02 oktober 2011

Ez van gotinên Erdogan diyarî hemû dilxwazên wî yên kurd dikim

Serokwezîrê Tikriyê Recep Tayyip Erdogan, di vegera xwe ya ji Makadonyayê di balafirê da bersîv daye pirsên rojnamevanan û gotiye, ne PKK û ne jî BDP ne nûnerên gelê kurd in, nûnerê gelê gurd ew in yanî AKP- ye.


Erdogan, li ser vê meselê wiha gotiye:


”PKK, gelê kurd temsîl nake. Hinek bi zanbîn hin tiştan li bin guhên hev dixin. Fena ku PKK û BDP temsîlkar û parêzvanê gelê kurd in, hewayeke wisa çêdikin. Ez viya pir vekirî dibêjim. PKK ne temsîkarê gelê kurd e. Ew rêxistineke terorê ye. BDP jî ne temsîlakrê gelê kurd e. Heger temsîlakar bûna li Rojhilat û Başûrê Rojhilat(yanî Kurdistanê) ewê ji me zêdetir ray bistendana. Dema meriv qala Başûrê Rojhilat û Anadoliyê(yanî Kurdistanê)dike, dibê meriv li Diyarbekrê, Hekariyê û Şirnexê tenê nenêre. Li wan deran(yanî li tevayiya Kurdistanê) AKP bêtir rayan digre. Di van demên dawî da çima bêtir giraniyê didin Batmanê û Sêrtê? Ji ber ku dixwazin bi zora sîlehê, bi tirsandinê rayan bigrin. Bira tehdît rabe, ewê rayên wan dakeve nîvî.”
Ez van gotinên Erdogan diyarî wan ronakbîr, siyasetmedar û hemû kurdên ku dilê wan bi Erdogan û AKP-ê ra bû û dixwestin kurd jî rayên xwe bidin AKP-ê dikim.


A vaya daxwaza wan hate cî, AKP careke din ji hilbijartinan xurttir derket û li Kurdistanê jî ji BDP-ê zêdetir ray girt.

Baş e, vê netîceyê ji kurdan ra çi bi xwe ra anî?


Qet, tenê zirar bi xwe ra anî û mafê gotina "ez nûnerê gelê kurd im" da Erdogan.

Erdogan dibêje ne PKK, ne BDP ya jî partiyeke din, ew nûnerên gelê kurd e, ji ber ku wan li Kurdistanê ji partiya kurdan zêdetir ray girtine.

 Erdogan qala artêşa xwe, pûlisên xwe, hêza xwe ya dewletê nake, nabêje ji ber ku ez ji we xurttir im loma jî ez nûnerê kurdam e.

Mêrik dibêje ji ber ku gelê kurd ji BDP-ê bêtir ray daye me, loma jî em nûnerên gelê kurd in. Heger netîceya hilbijartinan eksê vê bûya, yanî BDP-ê li Kurdistanê ji AKP-ê bêtir ray bistenda Erdogan îro nikanîbû ev quretî bikira.
Esas trajediya herî mezin ew e ku siyasetmedar û ronakbîrên kurd bixwazin dijminê wan, kesên ku welatê wan îşxal kiriye li welatê wan raya bistînin û xurt bibin.
Û dema xelk xurt bibe jî mafê wan heye bibêjin, "nûner em in, ne hûn in."!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE