min e.
Te pir fedî kir, te çend caran uzrê xwe xwest û te jê ra got, ”weleh tu rast dibêjî abla, min gotineke beradayî kir...”
Lê di eynî wextê da min dît ku bê kêfa te çuqasî ji vê gotina Hêviyê ra hatibû, tu pir dilşa bûbû ku jineke kurd ya gundî û nexwenda wêrîbû te wiha rexne û ”mat” bike…
Tu dibînî, ez dîsa ji meselê dûr ketim, xwedêgiravî min dikira ji te ra sebebê derengmana xwe bigota…
Tu zanî îsal ya di dawiya adarê ya jî di destpêka nîsanê da bû, şevekê ji nişkave li ber datayê(kompeturê)tu ketî bîra min.
Hêviyê li salonê li telewizyonê temaşe dikir, hema ji nişkave ez ji ciyê xwe hol bûm û çûm salonê, min got, ”xanim, ma roja wefata Aslan kînga ye?”
Aqilê wê weke defterê ye, sal, meh û rojan ji bîr nake, got ”9-ê nîsanê ye.”
Min got, ê 9-ê nîsanê hefta pêş me ye…
Min li teqwîmê mêze kir, 9-ê nîsanê roja îniyê ye.
Me got pir baş e, roja îniyê piştî kar emê bibin mîvanê te.
Roja sêşemiyê(13/4) piştî şîvê li derve min cixare dişand, ji nişka ve hat bîra min ku me soza xwe ji bîr kiriye...
Min cixare avêt û bi hêl ketim hundur, bi dengê hêlî min got:
“Xamin, ma ka roja îniyê em diçûn ser gorra Aslan?”
Feqîrê şeqizî, got ”wîîî, weleh min jî ji bîr kir.”
Axx, off lê êdî dereng bû, tiştekî me bikira tunebû.
Me hîşt îro(16/4).
Min û xanimê saet li dora 17-an li Gullmarsplanê hevûdu dît.
Ez çûm ser eynî gulfiroşa hersal û min pirsa kîjan çîçek di vê demsalê da ewê baş be ji xanima gulfiroş kir.
Berî ku pêşniyara xwe bibêje, pirsa yê em diçin ser gorra wî, gelo mêr e jin e, ji me kir.
Min got hevalekî min e.
Li ser vê, me li ser nêrgizeke zer li hev kir.
Me çîçeka xwe kirî û me berê xwe da rawestgeha otoboza xwe.
Dinya ewr bû, asîman reş xeniqî bû, peşkên baranê dihatin.
Min ji xanimê ra got, te dît, min şemsiye bi xwe ra neanî, ez ditirsim em şil û pil bibin.
Xanimê destê xwe da kumê paltoyê xwe û got, ”wele yê min kumê min heye, dema barî ezê kumê xwe bikşînim serê xwe, tu li xwe bigrî…”
Em li otoboza xwe siwir bûn û li rawestgeha goristana te daketin.
Erê hîn dinya ewr bû, lê baran maran tunebû…
Me îcar gorra te rehettir dît. Nava goristanê û ser gorra te pir paqij bû, qey nuh paqijî kiribûn.
Wisa xuya bû berî me jî hinek bûbûn mîvanê te, 2 çîçek danîbûn ber serê te, lê pezkûzî ya kogiyan çîçek xwaribûn tenê qafik mabûn.
Me aliyê rastê yê kevirê ber serê te kola û nêrgiza xwe çand û hinek jî av lê kir.
Ji ber ku te ji caxarê gelkî hez dikir, min caxareyek vêxist û yek jî xist nav nêrgiza ber serê te, ji bo ku piştî em çûn tu bikşînî…
Li vê cîhanê tenê cixarê sebir û aramî dida te, tu bêyî nan û av dibûyî lê bêyî caxare nedibû…
Loma min tu bê cixare nehîşt.
Ez fikirîm, min ji xwe ra got, ez salê carekê têm ser gorra te, lê wiya jî nikanim
di wê rojê da werim, carnan ji bîr dikim...
tiştekî pir ecêb e, heta em li ba te bûn ji asîmanan yek peşka baranê jî nehat xwarê, lê piştî ku em çûn ketin otobozê û otoboz çendsedmîtruyan çû, ji nişka ve baraneke bi zirp dayê…
Min di dilê xwe da got, weleh tu ji min nexeyidî ye, ev baran nîşan dide ku te mazereta me qebûl kir û loma jî em ji şilbûnê xelas bûn…
Di vê nabênê da bi kurtî be jî ez ji te ra hikî jî qala halê kurdan û siyasetê bikim…
Li gor par îsal rewşa kurdan bi giştî piçekî baştir e…
Meha borî li başûr hilbijartin çêbûn, kurdan hêza xwe muhafeze kirin.
Esas dikanîbûn çend mebûsên din jî derxistana, lê ji ber berberî û bêtifaqiya di nabêna hêzan da çend mebûs kêm derxistin.
Hukûmet hîn ava nebûye, lê hemû hêz jî muhtacî kurdan e. Di pêşerojê da kurdê bi kê ra tifaqê bikin hîn ne diyar e.
Lê bi tevayî karwanê kurdan li başûr ketiye rê, êdî kes nikane wan rawestîne, zû dereng ewê dewleta xwe ava bikin.
Li ba me mesele geh baş dibe, geh xerab dibe.
Xwedêgiravî ev çend meh in hukûmeta AKP-ê “pakêteke kurd” hazir kiriye û gerek veke, lê venakin, dibin û tînin, navên nuh lê dikin bes hîn netçceyeke berbiçav tuneye.
Bi baweriya min li gel hemû teşxele û astengiyan li ba me jî ewê rewşa kurdan di rojên pêş da baştir bibe, kurdên hin mafan bidest xin.
Lê ev maf çi ne, ne çi ne, hîn ne diyar e, ev yek hinekî jî di destê îstîkrar û jîriya siyasetmedarên kurdan da ye.
Yanî di destê serok û berpirsiyarên PKK-ê da ye û belhazir ew jî hîn li destê Ocalan dinêrin.
Lê netîce dewlet çi bike û PKK jî siyaseteke çuqasî şaş bimeşîne dîsa jî pere nake, milet dev ji têkoşîna xwe bernade.
Daxwaza federesyon û Kurdistaneke serbixwe roj bi roj di nava kurdan da berfirehtir dibe.
Erê serxwebûna miletê te nebû qismetê te, lê ez wisa bawer dikim ewê bibe qismetê min û heger nebe ya min, herî dereng ewê bibe ya zarokên me.
Ez xebereke din bidim te, ez vê havînê, meha hezîranê diçim welêt...
Erê erê, te çewt nebihîst, piştî 31 sal sirgûn û hesret, ez, xanim û qismekî zarokan em diçin.
Ji nuha da heyecana çûnê ez girtime.
Ma tê bîra te, di orta salên 70-î da ez û tu li qahwexaneya Serayê, ya Şaban ya jî li ya Ahmet rûdiniştin û xort jî li dora me kom dibûn û em diketin “gewriya” hev ya jî gewriya hinekên din û wan jî li me guhdarî dikir...
Min gelkî dixwset nuha jî me li Wêranşarê dîsa eynî sohbet bikira...
Lê ez çi bikim, felekê bi me ra bêbextî kir, ev îmkan zû ji destê me girt.
Ji mecbûrî ezê te li vir bihêlim û bi tenê herim, ne li wan çayxaneyan be jî, lê îcar ne bi wan xortan ra, bi kalên rîsipî ra ezê sohbet û qala te bikim...
Soz, dema vegeriyam, ezê werim ji te ra qala rêwîtiya xwe bikim.
De nuha bi xatirê te...
*Mehmet(Aslan)Kaya

PARVE BIKE