19 november 2011

TRT6-ê Kurd1 naqawt kir !

Hukûmeta AKP-ê îcar jî çenqele xwe avêt ji Fatê da, Fatê jî ji Kurd1-ê transferî TRT6-ê kir.

Weleh heger wiha here îşê telewîzyonên kurdan xerab e. Ji ber ku li gorî qanûna xwezayê masiyê mezin masiyê biçûk dadiqultîne.

Û di jiyanê da jî wiha ye, gava îdeolojî û bawerî tunebe ya jî ne girîng be, mesele nav û menfaet be, bêguman weke futbolciyekî, teklîfa herî baş ji ku were meriv dihere wî taximî...

Lê ez ditirsim masiyên ji Fatê hîn mezintir jî hebin. Bi baweriya min heger hukûmeta AKP-ê devê kîs veke ewê malikê li kanalên kurdan bişewitîne.
Kurdan gotiye, çav ji çavan şerm dike, pere keviran nerm dike. Îcar hinek kurd ji kevir gelkî nermtir in, li hember peran zû dibin hevîr...

Li gorî xebera Avestakurdê, hunermenda kurd Fatê, ji nişkave dev ji telewîzyona  Kurd1-ê berda û derbasî TRT6-ê bû.

Programa wê ewê roja duşemiyê(21/11-11)saet di 10-an da dest pê bike û navê programê jî ”Bi Fatê ra” ye

Di vê nabênê da ji bo guhdarîkirina xeberan min telewîzyon vekir û hinekî bala xwe da kanalan. Min hew dît ku Fata me te waye dest bi reqlama programa xwe jî kiriye.

Yanî transfera Fatê rast e. TRT6-ê derbek baş li Kurd1-ê xist. Wisa dom bike Kurd1 dikane belav jî bibe.

Herçiqas Kurd1 kanaleke fuzûlî û bêmaneye jî lê dîsa jî ez naxwazim yek ji wê here kanaleke dewletê. Heger ji min bê, ezê ji TRT6-ê transferî Kurd1-ê bikim.

Lê ya ez matmayî hîştim ne ev tenê ye. Di xeberê da ya herî ecêb û balkêş jî Avestakurd dibêje, Fatê ji wan ra gotiye, ” wê li ser pêşniyara siyasetvanê Kurd Kemal Burkay dest bi programê kiriye.”

De îcar ev ji me kêm bû ha!

Taransfera Fatê rast e, lê "nabêncîtiya " Bûrkay rast e, ne rast e ez nizanim. Ez hêvî dikim derew be.

Lê li alî din li ciyê rehetiyê meriv nikane dereweke wiha  li hev bîne, dibê bingeheke wê hebe.

Gava min xeber xwend, min zêde jê bawer nekir, min got belkî heneke...

Çimkî Kemal Bûrkay ne hevalê Fatê ye û ne jî yekî ji cîhanê wê ye. Bûrkay siyasetmedar e û Fatê jî dengbêj e.

Ma kes nema Kemal Bûrkay ewê ji Fatê ra bibêje  dev ji  Kurd1-ê berde û here  TRT6-ê?

Ji bo çi Bûrkay?
Min ji xwe ra got, ne maqûl û ne normal e ku siyasetmedar û şexsiyetekî weke Bûrkay li ser navê dezgeheke dewletê ji hunermendeka kurd ra bibêje dev ji telewîzyoneke kurdî ya kurdan berde û here ya dewletê.

Ji bo ku Kemal Bûrkay li ser navê dewletê teklîfeke wiha bibe ji Fatê ra dibê nabêna wî û hukûmeta AKP-ê pir xweş be ku hukûmet bikanibe teklîfa nabêcîtiyeke wiha lê bike û ew jî vê teklîfa hukûmetê qebûl bike.

Ez hîn jî baş ne emîn im ku ev xeber rast be û Bûrkay wezîfe û nabêncîtiyeke wiha ne layiqê xwe qebûl kiribe.

Lê heger rast be bi rastî jî sosireteke giran e û li ser navê wî ez pir li ber ketim.

Çimkî min hêviyeke hîn mezintir ji Bûrkay dikir. Min hêvî dikir ku ew jî weke Musûd Barzanî û Celal Talabanî ji bo çareserkirina mesela kurd bibe nabênciyekî girîng. Ne ku ji hukûmeta AKP-ê ra bibe "nabênciyê" transfera dengbêjekê.

Ez bi xwe vê wezîfê, vê nabêncîtiyê layiqî Kemal Bûraky nabînim. Min bawer nedikir ku ew teklîfeke wiha qebûl bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE