17 september 2011

Îcar jî medya rola leşkeran dilîze

Serdestiya leşkeran êdî têk çû, bekçiyê ber deriyê meclîsê û şufêrê erebeya serokwezîr jî êdî ji serekerkan û generalan natirsin.


Têkçûna îktîdara leşkeran ji bo kurdan bêguman pêşketineke pir baş e. Çimkî leşker hêzeke çekdar in û loma jî ji bo kurdan hertim tehlûkene.


Di rewşa kurdan yê îro da rola serdestiya leşkeran pir mezin e. Hukûmetên bixwestana di mesela kurd da gavekê bavêjin jî ji tirsa leşkeran newêrîbûn. Û yên israr bikira jî dikuştin.


Nuha ew serdestî û îktîdara leşkera ya berê nema, êdî bi rastî jî siwîl xwedî îktîdar in.


Lê belayek din hîn heye.


Leşker çûn lê medya maye.


Medya tirk jî bi kêmasî bi qasî leşkeran, heta ez dikanim bibêjim ku ji leşkeran jî bêtir neyarê miletê kurd e.


Nuha medya ketiye dewsa leşkeran û bi tahrîk, teşwîq, fîtne û weşanên xwe yên şerxwas rolekek ji ya leşkeran jî xerabtir dilîzin.


Ji bo ku artêşa tirk axa Kurdistana Federa îşxal bike û êrîşê bibe ser Qendîlê, medya tirk dike xwe bixwe, bi şev û roj bi xeberên xwe yên şerxwaz û prowakatîv dezînformasiyonê belav dikin û dixwaze şer dest pê bibe.


Berê telewîzyonên tirk sahneyên wiha nîşan didan:


Yekî dixwest xwe ji dereke pir bilind, ji ser bînayekê ya jî ji ser pireyekê bavêta jêr û întîxar bikira. Medya û bi sedan însan jî li jêr kom û dibûn û bi heyecaneke mezin digotin:


-Hadê lawo, hadê xwe bavêje, hadê xwe bavêje! Hadê! De zû, de zû lawo! De zû xwe bavêje emê herin karê me heye….


Yanî medya û însanan bi çavên programeke şahiyê û lakirdiyê li trajedî û mirina mirovekî di rewşeke xerab da mêze dikirin.


Di mesele êrîşa ser Qendîlê da medya tirk nuha eynî tiştî dike, ji leşkeran ra gav û saetê dibêjin, ”de haydê lêxin, de haydê lêxin! De haydê dest pê bikin, we em kevzikî kirin, hinekî zû dest pê bikin, karê me heye…


Min nuh abala xwe dayê, malpera ”Înternet Haberê”, bi rismên leşkerên bi mîgfer, bi kêfxweşiyke mezin manşet avêtiye, ”li Çiyaya Kato operasyona PKK-ê”!


Tu dibêjî qey leşker dikin herin dawata diya muhabîr ya jî dikin herin pîknîkê…


Yanî medya bûye canawar, mirinê û xwînê dixwaze…

Leşker çûn, hêza wan hat şikandin, nuha dora medyayê ye, dibê ev çapemenî û medya tirk ya faşîst, şerxwaz û neyarê miletê kurd belav bibe.

Heta ku ev medya xwediya vê hêzê be karê me kurdan zahmet e...


                                                                     ***
Yekî kurd şevekê li Stockholmê li texsiyekê siwar hat ji bo ku here malê. Şufêra texsiyê jineke weke gurcuyekê xweşik û nazenîn bû. Jinikê ji kurdê me pirsî, got:
-Tu herî ku?
Yê kurd li ber husn û cemala xanimê hiş berda bû, nedixwest qet ji kêlekê rabe, bi kedereke kûr got:
-Hema têkeve riyekê bira ev şev û ev rêwîtî qet neqede...



                                                                  ***
Lawê mêrik di îmtihana matamatîkê da 0 girtibû.
Bavê jê pirsî, got, lawê min mamoste çi pirsî?
Lêwik, got, 2 caran dudu dike çuqas ji min pirsî û min jî got dike 7.
Bavê got, lawo 2 caran 2 dike 4, hadê em bibêjin kir 5, em bijêjin kir 6, lawo te ev 7 ji ku derxist hey malnekt



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE