25 december 2011

Weleh malik li kurdan viritî, "pakêta" duyem jî di rê da ye

Du kurdên kurdperwer û jîr di binê nivîseke min da du şiroveyên pir xweş kirine, kêfa min ji herdu şiroveyan ra jî pir hat. Loma jî ez dixwazim van herdu şiroveyan jî bi we ra parve bikim.

Ji şiroveyan yek ya Mehmet Halît Çolgeçen e, gotiye:

”Veleh mamoste bi vê pakêtê vê carê tek tiştek maye nekirine, wê Xwedê bigrin û wê Wî jî biken zîndanê dê jê ra bêjin "te çima kurd anîn wê dinyayê?" Ma qey tiştekî ku van çavsoran nekirî maye?”
Xwediyê şiroveya duyem Bawer Berşev jî gotiye, ”Vê carê dora sewalên(heywanên)men ne. Gund nema, siyasetmedar neman.”
Bi rastî jî wisa ye, yên negirtine tenê ”Xwedayê” kurdan û sewalên wan mane, dibe ku bi vê pakêtê îcar wan jî bigrin.


Herçî pirsa, ”çima te kurd xuliqandin?”, heger mimkûn bûya ew bi rastî jî tirkan ewê ji Xwedê bikirana, lê nikanin bikin.

Tiştê dikanîbûn bikirana înkar bû, esas ew jî babetekî derketina (eduwatiya) li hemberî Xwedê bû bi salan kirin, 90 salî gotin kurd tunene.

Nuha fena ku hukûmet hebûna kurdan înkar nake, lê milet û dewletê hîn dev ji înkara xwe bernedane. Li herderê kurd hîn jî ji ber kurdayetiya xwe tên dîskrîmînîzekirin, pelçiqandin û kuştin.

Hukûmet jî erê herçiqasî bi devkî hebûna kurdan înkar nake jî lê di praktîkê da heta nuha tu gaveke ku hebûna kurdan û mafên wan bi qanûnan qebûl bike û têxe bin garantiyê navêtiye, hîn zimanê kurdî nekirine zimanê perwedehiyê, hîn navê welatê kurdan qedexe ye.

Îdîa ew bû ku di pakêta berê da ewê nasnameya kurd bihata qebûlkirin û hemû mafên kurdan bihata dayin.

Lê ji ”pakêtê” ji dêlî azadî û mafan, çiwisandin, terorîzekirin, girtin û kuştina kurdan derket. Agir bi ser serê kurdan da barandin.

Loma jî hercara ku qala ”pakêtê” tê kirin kurd ditirsin, diqutifin.

Heta nuha bi rastî jî yên ku ji doza KCK-ê negirtine tenê Xwedê û sewalên kurdan mane. Dibe ku di vê pakêta duyem da berê xwe bidin Xwedê û sewalan jî…

XXX
Weleh dîsa mala kurdan şewitî, dibê kurd haziriya xwe bikin, hukûmetê "pakêteke" din hazir kiriye.
Cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay gotiye hukûmet "pakêteke" nuh amade dike. Atalay, îcar "pakêt" bi nav nekiriye, lê gotiye ev pakêt ji bo hertiştî ye.

Di pakêta pêşî da cenazeyên bi sedan gerîla û li dora 5 hezar girtiyên siyasî derketin.
Gelo di vê pakêtê da ewê çi heye?

Heger em ne li gotinê, li kirinên hukûmetê binêrin îhtîmal heye ku ji bo kurdan ev "pakêt" ji pakêta berê hîn xerabtir be...

Lê ez hêvî dikim ku reşbîniya min ne rast be....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE