01 oktober 2011

Terora li hemberî kurdan berdewam e

Pêla  tero dewletê ya li hemberî "KCK" ê îro jî xwe gîhand bajarê Dîlokê/Entabê. Li gorî malpera ANF-ê dinivîsîne pûlisan îro girtine ser gelek mal û bînayên  birêvebir û endamên BDP-ê, KURDÎ-DER-ê  û Navenda Çand û Hunerê ya Medyayê û di van operasyonan da 12 kes girtin bin çavan.

Li hemberî kurdan eynî operasyon li Mêrsînê jî berdewam e û li wir jî gelek kes girtine bin çavan.

Terora ku îro hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdan dimeşîne, zulma ku bi bêqanûniyeke mezin kurdan dike ji ya dema 12-ê îlonê xerabtir e.

Armanca Erdogan bi van operasyona şikandina tevgera kurd ya netewî  ye.

Gelek kurdan berî hilbijartinan bi herareteke pir mezin propagandeya Erdogan dikirin û ji kurdan ra digotin rayên xwe bidin AKp-ê. Xwedêgiravî AKP ewê demokrasî bianiya Tirkiyê û mesela kurd çareser bikira.

Tiştê ecêb li hemberî  vê terora  Erdogan ji van kesan  qet dernakeve, fena ku qet ne liv ê cîhanê bin, li hemberî vê terora dewletê qet tiştekî  nabêjin. Nabêjin ma me ji bo vê terorê deng da te û propagandeya te kir?

Ew perlamenterên AKP-ê yên kurd ku berî hilbijartina quretî dikirin û digotin tu BDP-yîyek ji min ne kurdtir e, de bir adengê xwe bikin.

Bira bibêjin, ma ji bo ku tu vê zulmê li gelê me bikî kurdan ray dan me? Em qebûl nakin bi vê zorbatiyê û çavsoriyê tu hûn vê zulmê li gelê me bikin.

Newêrin bibêjin, ji ber ku ujdanê xwe jî û ruhê xwe jî firotine Erdogan û hemû jî bûne esîrê ber ber destê wî. 

Di nava van du mehan da di van operasyonan nêzî hezar kes girtin  bin çavan, nêzî hezar kesî tewqîf kirin, bajar bi bajar dane ber xwe û kurdan digrin, heta nuha ji van parlamenter û AKP-liyekî kurd yek deng jî derneketiye, yekî jî negotiye hewqas jî nabe !

Dibê kurd bibînin bê AKP û Erdogan çi neyarên vî miletî ne…
"Li ser girên bilind mar jî tên dîtin qertel jî, lê yekî xwe bi erdê kişkişandiye û yê din jî firiyaye."                                                                   XXX
Gelek cahil hene xwe zane û biaqil dihesibînin, lema jî tu carî nikanin bi qasî mûyekî jî ji cahiliya xwe xelas bibin...


Cehalet tiştekî pir xerab e, lê ya ji wê jî xerabtir haya meriv ji cahiliya meriv tunebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE