11 december 2011

Di dil da çi hebe dev wiya dibêje !

Li hemberî îhtîmala girtina ROJ TV-ê hukûmeta AKP-ê nenûkên xwe di hev dide, tahma devê xwe xweş dike.

Lê hêviyeke beyhûde û riyeke pir şaş e, Roj TV were girtin ewê Stêrk TV were vekirin...

We Med TV da girtin Roj TV vekirin, we DTP da girtin BDP vekirin, we Riya Azadî da girtin Azadiya Welat derxistin, we hinek siyasetmedar girtin hinekên din hatin, we hinek kes kuştin hinekên din ketin dewsa wan.

Hûn çi bikin jî ev milet naqede, ev agir venamire, heta ku kurd azad nebin ewê tim û tim ji xweliya xwe bixuliqin…

XXX
Waliyê Edenê dixwaze xaniyên malbatên ku zarokên wan beşdarî çalakiyan dibin û keviran davêjin ji hêzên ewlekariyê da hilweşînin.

Li Edenê karta kesk ji malbatên ku zarokên wan tevî çalakiyên BDP-ê dibin tên stendin û cezayê pera yê mezin didin wan.

Nuha jî weke ku Îsraîl berê li hemberî flistîniyan dikir, Tirkiye jî dixwaze xaniyên kurdan bi ser serê wan da hilweşînin, ji ber ku zarokên wan tevî çalakiyên BDP-ê dibin.

Weleh ev hukkûmet ji bo ku tevgera kurd biqedîne amadeye her barbariyê bike, di viya da şik tuneye. Lê dîsa jî ewê pere neke, ev zarok zû dereng ewê biwelide, kurd ewê azad bibin, Kurdistan ewê çêbibe...


 XXX
Cevdet Bagca li Qersê di konserekê da ji ber ku straneke bi kurdî got, hemû protokola dewletê weke protesto salon terikand.

Li aliyekî ev sê sal in ku kanaleke bi navê TRT6-ê rojê 24 saetan bi kurdî weşanê dike, lê li aliyê din jî mamûrên dewletê tehamulî straneke kurdî nakin.

Dema hukûmet û wezîrê edaletê li hemberî vê şêla mamûrên xwe bêdeng bimînin, maneya xwe ew e ku hukûmet jî piştgiriya vê ...şêla mamûrên xwe dike.

Esas êdî baş diyar bûye ku nêta hukûmetê bi TRT6-ê ne paqij e, xerab e. Erdogan TRT6-ê jî li hemberî ”terorîzmê” weke çek û weke wasiteyeke pir girîng dibîne.

Û ji ber vê yekê jî hukûmetê di van demên dawî da devê kîs vekiriye û weke Barcelonayê transferan li ser transferan dike.

Ji bo ku li hemberî ”terorîzmê” zû netîceyê bigrin bomberan, operasyon, girtin, tewqîfatên girseyî û transferên TRT6-ê bi hev ra dimeşînin.


XXX
Serok û qehremanekî weke Dr. Şivan(Saît Kirmizitoprak)ji Dêrsimê derketiye, pîs û rezîlekî weke Kemal Kiliçdaroglu jî ji Dêrsimê derketiye.

Yê pêşîyê serbilindî û yê dawî jî rûreşiya Dêrsimê ye.
Tirk dibêjin "bîr agaçatan okta çikar, bokta çikar" yanî ji darekê tîr jî derdikeve û gû jî derdikeve...

XXX
Di dil da çi hebe dev wiya dibêje.

-Heger tu dixwazî însanekî nas bikî bala xwe bide hevalên pê ra radibe û rûdine. Mewlana

-Jiyan weke çîrokekê ye, çiqasî dirêjbûna wê negirîng e, çawa tê jiyîn girîng e.
(Lucius Annaeus Seneca)

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE