31 oktober 2011

Tiştê hûn dikin sûcekî li dijî mirovahiyê ye

Artêşa tirk û gerîlayên kurd ne xwedî eynî îmkan, teknîk, çek û cebilxaneyê ne. Li aliyekî artêşeke endamê NATO ya xwedî yek milyon hêzên çekdar û xwedî bi hezaran tank, top, helîkopter, teknîka herî dawî û balafirên şer û li aliyê din jî 4-5 hezar gerîlayên xwedî tivngekê.

 A ev 28 sal in di nabêna van herdu hêzên ku ne di warê hejmarê da(mîktar, nîcelîk) û ne jî di warê îmkan, teknîk û çekan da weke hevin şerekî pir mezin dom dike.

 Balafirên şer yên tirk bi alîkariya Emerîka ya lojîstîk her roj ji Diyarbekrê radibin û bi tonanan bombeyên jahrî bi ser serê çend hezar gerîla da dibarînin.

 Di van êrîşên bi 10 hezar, 20 hezar leşker ra û bi çekên kîmyayî dema çend gerîlayên kurd dikujin fena ku qehremaniyeke mezin kiribin pesnê xwe didin.

Bi bombeyên jahrî, bi çekên kîmyayî kuştina însanan ne mêranî û ne jî karekî însanîye, qetlîameke li dijî mirovatiyêye.


XXX
Bulent Arinç, qetilkirina 24 gerîlayên kurd bi çekên kîmyayî û bi rengekî hovane rast dibîne, pê dilşa dibe û ji bo ku artêşê, hêzên ewlekariyê ev qetlîama li dijî însaniyetê kirine wan pîroz dike.
Arinç, qetlîama 24 gerîlayên kurd bi çekêm kîmyayî kêfxweşiya xwe wiha tîne zimên:

 ”Êşa terorê hîn neqediya, Xwedê fersendê neda van zaliman, Xwedê wan helak bike. Em weke hukûmet bi hemû hêzên xwe yên ew...lekariyê ra ji bo ku dersa van xayinan bidinê bi şev û roj dixebitin. Hefteya borî hemû qumandarên me li ser serê leşkerên me çûn herêmê. Di qula(kuna) wan da(bi tirkî gotiye înlerînde vurdular. ”În”, ji bo qul, ciyên heywîn tê gotin)li wan dan û ew anîn deraxê ku nikanibin pişta xwe rast bikin. Ji bo dûzana welatê me, ji bo dawî anîna li terorê em spasî hemû hêzên xwe yên ewlekariyê dikin.”

 HPG, îro bi beyanekê got, têkiliya wan bi 35 gerîlayên wan ra qut bûye. Navê 31 gerîla eşkere kirin û navê gerîlayên din jî ewê di rojên pêş da eşker bikin. Yanî gerîlayên hatine qetilkirin ne 24, bi îhtîmaleke mezin 35 kes in.


Piştî kuştina 24 leşkerên tirk li Çelê, BDP-ê û hemû hêzên kurd bûyer rexne kirin û sersaxî ji malbatên leşkeran ra xwestin.

Lê Arinç, bira xwestina sersaxiyê li wir bimîne, bi kuştina 24 gerîlayên kurd kêfxweşiya xwe tîne zimêm û wan dişibîne lawiran û dibêje leşkerên me ”di qula/kuna wan da ew kuştin” û ji bo vê yekê jî generalên xwe pîroz dike.

Ev gotinên jor yên derdbarê kuştina 24 însanan da, dixwaze bira ew dijmin be jî, ancax ji alî merivekî pir zalim û faşîstekî pir har ve werin kirin..


XXX
Mamosteyê hêja Ahmet Aliş, di binê nivîsa min ya ser Bulent Arinç da şiroveyeke pir xweş û pir manîdar kiriye, gotiye:

 "Bibêje birayê Zinar, dibe ku deng hê jî bilintir bibe, ihtimalek ku biçe guhên kerran and keran!"
Kêfa min gelkî ji vê teşbîha "kerran û keran" ra hat. Bi rastî jî di nava me kurdan da hîn gelek kesên "kerr" û ker" û "kor" hene.

 Malxeraban ne vê zulma li gelê wan dibe dibînin û ne jî dibihîzin, ji "kerran" kerrtir, ji "keran" kertir û ji "koran" jî kortir in. Hîn jî ji bo çend qurişên malê dinyayê ji pey qûna Erdogan û Arinçê faşîst naqetin.

 Heger piçek ûjdan û însaniyet bi wan ra hebûya piştî hewqas zulm, girtin, kuştin, heqaretên bi devkî yên Gul, Erdoga û Arinç, dibê bi sedan, bi hezaran kesî ji AKP-ê îstîfa kiribûna û gotibûna, "êdî bes e, em hewqas zulm û çavsoriyê êdî qebûl nakin."

 Lê heta nuha ne parlamenterekî û ne jî birêvebir û endamekî AKP-ê li hemberî vê zulma hukûmetê derneket û ji AKP-ê îstîfa nekir.

 A ev bêdengiya li hemberî terora hukûmetê bêtir cesaretê dide Erdogan, Arinç û Gul ku vê siyaseta xwe ya irqçî ya qirkirinê bidomînin.

 Îro ji kurdên BDP-ê bêtir, reaksiyon û rexneyên kurdên di nava AKP-ê da û yên nêzî wê girîng e.
Herwisa rexneyên kurdên li dijî PKK-ê, BDP-ê ne jî pir girîng e, dibê ew jî hewqasî bêdeng nemînin û hukûmetê rexne bikin.

 Ji ber ku zulmeke pir mezin li gelê wan dibe, kesê ku li hemberî vê zulm û terora hukûmeta AKP-ê bêdeng bimîne bi gotineke meşhûr, "îblisekî lal e"! Gelê bi vî çavî li wan binêre...


XXX
Rojnamevan Hasan Cemal, di nivîsa xwe ya îro da çend pirsên baş ji hukûmeta AKP-ê dike, dibêje:

"Ma hûn dixwazin li meydanê tenê kurdên AKP-yî bimînin? Ya jî hûn dixwazin hemû kurdên ne  AKP-yî derkevin çiyê? Ya jî "kemîna" ku di salên 1990-î da li Tirkiyê hatibû danîn hûn bi "makajeke" nuh îro dubare kirin?"

Eynen wisa ye, AKP naxwaze hebûna miletê kurd û kurdên ne AKP-yî qebûl bike, hinekan dixin hefsan û hinekan jî mecbûrî derketina serê çiyê dikin.
AKP, welatekî bê kurd dixwaze dixwaze. Loma jî vê terorê li hemberî kurdan dimeşîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE