02 november 2011

Şikandina pişta PKK-ê şikandina pişta miletê kurd e

Hukûmeta AKP-ê dixwaze li bajaran û li çiyê berê “pişta PKK-ê bişkîne” û dû ra jî xwedêgiravî mesela kurd “çareser” bike.


Berdevkên hukûmetê dibêjin heta ku PKK hebe mesela kurd çareser nabe, çimkî nahêlin em meselê hel bikin...


Ji bo çareseriya meselê, dibê berê em "PKK-ê biqedînin", yanî berê bi hezaran keç û xortên kurd bikujin û bi dehhezaran jî siyasetmedarên kurd bavêjin zindanan.


Piştî ku "pişta PKK-ê şikandin ya jî qedandin", (helbet heger bikanibin) û şunda ewê ji kurdên AKP-ê û ji kurdên “kedî û maqûl” û ji kurdên "neyarên PKK-ê" ra bibêjin:


"Teror nema, PKK, KCK, HPG yanî hemû rêxistinên ku hûn bi hebûna wan nerehet bûn ji ortê rabûn, me "pişta hemûyan şikand", êdî tu sebeb nemaya ku hûn ne kêfxweş, ne dilşa û ne bextewar bin... Fermo, bilizîn, bidin çindikan û heta ji we tê kêfxweş û bextewar bin; êdî "PKK nema !"


Erdogan, Gul, Arinç, ewê bi edayên qehremanên mezin dom bikin, bibêjin:


"Heger di nava we da hîn jî kesên ne kêfxweş û ne bextewar hene, maneya xwe ew endamên KCK-ê ne, dibê îcar jî em “pişta wan bişkînin. !”


Bi dîtina min piştî “şikandina pişta PKK-ê”, tiştê ku hukûmeta AKP-ê û dewleta tirk ji kurdên “maqûl” û yên neyarên PKK-ê ra bibêje ev e. Ewê bibêjin, ya devê xwe bigrin û li ciyê xwe rûnin, ya jî “emê pişta we jî bişkînin."


Tirk dibêjin “kirk katir mi kirk satir mi?”, yanî şiklê ceza xwe hûn bi xwe hilbijêrin, hûn bi kêfa xwe ne...




XXX
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç dîsa gotiye: “Ji nuha û pê va jî dema hewce be, MİT-ê bi PKK-ê re dîsa hevdîtinan bike.”

 Arinç, ji roja pêşî da ye vê dîtina xwe dubare dike, vdibêje weke hukûmet ew tu carî bi rêxistina "terorê" ra rûneniştine û ewê rûninin jî. Lê weke taktîk û ji bo xapandinê dema hewce be hertim jî ewê pê ra rûnin.

Di van gotinên Arinç da ji bo kurdan tu tiştekî pozîtîf... tuneye.
Yanî mêrikan eşkere dibêjin ku hevdîtinên MIT-ê û PKK-ê ne ji bo çareseriya mesela kurd e, ji bo xapandinê û qezenkirina wextê ye û kînga hewce be ewê dîsa dest pê bikin.

Mêrik eynî bi çavê zarokan li kurdan dinêre, dibêjî kînga dilê me bixwaze û em kînga hewce bibînin, emê dîsa demekê vê lîstika xwe bidomînin.


 XXX
Bi operasyonên KCK.-ê baş diyar bû ku hukûmeta AKP-ê ji PKK-ê bêtir li dijî BDP-ê ye, ji PKK-ê bêtir dixwaze BDP-ê biqedîne. Ji ber ku hukûmet naxwaze kurd dev ji şer berdin û di warê legal da siyasetê bikin.

Hukûmeta AKP-ê, herçiqasî demagojiya li dijî şer dike jî lê bi van girtinên dawî derket ortê ku hukûmet dixwaze PKK bimîne û BDP ji ortê were rakirin. Stratejiya Erdogan ya nuh ev e, qedandin...a BDP-ê ye.

Çimkî Erdogan û hukûmeta wî, BDP-ê ji PKK-ê xetirti dibînin û loma jî ev du sal û nîv in berê xwe dane BDP-ê.

Loma jî rojê 40-50 siyasetmedarên kurd û heta dostên kurdan digrin, ji bo ku kurd hêviya xwe ji xebta siyasî qut bikin û û berê xwe bidin çiyan.

Erdogan, xebta kurdan ya li bajaran ji şerê kurdan yê li serê çiyan tahlûketir dibîne û loma jî emrê girtina hemû siyasetmedarên kurd daye.

Ev hukûmet hujûmeteke pir sînsî, pir zalimû û pir nîjadperest e, bi çend gavên xapînok yên taktîkî dixwazin hemû destkeftiyên kurdan yên di warê siyasî û legal da ji ortê rakin.

Dibê em kurd bi israra di xebata siyasî, demokratîk û legal da vê plana Erdogan pûç bikin.

XXX
Parlementerê AKP-ê Mehmet Metîner, di axaftina xwe da Îsmet Înonu bi “faşîst”bûnê îtham kir.
Parlamenterên CHP-ê ji vê îthama Metîner gelkî aciz bûn xwestin Metîner vê gotina xwe paşda bigre û uzrê xwe bixwaze.
Metîner berê îtîraz kir, got rast e, ez uzur naxwazim. Lê piştî nabênê û lêrabûna “mezinên” wî, feqîro dîsa derket ser kursiyê û him uzrê xwe ji CHP-ê xwest û him jî gotina xwe paşda girt. Metîner wiha got:
“Li meclîsê mafî tu kesî tuneye heqaretê le hev bike û hevûdu bi faşîstiyê îtham bike. Heger gotina faşîstiyê giran hatibe ez uzrê xwe dixwazim û gotina xwe paşda digrim.”
Mubareko bûye kewê teqlebaz, meriv pê ra nagihîne teqleyên wî bijmêre. Milet zane ne tu mêr e, rebeno rastiyê jî dibêje poşman dibe, milet gotina wî paşda dixe devê wî...
Xwedê kurdekî din nexe vê rewşê...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE