10 december 2011

Dijminê kevn nabe dostê nuh !

 ”Guh nede gotinên neyar yên şîrîn, di nava hingiv da dikane jahr jî hebe.”

Dostê kevn dikane bibe dijmin, lê dijminê kevn zû bi zû nabe dost. Kesê ku ev rastî fêm nekiribe tim li zirarê ye.

Ji dijminê ku dijminatiya xwe nîşan dide, xwe li te radikşîne, xebera dide netirse, ji dijminê ku pesnê te dide bitirse.

Û çend şîret. Bi dijminê xwe ra xwe şeş tiştan neke:

1-Li ba dijminê xwe û li mala wî ranekeve!
2-Dijminê xwe tu carî negre mala xwe!
3-Bi dijminê xwe ra nexwe û venexwe!
4-Bi dijminê xwe ra rêwîtiyê neke!
5-Bi dijminê xwe bide xwarin lê tu carî jê nexwe!
6-Sirên xwe nede dijminê xwe!

Burkay PKK-ê rexne dike, Apo rexne dike, BDP-ê, rexne dike, CHP-ê rexne dike lê tenê AKP-ê û serokwezîr Erdogan rexne nake, tenê navê Erdogan bi xerabî nagre devê xwe.

Erdogan demakê got, ”mesela kurd mesela min e”, nuha dibêje, ”mesela kurd tuneye, gelşên hemwelatiyên min yên kurd hene.”

Lê Burkay dîsa jî rexneyekê lê Erdogan nagre, nabêje çawa mesela kurd tuneye?

Berê kurdên dewletê hebûn, nuha hêdî hêdî ”kurdên AKP-ê” çêdibin. Lê pir ne dûr e ku sibe bi çûna AKP-ê ra ev kurd jî bêkar bimînin…

XXX
Hukûmeta AKP-ê li aliyekî ji bo ku tevgera kurd ya siyasî bipelixîne li hemberî kurdan teroreke pir mezin dide meşandin, rojê 40-50 siyasetmedarên kurd davêje zindanê.

Lê li aliyê din jî li hemberî hin siyasetmedar û serokên kurdan jî "dostanî" û "mîvanperweriyeke" mezin nîşan dide.

Sebebê vê "evîna" Erdogan ya li hemberî van siyasetmedar û serokên kurdan min pir dide fikirandin.
Tirk dibêjin, "Ne cejne ne seyran e, zavayê min çima ez maç kirim?"

Gelo ev comerdî û evîna Erdogan ya li hemberî hin siyasetmedarên kurd ji ku tê û ji bo çi ye?

 XXX
Îro sê jinên pir hêja, dilfireh û bawerîxurt, Ellen Johnson-Sirleaf û Leymah Gbowee ji Lîberyayê û Tawakul Karman jî ji Yêmenê li paytexta Norweçê Osloyê Xelata Aştiyê girtin.

Bîstek berê min li axaftina hersiyan jî guhdarî kir. Axaftinên van hersê jin û mirovên mezin meriv dihejand.

Dema meriv li wan guhdarî dikir, meriv fêm dikir û ku ew sê jinên pir jêhatî, pir cesûr û pir mezin bûn.

Loma jî ...wan kanîbûye di nava wan civatên paşdamayî û patrîerkal da wek sê şexsiyetên mezin derkevin pêş û bibin şexsiyetên navnetewî.

Ji ber ku van hersê jinên pir hêja û mezin Xelata Aştiyê ya îsal girtin ez pir dilşa bûm. Çimkî bi rastî jî ew layqî vê xelatê û gelek xelatên ji vê mezintir in jî.

Tawakul Karman di dawiya axaftina xwe da got; ”Ev xelat nîşan dide ku jin dikanin serkêşiyê bikin, dikanjin tiştên cuda bikin, him li welatê xwe û him li cîhanê. Û emê viya bikin. Em sozê didin we, hûnê tu carî poşman nebin ku we ev xelat daye me…”

Baweriya min jî wisa ye…

Ji ber ku li Afrîka û Asyayê û li cîhanê jinên wiha xurt, cesûr û xwedî îdîal û baweriyên mezin hene ez pir kêfxweş im.

Sipas ji bo xebat, têkoşîn û liberxwedana hemû jinên fedekar û têkoşer….

4 kommentarer:

  1. Den här kommentaren har tagits bort av bloggadministratören.

    SvaraRadera
  2. Den här kommentaren har tagits bort av skribenten.

    SvaraRadera
  3. Den här kommentaren har tagits bort av bloggadministratören.

    SvaraRadera
  4. Ji bo ku mesele dirêj nebe min hemû shirove rakirin.

    SvaraRadera

PARVE BIKE