20 september 2011

Ji bo bîranîna apê Mûsa Anter

Ji milê çepê: Mûsa Anter, Husên Denîz, yê sêyem nas nakim. Yê
çara, yê bi berçavk bavê min e, Bûboyê Xamo.


Ronakbîr û kurdperwerê hêja û bi nav û deng Apê Mûsa Anter, 19 sal berê di 20-ê îlona 1992-a da li Amedê ji alî qatilekî dewleta tirk ve, bi emir û fermana berpirsiyarên dewletê yên wê demê bi bêbextî û qeleşiyeke pir mezin hate qetilkirin.


Apê Mûsa merivekî zana, bi kultur, nuktedan, xweşsohbet û hazircewab bû. Û di eynî wextê da qelema wî jî him bi tirkî û him jî bi kurdî pir xurt bû.

Lê bi taybetî jî nivîsên wî yên bi kurdî pir bi qalîte û pir hêja ne.

Ji ber ku kurd miletekî bindest e loma nivîskarên me jî weke yên xelkê li cîhanê nayên nasîn û meşhûr nabin.

Qelema apê Mûsa Anter di mîzahê da ji ya Azaîz Nesînê tirk pir xurttir e, lê ew weke nivîskar bi qasî Nesîn ne di nava tirkan da û ne jî di nava kurdan da nayê nasîn.

Di vî warî da lêkolîneke min tuneye, ez tenê çavdêriyên xwe dibêjim, bi baweriya min apê Mûsa Anter di nava ronakbîrên kurdan da kolumnîstê(nivîsên pêkenînî, mîzahî)kurd yê herî pêşîn û herî baş bû.


Mûsa Anter û birayê min Faîk
Di warê nivîsên kin û mîzahî da apê Mûsa hosteyekî gelkî mezin e, hakimê qelema xwe ye, ew tim li orta nîşan dixe, derba wî tu carî li fûtê naçe…

Ne mimkûn e ku meriv nivîsên wî yên bi kurdî bi zewqeke mezin nexwîne.

Çi bi kurdî û çi jî bi tirkî, hemû nivîsên wî weke nukte û pêkenînên Xoce Nesredîn lezîz û manîdar in.

Meriv ji xwendina nivîsên apê Mûsa têr nabe, ji ber ku di her nivîsa wî da meriv tiştekî  nuh û bûyereke dîrokî fêr dibe.

Nivîsên wî weke sohbeteke şexsî ye, meriv aciz nake, meriv naxwaze nivîs biqede, dema diqede jî meriv dixwaze zû zûka dest bi yeka din bike.

Çimkî di her nivîseke wî da bûyereke dîrokî û serpêhatiyeke kurdan heye, zanîn û fikir tê da heye.

Bi taybetî jî meqaleyên wî yên bi kurdî pir û pir hêja ne, hemû jî di derece û qalîteya ku di dibistan û zanîngehan da ji rojnamevan û xwendevanên edebiyatê ra bibin ders û nimûneyên nivîsandinê.

Bi baweriya min ne tenê berê, di nava kurdan da nuha jî hîn kesên ku bikanibin di qalîte û mistewa apê Mûsa da binivîsin tunene.

Weke min li jor jî got, apê Mûsa qelemeke pir xurt bû, gelek nivîsên giranbuha ji me ra li pey xwe hîştin.

Du sal berê, dîsa bi minasebata bîranîna wî, min nivîsa wî ya bi sernivîsa "ZIMANÊ DÊ" weşandibû. Nivîseke kin û pir xweş e.

Ez îşev jî dîsa vê nivîsî li jêr diweşînim

Ez bawer dikim hûnê ji xwendina wê tam û zewqeke pir mezin bigrin.

Ez apê Mûsa, vî şehîdê kurd û Kurdistanê û xwediyê vê qelema xurt bi hurmet û giramiyeke mezin bibîr tînim...

"Zimanê Dê" bixwînin û bibînin ku Apê Mûsa li ser giringîya zimanê dê çiqasî xweş gotiye.

XXX
"Zimanê Dê

Niha neviyekî min heye, Bahoz. Bahozko ji niha ve bi kurdî zane lê bi turkî hîn nabe. Carna,

radyokek min a biçûk heye, ez dikim dawa wî, ku bi tirkî xeber dide lawik dibê lew lew lew. Yani dişibîne dengê heywanan.

Lê ku ez dibêm lawo ka tilîka xwe bide min ez bixwim. Mal û malika wî tilîya wî ye, ew jî wê dike devê min.

Gelek caran ez jê ra bi kurdi distirêm, ma sitrana min çi sitran e. Ez ne İbrahim Tatlises im, heşayî min.

Ez Amedê jê ra dibêjim. Hema ku ez dibêm ‘lê Amedê Amedê, tu bayraqa Kurdan e, Ala Rengîn hildaye" ew lawikê yazde mehî hundirê çavên wî dikene û ji min re bi dest û lingan dilîze.

Bi rastî jî min qîmeta zimanê zikmakî zanîbû lê vî lawikî ji prefesorekî bêhtir ders da min. Qenc ez hîn bûm ku tiştek di ser zimanê diya me re tine ye.

Îsal 63 sal e, ez bûme hêsîrê zimane tirkî.

Bê çawa hêsîrekî bi namûs hesîrtiyê bi rast û rihanî qebûl nake, ez jî hînî zimanê tirkî nebûme. Erê tirk dibên zimanê kurdî tineye, lê ez bi ilmî dibêm zimanê tirkî tuneye.

Hema di van 60 salan de ez hînî pênc zimanên tirkî bûm.

Di mekteba pêşî de yek, di ya navîn de yek, di lîseyê de yek, di unîversîtê de yek û yek ji yên di derve.

Ne kesî emir daye tirkan, wan zimanê xwe ewha kir.

Ji ber vê yekê ez nebûm nivîskarekî qenc, kurdî ewan qedexe kir û tirkiya wan jî ne tu GÛ bû, evqas taba min a îsal 60 sal e bertelef çû.

Ez ne xwe dipesinînim lê ez yeqîn dikim ku ez 60 sal bi frensewî, îngilîzî, almanî bi vê tabê daketima bi kêmanî eze bibûma wek Victor Hugo, Goethe, Jean Jacques Rousseau û Shakepeare.

Lê çi fêde ji qewlê Nabî ve bi tirkî dibê, ‘‘Öyle bir nehir muazzam gibi çus etmiyem fakat heyhat kurak sahralarda akıp gecmişim.’’

Yanî ez wek çemekî mezin im, mesela wek Dîcle û Ferat im lê çi fêde ez di çolan re derbas dibim kes ji min fêde nabîne.

Tirkiyê jî ez kirim wek Dicle û Ferêt. Ji Kurdistanê derketim û ez ketim çolên ereban ên xerab cih û bêfêde.

Ji ber vê yekê îşê min zor e.
Fikra min û mêjîyê min kurd e.
Lê ez mecbûr dibim bi tirkî binivîsim.
Ji ber vê yekê ez dibêm işê min zor e.
Nivîsên min giş tercûme ne.
Tercûme tu carî nabin wek eslê xwe.

Ji ber vê yekê Fileh û Misilman dibên Quran û Încil nayên tercûmekirin. Ku bê tercûmekirin wê cewherê wan winda bibe.

Nivîsandinên min ên bi tirkî rij in, bê tewas in,  ji ber vê yekê ye ; bi kurdî difikirim û bi tirkî dinîvîsim.

Çiqas ecêb û zilm e.
Ma kesi dîtiye ku nivîskarekî Alman bi Fransewî şaheseran bi nivîse, yan jî yekî îtalyan bi yewnanî?

Kî bêje nebêje wek min 60 salî di nav vî agirî de nemaye.
Ez zanim bê ev çi agire û zilm e....!!

14-20 hezîran 1992
Mûsa Anter"

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE