03 december 2011

Bûyera Zaxo îşaratî hebûna tahlûkeyên mezin dike

Do li Zaxoyê li ser banga ya jî waiza melayekî mizgeftê, bi sedan kesên ciwan êrîş birin ser dikan, otêl û cihên meyfiroş yên mesîhî û êzîdiyan û 10 dikan û 3 otêl şewitandin.

Bûyerê hukûmet û hemû hêzên siyasî matmayî hîşt, kesî bûyereke wiha tehlûke qet texmîn nedikir. Di bûyerê da gelek kes birîndar bûn.

Paşê, hinekên din jî weku bersiv li Dihokê êrîş birin ser bargehên partiya Yekgirtiya Îslamî û wan jî bargehên Yekirtiya Îslamî şewitandin.

Ev herdu bûyer jî nîşan didin ku îstîkrara ku li Kurdistanê heyî çiqasî labîl û nesaxlem e û hertim dikane pê were lîstin.

Miheqeq tiliya hin kesan di bûyerê da heye, ev vekirî ye, lê li alî din diyar dibe ku milet jî ne tu milet e, her kes dikane pê bilîz e.

Hêzên siyasî dibê vê rastiya miletê xwe bibînin.
Tiştê meriv matmayî dihêle kultur û bêtehamuliya gelê herêmê ya li hemberî alkolê ye.

Ev kultur, kultureke pir xerab û pir tahlûkeye ye û dibê berpirsiyar û alimên olî miheheqeq herin ser vê kultura beloq, qebe û bêtolerans.

Vê buharê dema ez çûm Kurdistanê min bi çavên serê xwe dît ku li herêma Behdînan û heta li Hewlêrê jî kurdên sûnî li hemberî alkolê xwedî kultureke pir ecêb in.

Xelkê wir alkolê nafroşin û li kesên difroşin jî bi çavekî baş nanêrin.
Kurdên başûr li aşxaneyên meyfiroş naxebitin, di înşiatên wan da kar nagrin, şufêr barên wan ranakin.
Heta gotin şufêr kesên alkol girtibe li ereba xwe jî nake.

Loma jî li herêma Behdîanan û li Hewlêrê kesên ku alkolê difroşin, li otêl û aşxaneyên alkol lê tê firotin dixebitin bi piranî kurdên êzdî, mesîhî û kurdên ji bakur û ji Sûriyê ne.

Îcar dema însan li hemberî alkolê xwedî bêdehamulî û dîtineke hewqasî xerab be, pir rehet dikane were tahrîk û prowekasyonên wiha.

Di civateke wiha nekamil, paşdemayî û bêtolerans da îstikrar tim weke kelekeke li ser avê ye, hertim dikane binav bibe.

Loma jî ji dêlî ku siyasetmedarên kurd hevûdu sûcdar bikin û yek sûc têxe hustuyê yê din, dibê hukûmet, partiyên siyasî û alimên olî hemû dest bidin hev û bi hev ra li hemberî vê kultura nemedenî û bêtolerans derkevin.

Heta ku civetak xwediyê vê kulturê be tu kes nikane rê li ber bûyerên wiha bigre.

Ji bo ku di pêşerojê da bûyerên wiha dubare nebin, dibê hemû hêz û şexsiyetên siyasî, hukmî û olî bi hev ra herin ser vê kultura paşdameyî û wê biguherînin. Ya na, kurd di pêşerojê da ewê rûbirûyî gelşên pir mezintir bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE