12 december 2011

Hukûmeta AKP-ê dixwaze melayên kurd jî bikire

Rojhilata Navîn dikele, weke çiyayekî volkanîk dûxan jê hiltê û piqilkan dide, li ber teqînê ye, hergav dikane biteqe.

Li Îraqê kurd û ereb li hev nakin, hukûmet hemû daxwazên kurdan di ser guhên xwe ra davêje, naxwaze mesela Kerkûkê û tu daxwazên kurdan bicih bîne.

Ev dudiliya hukûmeta Malikî ya cîbicînekirina daxwazên kurdan meyla kurdan ya veqetandinê xurttir dike.

Kurd hêdî hêdî ji hukûmeta merkezî hêvîşikestî dibin.
Îsraîl û Emerîka gefan li Îranê dixwin, Îsraîl sinyalên êrîşeke ser baregehên atomî ya ji nişka ve dide.
Emerîka diranên xwe diqirçîne…

Îran jî li hemberî van tehdîdên Emerîka û Îsraîlê, Tirkiyê Tehdîd dike, dibêje heger êrişek li dij me pêk were, emê berîya hertiştî pergala mertalên fuzeyên NATO-yê yên ku li Meletiyeyê hatine bicîhkirin ji xwe ra bikin armanc û li wan xin…

Sûriye ji meha adarê da ye dikele, heta nuha bi hezaran însan hatine kuştin. Liberxwedana gel her ku diçe berfirehtir dibe. Rejîm miheqeq ewê bikeve.

Li Sûriyê erebên sûnî û elewî her roj hinekî din ji hev dûr dikevin.

Îhtîmal heye ku piştî ketina rejîma Esad, Sûriye bibe sê perçe; sunî, elewî û kurd ji hev biqetin.
Tirkiye bi hemû hêza xwe dixebite ji bo ku pêşiyê li ber vê perçebûna Sûriyê bigre.

Tirkiye naxweze li Sûriyê jî kurd weke Îraqê bibin xwedî maf û desthilat. Hukûmeta Erdogan netîceyeke wiha ji bo xwe weke kabûsekî dibîne.

Lê Tirkiye çi bike jî ne mimkûn e ku bikanibe pêşiyê li guherandinên li Rojhilata Navîn, li Sûriyê, Îranê û Îraqê bigre.

Rewşa Sûriyê, Îranê û heta ya Îraqê jî heta û heta wiha dom nake, li van hersê welatan jî ewê guherînên mezin werin meydanê. Rojhilata Navîn ewê ji nuh ve were ”dîzayn kirin”.

Her wisa Tirkiye jî wiha namîne, li Tirkiyê jî kurd zorê didin rejîma kemalîst û îktîdara AKP-ê.
Tirkiye him ji bûyer û pêşketinên li welatên cîran nereht e û him jî ji xwe pir ditirse.

Çimkî Tirkiye baş dibîne ku kurd li herçar perçeyên Kurdistanê jî xwedî hêz û potansiyeleke pir mezin in, tu guherîn bêyî wan ne mimkûn e.

Loma jî Tirkiye li hundur bi operasyonên di bin navê KCK-ê da dixwaze kurdan him meşxûl bike û him jî ji hêzda bixîne.

Çimkî tirk dibînin ku di rojên pêşda, ne weke şerê Cîhanê yê Yekem be jî li herêmê miheqeq ewê tevlihevî û guherînên mezin werin meydanê.

Heger kurd weke dema Şerê Cîhanê yê Yekem dîsa ne bêtifaq, bêhazirî û ji hev ne belav bin û dîsa neyên xapandinb li Îranê, li Sûriyê û li Tirkiyê jî miheqeq ewê bigihîjin azadiya xwe. Weke kurdên başûr bi hawakî ewê bibin xwedî statuyeke siyasî.

Dibê hêzên kurd li gorî vê yekê haziriya xwe bikin. Dîrok şansê wiha hertim nade meriv. Ji Şerê Cîhanê yê Yekem û virda ye ev cara yekem ku li seranserê Kurdistanê ji kurdan ra îmkaneke wiha peyda dibe. Dibê kurd îcar jî vî şansî ji dest xwe nerevînin.

 Hukûmeta AKP-ê vê îhtîmalê dibîne û loma jî ji nuha da dixwaze kurdan di warê rêxistinî, leşkerî û siyasî da zeîf bixe, ji ber hev da bixîne.

Alîkarê Serokwezîr Bozdag îro got, hukûmet dixwaze di sala bê da(2012) hezar meleyên ji gel, 
"Mirovên ku civak guhdariya wan dike, yên di nava civakê da rêzdar in û dikanin însanan rawestînin û bixin tevgerê" bi îmtîhanekê bigrin kadroyên Dîyantê.

Ev jî tê wê maneyê ku hukûmet dixwaze meleyên tevgera ”nimêja îniya siwîl” jî weke hin siyasetmedaran bikre.

Kurd dibêjin, ”carnan zor zane, carnan zêr zane û carnan jî devê tivinga mor zana.” Hkûmeta AKP-ê jî eynî vê taktîkê bikar tîne, li hemberî hinekan ”devê tivinga mor” bikar tîne û li hemberî hinekan jî devê ”kîs” vedike û zêrê zer direşîne.
Yanî weke hin hunermend û siyasetmedaran, dixwazin melayên di nava BDP-ê da jî bi pera bikirin.

Û bi vê riyê jî cepheya li hemberî dewletê tengtir û mixalifên xwe kêmtir bikin.

Hinekan bi salan di zindanan da bigrin û hinekan jî bi peran bi xwe ve girê bidin, bi çend quriş perre devê wan bigrin.
Ji bo ku li Kurdistanê muxalefet, kesên li dijî hukûmeta AKP-ê BDP-yî tenê bimînin û ew jî ji xwe KCK-yî û ”terorîst” in(!)


XXX
Belkî meriv dikane ji bo siyasetê tarîfeke wiha jî bike: Guherîna hêdî hêdî, bêdeng û bi dizî jî babetekî siyasetê ye.
Lê hinek kes pir bi lez, bi qerepre û pir vekirî dibin tiştekî din û dixwazin vê yekê jî weke guherîneke baş bifroşin milet.



XXX
Dil û aqil gelek caran li hev nakin. Dil tim dixwaze rastiyê bibêje, lê aqil tim îtîraz dike, dibêje bîna xwe fireh bike, biaqil be.
Dibê meriv carnan bi ya dil û carnan jî bi ya aqil bike…



XXX
-Nefreta piştî xerabûna dostaniyê, ji fêkiyên herî bi jahrî ye. G.E.Lessing -Li hemberî felaketên mezin cesaretên mezin dixuliqin. Regnard -Tu nikanî biryara ku tu yê li ku û kînga bimrî bidî, tenê tu dikanî biryara tu yê çawa bijî bidî.  Joan Baez

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE