06 december 2011

Min ji elewiyên me tiştek fêm nekir !

Bi minasebeta meha Aşûreyê do ya jî pêr êvarî, di Roj TV-ê da li ser mesela Kerbelayê min bîstekê li kurdekî elewî guhdarî kir.

Mêrik dema dipeyivî ji kezebê dipeyivî, xwe perçe dikir, te digot ya lawê Husên e ya jî birayê wî ye.
Bi heznîtî û bi xemgîniyeke pir mezin qala bûyera Kerbelayê dikir, digot, meriv bi mirina zarokê xwe, bav û diya xwe çi êş û janê his bike, em elewî bi mirina Husên jî eynî êşê his dikin. Digot meha Aşûreyê da ew pir heznî û şînî ne…

Kurdên me yên elewî, ji bo 72 hezar û belkî 100 hezar elewiyên ku 70-80 sal berê li Geliyê Zîlan û li Dêrsimê ji alî dewleta tirk ve hatin qetilkirin hewqasî nagirîn û hewqasî xwe perçe nakin, lê ji bo bûyereke ku 1331 berê li Kerbelayê di nabêna du eşîrên ereb da qewimîye û di netîceyê da tê gotin ku tevî Husên 72 kes hatine kuştin hersal ji bo wê şîneke mezin dikin, digrîn, li xwe dixin û xwe tî û birçî dihêlin.

Min bala xwe da camêr ne ji bo xwe, ji bo xelkê digrî, roja qetlîama bav û kalên xwe bibîr nayne, ji bo wê reş girê nade, ji bo wê şînê nake, ji bo bûyereke ku 1331 berê di nabêna ereban da bûye digrî.
Û di ser da baweriya wî/wan jî ne weke ya Elî, Husên û Hesen e.

Husên, musulman bû, nimêj dikir, baweriya wî bi Quranê, bi şertên îslamê û yên îmanê hebû, lê baweriya elewiyên me bi van tiştan jî tuneye.

Nímêjê nakin, rociyê nagrin, Quranê naxwînin, axir hemû tiştên ku îslamiyet ferz dike nakin û dîsa jî ji bo Husên û bûyera Kerbelayê xwe dirûçikînin.

Min bi xwe ji vê baweriya wan tu tiştek fêm nekir.
Gava hestên netewî kêm be û aqilê meriv jî ne ji kîsê meriv be wiha ye, meriv ne ji bo miriyên xwe xwe, ji bo miriyêen xelkê digrî…



XXX
Li gor ragihandinên serokê odeya pîşesazîya Wanê Mîrza Nadiroglu, piştî erdhejê nêzîkî 400 hezar kesan bajarê Wanê terikandine.

Li gora dibêjin tenê kesên bêîmkan û bêxwedî li bajêr mane.
Ji bo bajarekî nufûsa wî li dora 600-700 hezarî ya jî milyonek, bêguman ev koç felaketeke pir mezin e.
Erdhejên biçûk dom hîn dikin û her roj dibin sebebê hilweşîna bînayên nuh. Ji xwe ji sedî 80 avahiyên Wanê xera bûne. Her kes li der e û di çandiran da dijî. Ew Wana xweş bûye bajarekî xofê, kes lê nemaye.

Serma 15 derece di bin sifirê daye, zarok ji qilêrê û ji sermayê jar ketine û zatorye bûne.
Û Anqere jî li hemberî vê felekata mezin heyfa xwe ji kurdan digre. Alîkariyên çûne jî pûlis û leşker tenê jê feydeyê dibînin.

Dibê kurd nehêlin Wan wêran bibe....

Wan di dilê min da ye...

Dibê cîhan ji vê rewşa Wanê ya xerab were agahdarkirin. Belkî bi riya zixtên derve tesîr li hukûmet were kirin.

Bi milyaran dolar alîkarî çûye ji Tirkiyê ra, bi sedan xaniyên prefabrîk hatine şandin, lê heta nuha yek xanî jî nehatiye avakrin.

XXX
Xortanî weke talîzokekê hat û çû, min hew dît ku tew ez kali m jî. Nuha dora kalîtiyê ye. Bala min lê ye ew jî weke xortaniyê zû derbas dibe. Wisa xuyaye ku ewê jî weke xewnekê zû biqede…

XXX
Xwezî 40 sal berê jî ez wiha bifikiriyama…



XXX
Mirineke bi şeref, ji umrekî bêşeref çêtir e.// Mewlane

1 kommentar:

  1. Thanks for finally talking about > "Min ji elewiy�n me ti�tek f�m nekir !"
    < Liked it!

    Here is my blog ... natural cellulite
    treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE