08 november 2011

Tiştê hat serê Çîllerê ewê were serê Erdogan jî

Ez nuha di malpereke mahalî (duzceyerelhaber)da rastî nivîsa Ronî Margulies hatim. Nivîseke pir balkêş e.

Margulies, serkeftinên hukûmeta AKP-ê yên di warê aborî û li dijî dewleta kemalîst da qebûl dike.
Lê li gel vê jî dibêje ku ”hukûmeta AKP-ê ewê têk biçe.”

Li gorî Margulies sebebê wê jî mesela kurd e, mesela kurd ewê hukûmeta AKP-ê û saltanata Erdogan jî têk bibe.

Margulîes dibêje, mesela kurd çawa ku nehîşt dewleta kemalîst bijî, eynî unsûr ewê eynî tiştî bîne serê îktîdara AKP-ê jî, ewê nehêle hukûmeta AKPê jî zêde temendirêj be.

Margulîes dibêje, dewleta kemalîst gava di sala 1923-an da ava bû, kadroyên wê dizanîbûn ku ewê çi bikin û çawa bikin. Wan dewleteke ”tirk-misilman û medenî” dixwestin.

Lê ji bo avakirina dewleteke ”tirk-misilman” jî hin asteng hebûn, dibê gurûbên ”ne tirk û ne misilman” ji ortê rabûna û tirkên ne medenî jî bibûna tirkên medenî.

Margulîes dibêje, kemalîstan ev kelem hemû rakirin, yanî kesên ”xeyrî muslîm û ne tirk” paqij kirin û tirkên ne medenî jî bi zor kirin ”medenî.”

Lê tenê nikanîbûn kurdan biqedînin û bikin tirk. Dewleta kemalîst çû li zinarê kurd qelibî û dawiya dawî têk çû.

Margulîes dibêje, ji ber ku nufûsa kurdan pir bû, lom jî nikanîbûn bi hawakî kurdan jî hel bikin û weke yên din ji ortê rakin.

Lê sebebê ”neqedandina” kurdan helbet ne nufûs tenê ye, gelek faktorên din jî hene.

Mesela di nava kurmancan da xurtbûna şiûrê netewî, yekîtiya zimên, hebûna bazareke mişterek, dîn, kultur û zargotineke pir dewlemend jî nehîştiye kurmanc zû asîmîle bibin.

Ev faktorên min li jor jimartin di nava kurdên elewî û zaza da li gorî kurmancan zeîftir e û loma jî zayiatan kurdan ya di vê cephê da gelkî mezintir e.

Asîmîlekirina miletekî xwedî çandeke fireh, folklor û edebiyateke devkî ya pir dewlemend û kûr pir û pir zahmet e.

Tu tiştekî tirkan ku têxin dewsa kultur û zargotina kurmancan tuneye, tirk miletekî bêkultur e. Ji ber ku miletekî dewşîrme ne, weke gêrmiya gavanan e. Loma jî ne mimkûn bû ku bikanîbûna kurdan bi tevayî asîmîle bikin. Govendeke tirkan tuneye.


Û li alî dinya 40-50 sa berê jî ne dinya îro bû, teknîk, telewîzyon, înternet tunebû. Vê cîhana ne modern jî hinekî alîkariya kurdan kir, nehîşt kurd zû bihelin.

Ez werim ser gotina Margulies ya dawî. Margulîes di dawiya nivîsa xwe da dibêje:

”Hukûnet jî li eynî zinarî(yanî li mesela kurd) qelibiye, keştî avê digre, lê hîn pê hay nebûne.”

Anlîzeke cidî û dîrokî ye, bi rastî jî wiha bûye.

Ji salên 1960-î û virda ye her hukûmeta ku xwestiya mesela kurd ”biqedîne”, bi darê zorê, bi terorê, bi girtinê û bi kuaştinê ji ortê rake, ew bi xwe qedyana.

Loma jî pir ne dûr e ku aqûbeta Cîllerê bibe ya Erdogan jî….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE