16 december 2011

Roja îniyê dest nadinê lê roja şemiyê ewê qûşê lê biqetînin

Ji zûdaye min pêkenîn nenivîsandiye. Berê pêkenîneke li ser meleyan.
Mêrik roja îniyê mir, weke her miriyekî birin ew gorkirin.

Lawî çû ba mele, ji mele pirsî, got:
-Mele, bavê min roja îniyê çû rahmetê, tu dibêjî li wê dinê ewê wî çawa pêşwazî bikin, miameleyeke çawa pê ra bikin?
Mele pirsî:
-Bavê te nimêj dikir?
-Na, nimêj nedikir lê roja îniyê mir.
-Xumar dilîst ya na?
-Erê dilîst lê roja îniyê mir.
-Araq vedixwar ya na?
-Vedixwar lê roja îniyê mir.
-Derew dikir ya na?
-Erê dkir lê roja îniyê mir.
-Berdûşiya wî hebû tunebû?
-Erê hebû lê roja îniyê mir.
Dawiya dawî mele hew xwe ragirt, got:
-Roja îniyê dest nadinê, lê roja şemiyê ewê qûşê lê biqetînin.

Eynî weke mesela me kurdan û hukûmeta AKP-ê ye.
Erê Erdogan nuha dest nade kurdên li hemberî operasyonên li dijî BDP-ê bêdeng in, destê xwe di serê wan dide, di media xwe da cî dide wan.
Lê sibe, gava serê wî vehesiya ewê qûşê li wan jî biqetîne.
Çimkî pîvaz ha sor ha sipî, ji bo Erdogan qet ferq nake, kurd kurd e.  Lê dibê têxe dorê...



XXX
Pûlisên hukûmeta AKP-ê di operasyonên vê sibehê da li çar bajaran 50 kesên din jî girtine. Wisa xuyaye ku dewletê hemû îş û karê xwe berdaye û tenê bi girtina kurdan mijûl e.
Îcar ewê hewqas kurd li ku bi cî bikin ez wê nizanim...

Dibe ku weke rejîma Hîtler, ew jî ji bo kurdan hin kampan vekin. Ya na di e, bi kêmanî teroro dewletê bi du gotinan, bi belavokekê protesto dikirin.

Lê nuha, piştî serdema hevalbendiya AKP-ê êdî kes wiya jî nake, dewlet çi zulmê, çi neheqiyê li kurdan bike jî dostên AKP-ê qet dengê xwe nakin, nabêjin kirt jî…

Qey ev jî babetekî ”welatparêziya” nuh e, dewleta ku zirarê nede min, bira zulmê li kurdan û li raqibê min bike…



XXX
Însanê bêxeta tuneye. Di jiyanê da herkes hin tiştên naş dike, hin gavên şaş davêje, hin hevalên şaş hildibijêre, ji hin kesên şaş hez dike, dibe evîndarê hin kesên şaş.
Lê ne wiha be jî jiyan ewê gelkî ne xweş, tim weke zahferanê be…



XXX

Bedretîn Dalan û Turan Çomezê ku xwedêgiravî ev nêzî du salan e ku bi "bultena sor" Înterpol li wan digeriya, derket ortê ku li wan nayê gerandin, heta nuha Tirkiyê tu daxwzeke wiha ji Înterpolê nekiriye, negotiye Dalan bigrin.

Yanî hemû îdîayên ku bi "bultena sor" înterpol li Bedretîn Dalan digere dereweke bi boçik bûye û propagadeyeke hukûmetê ya vala bûye.

Dalan, nuha li Almanya li bajarê Stutgartê serbest dijî û di heqê wî da tu biryarên girtinê jî tuneye.
Nuha we fêm kir ku li Tirkiyê çi derewên mezin dibin?
Aqilê meriv disekine, lê rast e !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE