08 oktober 2011

Retorîk

Retorik, hunerekî xweşaxaftinê û xîtabetê ye. Hunerê zar û zimanekî şîrîn û bikaranîna gotinên bi tesîr û bi bandor e.

Hunerê qezenckirina dil û sempetiya însan e.
Li Swêd zarok vî hunerî bi gelek metodên cuda ji biçûkaniyê da li zarokxaneyan û meketeban fêr dibin.

 Loma jî zarokên swêdiyan ne şermok in, pir rehet dipeyivin, hestên xwe pir rehet û xweş tînin zimên....

 Serokên partiyan, siyasetmedar û serokên sendîqeyan û yên şîrketên mezin diçin qursên retorîkê, fêrî vê hunerê dibin.

Weke her karî, bêguman di pêşxistina retorîkê da jî antraman lazim e, yanî praktîk. Meriv çiqasî bipeyive, meriv hewqasî dibe xwedî tecrûbe û heyecana dema axaftinê ji ser xwe davêje.

Di axaftinê da meriv gotinên xwe çiqasî rast hilbijêre, çiqasî di cî d a û bi îsabet bikarbîne, meriv hewqasî dikane tesîrê li yê hemberî xwe bike û pê ra têkeve nava têkilieyeke baş.

 Gotinek, henekek ya jî metaforeke di cî da tesîreke mezin li însanan dike û dibe sebê avabûna pireke dostaniyê.

 Uslûb û şiklê axaftina meriv, gotinên ku meriv hildibijêre, hostetiya bikaranîna wan gotinan, jest û mîmikên meriv, tona dengê meriv hemû pir girîng in û li ser însanên li meriv guhdarî dikin tesîreke mezin dihêle.

Fikrekî rast û biheq dema bi rengekî xweşik û bi ser û ber û bi gotinên di cî da neyê parastin, di dil û mejiyê însanan da cî nagre.

Ji bo axaftineke xweş û bi tesîr jî bêguman zanîn û hazirî lazim e, dibê meriv hakimê mijarê be û dibê hedefa meriv diyar be. Min bîstek berê jî bi çend gotinan got, Sirri Sureya Onderê mebûsê BDP-ê xatibekî pir baş e û ji nuha pê va ewê hîn jî bi pêş keve.

 Berê rol û tesîra qelemê pir bû, nivîskarekî bi riya qelema xwe dikanîbû dilê bi milyonan feth bikira.
Lê nuha bi belavbûna telewîzyonê ra xetîb ketiye dewsa qelemê, tesîra qelemê kêm û ya xetîban zêde bûye.

 Loma jî ji bo siyasetmedarên kurd xîtabet, axaftina bi tesîr pir girîng e.

XXX
Min nuha di kanala Haber Turkê da li axaftina Sirri Sureya Onder ya li ser "Vîcdanî red" guhdarî kir.
Xanima program îdare dikir ji tesîr û heyraniya axaftina wî mest bû, devê wê ji hev ma...

Sirrî, him merivekî bi kultur e û him jî xatibekî pir xurt e. Ne mimkûn e ku meriv ji xîtabeta wî muteesîr nebe.

 Berê jî min çend caran li Onder guhdarî kiriye, ew di hemû axaftinên xwe da pir serketîye.
 Di nava BDP-ê da Altan Tan yek û Onder dudu, herdu jî xatibên pir xurt in. Bi argumnet û xîtabetên xwe yên bi bandor tesîreke mezin li dil û hestên însanan dikin.

 Lê bi taybetî jî stîla Onder pir xweş e û pir jî bi tesîr e. Devoka wî ya meraşî, hostetiya wî ya mîzahê û nukteyên wî, axaftina wî xweştir û bi bandortir dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE