12 oktober 2011

Min dengê xwe dernexist!

Ji Almanya nazî keşeyê bi navê Martîn Niemoller di rojaneyên xwe da wiha dinivîsîne:

"Berê sosyalîst top kirin, min dengê xwe dernexist; ji ber ku ez ne sosyalîst bûm. Dû ra sendîkacî top kirin, min dengê xwe dernexist; ji ber ku ez ne sendîkacî bûm. Dû ra cihû top kirin, min dengê xwe dernexist; ji ber ku ez ne cihû bûm. Dû ra hatin min bigrin, kesê ku ji bo min dengê derxista nemabû…"


Gelî tirkan, demokratan, dîndaran, sosyalîstan û hemû kesên ku ji xwe ra dibêjin em însan in; hûn nuha her êvar di malên xwe yên germ da, di nava zorokên xwe da di ekranên telewîzyonan da li girtinên qefle bi qefle siyasetmedarên kurd temaşe dikin û dengê xwe dernaxin. Lê ji bîr nekin ku weke keşe Martîn Niemoller, rojekê dikane dor were we jî.
Lê wê rojê kesê ku ji bo we jî deng bike ewê nemîne….

XXX

Gelî dost û hevalan, bi îhtîmaleke mezin heta du sê rojan ezê ji sohbet û xwendina nivîsên we mehrûm bimînim.

Sibe zû ezê ji tiştekî biçûk(ji fitixê)li nexweşxanê emelîyat bibim. Tuxtor got emeliyateke biçûk e, heta du sê rojan tu yê werî ser xwe.
Ez hêvî dikim ku rast be.

De nuha bi xatirê we hemûyan. Hûn hemû bimînin di nava xêr û xweşiyê da....

Û ez hêvî dikim ku di nava van du sê rojên nexweşiya min da Xwedê hinkî aqil bide siyasetmedarên tirk, kîn û nefreta di dilê wan da kêm û rahm û însaniyetê jî zêde bike...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE