14 oktober 2011

Kemal Bûrkay ez xeyalşikestî kirim

Li gorî malpera Rizgariyê dinivîsîne Kemal Bûrkay di kanala Samanyolu telewîzyonê da dîsa rexne li BDP-ê û li Ocalan girtiye, gotiye Ocalan Seddam Husên û Hafiz Esad teqlîd dike.

Birêz Kemal Bûrkay ev du meh û nîv in vegeriyaye Tirkiyê. Heta nuha gelek caran beşdarî programên telewîzyonan bû û dîtinên xwe anî zimên.

Bala min lêye di hemû axaftin û rexneyên xwe da li hemberî dewletê û hukûmeta AKP-ê pir bi pîvan, pir sergiran, pir kibar û nazik dipeyive, gotineke ne xweş û tahl ji hukûmetê û ji Erdogan ra qet nabêje.
Lê hemberî PKK-ê û BDP-ê tim pir sert û giran dipeyive, gotin û teşbîhên pir nexweş dike.


Ji roja Bûrkay vegeriya Tirkiyê û heta nuha dewletê bi sedan siyasetmedarên kurd û gelek şarederên BDP-ê girtin bin çavan û tewqîf kirin.


Teroreke pir mezin li ser kurdan tê meşandin, rojê bi sedan însanên kurd digrin, heqaretê li wan dikin.
Bi sedan zarokên kurd hatin girtin û îşkencekirin. Gelek caran ev îşkence li ber çavê medyayê tê kirin û em her êvar lê temaşe dikin.
Ji ber çavsorî, teror û heqareta ku hêzên dewletê li kurdan dikin meriv êdî tehamul nake li telewîzyonê temaşe bike.


Min hêvî dikir ku di rojeke wiha da birêz Bûrkay weke rîsipî û mezinekî kurd, weke siyasetmedarekî kurd ewê li dijî van êrîşên dewletê derkeve û gelê xwe yê mezlûm biparêze.
Lê mixabin şêla birêz Kemal Bûrkay ya heta nuha ez xeyalşikestî kirim…


Serokwezîr, wezîrê derve, wezîrê hundur û berdevkê Erdpgan Atalay li dijî kurdan her roj gotinên pir giran serf dikin, kurdan bi terorê, bi kuştinê û bi zindanê tehdît dikin.

Li Şemzînanê walî û qumandarê qereqolê termên du gerîlayên kurd bi ben girêdayî û xencera tirk di piştê da li ber busta Ataturk û gotina ”Ne mutlu Turkum Dîyene” bi rojan teşhîr kirin.

Ev sûretê barbariyê û nemirovî û bêhurmetiya li hemberî kesî mirî û kurdan di çapemeniya tirk da jî belav bû.

 Weke însan, weke siaysetmedarekî kud dibê meiv li hemberî vê wahşetê bêdeng nema.
Lê birêz Bûrkay ji dêlî ku li dijî vê terora dewletê derkeve, vê terora li hemberî gelê wî tê meşandin, hukûmeta AKP-ê rexne bike, dihere û tê gav û saetê bela xwe di BDP-ê û di Evdila dide.

Tu dibê qey yê vê zulmê li kurdan dike Evdila û BDP- ye.

Vê şêla Bûrkay ez matmayî hîştime, min qet bawer nedikir ku ewê li hemberî hewqas êrîş û zulma dewletê wiha bêdeng bimîne.


Heta nuha min nebihîstiye ku li hemberî van êrîşên dewletê Bûrkay beyanek dabe û ev êrêşên li hemberî gelê xwe rexne kiribe.


Ez nabêjim dibê meriv kêmasî û şaşiyên PKK-ê û BDP-ê rexne neke, dibê meriv bike.
Lê heger hinek ûjdan bi meriv ra hebe dibê meriv li dijî vê çavsoriya Erdoga û terora li hemberî kurdan dide meşndin jî derkeve, wê jî rexne bike.


Dema Bûrkay li derve bû kirin û terora hukûmetê rexne dikir, lê cergî vegeriyaye Tirkiyê tew bi carê da dev ji rexnekirina hukûmetê û terora li hemberî kurdan tê meşandin berdaye.

Di her programê da dihere û tê berê xwe dide PKK-ê BDP-ê û Ocalan. Û ji xwe tirk jî lid û vê ne, dixwazin kurdan bera hev bidin, ji zulma dewletê bêtir qala PKK û BDP-ê bikin.


Xwedêjêrazî, bi rexneyên BDP-ê û PKK-ê ra hela çend gotinan jî ji vê dewleta zalim, ji vî Erdoganê çavsor û ceberûd ra jî bibêje.




Mêrikan rojê 100-200 siyasetmedarên kurd digrin, destên wan li kelepçê dixin, lext dikin, bi pehînan bi wan dikevin û bi kortika hustuyên wan digirin û dixin erebeyan.


Ji bo ku sloganek avêtiye, ya jî beşdarî meşekê bûne bav û diyê herduyan jî digrin û çar zarokên biçûk li malê tenê hustuxwar dihêlin.


Weke siyasetmedarekî kurd man e dibê çavên te vê zulma dewletê jî bibîne û wê rexne bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE