27 september 2011

Bihara Ereban dike were Erebîstana Siûdî jî

Wey mala Xwedê hezar carî ava be, jinên Siûdî jî êdî di pêşerojê da ewê bikanibin rayên xwe bidin û di hilbijartinên mehelî da bibin namzet û heta di Heyeta Şûrayê da jî cî bigrin.

Bifikirin di sedsala 21-ê da li welatekî nivîvê civatê(12-13 milyon)ji ber ku jin in mafê wan yê dendanê tuneye, xebatê tuneye!


Şûra, qaşomaşo tiştekî weke meclîsê ye. Yanî meclîseke li gorî ereban û erebîstana Siûdî ye. Helbet dema min got meclîs, ev nayê wê maneyê ku endamên wê bi rayên gel tên hilbijartin. Na, tiştekî wiha tuneye, endamên Şûrayê ji alî Qral Abdullah ve tên tayinkirin.


Qiralê Siûdiyê Abdullah do ji nişkave got, wan biryrar daye ku di hilbijartiên bê da ewê destûrê bidin ku jin jî di Heyeta Şûra yê da ciyê xwe bigrin.



Bi rastî jî wa ye ”bihar” hatiye welatê ereban. Wa ye camêran dikin mafê dengdanê bidin jinan. Weleh xêra Xwedê da jinên siûdê, dibê rabin û rûnin û ji Qral Abdullah beg ra dua bikin. Heger ne derew be di sala 2013 ya jî 2014-an da ewê mafê dengdanê û hilbijartinê bidin jinan….


Wek tê zanîn li Siûdiyê hîn mafê jinan yê dengdanê, hilbijartinê û xebatê tuneye.


Li Siûdî xebat ji jinan ra qedexeye. Jin dibê ji mêrê xwe jintiyê, ji zarokên xwe ra dêtiyê û ji mala xwe ra jî kebantiyê bike.


Xebat, gera bi serê xwe li Siûdî ji jinan ra hîn qedexe ye.
Jin bi tena serê xwe nikanin herin ser tuxtor ya jî nexweşxanê û emeliyat bibin.


Ji bo vê yekê dibê destûra mêrikî merivên wan hebe. Bêyî destûra mêr, jin li ber mirinê be jî nikane here ser tuxtor, dibê zilamekî merivê wê pê ra be.


Li Siûdî jin nikanin ehliyetê jî bigrin, ji ber ku ajotina ereban li jinan qedexe ye.



Ez baş nizanim lê dema ajotina erebê qedxe be, miheqeq siwarbûna li psîkilêtê û motorsîkilê jî qedexeye.



Dimîne ker, hesp û deve… Siwar bûna li kerê, hespê û devê gelo serbest e y ana ez wê jî pir meraq dikim…
Wisa xuyaye bi rastî dinya diguhere, ma ne wiha bûya Qral Abdullah ewê çawa soza dengdanê bida jinên Siûdî…



Ez bawer dikim nuha li Siûdî jin vê xeberê bi govend û şahî pîroz dikin…Ji ber ku dikin di sala 2014-an da mafê dengdanê bidest xin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE