14 november 2011

Qanûna esasî ya nû û planên tirkan

Li Tirkiyê dema çêkirina qanûna esasî nêz dibe. Bi vê nêzbûnê ra tirk jî li dek û dolabên xapandina kurdan digerin.

Hemû pispor û zanayên qanûna esasî qela xwe kirine yek lir ê û dirb û taktîkên xapandina kurdan digerin.

Dixwazin bi riza û piştgiriya kurdan qanûneke esasî ku hebûna kurdan hebûn qebûl nake çêkin.
Dixwazin kurdan îqna bikin ku, pir baştir e ku mafên wan yên netewî di qanûna esasî da cî negere, ji ber ku hewcedariya tiştekî wiha tuneye.

Min îro nivîsa Prof. Ergun Ozbûdûn xwend. Ozbudun yek ji giregirê tirkan yê di vî warî da ye.
Ozbudun, ji bo ku nasnameya kurd û mafên wan yên netewî di qanûna esasî da cî negere û zimanê kurdî jî nebe zimanê perwerdeyê hezar û yek demagojiyê dike, dibêje gerek meriv cî nede ”etnîsîteyê”, ji dêlî wê va formuleke din bibîne.

Ozbudun, di vî warî da gelek şîretan li dewletê û li hukûmeta AKP-ê dike.
Yanî mêrik ji dewletê ra dibêje gerek em dîsa ”elewêre delewêreyekê bînin serê kurdan” û di qanûna esasî da tu mafekî netewî nedin wan. Lê dibê ev yek jî ne bi zorê, bi qebûla kurdan bibe. Dibê hukûmet kurdan di vî warî da îqna bike…


XXX
Parlamenterê BDP-ê yê Mêrsîne Ertugrul Kurkçu ji bo serokwezîr Erdogan gotiye, li hemberî me serokwezîrê Tirkiyê yê herî ”nobran” heye.

Kurkçu pir rast gotiye, min jî çend caran qala vê ”nobraniya” Erdogan kir. Bi rastî jî Erdogan merivekî bêkultur û pir qebe ye.

Kurdiya ”nobran” ZIRZOP e, cara pêşî min ji bo Erdogan gotina ”zirzop” bi kar anî.
Li gorî ferhengên tirkî, maneya ”Nobran” qebe, sert, devpîs, bênezaket, bêterbiye, dinyanedîtî yanî kesê ku pê ra nayê jiyîn.

Lê bi dîtina min gotina ”ZIRZOP” ji gotina ”nobran” xweştir li bejn û bala Erdogan tê...
Dema meriv bibêje merivekî ”ZIRZOP” e, herkes baştir fêm dike….


XXX


Hin kurd pir nankor in. Him bi xêra têkoşîn û şerê PKK-ê ji xwe ra kêf dikin, di telewîzyona dewletê, TRT6-ê da bûne xwedî program, xwedî şîrket û pera qezenc dikin û him jî spas nakin.
Di zanîngehan da bûne mamosteyên kurdî, bi merasim û helahop vedigerin Tikriyê, lê dîsa jî dev ji dijminatiya PKK-ê bernadin û carekê be jî spasî PKK-ê nakin û nabêjin, xêra hebûn û têko şina we dewletê em efû kirin, em kirin xwedî kar û meqam.
Bi baweriya min heger îro TRT6 heye û hin kurd di vir da bûne xwedî kar, xwedî program, xwedî şîrket û pera qezenc dikin, ev yek bi xêra şerê PKK-ê yê çekdarî, xebat û liberxwedana wê ya legal e.
Ne şerê PKK-ê yê çekdarî û têkoşîna wê ya bêhempa bûya ne mimkûn bû îro ji bo xapandinê be jî TRT6 û di hin zanîngehan da beşên kurdî hebûna û hukûmeta AKP-ê wiha rû bida van kurdên ”aştîxwaz” û neyarên PKK-ê.
Bi dîtina min dibê meriv hewqas jî ne nankor be, ji dêlî neyartiyê dibê sipasî PKK-ê, BDP-ê û xebata wan bike…
Cccccccccccccc



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE