02 oktober 2011

Şiyarbûna jinan azadiya kurdan nêzîk kir

Heta salên 1980-î beşdariya jinên kurd di xebat û serîhildanên kurdan da pir kêm bû. Piiştî salên 1980-î ev rewş hat guhertin ş jin jî weke mêran ketin nava xebata netewî.

Helbet avabûna DDKAD-ê, (komela jinên şoreşger û demokrat)di vî warî da gaveke dîrokî ye, loma jî ked û xebatan wan jî dibê meriv tim û tim binitirîne.

 Li welatekî weke me bindest heta ku jin jî beşdarî û serîhildana azadiya Kurdistanê nebin, rizgariya kurdan ne mimkûn e.

 Ji xwe ji sebebên rizgarnebûna kurdan ya heta nuha yek jî beşdarnebûna jinan ya xebata azadiyê ye.
Lê piştî salên 1980-î li Kurdistana bakur bi saya xebata PKK-ê jin jî bi mêran ra mil bi mil ketin nava têkoşîna netewî.

 Loma jî azadiya kurdan êdî pir nêz e.

 Dewlet, ji bo ku kurdan bihelînin û bikin tirk, ji salên 1920 va ye xebitîne ku jinên kurd asîmîle bikin û bi vê riyê bikşînin aliyên xwe.

Lê kurdan bi saya siyaset û têkoşîna PKK-ê ev tahlûke berteraf kirin û jinên kurd kişandin nava têkoşîna netewî.

 Îro li Kurdistana bakur hebûna jinan ya di têkoşêna azadiyê da sengerekî pir qewî ye. Tu hêz, tu tank, top û balafir ebeden nikane vê sengerê bigre.

 Beşdariya jinên kurd di şerê azadiyê da, ewê kurdan zûtir bigihîne azadî û serxwebûna xwe, ew roj pir nêzîk e...


                                                                     XXX


Ji ber ku Sirri Sureya Onder, di axaftina xwe ya kanala NTV-ê da navê Xwedê û termînolojiyeke dînî bikar anî, yekî bi navê Mehmet Levent Oncel rexne lê girtiye, gotiye wek merivekî çep, çima tu termînolojiyeke dînî bikar tînî.

 Ji sebebên serneketina çepên tirk û kurd yek jî ev babet fikir e; dibê meriv navê Xwedê, pêxember û dîn qet negre devê xwe.

 Ferdê miletekî Misilman ewê çawa navê Xwedê, pêxember û dîn negre devê xwe ez qet fêm nakim.
Gotinên, "Ji bo Xwedê bibêje, ma ev ferz e ya jî sunet e", tu têkiliya wan bi dîndariyê tunene, vana biwêjên xweşkirina axaftinê û baharatên zimên in.

 Însanekî kurd ya jî tirk çawa dikane qet navê Xwedê, pêxember, dîn û gotin û biwijên dînî negre devê xwe?

 Di edebiyat û zimanê kurdî û tirkî da bi hezaran gotin, helbest û biwêjên dînî hene, ji alî kesên çep ve bikarneanîna wan, qetleke li hemberî kultur û zimên e....



                                                             XXX


Ruhên pera kuştîye ji bedena şûr kuştiye zêdetir in.
Loma jî hukûmeta AKP-ê li hemberî hin kurdan şûr û li hemberî hinan jî pera bikar tîne.
Bi qasî ku xuya ye, bi rastî jî pere ji şûr bi tesîrtir e....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE