23 november 2011

Erdogan ji bo ya CHP-ê "uzir" û ji bo ya AKP-ê jî alîkariyê dixwaze

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro di civîna serokên rêxistinên bajaran yên AKP-ê da li li ser qetlîama Dêrsimê jî rawesitiya û got, ”eger li ser navê dewletê pêwîstî bi uzirxwestinê hebe, ez uzur(lêborînî) dixwazim”

Helbet "uzirxwestina" Erdogan tiştekî baş e.
 
Lê bi şertê ku dibê meriv bi xwe dev ji eynî zorbatiyê û eynî siyasetê berda be û daxwazên ku wê rojê bûn sebebê qetlîama Dêrsimê îro red neke û bi eynî metot û sertiyê neçe ser xwediyên van daxwazan, wan navêje zindanan û qetil neke.

Sebebê qetlîama Dêrsimê mesela kurd bû, ji ber ku dêrsimiyan tirkîtî reddikirin, doza mafên xwe yên netewî dikirin loma hatin qetilkirin û ji erd û avên xwe hatin bidûrxistin.

Heger baweriya Erdogan bi ”uzirxwestina”   wî hebûya û di "uzirxwestina" xwe da samîmî bûya, dibê îro mafê kurdan yên netewî qebûl bikira û eynî zulm li kurdan nekira.

Dibê îro 12 hezar kurd ne di zindanan da bûna, dibê balafirên tirk her roj çiya û geliyên Kurdistanê bombebaran nekirana.

Heger Sabîha Gokçenê ji bo şikandina serîhildna Dêrsimê 10 cara, 20 caran ya jî 100 carî Dêrsim bombebaran kiribe, balafirên Erdogan heta nuha bi hezaran carî çiya û baniyên Kurdisranê bombebran kirine û bi sedan, zarokên kurd kuştine.

Ji ber ku sûcê dêrsimiyan wê rojê çi bû, sûcê KCK-ê û BDP-ê jî îro eynî ye. Lê Erdogan ji ji bo sûcê CHP-ê "uzir" û ji bo yê xwe jî alîkariyê dixwaze.
Loma jî li gel ku ez uzirxwestina Erdogan pozîtîf dibînim jî, lê samîmî û ji dil nabînim. Ji ber ku ew bi xwe ji ber eynî sebeban eynî fiîlî dike.

Hewcedariya Erdogan îro bi manawrayên wiha hene û loma jî ew li ser navê dewletê lêborînê dixwaze. Bes Erdogan vê yekê pir nagre cidîyetê û di praktîka xwe da jî bicî nayne.

Erdogan, di axaftina xwe da gotiye, ”Belgeyek di 8-ê tebaxa 1939-an da hatiye nivîsandin. Ji Fermandarîya Jendermeyan a Giştî ra hatiye şandin. Di navbera salên 1936-1939-an da bi tevahî 13 hezar û 806 kes hatine kuştin. Li vir mirov hatine kuştin. Ez behsa erdhejê nakim. Behsa kuştinê dikim.”

Erdoganê ku bi belge qala vê qetlîamê dike û xwedêgiravî li ser navê dewletê ”uzir” dixwaze, teror û qetlîama xwe nabîne. Ji ber ku kara wî tê heye ya CHP-ê weke zulmê û trajediyeke mezin lê ya xwe jî weke mafekekî rewa yê li dijî "terorîzmê" dibîne...

Ji sala 1984-an û virda li Kurdistanê ne 13. 806, li dora 35 hezar gerîlla û kurdên siwîl bi destê hêzên eynî dewletê hatine kuştin.

Û 9 salên vê demê jî di bin serokwezîrtiya Erdogan da derbas bûye.
Gelo di van 9 salan da leşker û pûlisên Erdogan çend hezar kurd kuştin û çend hezar kurd avêtin zindanan?

Nuha di zindanên Erdogan da tam 12. 897 girtiyên ”terorîst” (!)hene.

Heger Erdogan di ”uzurxwestina” xwe da samîmî bûya dibê îro 12. 897 girtiyên kurd ne di zindanên Tirkiyê da bûna.

Heger Erdogan di ”uzirxwestina” xwe da samîmî bûya balafirên wî ewê li Çelê bi tonan bombeyên jahrî bi ser gerîlayên kurd da nebarandana û bedenên 36 keç û lawên kurd nekirana rejik.

Netîce, rejîma kemalîst ji ber kîjan sebeban qetlîama Dêrsimê kiribe, hukûmeta AKP-ê jî ji ber eynî sebeban ev 9 sal in eynî zulmê û eynî qetlîaman dike.
 Lê Erdogan ji bo ya CHP-ê ”uzir” û ji bo ya AKP-ê jî alîkariyê dixwaze..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE