04 november 2011

Medyaya tirk li dijî kurdan şerekî psîkolojîk dimeşîne

Dewlet li hemberî PKK-ê di warê psîkolojîk da jî şerekî pir mezin dimeşîne. Çend qelemên demokrat ne têda, hemû çapemenî û medayaya tirk, li gorî daxwaz û dîrektîfên Erdogan û hukûmetê, li hemberî kurdan vî şerê psîkolojîk bi rengekî bêaman dimeşînin.

Çapemenî û medyayê hewayeke wisa xuliqandine, fena ku dewletê di warê leşkerî da PKK şikandiye û hêzên gerîla jî êdî li ber belav bûnê ne.

Loma jî dibê rojekê berî rojekê, hemû gerîla û PKK-yî teslîmî dewletê bibin hîn ku ew jî nehatine kuştin.

 Hemû telewîzyon, rojname û melperên tirk qela xwe kirine yek û bi yek devî ji kurdan ra dibêjin, ”law birevin pûlis hat! Zû teslîm bibin hîn hûn jî nehatine kuştin!”

Mesela Emre Uslu di quncikê xwe yê rojnameya Tarafê da, ”Banga dawî ya berî mirinê” li kurdan, li PKK û gerîla dike, dibêje werin teslîm bibin, ya na hûnê jî werin îmhakirin.

Emre Uslu, ji alî din da jî ji hukûmetê ra jî dibêje, dev ji êrêşan û operasyonan bernede, heger hûn wiha dom bikin, di demeke nêz da hûnê PKK-ê biqedînin. Emre Uslu ji hukûmetê ra dibêje:

”Ez pir vekirî dibêjim, heger stratejiya mewcûd were domandin, heta buhara pêş me PKK ewê were îmha kirin.”

 Huseyîn Gulerce yê xwedêgiravî xwedî ”hinek ûjdan” li kesên weke Hasan Cemal , ji ber ku ew li dijî operasyonên KCK-ê derdikeve, wî rexne dikre û dibêje, ”êdî li ortê kesên ku azadiya kurdan dixwazin tunene, vana gurûbek qatilên destbixwîn in.”

Kesên weke Musta Akyol ku li gorî gelekan hîn bi ”merhamet” in û goy dixwaze hukûmet hin mafan bikde kurdan, ji hukûmetê ra dibêje, dozaca şîdetê zêde pêşda nebin, bi ”ço” ra bira ”gizêr” jî tim di destê we da be.

 Mustaf Akyol dibê: ”Weke Sedat Lçîner jî di nivîsa xwe da rêz kiriye, dibê, parastina bi kurdî, dersên kurdî ya bi hilbijartinê û daxwazên navên ciyan yên bi kurdî werin qebûlkirin…”
Hûn dibînin di nava dîndaran da qelama herî bi ”ûjdan” ji bo kurdan kîjan mafan dixwaze?
”Di dadgehan da axaftina bi kurdî, di mekteban da dersên bi hilbijartin û paşdedana navên bi kurdî!”

Xêra Xwedê, heger kurd bi van mafan jî neyên serî pir neheq in(!)

Mêrik, di mahkemeyanda axaftina bi zimanê xwe ne weke mafekî însanî yê xwezayî, weke lutfekê, weke gaveke siyasî dibîne.

Bi kurtî, hukûmetê û medyayê, çapemeniyê qela xwe kirine yek û dixwazin tevgera kurd ya netewî bifetisînin.

 Hukûmet ji çareseriy mesela kurd bêtir, li dû qedandina PKK-ê ye, dixwaze bi şer zora kurdan bibe û kurdan teslîm bigre.

Medya û çapemenî jî ji bo rastgerandina vê armanca hukûmetê, bi hemû hêza xwe alîkariya hukûmetê dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE