13 december 2011

Hêvî dikim rast be

Li gorî malpera Avestakurdê dinivîse, Ajansa Îraqa Îro di nûçeyeke xwe da gotiye, birêz Mesûd Barzanî ewê di Newroza sala 2012-an da dewleta Kurd îlan bike...

Di heman jêderê da hatiye diyarkirin ku Yekîtiya Ewrûpa û bi taybet jî Brîtanya û Fransayê soza piştgiriyê dane îlankirina dewleteke Kurd.

Ez hêvî dikim ku xeber rast be.

Lê heger ne ev Newroz be, ewê Newrozke din be, kurd zû ya dereng ewê ji Îraqê veqetin û dewleta xwe ya serbixwe îlan bikin.

Di avêtina vê gavê da ji ereban bêtir, Tirkiye rê li ber kurdan digre. Tirkiye nahêle Nato, Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê piştgiriyê bidin kurdan.

Tirk, Îranê û welatên ereban û hin hêzên îraqê li hemberî kurdan tim gur dike û nahêle ereb veqetandina kurdan qebûl bikin.

Di mesela Kerkûkê da jî ji hukûmeta merkezî bêtir, Tirkiye nahêle mesele çareser bibe, bi riya tirkmenan û hin hêzên ereb ji kurdan ra tim probleman peyda dike.

Li Sûriyê jî Tirkiye bi riya hin kes û partiyên ereb eynî fêsadiyê dike, dixwaze piştî ketina rejîma Esad kurd tu mafekî netewî bidest nexin.

Bi kurtî, heta ku li Tirkiyê kurd mesela xwe çareser nekin û azad nebin, Tirkiye li tu derê ewê rehetiyê nede kurdan.

Ji bo ku li perçeyên din yên Kurdistanê kurd bigihîjin azadiya xwe, dibê li Tirkiyê mesela kurd çareser bûbe.


XXX
Îro li Stenbolê, li Samsûnê, li Mêrsînê, li Erzinganê, li Mûşê û li Mêrdînê yanî li 6 bajaran pûlisên AKP-ê dîsa derketin nêçîra kurdan û di vê nêçîra da 44 kes girtin binçavan.

Li weletatekî berendamê Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî miletekî bi mehan teroreke wiha mezin çawa dikane were meşandin aqilê meriv nagre.

Ev serê 7-8 mehan e ku pûlis her roj digrin ser malên kurdan û rojê 40-50 kesî digrin ...û davêjin zandanan.

Ev çi welat e, çi demokrasiye, çi qanûn e ku pûlis weke rûtîn her roj digre ser malên xelkê, wan nerehet dike, ji kar û xebata wan dihêle û davêje zindanê…

Ev, li hemberî kurdan zulmeke mezin e , dîskrîmînasyon e û siyaseteke nîjadpereset, irqçî ye.
Hukûmet bi vê terora xwe dixwazwe kurdan derxe derî siyasetê, xebata demokratîk û siyasî li kurdan qedexe bike.

Wekî din tu îzaheke vê terorê tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE