17 oktober 2011

Erdogan dixwaze bi terorê kurdan teslîm bigre

Weke kurdekî helbet ez jî dixwazim ku hukûmeta AKP-ê mesela kurd bi riyeke aştiyane û demokratîk çareser bike.

Çimkî ez dixwazim ji bin vê zulmê xelas bibim û li vê cîhanê weke kurdekî bijîm.
Lê tiştê ez dibînim AKP-e naxwze mesela kurd çareser bike, dixwaze bi darê zorê bişkîne, biqedîne.
Hukûmeta ku bixwaze bi qasî misqalê ziriq jî mafekî bide kurdan hewqasî najo ser PKK-ê û BDP-ê û vê zulmê li kurdan nake.

 Kîjan biaqil dibêje ku ev êrîş, girtin û terora hukûmeta AKP-ê ji bo çareseriya mesela kurd e bira ji kerema xwe ra derkeve pêş û ji min ra îzah bike....


XXX


"Cihêbûna ziman û rengên we ji ayetên Wî ne....."

 (Kuranı Kerim-Rum Suresi-22 nci Ayet)

Lê Erdogan li hemberî emrê Xwedê tê û cudabûna kurdan û zimanê wan qebûl nake, dixwaze kurdan bi darê zorê bike tirk.
A zora zaliman ev e...


XXX


Malpera ANF-ê derbarê Erdogan û Beşîr Atalay da teşbîhek pir xweş kiriye, Erdogan şibandiye Çîller û Atalay jî şibandiye Mehmnet Agar.

 Di warê îdeolojîk û siyasî da şibandineke pir rast û pir bi îsabet e.

 Erdogan, di mesela kurd da êdî ne riya çareseriyê, siyaseta tunekirinê daye ber xwe. Ev vekirîye.
Û alîkarê Erdoga Beşîr Atalay jî bûye Mehmet Agar, ew jî êdî bi devê Mehmet Agar dipeyive.

Di salên 1990-î da wezîrê karûbarê hundur yê wê demê Mehmet Agar gotibû, “Min li ser navê dewletê hezar operasyon li dijî PKK-ê kirin”.

Nuha jî Beşîr Atalay, eynî tiştî dubare dike, dibêje: “Emê hezar qatî bersîvê bidin PKK-ê.”
Yanî gava PKK yekî ji me bikuje, ewê hezar kurdî bikujin ya jî bersîveke hezar qatî girantir bidin kurdan…

Van gotinên Erdogan û Atalay ji bo min û hemû kurdên welatparêz ne tiştekî surprîz e. Loma jî ji me bêtir bira sempatîzan û dilxwazên AKP-ê û Erdogan van gotinan baş derz bikin. Çimkî wan hêviyên pir mezin ji Erdogan dikirin


XXX

Qet şik tuneye ku Erdogan merivekî zalim, bêûjdan, bêmerhemet, nîjadperest û neyarekî miletê kurd e.
Lê weke her zalimî Erdogan jî ne îstîsnayeke bi serê xwe ye, ew berhemeke civata tirk e. 


 Civata tirk, civateke nîjadperest, neadil, bêhuqûq, bêedelat û zalim e. Û Erdogan jî serokekî li gorî vê civata zalim e.
Meriv çi biçîne wiya diçine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE