03 september 2011

Teqleyên Mehmet Metîner

Du sê roj berê kaseteke parlamenterê AKP-ê yê Semsûrê Mehmet Metiner belav bû.Metîner, di axaftina xwe da derbarê Erdogan, Gul û AKP-ê da tespîtên pir rast û pir
di cî da dike.

Metîmer dibêje, Erdogan merivekî cahil û bêkultur e, tirsonek e, nîjadperest e û li dijî çareserkirina mesela kurd e. Û loma jî naxwaze mesele kurd çareser bike.

Bi belavbûna vê kasêtê ra Metîner ji tirsa Erdogan qutufî, ji bo ku xwe bi erdogan bide efûkirin beyan li ser beyanê da û hercar jî xwe bêtir rezîl kir.

Metîner, di daxuyanîyên xwe mecbûrî da qebûl dike dike ku deng yê wî ye, ”lê bi axaftina wî hatiye leyistin.”

Derew e, bi axaftinê neahtiye lîstin. Axaftin sedîsed ya Metîner e. Metîner, ev dîtinên xwe yên derbarê Erdogan, Gul û kesên li dora Erdogan, di medyayê da û li gelek derên din jî gotine.

Di çapemeniya wê demê da gelek numûneyên wiha û belkî ji van rexneyan jî hîn girantir hene.
Lê ji dêlî ku vê rastiyê qebûl bike, dibêje ku ev ”komplo” PkK-ê li hemberî wî hazirkiriye hazirkiriye.
Metîner merivekî pir bêexlaq e, ji bo ku xwe bi Erdogan bide efûkirin bi zimanekî pir giran êrîşê dibe ser PKK-ê..

Metiner, di axuyaniyên xwe yên li pey hev, derbarê axaftina xwe ya kasêtê da weha diparêze:

’’Beriya 10 salan dema ku ez di partîyeke din de bûm, ez axifîme. Lê bi axaftina min leyistine û wusa dane weşandin. Ez di nava çar dîwaran de çi dibêjim, li civakê jî wê dibêjim. Mehmet Metiner însanekî merd e û dixwaze ku dijminên wî jî merd bin. Hewcedarî bi nemerdî, qelaşî û bi bêşerefîyê nîn e. Dibe ku beriya 10 salan min ev axaftin kiribin, lê ne bi vî awayî. Herweha ji ber ku ev tesbîtên min bêbingeh derketine ez bi vê yekê jî kêfxweş im. Ez bi şeref, li pişt serokwezîr im. Û ji ber ku ez parlamenterê partîyeke weha me, pir serbilind im.’’

Feqîro, ji bo ku Erdogan wî neqewirîne pir vekirî derewan dike, xwe înkar dike, dibêje, ew pir kêfxweş e ku dîtinên wî yên derbarê Erdogan da ”bêbingeh” derketine û ew ” bi şerefa xwe li pişt serokêzîr” û serokê xwe ye.

Ji dêlî ku bibêje weleh 5-6 sal berê ez wiha difikrîm, lê nuha ez wiha nafirkirim, hezar teqleyî davêje, hezar derewî dike, dibêje bi gotinên min lîstine û hwd.

Lê hemû jî vir in, kesî bi dîtinên wî nelîstiye, wî ji çend salan carê teqleyek avêtiye û ji boyaxekê ketiye boyaxake din.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE