03 november 2011

Ji bo me kurdan çend nimûneyên mişt ders

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro saet di 17-an da gihîşt Stenbolê.
Li gorî ajansa Firatnewsê dinivîsîne, Mesûd Barzanî, li Balafirxaneya Ataturk ji alî cîgirê waliyê Stenbolê Ahmet Aydin ve hatiye pêşwazîkirin.

Baş e ku bekçiyekî qereqolê neşandina pêşwazîkirinê.
Helbet ev muameleya hikûmeta AKP-ê heqareteke pir mezin e him li serok Barzanî û him jî li tevayiya miletê kurd.

Her kurdê bi xîret, xwedî xurûreke netewî dibê vê muameleya li hemberî serokê herêma Kurdistanê, birêz Mesûd Barzanî ji bîr neke…

Helbet bi vê muameleya dijminane Mesûd Barzanî biçûk nakeve, tenê nemirovî û dijminatiya hukûmeta AKP-ê ya li hemberî kurdan diyar dibe.
Kurd van heqaretên Erdogan di quncikekî dilê xwe da qeyd dikin...

Rojnameya Resmî û malpera wezîrê derve jî ji bo ku nebêjin ”serokê Herêma Kurdistan”, gotibûn ”Serokê IKB”.

XXX
Li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Edrogan, Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî îro diçe Tirkiyê.

Malpera Wezareta Derve û Rojnameya Resmî ya T.C-ê(Komara Tirkiyê), ji bo ku navê Kurdistanê nenivîsînin, nebêjin ”Serokê herêma Kurdistanê”, gotine ”Serokê IKB-ê” Mesûd Barzanî îro tê Tirkiyê.

 ”IKB”, kinkirina navê ”Irak Kurdistani Başkani yanî Serokê Kurdistana Iraqê.”
Lê ne vekirî, tenê herfên serî weke ”IKB” nivîsîne.

Ji bo telafuznekirina navê Kurdistanê û sifetê Barzanî, ev jî îcadeke hukûmeta AKP-ê ya nuh e.
Bi dîtina min, ev nimûne jî nîşan dide ku hukûmeta AKP-ê hebûna statuya kurdên başûr jî hîn qebûl nake.

Hukûmeteke ku hîn nexwaze sifet û meqamê serokekî kurd vekirî û rast binivîsîne, ji bo vê yekê serî li riyên hîleyan bide, ev hukûmet ewê çawa mafê kurdan bide û mesela kurd çareser bike?

Erdogan û Davutoglu hîn naxwazin navê ”KURDISTANÊ” bigrin devê xwe û di malperên dewletê yên resmî da biweşînin.

Yanî hukûmeta AKP-ê hîn statuya kurdên başûr û ya Mesûd Barzanî qebûl nake.
Îcar ev hukûmet ewê çawa mafekî bidin kurdên xwe?

 Min nuha bala xwe da malperên tirkî, teqrîben hemû malperan jî eynî weke Rojmnameya Resmî(Resmî Gazete) gotine ”Serokê IKB”ê Mesûd Barzanî bikar anîne.


XXX
Rast e derew e baş nayê zanîn, lê tê îdîakirin ku ev nifira helbestkî ya li jêr ji Alî Yavuz Sultan Selîm ve li Mûşê li ser kaniyekê hatiye nivîsîn.


Helbest wiha ye:
”Fersendê nede kurd ya Reb, bira sultanê welat nebe
bira çaroxa nigê wî teng be, tu carî îflah nebe
lêxe bi ço, bigre nan ji dest, bira zikê wî têr nebe,
ji vê kaniyê bira gawir vexwe, rûm vexwe, ji kurd ra nesîb nebe

XXX
Kürde fırsat verme ya Rab, dehre* sultan olmasın,
Ayağını sıksın çarık, asla iflah olmasın,
Vur sopayı, al ekmeği, karnı bile doymasın,
Ol çeşmeden GAVUR içsin, RUM içsin, kürde nasip olmasın

*Welat, yanî bira nebe sulatanê welêt.


XXX
Li Tirkiyê zulmê dest guherand. Berê yên hukumdar leşker bûn, nuha hukumdar sivil in.
Berê serdar û fermandarê hêzên zulmê serokerkan bû, nuha serokwezîr e.
Berê, zulm û çavsorîya mezin leşkeran dikir.
Nuha sivîl dikin.
Dewlet ji destê leşkeran derket, ket destê pûlisan.
Berê Tirkiye dewleteke leşkerî bû, nuha bû dewleteke polîsan.
Berê serokerkan berpirsiyarên çapemeniyê, medyayê dicivandin, emir û ferman dida wan…
Nuha serokwezîr wî karî dike, îcar ew li hemberî kurdan emir û fermanê dide wan.
Yanî ji bo kurdan ne zulm, zulumkar, ne îşkence, îşkencekar hatin guhertin.
Berê leşkeran bi qundaxan li kurdan dixistin, nuha pûlis û tîmên taybet bi copan lêdixin.
Ferq tenê ev e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE