01 december 2011

Li Tirkiyê gotina Erdogan tenê pere dike

Mehmet Alî Bîrand, di nivîsa xwe ya do da li ser dîktatorî û qadirî mutlaqiya serokwezîr Erdogan wiha dibêje:

"Recep Tayyip Erdogan li vî wealtî ew bi tenë xwedî biryar e. Em siyaseta wî qebûl bikin ya nekin, lê belê em nikanin vê rastiyê red bikin. Bêyî biryara serokwezîr ya jî heta ku ew gotina xwe ya dawî nebêje di tu warî da qerar dernakeve. Çerxa îktîdarê naxebite. Derî karên rojane, di tu warî da ne mimkûn e ku gav were avêtin…Herkes li bende gotina wî ya dawî ye. Kes nikane li hemberî gotina ji devê wî derkeve derê.”

Yanî li Tirkiyê gotina Erdogan tenê pere dike, bêyî Erdogan tu kes ne tu tişt e, giraniya wezîran bi qasî giraniya gavanê li ber golikan jî tuneye.

Wa ye mêrik ji Seddam Husên jî xerbatir e. Lê weke Saddam rast û baş nayê nasîn...

Bîrand kêm gotiye zêde negotiye.
Bi baweriya min tu rol û giraniyeke mebûsên AKP-ê û heyeta wezîran tunye, hemû jî bêselahiyet û pepûkên ber destê Erdogan in. Hukûmet, wezîr, wezaret hemû sûs in, reqlameke ji bo dervaye.

Ji Ataturk virda ye tu serokwezîr bi qasî Erdogan hemû selahiyet negirtiye destê xwe, Erdogan Erdogan Tirkiyê weke padîşahekî îdare dike.

Ji xwe heger ne wiha bûya, heger Erdogan ne hertişt bûya ev nêzî 3 sala ne ku di bin navê KCK-ê da li hemberî kurdan teroreke hewqas mezin nedihat meşandin.

Ev teror hemû bi daxwaz û emrê Erdogan tenê tê kirin, ji ber ku Erdogan dixwaze bi hezaran siyasetmedarên kurd ev sê sal in di zindana da ne.

Lê ev jî nîşan dide di warê demokrasiyê da Tirkiye welatekî çiqasî paşdamayî ye.

XXX

Napolyonê rahmetî gotiye, li vê cîhanê tiştek tenê nayê texlîtkirin, ew jî cesaret e. Xwezî bihata texlîtkirin, qenekê gelek kesê ji pîsbûnê xelas bibûna..

XXX

"Edalet kût e, giran giran dimeşe, lê zû dereng digihîje ciyê ku diherê..."

XXX
Kesên di siyasetê da tenezulî tiştên biçûk bikin nikanin mezin bibin, tim biçûk dikevin...
XXX”Merivê ku cesaretê wî tunebe weke kêra ko ye”, pê pîvaz jî nayê hûrkirin, ya herî baş ew e ku meriv weke hesinekî zengarî bide xurdeciyekî..

XXX
"Em bi zanîna kesên din zane bibin jî, lê ancax em dikanin bi aqilê xwe xwe biaqil bibin."

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE