26 november 2011

Serokên ku li hemberî teklîfên Erdogan zû "nerm" bûn

Di malpera Rizgarî da beyaneke malpera Dengê Kurdistanê heye. Di beyanê tê gotin ku ev demek e malpera ”Dengê Kurdistan” ê li Tirkiyê û Kurdistanê venabe.

Dema xwendevan dixwazin tîkevin malperê, beyaneke ”Serokatiya Telekomînîkasyonê” derdikeve hember wan. Di vê beyanê da tê gotin ku, ” Li gor biryara Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê ya roja 04.08.2011-a malpera www.kurdistan.nu hatiye astengkirin.”

Yanî piştî vegera Kemal Bûrkay bi 5 rojan hukûmeta AKP-ê biryara qedexekirina malepera ”Dengê Kurdistan” ê, daye.

Û malpera ”Dengê Kurdistan” ê jî ne malpera PKK-ê û ”terorîstan” e, malpera hevalên Kemal bûrkay e.

Hukûmet û wezîrê ku Bûraky dawet kirin, çûn pêrgî wî, pê ra civîn çêkirin, piştî 5 rojan malpera Bûrkay qedexe kirin.

Hukûmeta ku tehamulî melpereke kurdî neke, îcar ewê çawa mafekî bide kurdan, êdî hesab li ba we ye...

Lê ji ber ku "neyartiya" PKK-ê çavê hin siyasetmedar û serokan qarixî kiriye loma jî vê paradoksa hukûmetê nabînin.

Li hemberî vê zorbatiya hukûmetê heta nuha ne Bûrkay û nej î hevalên wî li dijî hukûmetê yek gotineke tahl jî nekirine.

Li gel vê jî, Bûrkay hertim bi hurmet û bi şîrîniyeke pir mezin qala ”birêz” Erdogan û wezîrên Erdogan dike.

Yanî ji vê teserufa hukûmetê xwe qet aciz nake.
Ji ber ku Erdogan mêrik malê xwe nas dike, loma jî zorbatiyên wiha pir bêtirs dike, çimkî dizane mêrê dengê xwe bike tuneye.

Erdogan dizane ku hinek serok û siyasetmedarên kurd bi silav û civînekê", hin bi îmkaneke aborî û siyasî û hin jî bi çend quriş pere nerm dibin û dev ji wan fikrên xwe yên xeyalî berdidin.

Esas meriv dikane wiha jî bibêje, Erdogan fêm kiriye ku rû ji rû şerm dike, pere hin serokên kurdan nerm dike...

Bala xwe bidinê, ji aliyekî da Bûrkay dawet dikin, diçin pêrgî wî, wezîr pê ra civînan çêdikin, rojê derdixin kanaleke telewîzyonekê û ji bo şerê li dijî ”terorê” û li hemberî PKK-ê jê aqil û alîkariyê digrin, lê li alî din jî nahêlin malpera wî jî bimîne; bi îhtîmaleke mezin ji ber ku navê wê ”Dengê Kurdistan”ê ye qedexe dikin.

Îcar, ji dêlî ku Bûrkay û hevalên wî, rasterast biçin ser hukûmetê, vê zorbatî û bêqanûniya hukûmetê protesto bikin û bibêjin, em vê zorbatiyê qebûl nakin, rabûne edresa xwe guherandin e.
Edresguhertin ne tu rê ye, sibe ewê wê jî qedexe bikin.

Di beyanê da ji bo ku Erdogan neqeherînin gotine, weşana me ”hinek der û doran aciz dike”, loma wiha dikin.

”Der û dor” kî ne?
Ev kar girêdayî kîjan wezaretê ye diyar e. Erdogan bi xwe kar û butçeya kesên vî karî dikin qebûl kirye.

Çima hûn xwe otosansur dikin û newêrin edresê rast nîşan bidin, bibêjin hukûmet?

Yanî bêyî hukûmeta AKP-ê tu ”der û dor” tunene, biryara astengkirina malperên kurdan ya hukûmetê ye.

Ew hukûmeta ku Bûrkay dawetî Tirkiyê kir, lê ji ber navê ”Kurdistanê”, belkî hinekî jî ji ber naveroka wê, qedexe dikin…

Hukûmet diwêre wiha bike, çimkî dizanin ku Bûrkay û hevalên wî ewê hustuyê xwe xwar bikin û vê terora hukûmetê protestone nekin, Bûrkay ewê dengê xwe li hemberî hukûmetê bilind neke û nebêje:

 -Bi çi heqî hûn wiha dikin? Ji alîkî da hûn min dawet dikin, bi min ra civînan çêdikin, lê li aliyê din jî hûn malpera min bi biryra dadgehê qedexe dikin, hûn tehamulî navê Kurdistanê nakin. Ev çi fêlbazî û xepandin e?

Û dû ra jî têkilî û silava xwe ji hukûmetê bibire û hew bibe ”aletê” siyaseta Erdogan ya îmhakirina tevgera kurd ya siyasî.

Ji ber ku Erdogan dizane Bûrakay ewê wiha neke, loma jî malpera wî qedexe dike.

Bi dîtina min ev bûyer bi serê xwe hêja bû ku Bûrakay ji programên xwe di yekê da çend deqîqeyên xwe ji rexnekirina PKK-ê û BDP-ê kêm bikira û bida vê meselê.

 Lê nekir, ji ber ku naxwaze Erdogan ji xwe bixeyidîne û xezeba wî bikşîne ser xwe….

1 kommentar:

  1. Kemal ji mina serokên te Ömer û Murat.Ömer hat girtin teslim bû.Murat ji jı bo peran çû komela dostaniya tirk û kurdan damezrand û niha ji di TRT caş de programan cêdike. Ci firqan 3 -an heyeçTu feydeki wan jı bo kurdan nine.

    SvaraRadera

PARVE BIKE