21 november 2011

Fîsk: Çênebûna Kurdistanê trajediyeke

Rojnamevanên bi nav û deng, pisporê Rojhilata Navîn û nûnerê rojnameya İndependentê yê Lubnanê Robert Fisk, ji bo nasandina kitêba xwe ya dawî, ”Cenga Medeniyeta Mezin –Fetha Rojhilata Navîn” sê roj berê li Stenbolê bû.

Tirkan, Fîsk ji dest hev revandin, her kesî xwest aqilekî jê bigre û rewşa tirkan û Tirkiyê di pêşrorjê da ewê çawa bibe, jê fêr bibe…

Çimkî tirk girîngiyeke pir mezin didin dîtinên emerîkî û ewrûpiyan yên derbarê tirkan da û Tirkiyê da.

Ji ber ku xwe nezan û biçûk û ewrûpiyan jî zana û mezin dibînin. Û di vê baweriya xwe da zêde ne neheq in jî.

Loma jî Robert Fîsk, li Stenbolê beşdarî gelek civîn û programên telewîzyonan bû û çend hevpeyvîn çêkir.

Ji rojnameya Bîrgunê Onur Erem û Ali Şimşek, bi Fîsk ra hevpeyvînek kirine. Erem û Şîmşek, kapaxbûna Erdogan ya kovara Time jî, fena ku bûyereke pir mezin be ji Fîsk pirsîne, xwestina bizanibin gelo Fîsk di heqê vê bûyera mezin çi difikire, wê fêr bibin.
Herdu rojnamevanan ji Fîsk pirsîne, gotine:

”Û nîhayet bû kapaxa(yanî Erdogan) Time. Li Tirkiyê ev çend roj in ev mesele tê peyivîn.”

Fîsk, bi rengekî matmayî gotiye:
”Ez Time naxwînim. Ez texmîn nakim ku Erdogan jî dixwîne. Bi ya min Time kovareke virek e. Hûn çima wê hewqasî mezin dikin ku?
Tirkiye, tiştê berê ereban dikir dike. Hûn dipirsin, Emerîka di heqê me da çi got? Lê ereb êdî tiştên kovara Time çi dinivîsîne girîng nabînin. Lê Tirkiye hûn hîn girîng dibînin. Hûn hîn baweriya xwe bi çapemeniya Emerîka tînin, ev ehmeqîye.”


Û li ser pirsa guherîna li herêmê, gelo ewê çi tesîrê li kurdan bike, Fisk gotiye:

”Çênebûna Kurdistanê trajediyeke. Li vê coxrafiyayê dibê welatekî bi navê Kurdistan hebûya, bi Peymana Versaîlles. Lê belê ev yek çênebû. Çênebûna wê, trajediyeke mezin e. Ewê Ermenîstaneke hîn mezintir jî hebûya, ew jî nebû. Berpirsiyarê vê, siyaseta Emerîka ya îzalosyonê, serok Wîlson û peymana Sykes- Picot e.”

Bi rastî jî wisa ye, dibê nuha li Rojhilata Navîn dewleteke bi navê Kurdisatnê hebûye...


Çênebûna Kurdistanê trajediyeke pir mezin e. Loma jî tam ev 90 sal in ku miletê kurd ji bo avakirina Kurdistanê têkoşîneke bêhempa dide û di vê riyê da bi sedhezaran şehîd daye.

Trajediyeke din ya mezin jî siyasetmedar û serokên kurdan newêrin weke Fîsk bibêjin ”çênebûna Kurdistanê trajediyeke mezin e.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE