20 oktober 2011

Bersîva Ergun Eşsîzoglu

Birêz moderator*,
Berî her tiştî bi vê bersîva xwe ya girover û muhatab nediyar te pir eyb kiriye. Ji dêlî ku tu bi rengekekî medenî û raste rast bersîvê bidî pirs û rexneyên min, tu çerx dikî û berê mijarê didî dereke din.

 Ev, ne tiştekî xweş e.

 Di nivîsa xwe da min xîtabî we yanî moderatoran kiriye û dibê hûn jî xîtabî şexsê min bikin. Hilbijartina bersîveke ”anonîm” ne exlaqî ye û taktîka însanê neheq e.

 Tu naxwazî di bin rexneya min da bimînî, rexneya min bi te giran tê, lê ji ber ku tu neheq î loma jî tu newêrî rasterast bi navê xwe binivîsînî û navê min bidî û bi navê min, bi min ra têkevî minaqeşeyê.

 Ev şêl jî ne şêla însanekî samîmî û xwedî etîk e.

 Navê min Zinarê Xamo ye û di bin nivîsa min da heye.

 Çima tu bi navê min bersîvê nadî min?

 Gelo tu ji navê min aciz î ya jî pirsa ku min ji te kiriye tu nikanî ji bin rabî, ya jî nayê hesabê te ku tu bersîva wê bidî?

 Tiştê tu di vê bersîva xwe da qal dikî ji dûr û nêzîk ve têkiliya wê bi mewzûya me tuneye, ji bo veşartina rastiyê tu demagojiyê dikî.

 Mewzûya me pir konkret e. We SLOGANEK bi tirkî û kurdî weşand:
”Benîm adima oldurme!,
”Ser navê min nekuje!"

 Ev slogan him bi tirkî û him jî bi kurdî ye. Min jî rabû bi kurdî ji we pirsî( ji ber ku slogan bi kurdî bû):
 ”Ma we destûra kuştinê daye dewletê?” 
 Çimkî dewlet her roj kurdan dikuje. Çima hûn vê pirsê ji dewletê jî nakin?
Ji ber ku we slogan bi tirkî û bi kurdî nivîsîbû, loma jî tiştekî rast bû ku min jî bi kurdî ew şirove bikira.

 Di vê nivîsa xwe da tu bersîva vê pirsa min nadî, tu qet li ser vê meselê nasekinî, ji deli wê, tu qala gelş û bûyerên din dikî ku tu têkiliya wan bi mijara me ra tuneye.



Ev, ne şêleke “etîk” e.

 Min ji te tiştek pirsî weke camêran bersîva min bide, bi bersîveke ”anonîm” qala tiştên ne rast û têkiliya wê bi mijara me tune neke.

 Min tu carî ji we ra negotiye ji ber ku ez bi tirkî dizanim dibê hûn jî bi kurdî bizanibin.
Hinekên din gotibin jî min negotiye, loma jî ez viya weke buhtanekê şirove dikim.

 Ya din, her kesê ku bikanibe bi zimanekî bixwîne nayê wê maneyê ku dikane bi wî zimanî binivîsîne jî.

 Mesela ez bi swêdî baş fêm dikim û heta dikanim tercume jî bikim, lê ez nikanim bi swêdî karteke tekûz û nameyekê jî binivîsînim. Tiştê ez bi swêdî binivîsînim ewê hemû şaşomaşo bin.

 Numûneyeke din, îro bi milyonan kurd bi kurdî dizanin û dikanin bi kurdî bixwînin jî, lê nikanin du rêzan jî bi kurdî binivîsînin.

 Dema tu jê ra dibêjî çima tu bi kurdî nanivîsînî, dibêje weleh kurdiya min têra nake…

 Tu weke Ergun Eşsîszoglu(ez bawer dikim xwediyê van nivîsan tu yî. Heger ne tu yî bibêje ne ez im),wekî yekî diyarbekrî dibê tu vê rastiyê bizanibî. Yanî her kesê bikanibe bi zimanekî bixwîne nayê wê maneyê ku miheqeq dikane bi wî zimnî binivîsîne jî.

 Mesela tirkiya min ji kurdiya min sed qatî xerabtir e.

 Helbet ez nabêjim heger tirkiya min baş bûya minê ew şîara bi kurdî, bi tirkî şirove bikira. Na, ji ber ku tiştê min kiriye rast e, min li ser sloganeke bi kurdî bi kurdî pirseke ji we kiriye, di vê yekê da tu şaşî û neheqî tuneye.

 Heger heye bibêje çima û çawa?

 Piştî ku tu ji Diyarbekrê yî, bi îhtîmaleke mezin tu kurd î. Lê heger tu ne kurd e jî, ez dixwazim bizanibim, tu bi kurdî dizanî ya na?

 Yanî bi rastî jî tu ji van nivîsên min fêm nakî?

Heger tu bi kurdî dizanî, lê ji do da ye tu demagojiya tu nizanî dikî, bi rastî tu pir eyb dikî.
Çimkî di nivîsa xwe ya dawî da tu dibî û tînî û dibêjî ku bi yekî kurdînezan ra israra kurdîaxftinê ne etîk e.

 Nuha bersîva min bide:
Tu bi kurdî dizanî ya na?
Heger tu bi kurdî dizanî ji bo çi heta nuha te xwe li nezanînê danî?

Dudu, çima te bersîva pirsa min, “ma ji bo kuştinê we destûr daye dewletê, çima hûn vê pirsê ji dewletê jî nakin”neda?

 Heta nuha te bi navê “Ergun Eşsîsoglu” dinivîsand, di van bersîvên xwe da çima tu sifetê “moderator” bikar tînî?

 Gelo tu yekî din î ya jî di van hersê nivîsên xwe da tu navê xwe bikar naynî?

*Moderatorê grûba yahoo ya Diyarbekrê. Nivî sa min ya berî vê jî(Rim di çewêl hilnayê) li ser wî ye. Eşsîzoglu, di bersîva xwe ya bi tirkî da ji dibêje, ji ber ku nivîsa min bi kurdî ye û muxatab jî bi kurdî nizane, (ku ev ne rast e) loma wî neweşandiye û nivîsên bi vî rengî naweşînin....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE