07 november 2011

Herkes perwerdeya bi kurdî dixwaze lê ne ji bo xwe

Ajansa Dengûbasan a Kurdistanê(Aknews-ê), bi weşanger Abdulah Keskîn ra hevpeyvînek kiriye.

Keskîn di hevpeyvîna xwe da dibêje:

”Tu ji kê bipirsî perwerdeya bi kurdî dixwaze, lê ne ji bo xwe, ji bo yê din. Yê din kî ye ne diyar e.”
Ji bo kurdên Kurdistana Tirkiyê tespîteke pir rast e. Bi rastî jî kurdên bakur bi piranî û bi taybetî jî siyasetmedar wiha difikrin.

Yanî siyasetmedar vê daxwazê qet nagrin ser xwe, ji bo "gel", ji bo "kurdan"  dixwazin.

Ji bo serbestbûna perwerdeya bi kurdî nivîsan dinivîse, dipeyive, beşdarî meşan dibe, ji hukûmetê perwerdeya bi zimanê kurdî dixwaze, lê nej i bo xwe û zarokên xwe, ji bo ”kurdan” dixwaze.
Îcar ev kurd kî ne, ew jî ne diyar e.

Ji ber ku tu kurd, ya jî em bibêjin piraniya kurdan vê daxwazê tu carî ji bo xwe û zarokên xwe nake, ji bo hinekên din dike.

Û kurdên din jî yanî ewên ku kurdî ji bo wan tê xwestin li meydanê tunene.
Loma jî rewşeke pir abstrakt li meydanê heye.

Perwerdeya bi kurdî ji bo hin kesan tê xwe xwestin lê ew kes bi xwe li meydanê tunene.

Heger ”xwedêneke” sibe ji nişka ve Erdogan were rahmê û ji kurdan ra bibêje , bavo temam, em zimanê we serbest dikin. Kerem bikin zarokên xwe bişînin dibistanên kurdî.

Ez bawer dikim piraniyeke mezin ya kurdan li hemberî bûyereke wiha ewê şok bibin, ewê bibêjin ev çi ye?, em qebûl nakin.

Loma jî esas gelek kurd ji rewşa îro û nedana hukûmetê razîne, naxwazin hukûmet nuha, di saxiya wan da vê daxwaza kurdan qebûl bike.

Hukûmet nede û ew jî bixwazin û mesele bi vî hawî dom bike xweştir e, qenekê dernakeve ortê ku kî dixwaze, kî naxwaze?

Heger ne wihabûya ji xwe kesên bi kurdî dizanin ewê bi kurdî binivîsandana û kesên nizanin jî ewê fêr bibûna, zarokên xwe fêr bikirana.

Di facebookê da carê bala xwe bidin şiroveyên binê nivîsên bi tirkî, dema nivîs bi tirkî be bi dehan, bi sedan kes şirove dike.

Lê dema nivîs bi kurdî be, çend kesên diyar hene, tenê ew dikin…

Kî dizane gelek kurd nuha çiqasî kêf dikin ku hukûmet kurdî serbest nake. Ji ber ku dema hukûmet serbest bike ewê foya wan derkeve ortê, ewê zarokên xwe neşînin mektebên kurdî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE