10 december 2011

Masî ji serî da genî dibe

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî derbarê bûyerên Zaxo da gotiye, li gorî zaniyariyên gihîştine destê wan, ”îniya bê” yanî do, bûyerên wekî yên li herêma Behdînanê çêbûn ewê careke din çêbibin. Lewra pêwîst e aliyên ewlekariyê rê û rêbazên ewlekariyê yên pêwîst bikarbînin.”
Bi baweriya min Kerkûkî rast dibêje. Ji ber ku hertişt ji însan û civateke nezan û paşdemayî, civeteke qedir û qîmeta medeniyet û azadiyê nizanibe tê.


Dema însan ji dîroka xwe, ji trajediya bav û kalên xwe û ji şiûrekî netewî bêpar be weke xilt wiha xweliyê li serê xwe dike.

Kurdên ku bi salan di bin zulma û zora Saddam da bûn, enfal dîtin, qetlîama Helepçeyê hat serê wan, bi milyonan bi serê çiyan ketin, di kampên Îranê û Tirkiyê da bi salan weke penaberan jiyan, nuha vê çavsoriyê li xelkê, li kesên ku weke wan najîn, weke wan nafikirin, kesên ku ne ji nîjad û ola xwe dikin, mal û dikanên wan dişewitînin.

Êrîşê dibin ser kesên êzdî û xiristiyan, ser kultur û şiklê jiyana wan, mal û dikanên wan dişewitînin, dibêjin gerek li Kurdistanê alkol neyê firotin.

Lê çawa ku masî ji serî da genî dibe, civat jî ji jor da, ji alî sîstema heyî, ji alî serok û birêvebirên civatê ve baş û xera dibe.

Berpirsiyarên esasî yên van bûyerên dawî hukûmet e û sîstema heyî ye. Heger serokên siyasî yên kurdan her axaftina xwe bi ”Bismillahirhahmanirrahim.” dest pê bikin û civatê li gorî ”şerîeta Îslamê” birêve bibin bêguman ewê netîce ev be.

Kurd ji bîr dikin ku kesên digotin alkol heram e ew qetil kirin, bombeyên jahrî bi ser serên wan da barandin, ew enfal kirin, ew bi serê çiyan xistin.

Û însanên ”meyvexur” yanî mirovên xiristiyan(Emerîka û yên din)hatin gazî û hawara wan û ew ji serê çiyan ji mirinê xelas kirin.

Zarok û neviyên ku ji ber şûrên celadan û bombeyên jahrî xelas bûne, îro bi bêşiûriyeke mezin êrîşê dibin ser mal, dikan û otêlan hemwelatiyên xirstiyan, kesên kesên ne weke xwe û naxwazin mafê jiyanê bidin wan û şiklê jiyna wan.

Ew ji bîr dikin ku ku heger îro li Kurdistana başûr ew stirîne û bûne xwedî statuyeke siyasî ev yek xêra wan kes û welatên ku dikanên meyfiroşan naşewitînin, yanî xêra cîhana Xirstiyan e, xêra Emerîkayê ye...

Heger ne Emerïka yanî ne ev însanên ”araqvexwir” û bêdîn” bûna îro ewê Kurdistana Federe tunebûya.

Ji ber ku ku Saddam nikanîbû tehamulî mafê kurdan û hebûna wan bikira loma ew qetil kirin, nuha jî kurd tehamulî hebûn û mafên kesên ne weke xwe û kesên xiristiyan nakin û loma êrîşê dibin ser wan, mal û dikanên wan dişewitînin.

Ferqa dîktatorî û demokrasîyê ya esasî toleransa li hemberî ol, nîjad, kultur û baweriyên cuda û azadiya ferdî ye.

Rejîmên dîktator tehamulî tu ferq û cudayiyan nakin, mirovên azad naxwazin, ew mirovên weke leşkeran yên yek şikil dixwazin.

Lê demokrasî eksê wê ye, di demokrasiyan da hemû însan xwedî heman maf û azdiyan in, ne ku hinek fikir û baweriyên xwe yên siyasî û dînî li ser hinekên din ferz bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE