23 november 2011

Gava dibe mesela kurd her tirk dibin weke hev

Piştî ku min nivîsa Ahmet Altan ya îro(operasyon) ya li ser operasyonên KCK-ê xwend, ez gihîştim wê baweriyê ku tirkek(esas ew bi xwe ne tirk e jî lê xwe tirk dibîne) tu carî(ya jî zû bi zû) nikane bibe mirovekî tam demokrat, tam rastgo, tam xwedî ûjdan û tam însan…

Demokratbûn, xwedîûjdanbûn, diristî, rastgoyî û însaniyeta her tirkî heta ber deriyê kurdan û sînorê Kurdistanê ye.

Dema mesele dibe kurd û Kurdistan, merivê tirk yê herî demokratdibe faşîstê herî har, dilê herî nerm û bi rahm dibe kevirê herî sert û alim û sofiyê herî mezin jî dibe zebaniyê ber deriyê dojehê.

Ahmet Altan jî di nivîsa xwe ya îro da demagojiya bi heqbûna operasyonên KCK-ê dike, ku min qet jê nedipa.

Altan, bi şiklekî nedirist meselê dibe û tîne û dawiya dawî sûc dixe hustuyê KCK-ê, dibêje, KCK-ê gerek van kesanan nekira endamên xwe…

Halbûkî Altan pir baş dizane ku yê neheq hukûmet e, ji ber ku hukûmet naxwaze tu heqî bide kurdan, loma jî mecbûr e ku maneyekê bibîne û şer bike.

”Emir” û dîrektîfên Ocalan ne tiştekî nuh e, hukûmet ev 5 sal in ji van ”emir” û ”dîrektîfên” Ocalan ra kûryetiyê dike.

Lê nuha piştî ku îşê xwe pê qedandin, van beyanên wî wek delîlên sûc lanse dikin.
Bi salan e ku bi KCK-ê û serokên wê ra rûdinin, lê nuha weke tiştekî ku nuh keşif kiribin difroşin milet.

Ya din, ev kesên ku hatine girtin hemû jî endametiya KCK-ê red dikin. Û di destê Altan da tu belge û delîl jî tuneye îspat bike ku bewqas însan endamên KCK-ê ne.

Helbeta Altan vana hemûyan dizane, lê dîsa jî dirist hereket nake û meselê şêlû dike.
Lê helbet merivê neheq nikane dirist be û rast bipeyive….


XXX
Piştî ku serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li ser navê dewletê xwedêgiravî ji gelê Dêrsimê lêborîn xwest, serokê rêxistina CHP-ê yê Amedê Mûzafer Degerê me jî bi beyanekê li ser navê partiya xwe ji gelê Dêrsimê lêborîn xwestiye.

 Lê CHP ji vê uzra Muzafer Deger pir aciz bûye û ew ji serokatiyê îxrac kirine.
Dewletê li Dêrsimê li hemberî kurdan qetlîameke mezin kiriye, loma jî dibê dewlet û serokatiya CHP-ê loborînê bixwazin.

Çima tu lêborînê dixwazî? Ma tu berdevkê dewletê yî? Tu çima xwe li ber baranê şil dikî?
Tu jî kurd î û qetlîam li hemberî te jî hatiye kirin. Dibê tu bi xwe ji dewletê û ji îdareya partiyê doza lêborînê bikî.
Welhasil em kurd merivên ecêb in…

 XXX
Ece Temelkuran, di nivîsa xwe ya Haberturkê da nivîseke pir balkêş nivîsîye. Li gorî reqemên Ece Temelkuran dide, di sala 2005-an da li Tirkiyê hejmara kesên ji sûcê terorê hatin girtin 273 ye. Ev hejmar piştî 5 salan yanî di sala 2010-an da derketiye 12. 897-an.

Li hemû dinyayê hejmara kesên ji sûcê ”terorê” girtî ne 35. 177 e.
Li Tirkiyê hejmara girtiyên ji eynî sûcî 12. 897 e.

Di warê rojnamevanên girtî da Tirkiye li dinyayê welatê yekem e, Rûsya û Çîn jî derbas kiriye.
Ji bo ku meriv ”demokrasiya” (!)AKP-ê fêm bike numûneyên pir baş in.

Ji xwe ji dawiya 2009-an û vir da ye hukûmeta AKP-ê biryar daye ku tevgera kurd ya legal û siyasî tasfiye bike.



XXX
Hin kurdan li Strasburgê avahiya Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê îşxal kirine. Pûlisên fransis mudaxeleyeke pir ser t kiriye, bi dehan kes hatine girtin û gelek kes jî birîndar in.

Ez bi xwe çalikiyên wiha qet rast nabînim. Ji ber ku li Ewrûpayê îşxal û tiştên wiha zor tê hebe ji feydeyê bêtir zirarê dide kurdan. Çalakiyên wiha li hemberî kurdan antîpatî û dijiminatiyê xurt dike.

Kî vî aqilî dide kurdan ez nizanim, lê ev ne tu rê ye, em bi destên xwe xelkê dikin neyarên xwe.
Ji dêlî çalakiyên wiha, dibê meriv protestoyên demokratîk bike, rê û metodên hîn hdemokratîk, hîn humanîst bibîne.

Bi zorê, bi îşxalê kes nabe dost û hevalê me. Dibê em xelkê bi mazlûmiya xwe îqna bikin. Çalakiyên wiha îmaja kurdan li Ewrûpayê xera dike û propagandeya tirkan ya ”terorîzmê” xurt dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE