11 september 2011

11-ê îlonê rewşa cîhanê xerabtir kir

Deh sal berê, di 11-ê hezîrana 2001-ê da 19 terorîstên endamên El Qaîdeyê li Emerîkayê 4 balafirên rêwiyan revandin û ji van bi du balafiran li New Yorkê ajotin ser herdu Quleyên Cêwî û bûn sebebê mirina nêzî 3000 însanên sivîl.


Terorîst, bi vê êrîşa xwe ne tenê ketin xwîna 3000 însanên siwîl û bêguneh, wan her wisa çerxa cîhanê jî guherandin û bûn sebebê destpêkirina neyarî û şerekî nabêna dîn, kultur û medeniyetên cuda.


Cîhana berî 11-ê îlonê û cîhana piştî 11-ê îlonê bêşik êdî ne eynî cîhan e. Vê êrîşê terorîst gelek milet, dewlet û dîn anîn hemberî hev.


Di van deh salên borî da hemû dewletan, hemû însaniyetê ji vê êrîşa bêyom û qebîh zirareke mezin dîtin û ewê hîn jî bibînin.


Piştî bûyera 11-ê îlonê pir hindik di dilê piraniya însanan da tiştek hat guherî û tiştek wenda bû.


Bûyera 11-ê îlonê tesîreke pir xerab li her însanê ewrûpî kir, toleransa wan kêm û tirs, kîn û nefreta wan ya li hemberî Îslamiyetê û biyaniyan jî zêde kir.


Heger îro li seranserê Ewrûpayê ”bayekî rast tê”, faşîst û hêzên nîjadperest li her welatî xurt dibin û dikevin meclîsan, bêguman sebebê vê yekê yê esaî bûyera 11-ê- îlonê ye.


Bûyera 11-ê îlonê him agirê hêzên rasîst gurrtir kir û him jî piştgiriya wan ya di  nava milet da zêde kir.


Li her welatê Ewrûpayê, hêzên rasîst êdî ne çend kesên pêxwas û sûtal in, li her welatî partiyên duyem û sêyem in û roj bi roj xurttir dibin.


Di trajediya Norweçê da tesîra êrîşa 11-ê îlonê û bûyerên van deh sakên dawî heye û pir mezin e.


Tiştek pir vekirî û zelal e, êrîşa 11-ê îlonê cihan hîn baştir, hîn xweştir, hîn ewletir nekir, belavocî wê gelkî xerabtir kir.


Jiyana bi sedmilyon însanî li gor berî 11-ê îlonê, îro gelkî xerabtir û dijwartir bûye, însan bêtir ketina qalikên xwe û xwe ji hev kef dikin, dilên xwe ji hev ra girtine.


Bûyera 11-ê îlonê, baweriya piraniya mirovên ewrûpî bi civateke vekirî, pirkultur û bi tolerans kêm kir.


Destpêkirina cengê ji rawestandina wê hêsantir e. Di ser 11-ê îlonê ra deh sal derbas bûn lê hîn jî tu pêşketineke hêvîdar û baş xuya nake. Hîn ne diyar e tesîra 11-ê êrîşa îlonê ewê çend salên din bajo.


Bi hêviya ku ji îro jî xerabtir nebe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE