05 september 2011

Ji bo ku em li hev werin dibê tirk deynê xwe bidin

Nivîskar û siyasetmedarê kurd Kemal Bûrkay, li Diyarbekrê di ziyareta xwe ya HAK-PAR-ê da bersîva rojnamevan daye û gotiye, heger BDP-yî  xweseriyê dixwazin mafê wan e. Lê em vê daxwazê kêm dibînin, daxwaza me hîn firehtir e. Em federalîzmê dixwazin.


Bûrkay, li ser maneya ”xwseriyêî jî gotiye, di termolojiya siyasî da tabîreke ”xweserî” tuneye. Lê hin kurd dikanin ”xweseryê bixwazin, ev mafê wan e.


Bûrkay, di axaftina xwe da taybetmendiyên xweseriyê yanî naveroka ”ozerklikê”  jî eşkere kiriye û gotiye:


”Sînorên herêma xweser(ozerk/otonom) hene, ala wê heye, zimanê wê yê resmî heye. Dibê em jî bi qasî tirkên Qibrisê xwedî maf bin. Mafê me ye. Birayên me yên tirk dîsa birayên me ne. Wê demê jî emê bibin bira, di nava aştiyê da bijîn. Û êdî deynê me li wan nemîne. Piştî ku me deynê xwe girt, emê pir baş bibin heval. Emê pir baş bibin dost. Em tu carî nebûn dijminê gelê tirk. Dibê em di nava aştiyê da, li kêlek hev bijîn. Heger em kanibin vê yekê pêk bînin ewê ji bo wan jî baş be û ji bo me jî.”


Ez bawer dikim ku piştî van gotonê Bûrkay, ew û hukûmeta AKP-ê ewê “pîjî” hev bikin, yanî ewê ji hev bixeyidin.


Lê helbet ji Bûrkay bêtir, hukûmetê ji wî bixeyide, ji ber ku hukûmet naxwaze ji Bûrkay tiştên wiha bibihîze.


Bi rastî jî kekê Bûrkay xweş gotiye, ma qey “biratiya”(!) me ewê tim li ser asasê bindestiyê be? Dema di nabêna me da wekhevî çêbû jî em dikanin bibin “birayên” hev…


Apekî min hebû, rahma Xwedê lêbe çû rahmetê. Domîne pir weş dilîst. Carnan bi hîlan min berdidayê dîn dibû.


Dema dihat mala me, pîrika min Sitê, ji bo ku bizanibe li ba wan, li taxa wan çi heye, çi tuneye, yanî li ulûm û xeberan(nûçeyan) digeriye, jê dipirsî, digot, “Şêmhemed, ma ilm ulûm li ba te çi heye, çi tuneye?


Wî jî, heger li malê zarokên wî şer kiribûna, ya jî du pîrekên cîranan pevçinîbûna, nabêna du kesan xera bûba, digot:
 “Anê, tew qal neke,  weleh filankes û filankes do ya jî îro pîjî hev kirin.


Yanî tiştên ne xweş ji hev ra gotin , dilê hevûdu hîştin...


Ez bawer dikim ku piştî van gotinên Bûrkay, ew û hukûmeta AKP-ê jî ewê “pîjî” hev bikin. Esas ne Bûrkay, Erdogan, Arinc û Gunay ewê “pîjî” wî bikin.


Yanî bi gotineke din, piştî vê beyana Bûrkay, hukûmet ewê xwe tam ji Bûrkay bixeyidîne û hew bixwaze “ji bo aştiyê ji fikrên wî feydeyê bibîne.”


Bi rastî jî kekê Bûrkay pir baş û pir xweş gotiye; dibê tirk deynê me bidin. Ji bo ku em li hev werin dibê deynê xwe bidin.


Ev şert e.


Em xûgiyê ji wan naxwazin, heqê me xwarina, ji bo ku em li hev werin berî hertiştî dibê vî heqê me bidin.


Piştî ku deynê xwe dan û tu heqekî me li wan nema, wê emê baştir bibin dost û “birayên” hev.


Piştî ku em ji hev safî bûn û şûnda  dema xwestin em tîcareteke nuh bi hev ra bikin, ew jî mimkûn e, ew jî dibe.


Ma dinya ne kar û hesab e?


Dema em bibînin ku ”şirîkê”  me heqê me temam da û êdî neheqiyê jî li me nake, mafê me jî  naxwe, wê demê dilê me dikane li wan rûne û em dikanin bibin şirîk û bi hev ra nejîn?


Herçî ez im ezê dîsa bibêjim na, ez naxwazim bi tirkan ra bijîm, lê ez bawer dikim ku piraniya kurdan ewê bibêjin erê.


Bi kêmanî ji bo vê qonaxa pêşî ewê bibêjin erê…


Bûrkay mimûneyeke pir berbiçav daye, dibê em 25-30 milyon kurd jî bi qasî 280 hezar tirkên kibrisê bibin xwedî maf.


Netîce, ez bawer dikim ku wezîrên hukûmeta AKP-ê ewê hew bi Kemal Bûrkay ra rûnin û pê ra civînan çêkin….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE