13 september 2011

Dadgeha tirk axaftina bi kurdî weke "qebehetê" qebûl kir

Jineke kurd ya bi navê Gulîzar Ozdemîr ji ber ku xwest di dadgehê da parastina xwe bi kurdî bike, dadgehê ev daxwaza wê weke ”qebehetê”(sûc) dît û Gulîzar Ozdemîr ji Madeya 40-î ya ”Qanûna Qebehatan” ceza kir.


Çar sal berê di heqê Gulîzar Ozdemîrê da bi îdîaya ku di pîrozbahiyên Newrozê da ”slogan avêtiye” û ”endama rêxistinê” ye doz lê hatibû vekirin û ji derve dihate mahkimekirin.


Di derbarê ”endametiya rêxistinê” da di destê dadgehê da tu delîl tuneye, delîl tenê ”slogan” e, şîareke li dijî dewletê têr dike.


Lê sûcê Gulîzarê yê herî mezin, daxwaza axaftina bi kurdî ye. Piştî ku di mahkemê da Gulîzarê xwest ku parastina xwe bi kurdî bike, heyeta dadgehê bû moz û lê azirî û di cî da ew rewqîf kirin û ev jî ne bes bû, cezayê ”qebehetê” jî lê birîn.


Bi îdîaya ku Gulîzar Ozdemîrê di pîrozbaniyên Newroza 2007-an da li navçeya Bûca ya Îzmîrê bandaja ku li ser ”Bijî Serok Apo” nivîsandî rakiriye hewa û sloganên li dijî qanûnan gotiye û bi vê yekê jî "propagandaya rêxistinê kiriye" doz hatibû vekirin.
Di mahkimeyên beriya niha da heyeta dadgehê biryar dabû ku Gulîzar Ozdemîr negirtî, ji derve were mahkimekirin.


Lê di rûniştina dawî ya di 8-ê îlonê da Gulîzar Ozdemîrê ji mahkimê xwest ku parastina xwe bi kurdî bike.


Heyeta dadgehê nexwest vê daxwaza Gulîzarê ya axaftina bi kurdî derbasî qeydan bike. Li gel hemû israran jî dadgehê ev maf neda Gulîzarê.


Li ser vê, Gulîzarê jî dibêje ku ew naxwaze bêyî kurdî bi zimanekî din parastina xwe bike.


Dozger Mûrad Înce, ev daxwaza Gulîzarê ya axaftina bi kurdî weke ”propaganda PKK-ê” şirove kiriye û ji dadgehê tewqîfa wê dixwaze.


Dadgehê jî vê daxwaza dozger di cî da bibîne û him Gulîzar tewqîf dike û him jî ji Maddeya 40-î ya ”Qanûna Qebehetan” 75 lîreyê Tirkiyê cezayê pera lê  dibire...


Gulîzara kurd jineke bi namûs û bi xîret e, serê xwe li hemberî bêqnûnî û zorbatiya dadgeha derewîn natewîne, weke şepaleke miletê kurd li dijî vê biryara derdikeve û dibêje:


”Hûn nikanin mafê axaftina min ya bi zimanê min weke qebehetekê bibînin. Dema hûn zimanê diya min wiha bibînin, ez jî dadgeha we nas nakim. Ev mahkime ne adil e. Di vê daxwaza xwe da ezê heta dawiyê israr bikim. Hûn ceza îdamê jî bidin min jî ezê dev ji vê daxwaza xwe bernedim.”


Lê pûlisan nehîştine ku Gulîzara kurd zêde bipeyive, bi çepilên wê girtine û bi zor birine girtîgeha Bergemayê.


Gelek kurdên me bi çavên ”hewariyê demokrasiyê” li Erdogan dinêrîn û ji bo çareseriya mesela kurd hêviyên pir mezin jê dikirin. Û loma jî bi şev û roj li defa wî dixistin.


Fermo, bira bala xwe bidin demokrasiya Erdogan û çareseriya wî û jê ra tiştekî bibêjin.


Lê ez bawer nakim ku berdevk û sempatîzanên Erdogan nivîs û nûçeyên wiha bixwînin. Ji bo ku Erdogan li ber çavên wan reş nebe, ew naxwazin zulm û zorbatiyên wiha bibînin.


Piştgir û sempatîzanên Erdogan, gotina wî, ”mesela kurd mesela min e”(dibe ku Erdogan ev gotin di maneya ezê wê biqedînim da gotibe)gelkîmezin dikin, fena ku azadiya kurdan qebûl kiribe lanse dikin, lê ji bo sloganên wî yên sereke, ”yek milet, yek welat, yek dewlet, yek al” û yek ziman yanî ez hebûna kurdan qebûl nakim, tiştekî nabêjin û naxwzin kes van gotinên wî bi bîra wan xe jî…


Li Tirkiyê serokê ku ji kurdan piştgiriyê negre nikane li ser hukum bimîne, temenê wî yê siyasî kin e. Ev yek ewê aqîbeta Erdogan e jî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE