01 november 2011

Ev zulma hûn li kurdan dikin ewê ji we ra jî nemîne

Erdogan,di axaftina xwe ya îro da jî hovîtiya artêşê ya li Geliyê Kazan dîsa parast û dîsa bi çavsorî û nîjadprestiyeke bêperwa BDP rexne kir, got, çima BDP-yî diçin şîna gerîlayên hatine qetilkirin.

Mêrik merivekî hewqasî zalim e, ji BDP-ê û kurdan ra dibêje neçin cenazeyên zarokên xwe ranekin, hûn jî wek min bibêjin ”vana terorîst in û loma jî qetla wan helal e.”

Dixwaze bira gerîlayê hatiye kuştin zarok, bira, xwarzê, biraziyê ya jî merivekî parlamenterên BDP-ê be, ji bo Erdogan ferq nake, dibê neçin cenazeyê biraziyê xwe, merivê xwe.
A bêûjdanî û zora zaliman ji viya tê gotin.

Erdogon sînyala berdewamiya terora xwe jî da got, ”Li dijî terorê em micadeleyeke pir bi biryar didin. Li ser navê micadeleya bi terorê ra çi pêwîst be em wiya dikin.”

Bi tank û topan, bi fuzeyên laser û bombeyên jahrî, bi firokeyên bêînsan, bi helîkopterên Super yên Kobra, bi general û yekîneyên profesyonel, bi hêzeke çekdar ya yek milyonî û bi balafirên şer yên yên ku her roj bi tonan bombeyên jahrê dirjînin ser serê gerîla û çiyan bi ser serên wan da dihedimînin, mimkûn e ku di warê leşkerî da hûn zora PKK-ê bibin, wê bêtesîr bikin, lê dibê hûn ji bîr nekin ku bi vê ”serkeftina” xwe hûnê tu carî nikanibin miletê kurd teslîm bigrin, hûnê tu carî nikanibin di dilê kurdan da agirê azadiyê û serxwebûnê vemrînin.

Ev nêzî 200 sala ne ku hûn û pêşiyên xwe hewil didin ku vî agirê azadiyê û serxwebûnê yê di dilê miletê kurda vemrînin û kurdan teslîm bigrin, bikin tirk, lê hûn nikanin.

Çimkî ev him ne mimkûn e û him jî neheqî û zulmeke mezin e. Weke her miletî, azadî û serxwebûn mafê miletê kurd jî, kurd jî rojekê miheqeq ewê bigihîje azadiya xwe.

Tu zalim û zulm nikane kurdan ji vî mafê xwezayî û demokratîk heta û heta bêpar bihêle. Zarokên kurdan jî weke yên tirk, ereb û farisan miheqeq ewê bibin xwedî welat û dewlet, xwedî al û nasname....

Li hemberî vê zulm û çavsoriya we, bi nîşandana bedenên keç û xortên kurd yên ku bi bombeyên we yên jahrî bûne rejik, hûn kîn û nefreta di dilê kurdan hezar qatî zêde dikin.
Tu zulm ne ebedîye, rojekê ewê dora we jî were…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE