07 september 2011

Mehmet Metîner bi carê da xwe rezîl kir

Parlamenterê AKP-ê yê Semsûrê Mehmet Metîner, ji ber hin gotinên ku di heqê serokwezîr Tayyip Erdogan da kiribûn, do êvarî di kanala Ulke TV-ê da ji Erdogan hezar carî lêborîna xwe xwest û got ew gelkî poşman e.


Metîner, bi vê şêla xwe ya dawî him ji dêrî û him jî ji mizgeftê bû, îtîbara xwe ya mayî jî wenda kir.


Di medya tirk da herkes henekê xwe bi Metîner dike û dibêje ne tu meriv e.


Piştî belavbûna gotinên wî yên derbarê Erdogan da wisa xuyaye ku ciyê wî di nava AKP-ê da nema


Îcar ji bo xwe dîsa xwe bi Erdogan bide qebûlkirin serî li her riyê û dixe û heta tu bibêjî xwe pîs dike.


Ji ber ku merivekî kurd li hemberî tirkan dikeve vê rewşê ez bi xwe pir pê diêşim û pê nerehet dibim.


Ez naxwazim yek kurd jî(kî dibe bila bibe)li hember tirkan xwe pçs bike û uzrê xwe û têkeve halekî hewqas xerab.


Metîner, di programê da ji bo ku xwe bi Erdogan bide efûkirin tiştek di xwe da nehîşt, heta jê hat xwe pîs kir.


Halbû eksê wê bikira, li dîtinên xwe xweî derketa û bi gota wê demê ew wiha difikirî û loma jî pir normal e ku wisa bipeyiviya.


Lê mixabin wisa nekir.


Li ser pirsa, ma tu ji serokwezîr hez nakî Metîner got:


”Serokwezîr jî baş dizane ku ez ji wî çiqasî hez dikim. Ji hezkirinê jî wêdetir ew dizane ku ez bi sedaqet çiqasî bi wî va girêdayî me.”


E viya êdî dibe xulamî, meriv ji bo kursiyekê xwe hewqasî jî biçûk naxîne.


Dû ra jî qala Hz. Omer û Hz. Alî û ” Dema cehaletê” yanî dema pûtperestiyê kir û got:


”Demeke cehaletê ya herkesî heye. Bira ya min jî dema cehaletê hebe. Dema min ew gotinên xwe xwendin ez pir aciz bûm. Ez fikirîm ku birêz serokwezîr ew rexne qet heq nekiriye. Ji ber wan gotinên ku min di heqê serokwezîr da gotine helbet ez pir poşman im. Xwezî min ew gotin qet negotana. Însan carnan nikane bi nefsa xwe. Lê îro gava ez wan gotinên xwe dixwînim, ez şermeke pir mezin his dikim.”


Bi van gotina Metîner ne tenê dîtinên xwe yên derbarê Erdogan da înkar dike, ew dîtinên xwe yên dernarê mesela kurd da jî red dike.


Ji ber ku ew dema xwe ya endametiya HADEP-ê weke dema ”cehiliyê” bi nav dike…


Hefteya borî gava kaseta dengê Metîner hat weşandin, beyanek da û got ew bi komployeke PKK-ê û Ergenekonê ra rû bi rûye.


Metîner, di wê beyana xwe da got, ”dengê yê wî ye lê fikir ne yê wî ye, bi gotinên wî lîstine. Ev komplo ye, wî tu catî tiştên wiha negotine û ewê wan bidin mahkimê.”


Metîner, hîn jî pêşda çû û heta got ku ”heger îspat bikin ku ew gotin yên wî ne ewê îstîfa bike”.


Lê di programa do êvarî da got, gotin yê wî ne û ew gelkî poşman e.


Derbarê şexsiyeta Metîner da heta nuha gelek tişt hatin gotin, lê axaftina wî ya do êvarî di çavê kurdan da jî û di çavê tirkan da jî ew daxist sifirê.


Însan ji bo kursiyekê çawa dikane xwe hewqasî pîs û bêşexsiyet bike, meriv fêm nake.


Ji bo wî ya herî baş û rast ew bû ku li gotinên xwe xwedî derketa û bigota weleh wê demê ez wer difikirîm, lê nuha wer nafikirim û dû ra jî stîfa bikira.


Wê demê herkesî ewê bigota eferim, camêr mêr derket, şexsiyeta xwe nexist bin nigan.


Heta Erdoganê jî bêtir jê hez bikira û bêtir qîmet bidayê û belkî jî îstîfa wî jî qebûl nekirana. Bigotana , madem ku tu ev mêr î, tu rastiyê dibêjî, wê demê em jî vê meselê zêde mezin nakin.


Lê bi şêla xwe ya do xwe pir bêqîmet kir û biçûk xist.


Ez wisa texmîn dikim ku vê “bîat” ê rewşa wî xerabtir kir baştir nekir, dawiya dawî ewî dîsa wî biqewitînin, ya jî ew bi xwe ewê îstîfa bike.


Û ev rezalet jî ewê jê ra kar bimîne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE