04 oktober 2011

Dibê kurd bi hev ra li dijî vê terorê derkevin hîn ku ne dereng e

Hukûmeta AKP-ê terora xwe ya li hemberî kurdan bi rengekî çavsorî û bêperwa didomîne. Hêzên ewlekariyê bi emir û dîrektîva Erdogan, her roj li ber ekranan heqaretên nemayî li bi sedan siyasetmedarên kurd dike, wan biçûk dixîne, rencîde dike.


Hêzên pûlîsan vê sibehê jî li Stenbolê, li Amedê, li Êlihê, li Enqerê, li Mêrdînê û Sêrtê girtin ser gelek malên kurdan û bi teror û çavsoriyeke mezin bi sedan kes girtin bin çavan.


Di nava girtiyan da Cîgirê Hevserokê Giştî yê BDP-ê Erkan Pîşkîn, Cîgirê Hesapgirê Giştî yê BDP-ê Salih Yildiz, Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel, endamên meclîsa KCD-ê û Meclîsên Bajaran û gelek berpirsiyarên BDP-ê yên din jî hene.


Ji hilbijartinên 12-ê hezîranê û virdaye li dora 2 hezar endam û berpirsiyar û birêvebirên BDP-ê gitine û nêzî 500 kesî jî tewqîf kirine.


Di van opereayonan da zulm, çavsorî û heqareta li kurdan û siyasetmedarên wan tê kirin bi min pir zor tê, ez pir pî diêşim.


Dema ez dibînim çarpênc pûlis weke gurên har bi çavsorî û bi şîdeteke mezin bi kurtika hustuyê keç, xort, babaegîd û siyasetmedarên kurd digrin, wan virda û wêda lext dikin, destên wan ba didin û miameleyeke neînsanî, miameleya kesên sûcdar û krîmînel bi wan ra dikin, bi min pir zor tê, ji hêrsan ez diteqim û ji ber ku nikanim tiştekî bikim jî ez ji ber xwe fedî dikim.


Dema ez di ekranên telewîzyonan da dibînim çar pêc pûlis weke gurên devbixwîn, bi kîn û nefreteke mezin ji destê diyeke kurd dadin zarokê wê yê 10 salî û bi erdê ra dikişkişînin û dibin dilê min radibe pêdarê, ez bêhed xemgîn dibim û kela dilê min radibe.


Giriyê zarokê 10 salî, qîrîn û hawar û liberxwedana diya wî ya ji bo rizgarkirina lawê xwe, ekranê li ber çavê min reş dike, dike leylan û girî di gewriya min da dibe weke gulokekê...


Weke berxê ku gur ji ber mîhê birevîne, çar pênc pûlis bi rakişandin û lêdanê zarokê 10 salî ji diya wî diqetînin û dibin û dê jî bi bi rengekî bêçare dide dû wan, ji bo ku wî berdin lava dike, lê pûlisan li hemberî kurdan bûye kevir, loma jî qet guh nadinê.

Diya reben dikke nake, nikane berxê xwe ji devê guran rizgar bike, gur berxê wê, egîdê salî dibin davêjin ji erebê da...


Heta çendakî berê hemû kanalên telewîzyona min xera bûbûn, min demekê ne li telewîzyonên kurdî û ne jî li yên tirkî temaşe dikir. Min tenê carnan di înternetê da li hin kanalan temaşe dikir.


Lê hefteya borî min ban hosteyekî kir, camêr hat ji min ra hemû kanalên kurdî û tirkî program kir û çû. Loma jî nuha ez bêtir li xeberan guhdarî dikim.


Nuha ez herşev zulm û heqareta ku pûlisên tirk bi zalimeyeke mezin li kurdan dikin bi çavên serê xwe dibînin û pir û pir pê diêşim. Pê gelkî bêhuzûr dibim...


Dema ez vê çavsorî û terora Erdogan ya li hemberî gelê xwe dibînim, hertiştê tirk li ber çavê min reş dibe, dibe weke marekî reş.


Tirkiye, zimanê tirkî, medya û çapemeniya tirk, însanên tirk, kanala TRT6, beşên zimanê kurdî yanî hertiştê Tirkiyê û tirkan li ber çavê min reş dibe, di dilê min da kîn û nefretê zêde dike.

Heger meriv ji miletekî, ji ferdên miletetî di dereceya "îkrahê" nefret neke ne mimkûn e ku meriv zulm û heqareke hewqas mezin li însan û siyasetmedarên miletekî bike.

Bi baweriya min Erdogan ji hemû kurdan "îkrah" dike, ji hemû parlamenterên kurd yên AKP-yî, ji hemû karkirên TRT6-ê jî nefret dike. Heger nefret nekira, hewqas zul û heqaret li bira, pismam û merivên wan nedikir, heger bixwesta mafekî herî biçûk jî bida kurdan, ev zul li wan nedikir.

Dema ez li quretî û pozbilindiyên Erdogan û axaftinên wî yên nîjadperest û faşîzan guhdarî dikim û kurdên ku pûlis serên wan xwar dikin, destên wan ba didin û wan bi erdê ra dikşînin dibînim ûjdan û xîreta min tahmûl nake di eynî wextê da di TRT6-ê da li tingeringeke xapandinê temaşe bikim.


Li hemberî vê zor û zulma ku Erdogan li kurdan dike, dibê ne BDP tenê, dibê hemû siyasetmedar, ronakbîr, şexsiyet, rêxistin, komel û partiyên kurd jî reaksiyonê nîşan bidin û li dijî vê terora AKP-ê û Erdogan derkevin.


Şermeke pir û pir mezin e ku di demeke wiha da jî meriv hîn bêdeng be. Çawa ku hemû tirk li ser serê kurdan bûne yek, ji bo qedandina PKK-ê û BDP-ê seferberliq îlan kirine, dibê hemû kurd jî destên xwe bidin hev û li dijî vê terora Erdogan derkevin.


Ez bi xwe van êrîşên hukûmeta AKP-ê ya li hemberî BDP-ê dişibînin Şeva Krîstalê ya ku di sala 1938-a da naziayn li hemberî cihûyan dan destpêkirin.


Behaneya êrîşên ”Şeva Krîstalê” xwedêgiravî kuştina yekî alman bû. Bi vê bahaneyê dewletê û naziyan dest bi pogromê(qetlîamê) kirin.


”Şeva Krîstala” kurdan jî doza KCK-ê ye, bi vê bahaneyê dixwazin kurdan teslîm bigrin û tevgera kurd ya netewî tasfiye bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE