24 december 2011

Dîplomasiya tirkan tenê "ço" ye

Tirk mirovên  pir sergerm, pir bi heyecan û hinekî jî zirzop in, zû germ dibin û weke zarokan zû hol dibin û zû ji wîtêzê davêjin.

Lê pir zû jî poşman dibin.

Tirk bi rastî jî merivên pir ecêb in, carê bi devê xwe nikanin û bi gotinên xwe nizanin. Gotina herî dawî, herî pêşiyê dibêjin.

Lê ji gotina xwe jî zû poşman dibin.

Tirk, ji gotinên bêtir baweriya xwe bi ço û bi zorê tînin. siayset û dîplomasiya wan ya esasî zor, ço û zorbatîye.

Kultura peyvê, minaqeşeyê, îqnayê, dîplomasiyê, tehamula rexneyê li ba tirkan tuneye, baweriya wan tenê zorê, gefan û ço tê.

Loma jî pêşiyên wan gotine, ”Lêdan ji bihuştê derketiye.”
Ji ber vê yekêye ku tirk di her kirîzeke dîplomatîk û siyasî da tim ço nîşanî yê hember didin, tim serî li riya zorê, tehdîdê û santajê didin.
Û di bûyera Fransayê da jî eynî metodên bav û kalên xwe diceribînin; tehdît, şantaj, ço û zor...

Piştî biryara Parlamentoya Fransayê ya derbarê qetlîama ermeniyan da siyasetmedar û hemû civata tirk dîsa weke zarokan hol bûn ser xwe û tiştên pir eyb, pir bêedeb gotin û kirin, gotinên gelkî ne xweş ku însanên kamil û biaqil nagre devê xwe ji fransizan û ji Sarkozy ra gotin û dibêjin.

Siyasetmedarên wan di êrîşa Fransayê da xwe di ber hev ra dikin, heryek dixwaze ji yê din bêtir ji fransizan û ji Sarkozy ra xeberan bidin.

Serokwezîr Erdogan, serokkomar Gul û hemû siyasetmedaran derbarê biryara meclîsa Fransayê ya li ser qetlîama ermeniyan da beyanên pir fahş dan.

Erdogan ji bo îspatkirina mezinayiya tirkan ji arşîvên Osmaniyan belge û nameyên 400-500 sal berê derxist û di telewîzyonan da xwend û bi bîra Sarkoy xist ku dewleta Osmanî 500 sal berê bav û kalên wî yên cuhû ji qetlîama Îspaniyan xelas kiriye û loma jî dibê ew vê bêhurmetiyê li hemberî tirkan neke.

Yanî bi kurtayî li tirkan weke congeyê har dîsa herder tevî hev kirin, qiyamet rakirin. Dikandarên tirk dîsa malên fransayê ji refên xwe davêjin.

Civat hatiye xeleyanê. Ji qutkirina têkiliyên dîplomatîk bigre, heta bi têkiliyên siyasî, aborî û kulturî Faransayê di her warî da bi boykotê tehdîd dikin.

Ji ber ku civata tirk civateke cahil e, loma jî sîrek jî naçe eyarê wan, loma jî civat zû tê xeleyanê.
Lê ji kirinên xwe jî zû poşman dibin.

Erê nuha hemû tirk rabûne pêdarê û li hemberî fransizan û Sarkozy çi tê devê wan dibêjin, lê ne pir, piştî çend rojên din serî da Erdogan û hemû siyasetmedar, hemû civat ewê ji van kirin û gotinên xwe poşman bibin û bibêjin xwezî me wiha nekira û wiha negota.
Lê wê demê jî hasilê çûbe mûsil û ev poşmaniya wan ewê pere neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE