15 november 2011

Bêdengiya hin kurdan şer dirêj dike

Heger em dixwazin hukûmeta AKP-ê dev ji operasyonên leşkerî, girtinê û şer berde û mesela kurd bi riyeke demokratîk û aştîyane çareser bike ji PKK-ê, BDP-ê Mezûd Barzanî û Talabanî bêtir, kurdên di nava AKP-ê da û yên nêzî AKP-ê jî dibê dengê xwe bikin.

Dibê şareder û parlamenterên AKP-ê yên kurd, prof û mamosteyên kurd yên ku her roj derdikevin TRT6-ê û Dunya TV-ê û qala kurdayetiyê dikin û kesên ku di van telewîzyonan da dixebitin jî, welahasil hemû kesên derî PKK-ê û BDP-ê, dibê ew jî doza rawestandina şer û dana mafên kurdan li hukûmetê bikin.

Heta ku ev kurdên han bêdeng bin hukûmet zû bi zû ne dev ji şer û şîdetê berdide û ne jî tu mafî bi rehetî dide kurdan.

Ji ber ku hukûmet bêdengiya van kuran, van der û doran weke piştgiriyeke siyaseta xwe dibîne.
Berdevkên hukûmetê û nivîskarên nêzî AKP-ê gelek caran vê yekê vekirî dibêjin jî.

Dibêjin AKP li Kurdistanê ji BDP-ê zêdetir rayan digre, ev jî tê wê maneyê ku gel piştgiriyê dide vê siyaseta hukûmetê.

Erdogan çend caran ev yek pir vekirî got ”herêm tenê ne Diyarbekir û Şirnex e, li tevayiya herêmê ew ji BDP-ê sedî 30 zêdetir deng digrin.

Û mêrikan di vê îdîa xwe da pir ne neheq in jî.
Loma jî, heger em em dixwazin rojekê berî rojekê ev şer û ev xwîn raweste dibê kurdên AKP-ê û kesên nêzî wan jî dengê xwe bilind bikin û ji hukûmetê doza rawestandina şer û dana mafê kurdan bikin…

Dema viya nekin wê demê piştgiriyê didin siyaseta hukûmetê, bi kêmanî hukûmet wisa fêm dike û wisa dibêje.

Loma jî di rojeke wiha da dengê çend parlamneter û şarederên AKP-ê yên kurd, çend profesor û mamosteyên ku her roj derdikevin TRT6-ê û Dunya TV-ê, xebatkarên van telewîzyonan jî bi qasî dengê birêz Barzanî û Talabanî girîng e…

2 kommentarer:

  1. Evar bas birez Zinar!
    Rexne te li ser AKP-ye kurd u kurden din,di cidene(ti rast dibeje)Tiste min femkiriye di siyasetede gelek menfiet heye.
    Ez her roj li blogga te di xwenim.
    desti xwesbe. Bimine di xer u xwesiyede.
    Midyadiye

    SvaraRadera

PARVE BIKE