05 oktober 2011

Dibê kurdên AKP-yî baş li vî rismî binêrin

ANF-ê li ser kurdan rismekî pir "manîdar"  weşand. ANF di nivîsa xwe da dibêje, risim kînga û li ku hatiye kişandin ew nizanim.

Ciyê di risim da li kîjan bajarî ye ew jî nayê zanîn.


Lê tiştê meriv dibîne sahneyeke rastîn e, armanc tirsandin û terorîzekirina kurda ye...


Cesedên du gerîlayên kurd, yek bi ben ve girêdayîye û yê din jî bi dev û rû ve ketiye erdê û bivir ya jî xencreke tirk di piştê da çikandine.


Li pişt cesedên herdu gerîlayên li erdê bustê Ataturk û nivîsa ”Weten yek perçeye nayê perçekirin û çi bextewariya ji bo wî kesî ku bibêje ez tir kim.”


Weke merasimeke qurbanê, herdu gerîlayên kurd bûne qurbanên Ataturk. Ev risim jî nîşan dide ku do tirkan di serîhildanên Agiriyê, Şêx Seîd û Dêrsimê da çi anîn serê kurdan dixwazin îro jî eynîû qetlîaman bidomînin. Û ev dîmen jî ji bo ku kurd jê îbretê bigrin û bitirsin çêkirine.


Tirk, bi vî rismî, bi vê temsîlê ji kurdan ra dibêjin ku ”dema hûn serê xwe netewînin, hûn li hemberî me bi çongan nekevin erdê” ewê aîbeta we jî ev be.


Kurdan jî ev mesaja di risim da baş fêm kirin.


Heger ji destê kurdan were, rojekê ewê hesabê vê wahşeta dewleta tirk û ya vê temsîlê û vî rismî bipipirsin.



Ew kesên ku ji xwe ra dibêjin em kurd in lê hîn jî ji bo hin menfeetên şexsî ya jî ji bo çend qurişan li pey qûna Erdogan digerin, dibê baş liv î rismî binêrin. Tiştê Erdogan ji bo kurdan difikire ev e, Erdogan mîmarê vê sahnê ye.



Dibe ku tirk bi belavkirina vî rismî dixwazin kurdan bitirsînin, lê dibê were zanîn ku kurdan ji zûdaye dîwêrê tirsê hedimandine.

Ev risim ji tirsê bêtir, ji bo azadî û serxwebûnê dilê kurdan radike pêdarê, ezm û daxwaza kurdan ya ji bi serxwebûnê qat bi qat zêde dike.


XXX



Mi nuha li axaftina Sirri Sureya Onder ya meclîsê ya li ser tezkereya destûra şer û îşxala başûrê Kurdistanê guhdarî kir. Axaftina wî pir baş bû, zulma li kurdan dibe bi zimanekî edebî xweş anî zimên.

Hemû parlamenterên tirkan xayin xayin lê dinêrîn.
Lê parlamnenterên AKP-ê û CHP-ê yên kurd li hemberî wan gotininên Onder yên weke gurzê Rustemê Zal giran, dilşewat, bi hêz û mişt hest gelo wê bîstikê çi hisdikirin ez meraq dikim...



 Yekî tirk bi mêranî li hemberî qewmê xwe, dewleta xwe derdiket û ji tirkan ra digot hûn tenê dixwazin tirk bibin dijminê kurdan, bêyî dijminatiya li hemberî kurdan hûn tu tiştekî din fêrî tirkan nakin, riykeke din nadin ber tirkan. Hûn zulmê li miletê kurd dikin, hûn heqê miletê kurd dixwin.

 Û bi sedan parlameterên kurd jî li kêleka tirkên xwediyên vê zulmê rûniştibûn û li vî tirkê însan guhdarî dikirin.

 Wan weke kurd bi dijmin ra li qewmê xwe zulm dikirin, dixwestin artêşa dijmin bişînin ser zarokên xwe, bi tonan bombe bi ser serên wan da bibarînin û hemûyan qir bikin û yekî tirkî jî li hemberî vê tezkereya şer derdiket û digot hûn neheq in, bi biryareke wiha zarokên we, ewê ji ber vê biryara we fedî bikin....

 Wisa xuyaye Onderê di vê meclîsê da hîn gelek carên din jî van kurdên hevalên dijmin têxe binê erdê...










Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE