18 oktober 2011

Nimûneyek ji dîrokê û siyaseta AKP-ê

Nimûneyek ji dîroka nêz û operasyonên hukûmeta AKP-ê yên li dijî kurdan.


Piştî Serîhildana Agiriyê rojnameya Cumhûriyetê di sala 1930-î da di heqê kurdan da wiha nivîsîye:


”Ev yek jî nîşan dide ku vana weke heywanan ji bo ziktêrkirinê çiqasî basît û ehmaqane difikirin. Goştê xav bi hinek bulxur ra tevhev dikin û dixwin. Ferqa vana ji wahşiyên Efrîqî û ji Yamyaman qet tuneye.
Li ser girên Agiriyê di şikeftan da li dora 1500 eşqiya mane. Balafirên me bi şîdet bombeyan bi ser serên şaqiyan da dibarînin. Çiyayê Agirî hertim di nava înfîlaq û agir da dinale. Qertelên hesinî yên tirk asiyan paqij dikin. Gundên ku îltîcayî eşqiyayan kiribûn bi temamî tên xerakirin. Di tevgera Zîlan da hejmara kesên hatin îmhakirin li dora 15 hezaran e. Geliyê Zîlan heta berdev tije cesed bûye. Di nava vê hefteyê da li Çiyayê Agirî ewê dest bi tenkîlê(bidûrxistina bi darê zorê)were kirin. Qumandar Salih Paşa bîzzat li Agiriyê ewê dest bi paqijkirinê bike. Îmkana xelasbûna ji wî ne mimkûn e.”
(Tevgera Çiyayê Agirî vê heftê dest pê dike, Cumhûrîyet, 16 temûz 1930)
Tirkiya wê, Ergun Eşsîzoglu.
Kurdî , Zinarê Xamo



Tiştê hukûmeta AKP-ê îro li hemberî kurdan dike jî berdewama vê siyasetêye, Erdogan jî bi van teqîfatan eynî qetlîamê û eynî paqijkirinê dide kirin.

 Di warê hedef û armancên siyasî da ez bi xwe tu ferqeke mezin di nabêna operasyon û paqijkirina Qumandar Salih Paşa û ya serokwezîr Erdogan da nabînim.

 Ataturk û qumandar Salih Paşa jî ji bo ku hebûna kurdan qebûl nedikirin, dixwestin kurdan bikin tirk, loma bombe bi ser serên kurdan da dibarandin, ew digirtin, dukuştin û davêt zindanan, mal û gundên wan bi ser serên wan da dihedimandin.

 Erdogan jî ji ber eynî sebebê, yanî ji ber ku kurd tirkbûnê qebûl nakin van operasyonan dide meşandin û kurdan zindan dike.

 Erdogan jî dibêje yek ”milat, yek ziman, yek al, yek welat, yek dewlet”, yanî dibê kurd bibin tirk.



Di mesela kurd da di warê îdeolojîk û siyasî da di nabêna Erdogan û faşîstên weke Akçûra û Mahmût Esat Bozkurt da tu ferq tuneye.


Ji roja ku Komara Tirkiyê ava bûye û virda ye kemalîst û faşîstên tirk ji me kurdan ra dibêjin:
“Efendiyê wî welatî tirk in. Kesên ku xalis muxlis ne tirk bin li welatê tirkan tenê mafekî wan heye: ew jî xizmetkarî û koletî ye...”
(Mahmût Esat Bozkurt)

Îsmet Înonu jî ji Mahmût Esat Bozkurt kîmtir nemaye û wî jî wiha gotiye:

”Eşkere, em nasyonalîst in. Û nasyonalîzim unsûrê yekîtiya me ya herî girîng e. Di nava piraniya tirkan da tesîra nufûsa tu nîjadeke(irqekî) din tuneye. Wezîfeya me, di nava wetenê tirk da dibê em hemû kesên ne tirk miheqeq bikin tirk. Nîjadên(irqên) ku mixalefetê li djî tirkan û tirkîtiyê bikin emê bibirin û bavêjin. Tiştê em li ba kesên ku dixwazin ji welêt ra xizmetê bikin digerin, tirkbûna wan e.”

Yanî siyaseta Erdogan dimeşîne eynî siyaseta Mahmût Esat Bozkurt û ya Îsmet Înonu ye. Erdogan jî ji me kurdan ra dibêje, mafê we tuneye hûn weke kurd bijîn, hûn mecbûr in bibin koleyên tirkan. Dema hûn vê koletiyê qebûl nekin aqîbeta we ya serê çiya, ya zindan ya jî kuştin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE