29 september 2011

Erdogan û demagojî

Erdogan di civîna partiya xwe da li hemberî PKK-ê dîsa weke sûtalekî kolanên Kasimpaşayê peyivîye, dîsa ji birêvebir û lîderên PKK-ê û BDP-ê ra gelek heqaret, gotin û peyvên ne xweş û bêmistewa kirine...


Efendî bi van heqaretan jî qîma xwe neaniye, ji kurdan xwestiye ku ew jî bi dewletê ra li hemberî PKK-ê dest bi şer bikin.


Li cîhanê renetele pir in, lê li Tirkiyê mêrik bûye serokwezîr. Goitnên wisa dike zarok pê dikene. Mêrik bêheya û bêfedî ji kurdan ra dibêje rabin kesê ji bo azadiya kurdan şer dikin bikujin, bibin korîcî, bibin neyarê qewmê xwe.


Erdogan weke hercar di vê axaftina xwe da jî israra xwe ya di şer da dîsa dubare dike û sond dixwe ku ewê PKK-ê biqedînin.


Ev jî tê wê maneyê ku hukûmetê hîn dev ji siyaseta înkar û îmhaya kurdan bernedaye.


Tiştek pir vekirîye, heta ku dewlet, AKP ya jî Erdogan di qedandina PKK-ê da israr bikin şer ranaweste û mesele kurd jî qet çareser nabe.


Roja ku serokwezîrê Tirkiyê yê lûmpen û devpîs dev ji xeberan, heqaretê û qedandina PKK-ê berda û termînolojiyeke siyasî bikaranî û PKK jî weke hêzeke miletê kurd û nûnerekî kurdan qebûl kir, wê demê meriv dikane bibêje ku hukûmet dixwaze meselê çareser bike.


Wê demê bi rastî jî şer dikane raweste, wê demê bi rastî jî mesele dikane çareser bibe.


Heta ku Erdogan li hemberî PKK-ê û BDP-ê, li hemberî kadir, endam û birêvebirên wan vê uslûba xwe ya êrîşkar, bêmistewa û dijminana bidomîne ne mimkûn e ku tu pêşketin çêbe, şer û kuştin rawestin.


Dewleta ku bixwaze miheqeq PKK-ê biqedîne û ji bo vê yekê her roj bi tonan bombe bi ser serên keç û lawên kurdan da bibarîne ne dostê kurda ye, ewê kurdan jî biqedîne.


Qedandin û şikandina PKK-ê, têkbirin û şikandina mieltê kurd e, şikandina tevgera kurd ya netewî ye.


Kurd ne zarok in, kurd vê nêta hukûmetê û Erdogan baş dibînin. Heta ji Erdogan tê bira demagojiyê bike û bibêje kurd û PKK ne eynî tişt in, "PKK dijminê me ye" û kurd jî "birayê me ne.


Roja ku serokwezîrê Tirkiyê yê lûmpen û devpîs dev ji xeberan, heqaretê û qedandina PKK-ê berda û termînolojiyeke siyasî bikaranî û PKK jî weke hêzeke miletê kurd û nûnerekî kurdan qebûl kir, wê demê meriv dikane bibêje ku hukûmet dixwaze meselê çareser bike.


Dewleta ku bixwaze miheqeq PKK-ê biqedîne ne dostê kurda ye, ewê kurdan jî biqedîne.


Qedandin û şikandina PKK-ê, têkbirin û şikandina mieltê kurd e, şikandina tevgera kurd ya netewî ye.


Kurd ne zarok in, kurd vê nêta hukûmetê û Erdogan baş dibînin. Heta ji Erdogan tê bira demagojiyê bike û bibêje kurd û PKK ne eynî tişt in, "PKK dijminê me ye" û kurd jî "birayê me ne.


Zarokê kuçeyên Mêlikahmedê jî êdî bi vê demagojiyê vala naxapin.


PKK û BDP du partiyên kurdan yên herî mezin û herî xurt in. Heger dewlet dixwaze ev şer raweste û bi kurdan ra di nava aştiyê da bijîn, dibê Erdogan û berdevkên wî dev ji neyartiya van partiyan û serokên wan berdin û weke camêran bi wan ra bidin û bistînin.


Yê ku dijminê PKK-ê û BDP-ê be dijminê miletê kurd e jî, tu demagojî û hokabazî nikane vê rastiyê veşêre.
Kurd ne zarok in, vê yekê baş dibînin...

                                                                       XXX
Rejîsorê sînemayê yê tirk Mûstafa Altioklar di Haberturk TV-ê da empatiyeke mêrane nîşan da, yanî xwe xist dewsa kurdan û got:
"Ez ez kurd bûma minê tam serxwebûn bixwesta. Minê ji bo serxwebûneke temam şer bikira. Gava ez dibêjim şer, ez qala têkoşîneke siyasî ya pir cidî dikim. Heger navê vî welatî Kurdistan bûya û min jî weke tirkekî nikanîbûya zimanê xwe bipeyiviyama, nasnameya min qedexe bûya û mahkûmî asîmîlasyonê bibûma sedîsed minê serxwebûn bixwesta. Heta, belkî ez derketama serê çiyê jî."
Bi hêviya ku li Tirkiyê û li Kurdistanê kurd û tirkên weke Altioklar zêde bibin...

28 september 2011

Doktor Fûad:Ala azadiyê li ser vê axê ewê were daçikandin!

Vê dewleta kemalîst û zorba heta nuha gelek siyasetmedar, serok û mezinên kurdan kuştine û bidarda kirine. Lê bi vê jî nehatine serî, di ser da cenazeyên serokên kurdan jî nedane kurdan, parastinên kurdan yên di dadgehên sexte da û gotinên wan yên berî îdamê jî hemû bincil kirine û nedane malbatên şehîdan.


Tenê bi riya bîranînên hin hakim û dozgeran û hin kesên ku di dema îdaman da hazirbûne çend gotinên şehîdên kurdan gihîştine me.


Ji van gotinên şehîdên kurdan yên berî îdamê ez îşev çend heban pêşkêşî we dikim, ji bo ku hûn jî bizanibin ku serokên kurdan li ber dara sêpiyê jî çavên xwe ji mirinê nekutane û serê xwe li hemberî dijmin netewandine.



Şêx Seîd: (Xinis)Dawiya jiyana min ya dinyewî hat. Ji ber ku ez di ber miletê xwe da dibim qurban ez ne poşman im. Bira neviyên me, me li hemberî dijminên me mahcûp nekin bes e.


Xalid Begê Cibrî:((Mûş, Mîralay, serokê rêxistina Azadiyê)Li hemberî we ez ne bi tenê me. Li pişta min li Îranê, li Mezopotamyayê, li Tirkiyê neteweyekî kurd yê muazem heye. Hûn îro min bidarda dikin, lê qet şika min tuneye ku sibe neviyên me ewê we îmha bikin.


Seyid Abdulkadir Efendî(Hekkarî, Şemzînan, Senator) Ji xwe hûn di warê şiweitandin û wêrankirinê da xwedî şohreteke mezin in. We vira jî kir Kerbela. Dibê hûn viya bizanibin ku bi dehşetê û kedxwariyê şan û şeref nayê qezenckirin. Bira bimre tirk!


Yûsûf Ziya Beg: (mebûsê Bedlîsê) Ez ditirsiyam ku hûn me bi riya mewqî û rutbeyê bixapînin. Şukur ji Xwedê ra hûn me bi ben û bi guleyan pêşwazî dikin û ji ber vê yekê jî em qet ne poşman in. Bi saya dersa we da me, neviyên me ewê heyfa me ji we bistînin.


Doktor Fûad(Bavê Tûjo, Diyarbekir) Ji bo ku bi mêranî bibim qurbana welatê xwe ez tim difikirîm. Bêşik ala zadiyê li ser vê axa ku em li ser tên îdamkirin ewê were daçikandin.


Abûkat Tewfîq Beg(Diyarbekrî) Cesedê min nîşanî hemû cîhanê bidin, dibê herkes bibîne ku ne ji bo mafên şexsî, ez ji bo mafên netewî şer dikim. Her bijî Kurdistan!


Qoçzade Elî Riza Beg:((Betlîs) Ji bo ku min sîleha destê xwe li hemberî neteweyê xwe bikar neanî, li hemberî tirkên dijminê xwe bikar anî ez pir bextewar im. A ez nuha jiyana xwe dikim qurbanaKurdistanê!


Kemal Fewzî(şair, Bedlîs) Kurdistan Cinet ya me ye. Xwediyê malê em in û kî dibêje çi bira bibêje emê dîsa têkevin hundur. Tu hêz ewê nikanibe maniî vê yekê bibe, ji ber ku Ew ya me ye…


Mele Ebdurrehman(sêrtî) Sefîlno! Ez we di bin nigê xwe da pir nemerd û biçûk dibînim. Bizanibin ku kurd ne dareke, dimre lê xwar nabe.


Seyid Riza(Dêrsim) 75 salî me, şehîd dibim, tevî şehîdên Kurdistanê dibim. Dêrsim mexlûb dibe, feqet kurdayetî û Kurdistan ewê bijî. Xortên kurd ewê heyfa me bigrin. Bimre zalim û virek----

27 september 2011

Kurd ê Erdogan jî poşman bikin

Teror û operasyonên ku Erdogan li hemberî BDP-ê ev demeke daye destpêkirin bi rengekî bênabên berdewam in.


Erdogan bi operasyon girtinan dixaze tevgera kurd tasfiye bike û kurdan teslîm bigre..
Polîsan vê sibehê girtin ser şaxa Egîtîm Sen û ÎHD ya Rihayê. Di saxîkirina komele, sendîka û malan da polîsan 17 kes girtin bin çavan.


Di operasyonê da, serokê şaxa Egîtim Senê Halît Şahîn, serokê şaxa ÎHD-ê Cemal Babaoglu û serokê şaxa Egîtîm Sen yê berê Mehmet Sitkî Dehşet jî di nav da 17 rêvebirên saziyan hatin binçavkirin.


Li aliyê din li navçeya Sirûcê(Pirsûs)jî polîsan avêtin ser gelek malên BDP-liyan. Di van serdegirtinan da jî Endamê Meclîsa Şaredariya Sirûcê Hacî Şîmşeklî, mamoste Adîle Şahîn, xebatkarê Şaredariyê Mehmet Ergoz û Sabrî Çelîk hatin binçavkirin.


Çend ro berê jî dîsa pûlisan li Rihayê û li Sirûcê gelek kes girtibûn.
Bi qasî ku meriv ji çapemeniyê taqîb dike rojê li dora 100 birêvebir û endamên BDP-ê digrin û davêjin zindanê.

 Ev operasyon û tewqîfat bi emrê Erdogan tên kirin û hemû jî bêqanûnî û siyasî ne, teror û zulm e.
Dewlet heyfa PKK-ê ji BDP-ê digre.

 Berî cejna remezanê hin rojnamevanan nivîsîbûn, gotibûn hukûmetê lîsteyeke 1400 kesên ewê bêne girtin hazirkiriye.

 Operasyon û girtinên van du mehên dawî nîşanî me dide ku ev lîste rast e lê hejmar ne 1400 e, gelek zêdetir e.

 Erdogan şikandina tevgera kurd ya netewî carê kiriye serê xwe, ji bo ku miletê kurd teslîm bigre û bike tirk ewê hemû kadir û birêvebirên BDP-ê, IHD-ê û hemû sendîka û komeleyên ku bîna kurdayetiyê ji wan tê bide girtin. Ev reqem dikane here bigihîje 4-5 hezaran.

Heger bibûya Erdoganê jî weke Seddam Husên hemû kurd bidana ber gaza kîmyawî, lê ji ber ku nabe loma jî teror girtinên girseyî xistiye dewrê.



-Ker kerê me ye lê di axurê xelkê da dizire...
-Kûçikê me ye lê li ber derïyê xelkê direye...

-Ez êdî wek makîneyeke risman ya pîlqedyayî me. Nikanim kesî bikşînim! Yilmaz Erdoganê Culemêrgî

-Hertiştê tu dizanî nebêje lê hertiştê tu dibêjî bizanibe.

Bihara Ereban dike were Erebîstana Siûdî jî

Wey mala Xwedê hezar carî ava be, jinên Siûdî jî êdî di pêşerojê da ewê bikanibin rayên xwe bidin û di hilbijartinên mehelî da bibin namzet û heta di Heyeta Şûrayê da jî cî bigrin.

Bifikirin di sedsala 21-ê da li welatekî nivîvê civatê(12-13 milyon)ji ber ku jin in mafê wan yê dendanê tuneye, xebatê tuneye!


Şûra, qaşomaşo tiştekî weke meclîsê ye. Yanî meclîseke li gorî ereban û erebîstana Siûdî ye. Helbet dema min got meclîs, ev nayê wê maneyê ku endamên wê bi rayên gel tên hilbijartin. Na, tiştekî wiha tuneye, endamên Şûrayê ji alî Qral Abdullah ve tên tayinkirin.


Qiralê Siûdiyê Abdullah do ji nişkave got, wan biryrar daye ku di hilbijartiên bê da ewê destûrê bidin ku jin jî di Heyeta Şûra yê da ciyê xwe bigrin.



Bi rastî jî wa ye ”bihar” hatiye welatê ereban. Wa ye camêran dikin mafê dengdanê bidin jinan. Weleh xêra Xwedê da jinên siûdê, dibê rabin û rûnin û ji Qral Abdullah beg ra dua bikin. Heger ne derew be di sala 2013 ya jî 2014-an da ewê mafê dengdanê û hilbijartinê bidin jinan….


Wek tê zanîn li Siûdiyê hîn mafê jinan yê dengdanê, hilbijartinê û xebatê tuneye.


Li Siûdî xebat ji jinan ra qedexeye. Jin dibê ji mêrê xwe jintiyê, ji zarokên xwe ra dêtiyê û ji mala xwe ra jî kebantiyê bike.


Xebat, gera bi serê xwe li Siûdî ji jinan ra hîn qedexe ye.
Jin bi tena serê xwe nikanin herin ser tuxtor ya jî nexweşxanê û emeliyat bibin.


Ji bo vê yekê dibê destûra mêrikî merivên wan hebe. Bêyî destûra mêr, jin li ber mirinê be jî nikane here ser tuxtor, dibê zilamekî merivê wê pê ra be.


Li Siûdî jin nikanin ehliyetê jî bigrin, ji ber ku ajotina ereban li jinan qedexe ye.



Ez baş nizanim lê dema ajotina erebê qedxe be, miheqeq siwarbûna li psîkilêtê û motorsîkilê jî qedexeye.



Dimîne ker, hesp û deve… Siwar bûna li kerê, hespê û devê gelo serbest e y ana ez wê jî pir meraq dikim…
Wisa xuyaye bi rastî dinya diguhere, ma ne wiha bûya Qral Abdullah ewê çawa soza dengdanê bida jinên Siûdî…



Ez bawer dikim nuha li Siûdî jin vê xeberê bi govend û şahî pîroz dikin…Ji ber ku dikin di sala 2014-an da mafê dengdanê bidest xin…

26 september 2011

Keftar û kerê henşerî

Şevekê kêfa kerê henşerî pir li cî bû, di nava daristanê da ji kêfa da cirîd û lotiokan û heta jê hat ziriya û ziriya. Heta destê sibê wer da lotikan û ziriya ku nehîşt li daristanê xew têkeve çavê tu heywanî.

Keftar ji vê zirîna kerê pir aciz bû, ji ber ku heta sibê xew bi çavê wî nebû. Çimkî zirînê di nava daristanê da olaneke wer dida, ne mimkûn bû ku kes bikanîbûya raketa…

Roja din bi berbanga sibê ra keftar hinekî bi hêrs çû ba kerê henşerî û jê ra got:

-Birakê ker, hela carê bala xwe bide min, ma te xêr e, tu xwe çi dihesibînî? Tu çawa dikanî xewê li herkesî biherimînî? Mafekî te yê wiha tuneye. Dibê tu baş bizanibî ku li vê daristanê tu ji me kesî ne mezintir î. Tu ne cin î ku dilê te çi bixwaze tu bikanibî bikî.

Kerê henşerî got:
-Erê, ez cin im.

Keftar bi dengekî matmayî got:
-Rast tu cin î?

Kerê henşerî dîsa got:
-Ez rast dibêjim, bi rastî jî ez cin im.
Li ser vê bersîva kerê, keftar got:

-Ê heger bi rastî tu cin î, wê demê baranê bibarîne ez te bibînim.
Kerê henşerî hema di cî da bel kir(mîzt) û got:
-Binêre, wa ye baran barî !
Keftar got:

-Ê piştî ku tu kanî baranî bibarînî, wê demê wisa bike ku bira gurrîn bi tavan keve, bira bibe gurre gurra tavan jî.…

Kerê henşerî got, helbet ez dikanim û heta jê hat, kir firre firr û hirre hirr, dengekî weke gurrîna tavan derxist. Û dû ra jî got:

-Dengê tavan hat te?
Keftarê feqîr hustuyê xwe xwar kir û got:

-Rast e, deng hat min. Ê piştî ku tu cin î û tu dikanî baranê bibarînî û gurrînê bi tavan xî, wê demê dibê wisa bike bira birûsk jî vedin. Ya na ez ji te bawer nakim.
Kerê henşerî got:

-Helbet ez dikanim.
Keftar got:

-Ê heger tu dikanî wê demê nîşanî min bide ku ez ji te bawer bikim. Heta tu nîşan nedî ez ji te bawer nakim.
Kerê henşerî got:

-Wê demê dibê tu herî xwe bidî paş min û baş bi nigên min bigrî, ezê nîşanî te bidim birûsk çawa vedide, lêdixe.

Keftar got baş e û çû xwe da pişt kerê û baş bi herdu nigên wî girt. Û hingê heta ji kerê hat, kerê zîtikek baş avîtê. Zîtik hewqasî bi hêl bû, keftar firiye, çend hirinan bi hewa ket. Dema ket erdê bîstekê xewirî ma. Dû ra hat ser hişê xwe û bi dengekî lerizokî ji kerê henşerî ra got:

-Nuha min bawer kir ku tu cin î…
A dibêjin ji wê rojê û virda ye keftar ji keran pir ditirsin û newêrin xwe nêzî wa bikin.


25 september 2011

Ziman dil û hafizeya miletekî ye

Her însanek xwedî dilekî, her miletek jî xwedî zimanekî ye. Însanê dilê wî bisekine dimre,  miletê zimanê xwe ji bîr bike qira(dawiya) wî tê.

Yanî weke însanê dilê wî rawestiyabe ew jî nikane bijî, dimre, di nava milet û kultureke din da dihele, wenda dibe.

Tiştê miletekî ji miletekî din cuda dike ziman e, dîn e û hin caran jî reng e. Tiştê me kurdan ji dijminên me digerîne ne dîn e û ne jî reng e, tenê ziman e.


Ziman, herçiqasî wasiteyeke jihevfêmkirinê be jî, lê di eynî wextê da di nabêna dema borî û pêşeroja miltan da wezîfeya pirake dîrokî û kulturî ye.


Bi riya zimên meriv serborî, edebiyat, dîrok û kultura xwe dewrî cîlên nuh dike.


Bi riya zimên mîrat û hemû berhemên miletekî yên kulturî ji mirin û wendabûnê xelas dibin û xwe digihînin cîlên nuh.


Miletê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve û pêşda nebe, piştî demekê ji kok û kultura xwe qut dibe û dikeve bin bandora ziman û kultureke din û dû ra jî dihele û wenda dibe.


Li Rojhilata Navîn û li cîhanê di vî warî da numûne pir in, gelek miletan ji ber ku zimanên xwe wenda kirin dû ra ew jî wenda bûn.


Ji bo wê yekêye ji roja avabûna Komara Tirkiyê û virda ye tirk dixwazin kurdan asîmîle bikin. Dema kurd jî weke miletên din asîmîle bibin yanî zimanê xwe wenda bikin û tirkî bibe zimanê wan yê dayikê, wê demê kurdê jî weke hemû miletên din bihelin û bibin tirk.


Loma jî heger em naxwazin bibin tirk, dibê em li zimanê xwe xwedî derkevin û bi rengekî xurt dewrî cîlên pêşerojê bikin.


Fikir ruhê zimên e, fikir şikil dide zimnên û wî bi pêş dixe, dewlemend Cîhana însan, hestên însan bi zimên şikil digre. Meriv fikrê xwe, dilşadî û xemgîniya, hezkirin û nefreta xwe bi zimên îfade dike, dide der.


Heger zimanê miletekî dewlemnd be li gorî wê, kultur jî dewlemnd dibe. Çimkî medeniyeteke pêşketî ancax bi zimanekî dewlemend mimkûn e.


“Ziman him dil û him jî hafizaya miletekî ye. Dibê neyê jibîrkirin ku yê dilê wî rawest dimre û yê hafiza xwe wenda bike dîn dibe.”


Di dîrokê da kîjan miletî zimanê xwe jibîrkiribe, ew milet ji ruyê erdê wenda bûye.
Lê miletên ku zimanên xwe ji bîr nekiribin herçiqas hatibin qetilkirin, zor û zulm dîtibin û marûzî surgûnan bûbin jî dawiya dawî rojeke hatiye gihîştine azadiya xwe. Loma jî ziman sîgorteya her miletî ye. Miletê bêyî vê sîgortaya zimên mahkûmê wendabûnê ye.


Em kurdên bakur îro di demeke dîrokî ya pir krîtîk da dijîn, weke mielt berdewamiya hebûna me ketiye xeterê. Li hemberî vê tahlûkeyê çeka me ya herî mezin zimanê me ye.


Loma jî dibê em kurd ji zimanê xwe pir hez bikin û biparêzin, pê bipeyivin, binivîsînin û bixwînin.



Zimanê me pêşeroja me ye. Roja ku em zimanê xwe wenda bikin weke milet emê jî ji ruyê vê cîhanê wenda bibin.

Ji bo yadkirina lawekî kurd yê hêja

Ahmed Onal , bîstek berê ji dengê Ferîd û Uzunê şehîd straneke wî belav kir. Ez jî li vir helbesteke vî kurdpererê mezin belav dikim.

Ferîd Ûzûn, merivekî  siyasetmedar, şair û govendgirekî bi nav û deng bû. Wî weke hinekan ne bi tirkî, bi kurdî dinivîsand. Di salên 1970-î da nivîsandina bi kurdî ne tiştekî biçûk e, ji bo vê yekê dibê dilê meriv tenê ji bo kurd û Kurdistanê lêda û tesîra kemalîzmê li ser meriv tunebûya.

Ez û Ferîd, em ne ji grûbekê bûn, em raqibên hev bûn. Ew ji serokekî Kawa û ez jî yê DDKD-ê bûm. Lê em dostên hev bûn. Me ji dengê wî hez dikir.

Di salên 70-î da Ferîd kadirekî pir hêja û kurperwerekî pir girîng bû. Lê mixabin Ferîd bi destê "kurdan" hate kuştin. Ferîd ne merivekî bihata kutin bû. Di wê demê da kêm kes weke Ferîd zana û kurdperewer bû.

Ez vî kurdperwerê hêja bi hurmet û giramiyeke mezin bibîr tînim...
 Destpêka gotinên vê stranê wiha ne:
...
Bayê azadiyê wa ye tê, ha tê
Bayê azadiyê wa
Rabin, rabin, rabin, rabin bese êdî rabin...

Mixabin 30.40 sal piştî Ferîd jî piraniya ronakbîr û siyasetmedarên kurd bira helbest li wir bimîne, hîn nikanin karteke cejnê jî bi kurdî binivîsînin.

Loma jî Ferîd Ûzûn li gorî dema xwe kadirekî pir hêja û pir mezin bû….

Kevoka spî

Kevokên spî, kevokên spî dê bên firandin

Xerîtên kevin, xerîtên kevin dê bên çirandin

Cahş û mahş, cahş û mahş dê bên bakirin

Kurdistan, Kurdistan dê bê avakirin

Deşt û zozan, çiyayên Kurdistanê ê me ye

Me qîrîn û hawar daniye dîlan

Bûka me, bûka me Kurdistan

Deng bidin hev, gazî kin hevalan

Bira rakin topan, bira rakin çekan

Bira hespên xwe rakin ser piyan

Kêm mekevin, kêm mekevin

Ha xortên dilovan

Dem bi dem, gav bi gav

Werin, werin, werin ha werin

Dewran, dewran ji bo we şêran

Ê ku doza têkoşîna xwe nekin ker in

Bînin, bînin serê Hesen El Bekir bînin

Segbav Husên, segbav Husên

Bîr mekin, ha bîr mekin

Warên wan, warên wan

Bi ser wan da hilweşînin

Erd û ezman, erd û ezman

Bi ser wan da bireşînin

Heyfa Leyla, çira Kurdistanê

Bistînin, ha bistînin..
Ferîd Ûzûn

24 september 2011

Hukûmetê xwe da dest

Li gorî nûçeya CNN Turkê, cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, li Brukselê di derbarê hevdîtinên MÎT-ê û PKK-ê da wiha gotiye:


“Divê hemû amûr ji bo çareseriya pirsê werin bikaranîn. Ev pirs tenê bi çekan, bi polîs û eskeran nayê çareserkirin, divê tedbîrên siyasî, aborî û civakî jî bên girtin. Ez bawer dikim emê biserkevin.”


Bulent Arinç dû ra jî wiha gotiye:


”Li gorî ku ez dizanim dema hêza çekan têra jinavbirina rêxistinekê nekir, wê demê saziyên îsitxbaratê dikevin dewrê û hevdîtinan dikin. Ji ber wê jî, tê zanîn ku MÎT-ê jî hinek caran digel rayedarên rêxistinê (PKK) hevdîtin pêk aniye. Ji bo ku hêza çekdarî ya rêxistinê bêbandor bike divê saziya îstîxbaratê digel berpirsên wê hevdîtinan pêk bîne.”


Weke tê dîtin, Arinç jî wek Erdogan û Gul dibêje, ji bo ku çek, pûlis û esker têra şikandina PKK-ê nake loma jî ew ”tedbîrên siyasî, civakî û aborî” dixin dewrê.


Û ev hevdîtinên MIT-ê jî yek ji wan ”tedbîran” e. Ji bo ku PKK.ê bêtesîr bikin wan MIT xistine dewrê.


Yanî hevdîtinên hukûmetê yên bi PKK-ê r a ne ji bo çareseriya mesela kurd, ji bo xapandinê û bêtesîrkirina PKK-ê ye, taktîk û manawrayên wextqezenkirinê ne….


Yanî nêt tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî ye…


Esas Arinc nebêje jî praktîka hukûmetê nîşan dide ku tu nêteke hukûmetê û çareseriya mesela kurd tuneye. Siayseta Erdogan ya esasî hîn jî îmhakirina tevgera kurd e... 


 

Erdogan jî "lîsteyeke" kurdan çêkriye

Operasyonên li dijî endam û birêvebirên BDP-ê berdewam in. Ji 17-ê îlonê û virda ye li Şirnexê, silopya, Cizîrê, Nisêbînê, Qoserê, Geverê û gelek bajarên din bi sedan kes girtin bin çavan.

Li  seranserê Kurdistanê li hemberî kurdan teroreke pir mezin tê meşandin. Heta nuha 5-6 serokên belediyan û gelek cîgirên wan girtine bin çavan.

Erdogan digot piştî Eydiya Remezanê  li hemberî BDP-ê ewê ”stratejiyeke” nuh têxin jiyanê. Diyar e ”stratejiya Erdogan ev e, operasyon, girtin û teror e.

Çendakî berê di çapemeniya tirk da piştî eydiyê qala girtina 1400 BDP-yî hate kirin.

Dema meriv bala xwe dide van operasyon û tewqîfatên dawî diyar dibe ku ev îdîa ne derew e, rast e.

Yanî Erdogan jî weke Tansû Çîllerê lîsteyeke kurdên ku ewê werin girtin çêkiriye û pûlis jî li gorî wê lîsteyê kurdan digrin.

Wê demê reqema 1400 kêm e, ev reqem dikane ya 14 hezar û ya jî 140 hezar be. Lê  ev reqem jî ji bo serkutkirina kurdan têr nake, dibê 3-4 milyon kurd têxin hefsan.

Esas dibe ku li hembrî kurdan di serê Erdogan da jî planeke weke ya Îttîhaçiyan hebe. Yanî berê, hemû kadir û serokên kurdan bigrin û yên mayî jî bi darê zorê ji Kurdistanê derxin.

Erdogan li Emerîka bi derewan dibêje, ”Bila PKK çekan deyne ezê jî operasyonan bidim rawestandin”.

Carê ev gotin jî îspat dike ku ev operasyon û girtin siyasî ne û bi emrê Erdogan tên kirin.

Weke Hasîp Kaplan negotî, ma di destê şaredar û rêveberên BDP-ê  da çek hene ku hûn wan digrin?

Vana gotinên vala ne,  Erdogan lîsteyek daye  hêzên pûlis û pûlis jî li gora vê lîsteyê însanan digrin.

Lê çawa ku lîsteya Çîllerê pere nekir û dawiya dawî serê wê xwar, lîsteya Erdgon jî ewê pere neke û miheqeq ewê serî wî bibe.

Îradeya kurdan ji terora Erdogan gelkî  qewîtir e, kurdê vê yekê nîşanî Erdogan, Gul û Davutoglu bidin…

Ev teror bi plan û daxwaza Erdoga, Gul û Davutoglu tê meşandin, dibê kurda van hersê nîjadperastan baş nas bikin. Rojekê ewê dora  pirsîna hesêb were wan jî…



Ev zulm ewê ji Erdogan ra jî nemîne

Ji bo Erdogan kurd "pîvaz" in, pîvaz ha sor ha sipî ji bo wî ferq nake. Erdogan ne tenê dixwaze PKK-ê ji ortê rake, ew dixwaze miletê kurd biqedîne û bike tirk û vê yekê jî gav bi gav dike...

Ji ber ku PKK îro xurt e loma zêde êrîşê PKK-ê dike, dixwaze berê PKK-ê ji ber xwe da bixîne.

Û ji bo ku bigihîje vê armanca jî ji hin tiştan ra çavê xwe digre, ji hin kurdan ra îltîmasê dike, wan zêde naêşîne...

Lê roja ku yê xurt ji ber xwe da bixînin, ewê vegerin ser yên zeîf jî.
Wek tê zanîn, dewletê berê bi alîkariya Rêber, Seyid Riza û Elîşêr ji ber xwe da xistin, lê dû ra serê Rêber jî jêkirin...

Dibê hemû kurd bizanibin ku plana Erdogan jî eynî ye...
Rî(rih) dibe bihost dijmin nabe dost. Û neyarê bavan nabin dostên lawan...


Xxx

Konferansa zimanê kurdî ya li Hewlêrê gaveke baş e lê zeîf e. Bi qaî ku ez dibînim di warê ilmî da beşdarîyeke zeîf e, dil dixwest beşdariyeke berfirehtir û xurttir hebûya.

Lê li gel vê jî kêmasiyê jî weke gava destpêkê baş e. Bi kêmasî kurd qebûl dikin ku gelşeke wan heye û dibê çareser bikin. Bi diîtina min dibê meriv hin zimanzanên biyanî jî dawetî civînên wiha bike û guh bide dîtin û pêşniyarên wan jî.

Bêyî wê, di civîneke wiha  da dibê hemû zaravayên kurdî werin temsîl kirin. Û ya herî girîng jî dibê ji bo hemû zimanan kovarek were derxistin.

Xxx

Serokatiya Konseya Rêvebir ya KCK-ê di derbarê teqîna Enqerê da daxuyaniyek daye û gotiye ku TAK bi van çalakiyên xwe yên bi vî hawî zirarê dide daxwazên gel yên rewa û KCK van çalakiyên bi vî rengî nebaş dibîne û li dij e.
Şêleke pir rast e û di cî da ye.

Bi dîtina min jî çalakiyên bi vî rengî, kuştina xelkê sivîl bi tu hawî feydeyê nagihîne tevgera kurd ya netewî. Belovacî wê, him li hundur û him jî li der antîpatiyê çêdike û dijminan zêde dike.

Loma jî dibê PKK miheqeq rê li ber van çalakiyên bi vî rengî bigre.
Hemû kurd bi mêranî û qehremaniyên gerîla yên li serê çiyayên Kurdisyanê serbilind in, lê ne bûyerên wiha. Bûyerên wiha kurdan xemgîn û zimanê kurdan kin dike.

Xxx

Şer tişetekî ne başe e, lê gava meriv ketê dibê meriv xwe sist neke, derba pêşî dibê meriv lêde. Û ew derb jî dibê ne sistomisto, dibê pir sert be...

Xxx

Heger wiha dom bike, li hemberî zulma dewletê û hukûmeta AKP-ê kurd jî ji mecbûrî ewê "Buhara Kurdan" bidin destpêkirin.
Ji ber ku Erdogan êdî dawa îmana kurdan jî dike...

Xxx

Yekîneyên midûriyeta polîsên navçeya Silopiyê, îro destê sibê girtin ser mala Şaredarê Silopiyê M. Emîn Togurlu, Serokê Rêxistina BDP-ê ya Silopiyê Bahattin Alkiş û gelek kesên din û hemû jî girtin bin çavan.

Ji meha remezanê û virdaye hukûmeta AKP-ê bi emrê Erdogan li hemberî BDP-ê dest bi teroreke pir mezin kiriye.

Ji xwe piştî bûyera Farqînê Erddgoan got, ewê êdî li hemberî ”terorê” dest bi ”stratejiyeke” nuh bikin.

Stratejiya Erdogan qal dikir ev e, li hemberî kurdan hîn bêtir operasyon, teror, girtin û hefs e.

Her roj li gelek ciyan davêjin ser malên kurdan û bi sedan kesî digrin bin çavan...

Xxx


Di nava mehekê da bi hezaran însan girtin bin çavan û ji wan bi kêmasî 500 kes tewqîf kirin.

Bi vî hawî here Erdogan ewê 3-4 milyon kurd bide girtin û têxe hefsê. Ji ber ku Erdogan dixwaze mesela kurd biqedîne.

Erdogan ji bo flistîniyan dewleteke serbixwe dixwaze, lê ji kurdan ra jî tenê operasyonan, terorê, girtin û hefsê rewa dibîne…

Kurdên ku berî hilbijartinan bi dil û can wer li defa Erdogan dixistin û reqlama demokrasiya wî dikirin çima dengê xwe nakin ez fêm nakim…
Mesela ev du meh in nahêlin malbata Ocalan here ba wî.

Ma ev ne zorbatî û dïktatorî ye? Li Tirkiyê tu qanûn tuneye ku nehêle malbata girtiyekî du mehan neçe balê.

Tiştê nuha li hemberî BDP-ê û kîtleya wê tê kirin tenê zorbatî Qet guman tuneye ku qeyrana di nabêna Îsraîlê û Tirkiyê da pir cidî û mezin e. Cidîyeta qeyranê (krîzê) ji nasyonalîstiya Erdogan, Abdullah Gul û wezîrê derve Davutoglu tê.

Ev klîk (hersê kes) merivên pir nîjadperest û panturkîst in. Û loma jî uslûba wan pir qebe û êrîşkar e. û dema çavê wan yekî bibire dikanin pir qebe û çavsor hereket bikin…

Loma jî di krîza wan Îsraîl da li herêma Qibrisê dikane di nabêna keştiyên wan da ”şer" jî derkeve.

Dîplomatê Îsraîlî yê kevn Alon Liel, ku li ser Tirkiyê gelek lêkolînên wî hene, di hevpeyvîna xwe da dibêje, di nabêna Tirkiyê û Îsraîlê da qeyraneke pir cidî heye û dibe ku ev yek di nuxteyekê da biteqe.

Li gorî rojnameya Jerusalem Postê, Alon Liel dibêje, "Tirkiye, jibo ku em lêborînê jê bixwazin û îsbat bike k
u em şaşin, ewê her tiştî bike.”
Ev tespîteke rast e...
Û dû ra jî dibêje, ”ew ditirse ku li herêma Qibrisê di nabêna keştiyên Tirkiyê û Îsraîl da şerek derkeve.”
Tirk elimîne devê yûnaniyan, lê Îsraîl ne Yûnanîstan e, ku bi rastî jî bela xwe di Îsraîl bidin ewê poşman bibin.
Lê înşelah ewê xwe li têlê xin. Ji ber ku Erdogan dike bifire...
Erdogan li bela xwe digere, xwe li asîmanan radişîne. Kesê li bela xwe geriya zû dereng ewê bela xwe bibîne.








22 september 2011

Ziman tercumanê dil e

Heger Hasan Husên Demîrel (Dêrsimiyekî hevalê Dogu Perîncek e. Di minaqeseyekê da neyartiya Kurdan dikir) ne bi tirkî, bi Kurdî bistira û hunermendekî Kurd bûya nedibû hevalê Dogu Perinçek û wek nîjadperestekî tirk nedipeyivî...

Çimkî cîhana însan, hestên însan bi zimên şikil digre. Dema meriv difikire, nefret dike, hez dike, derbarê tiştekî da hest û fikrê xwe tîne zimên, meriv ziman yanî gotinan bikar tîne.

Meriv nikane ji miletekî ku meriv bi zimanê wî nizanibe hez bike. Ji bo ku meriv xwe weke ferdê miletekî his bike û bi dil û can xwe ji wî miletî bihesibîne dibê meriv zimanê wî miletî bizanibe.

Loma jî Kurdên Kurdînezan ne tam Kurd in û ne tam tirk in, mane di orta xelîl û celîl da...


XXX

Gotineke Çîniyan heye, dibêjin, "Dîkên wisa hene ku dibêjin belkî ji bo ku ew azan didin roj hiltê."
Erdoganê me nuha xwe ji van "dîkan" dibîne, dibêje belkî bêyî destûra wî ewê dinya raweste...
Mêrok bi çavê sultanê kurd Selahedînê Eyûbî li xwe dinêre, rojê tiliya xwe berbî welatekî ve dike.
Piştî kurdan, Îsraîlê, Qibrisê, nuha jî Yûnanîstanê tehdît dike...

 Bi argoya Wêrfanşarê ji kesê wiha harbûyî ra dibêjin, "lawo viya duxre" ya jî "lawo viya dike dixune..."

XXX

Gotineke Hanîbal ya pir kêfa min jê rat ê heye, qumandar û şervanê mezin di rojeke pir teng da gotiye:
-Ya emê riyekê bibînin ya jî emê riyekê vekin...

 Kurd jî nuha hatine wê nuxtê: ya ewê riyekê bibînin û ya jî ewê riyekê vekin…

XXX

Min dizanîbû ku tirkiya apê Mûsa Anter ne baş e, lê min qet texmîn nedikir ku ewê hewqasî jî xerab bûya.

 Li gel ku ez rojekê jî neçûme mektebê, ez bi navê qesem sond dixum ku tirkiya apê Mûsa ji ya min jî xerabtir e.

 Lê dema ez wiha dibêjim ne ku ez vê yekê ji bo apê Mûsa weke kêmasiyekê dibînim, na, belavocî wê, bi vê tirkiya wî ya xerab gelkî kêfa min hat.

Ji xwe tirkî qet bi apê Mûsa nakeve, zimanê wî kurdî ye, tirkî zimanê hacûc û macûcan e…
Lê bi vê yekê diyar dibe ku apê Mûşa tu carî ji tirkî hez nekiriye û loma jî nexwestiye baş fêr bibe. Bi zanetî fêr nebûye, xwestiye her cara ku ew bi tirkî bipeyive kesê guhdar bi tirkî bikene û jê nefret bike.
Tu kes nikane ji tirkiyeke weke ya apê Mûsa dipeyive hez bike. 


Apê Mûsa unîversîte xwendiye, bi salan li stenbolê jiyaye, lê dîsa jî qet guh nedaye nazikpeyivîne tirkî, hema cila xwe pê ji avê derxistiye. Gundiyek çawa dipeyive ew jî hewqasî fêr bûye…
Dibê wiha be.
Lê nuha, kurdên ku salekê du salan li bajêr dimînin tirkiyeke...

XXX

Gava aqil kêm be ziman dirêj e. Loma pêşiyên kurdan gotine: Aqilê sivik baraê giran.

XXX

Di xortaniyê da sal dirêj roj kin in, di kalîtiyê da roj dirêj sal kin in.

XXX

Ji yê tembel ra gotine rabe deriyê xwe bigre, gotiye, nuha bayê were ewê bigre

Bîr ne kûr e, yê kin ben e…

XXX
Nesîheta herî baş dibê meriv bi xwe bibe numûne.

XXX
Beq asîmanan bi qasî devê bîrê texmîn dike.
XXX
Hûn nikanin xezîneyê li ruyê erdê bibînin, xezîne di binê erdê da ye.
XXX

Ba mûmê vedimirîne, şewatê gurr dike.

Ji irqçîtiya tirkan du numûneyên girîng!

Îşev ez dixwazim ji du faşîstên hevalên Ataturk, di derbarê kurdan û miletên din da du numûneyên nazîst bidim.



Ji cîlên nuh kêm kes Mahmût Esat Bozkurt û Îsmet Înunu nas dikin. Navê Îsmet Înunu belkî dîsa bihîstine, lê Mahmût Esat Bozkurtê faşîst kes nas nake.



Bozkurt, faşîstekî temam, hîmdarê Komara Tirkiyê, berdilkê Ataturk û dijminekî miletê kurd yê sondxwarî bû.


Înunu jî û Bozkurt jî, herdu jî îdeolog û hîmdarên rejîma kemalîst in. Tirkiyeya îro li ser asasê wan danîne ava bûye û ev şiklê îro girtiye.


Mahmut Esat Baozkurt, Wezîrê Edaletê yê dema cumhûriyetê û hevalê Ataturk yê herî nêz bû. Bozkurt, di heqê kemalîzmê da wiha dinivîse:


”Dîroknasekî alman dibêje, him sosyalîzma nasyonalîst û him jî faşîzim, şiklekî hinekî guhertî yê rejîma Mustada Kemal e, jê wêdetir ne tiştekî din e. Pir rast e. Dîtineke rast e."

(Mahmut Esat Bozkurt, Atatürk İhtilali, sayfa 137, Altın Kitaplar 1967)


Eynî Mahmût Esat Bozkurtê faşîst, di derbarê kurdan û miletên ne tirk da jî wiha gotiye:


“Efendiyê wî welatî tirk in. Kesên xalis muxlis ne tirk bin li welatê tirkan tenê mafekî wan heye: ew jî xizmetkarî û koletî ye...”

Îsmet Înonu jî ji Mahmût Esat Bozkurt kîmtir nemaye û wiha gotiye:


”Eşkere, em nasyonalîst in. Û nasyonalîzim unsûrê yekîtiya me ya herî girîng e. Di nava piraniya tirkan da tesîra nufûsa tu nîjadeke(irqekî) din tuneye. Wezîfeya me, di nava wetenê tirk da dibê em hemû kesên ne tirk miheqeq bikin tirk. Nîjadên(irqên) ku mixalefetê li djî tirkan û tirkîtiyê bikin emê bibirin û bavêjin. Tiştê em li ba kesên ku dixwazin ji welêt ra xizmetê bikin digerin, tirkbûna wan e.”


Dema meriv hîmdarên Komara Tikriyê dixwîne meriv baştir fêm dike ku ev ev milet çima hewqasî dijminê miletê kurd e û ev rejîm çima hewqasî barbar e?



Dema avakarên dewletekê kesên weke Ataturk, Mahmut Esat Bozkurt û Înunu bin rejîm jî bêguman wiha dirinde dibe...













21 september 2011

Elewî û kemalîzim

Birêz Ahmet Onal, îro di bloga xwe da ji ”kemalîsstiya” elewiyan gazin kiriye û gotiye:
"Çawa bû? Çima em hewqasî bûne neyarên xwe, sebebê vê yekê Çi ye?" û her wekî din...


Di mesela kemalîstbûna elewiyan da ronakbîr û siyasetmedarên kurd sûc û kêmasiyên xwe didin aliyekî û sûc tenê dixin hustuyê dewletê, yanî siyaseta dewletê ya asîmîlasyonîst.

Helbet di vî warî da sûcdarê herî mezin dewlet e, ji ber ku dewletl bi plan û program xwestiye kurdan bihelîne, bike tirk.

Ev rast e, lê belê ne temamiya rastiyê ye.
Di vî warî da sûcê ronakbîr û siyasetmedarên kurdan jî pir e, wan jî wezîfeyên xwe yên netewî neanîne cî û heta di asîmîlasyona kurdan da bi zanîn ya jî nezanî ji dewletê ra bûne alîkar.

Min bi van Çend gotinên li jêr nivîsa Ahmet Onal şirove kir. Ji bo ku wenda nebe, bi çend guherandinên biçûk nivîsê li vir jî diweşînim.

-Birayê Ahmet, ji bo fêmkirina sebebê "Ataturkçîtiya" elewiyan ne hewceye meriv
zêde kûr û dûr here û li sebebên pir mezin û pir kûr bigere, sebeb, ev zimanê tu pê dinivîsînî, yanî tirkî ye, asîmîlasyon e.

Bajarên ku zimanê kurdî lê miriye û tirkî bûye zimanê kurdan, li wir kurdayetî  jî miriye û kemalîzm xurt bûye.

Ji ber ku li Erzinganê, Dêrsimê, Sêwasê, Meletyê, Xarpêtê, Dîlokê, Meraşê zimanê kurdî  miriye, loma kurdayetî  pir zeîf e û miriye. Û loma jî li van bajaran ya kemalîzim ya jî dîndariya tirkan xurt bûye.
Yanî tirkîtî ketiye dewsa kurdîtiyê.

Lê li Culemêrgê û qezayên wê, li Wanê û qezayên wê, li Mêrdînê û qezayên wê û li gelek qezayê Diayrbekrê yanî  li bajarên ku kurd lê asîmîle nebûbine kurdayetî lê xurt e û kemalîzm tuneye.
Yanî dera ku zimanê kurdî lê zeîf be yajî miribe, li wir kurdbûn û kurdperwerî  jî zeîf û mirîye. Ev rastiyeke pir konkret e.

Heger em dixwazin elewiyan, ji bin tesîra îdeolojiya kemalîzmê xelas bikin dibê em bi elewiyan ra bi kurdî  bipeyivin, zimanê wan bikin kurdî.

Heta ku zimanê elewiyan tirkî be ne mimkûn e ku ji bin tesîra îdeolojiya kemalîzmê derkevin û ji kemalîzmê qut bibin...

Elewî û hinek kurmanc jî bi riya zimanê tirkî bûne tirk û bi jahriya kemalîzmê û tirkîtiyê jahrdadayî bûne.


Dema ziman tirkî be îdeolojî, bîr û bawerî û hestên netewî jî  kemalîzim û tirkperestî ye.

Kesê ku ji kemalîzmê gazinan bike bêrî hertiştî dibê giraniyê bide kurdî, dibê zimnê wî kurdî be, dibê bi malbata xwe ra, bi dost û hevalên xwe ra, bi elewiyan ra bi tirkî nepeyive, heger pir û pir ne mecbûr be dibê bi tirkî nenivîsîne û vê yekê ji hemû kurdan û elewiayn jî bixwaze.

Bi zimanê tirkî meriv nikane ji kemalîstiya elewiyan gazinan bike. Ji ber ku armanca kemalîzmê ya essasî asîmïlasyona kurdan e....
"Di mahkimeyekê da apê Mûsa Anter ji hakimên ku ew mahkime dikirin ra got:
Gelî hakiman, ji bo ku ez kurd im hûn min mahkime dikin. Min kurdbûn hilnebijart, heger hûn dikanin yê ku ez kurd xuliqandime ceza bikin."


-Zanîn malikê li meriv dişewitîne, meriv dike xwedî derd û kul, xewa şevan li meriv diherimîne. Meriv dibe ”Eloyê Xemxur”, dixwaze qûna dinyayê rast bike lê rast nabe…

-Dibê meriv tu carî xwe bi ber bayê cahilan nexe û bi wan ra nekeve minaqeşeyê. Îqnakirina cahilekî ji terbiyekirina pisikekê jî zahmettir e.

Gava aqil kêm be ziman dirêj e.
Loma pêşiyên kurdan gotine: Barê giran aqilê sivik...

20 september 2011

Ji bo bîranîna apê Mûsa Anter

Ronakbîr û kurdperwerê hêja û bi nav û deng apê Apê Mûsa Anter, 19 sal berê di 20-ê îlona 1992-a da li Amedê ji alî qatilekî dewleta tirk ve, bi emir û fermana berpirsiyarên dewletê yên wê demê bi bêbextî û qeleşiyeke pir mezin hate qetilkirin.

Apê Mûsa merivekî zana, bi kultur, nuktedan, xweşsohbet û hazircewab bû. Û di eynî wextê da qelema wî jî him bi tirkî û him jî bi kurdî pir xurt bû.

Lê bi taybetî jî nivîsên wî yên bi kurdî pir bi qalîte û pir hêja ne.

Ji ber ku kurd miletekî bindest e loma nivîskarên me jî weke yên xelkê li cîhanê nayên nasîn û meşhûr nabin.

Qelema apê Mûsa Anter di mîzahê da ji ya Azaîz Nesînê tirk pir xurttir e, lê ew weke nivîskar bi qasî Nesîn ne di nava tirkan da û ne jî di nava kurdan da nayê nasîn.
Di vî warî da lêkolîneke min tuneye, ez tenê çavdêriyên xwe dibêjim, bi baweriya min apê Mûsa Anter di nava ronakbîrên kurdan da kolumnîstê(nivîsên pêkenînî, mîzahî)urd yê herî pêşîn û herî baş bû.

Di warê nivîsên kin û mîzahî da apê Mûsa hosteyekî gelkî mezin e, hakimê qelema xwe ye, ew tim li orta nîşan dixe, derba wî tu carî li fûtê naçe…
Ne mimkûn e ku meriv nivîsên wî yên bi kurdî bi zewqeke mezin nexwîne.
Çi bi kurdî û çi jî bi tirkî, hemû nivîsên wî weke nukte û pêkenînên Xoce Nesredîn lezîz û manîdar in.

Meriv ji xwendina nivîsên apê Mûsa têr nabe, ji ber ku di her nivîsa wî da meriv tiştekî  nuh û bûyereke dîrokî fêr dibe.

Nivîsên wî weke sohbeteke şexsî ye, meriv aciz nake, meriv naxwaze nivîs biqede, dema diqede jî meriv dixwaze zû zûka dest bi yeka din bike.

Çimkî di her nivîseke wî da bûyereke dîrokî û serpêhatiyeke kurdan heye, zanîn û fikir tê da heye.

Bi taybetî jî meqaleyên wî yên bi kurdî pir û pir hêja ne, hemû jî di derece û qalîteya ku di dibistan û zanîngehan da ji rojnamevan û xwendevanên edebiyatê ra bibin ders û nimûneyên nivîsandinê.
Bi baweriya min ne tenê berê, di nava kurdan da nuha jî hîn kesên ku bikanibin di qalîte û mistewa apê Mûsa da binivîsin tunene.
Weke min li jor jî got, apê Mûsa qelemeke pir xurt bû, gelek nivîsên giranbuha ji me ra li pey xwe hîştin.

Du sal berê, dîsa bi minasebata bîranîna wî, min nivîsa wî ya bi sernivîsa "ZIMANÊ DÊ" weşandibû. Nivîseke kin û pir xweş e.
Ez îşev jî dîsa vê nivîsî li jêr diweşînim




Ez bawer dikim hûnê ji xwendina wê tam û zewqeke pir mezin bigrin.


Ez apê Mûsa, vî şehîdê kurd û Kurdistanê û xwediyê vê qelema xurt bi hurmet û giramiyeke mezin bibîr tînim...

"Zimanê Dê" bixwînin û bibînin ku Apê Mûsa li ser giringîya zimanê dê çiqasî xweş gotiye.



"Zimanê Dê

Niha neviyekî min heye, Bahoz. Bahozko ji niha ve bi kurdî zane lê bi turkî hîn nabe. Carna, radyokek min a biçûk heye, ez dikim dawa wî, ku bi tirkî xeber dide lawik dibê lew lew lew. Yani dişibîne dengê heywanan.


Lê ku ez dibêm lawo ka tilîka xwe bide min ez bixwim. Mal û malika wî tilîya wî ye, ew jî wê dike devê min.


Gelek caran ez jê ra bi kurdi distirêm, ma sitrana min çi sitran e. Ez ne İbrahim Tatlises im, heşayî min.


Ez Amedê jê ra dibêjim. Hema ku ez dibêm ‘lê Amedê Amedê, tu bayraqa Kurdan e, Ala Rengîn hildaye" ew lawikê yazde mehî hundirê çavên wî dikene û ji min re bi dest û lingan dilîze.


Bi rastî jî min qîmeta zimanê zikmakî zanîbû lê vî lawikî ji prefesorekî bêhtir ders da min. Qenc ez hîn bûm ku tiştek di ser zimanê diya me re tine ye.
Îsal 63 sal e, ez bûme hêsîrê zimane tirkî.


Bê çawa hêsîrekî bi namûs hesîrtiyê bi rast û rihanî qebûl nake, ez jî hînî zimanê tirkî nebûme. Erê tirk dibên zimanê kurdî tineye, lê ez bi ilmî dibêm zimanê tirkî tuneye.


Hema di van 60 salan de ez hînî pênc zimanên tirkî bûm.
Di mekteba pêşî de yek, di ya navîn de yek, di lîseyê de yek, di unîversîtê de yek û yek ji yên di derve.

Ne kesî emir daye tirkan, wan zimanê xwe ewha kir.
Ji ber vê yekê ez nebûm nivîskarekî qenc, kurdî ewan qedexe kir û tirkiya wan jî ne tu GÛ bû, evqas taba min a îsal 60 sal e bertelef çû.


Ez ne xwe dipesinînim lê ez yeqîn dikim ku ez 60 sal bi frensewî, îngilîzî, almanî bi vê tabê daketima bi kêmanî eze bibûma wek Victor Hugo, Goethe, Jean Jacques Rousseau û Shakepeare.

Lê çi fêde ji qewlê Nabî ve bi tirkî dibê, ‘‘Öyle bir nehir muazzam gibi çus etmiyem fakat heyhat kurak sahralarda akıp gecmişim.’’

Yanî ez wek çemekî mezin im, mesela wek Dîcle û Ferat im lê çi fêde ez di çolan re derbas dibim kes ji min fêde nabîne.

Tirkiyê jî ez kirim wek Dicle û Ferêt. Ji Kurdistanê derketim û ez ketim çolên ereban ên xerab cih û bêfêde.

Ji ber vê yekê îşê min zor e.
Fikra min û mêjîyê min kurd e.
Lê ez mecbûr dibim bi tirkî binivîsim.
Ji ber vê yekê ez dibêm işê min zor e.
Nivîsên min giş tercûme ne.
Tercûme tu carî nabin wek eslê xwe.
Ji ber vê yekê Fileh û Misilman dibên Quran û Încil nayên tercûmekirin. Ku bê tercûmekirin wê cewherê wan winda bibe.

Nivîsandinên min ên bi tirkî rij in, bê tewas in ji ber vê yekê ye ; bi kurdî difikirim û bi tirkî dinîvîsim.
Çiqas ecêb û zilm e.
Ma kesi dîtiye ku nivîskarekî Alman bi Fransewî şaheseran bi nivîse, yan jî yekî îtalyan bi yewnanî?

Kî bêje nebêje wek min 60 salî di nav vî agirî de nemaye.
Ez zanim bê ev çi agire û zilm e....!!
14-20 hezîran 1992
Mûsa Anter"




19 september 2011

Çapemeniya tirk derew ji we ra kiriye distûr

Rojnamevaneke bi navê Fadîme Ozkan, di rojnameya Starê da bi Kemal Burkay ra hevpeyvînek kiriye. Sernivîsa hevpeyvînê wiha ye:


-Ne PKK bûya mesele ji zûda hel bûbû.


Sernivê ez matmayî hîştim, çimkî ez dizanim Bûrkay wiha nabêje. Ji ber ku dema PKK tunebû jî vê dewletê mafê kurdan yên netewî nedida.


Min hevpeyvîn du caran xwend.  Burkay di hevpeyvînê da tiştekî wiha ya jî gotineke nêzî vê maneyê negotiye.


Rojnameyê li ser navê Burkay manşeteke ji derewan avêtiye.


Ev demeke çapemeniya tirk wiha dike. Vir, bêbingeh û tu têkiliya wê bi xeberê tune davêjin.


Herkes dizane ku çapemeniya tirk kûreya derewa ye, lê bi taybetî jî di mesela kurd da ji vir û tazwîratên wan ra sînor tuneye.


Ji bo ku kurdan bera hev bidin, moral û manewiaytan wan xera bikin, fêsadî û gelaciyê têxin nabêna wan xeberên wiha manîpulatîv diweşînin.


Ev çend roj in xebereke Nefelê ya çend hefte berê hemû medya tirk weke pîlaqeke şikestî dane ser û herkes lêdixe.


Xwedêgiravî Mesûd Barzanî li dijî konferanseke netewî ye, ya jî Barzanî PKK pir sert rexne kir.


Her roj miheqeq ji devê serokekî kurd rexne li PKK-ê heye. Lê dema meriv xeberê dixwîne meriv gotineke ku bi sernivîsê ra li hev bike nabîne, sernivîs tiştekî dibêje, xeber tiştekî din dibêje.


Yanî ne dewlet hukûmet tenê, çapemenî û bi giştî medya jî li dijî kurdan, PKK-ê û BDP-ê şerekî psîkolojîk dimeşîne.


Di roja îro da dijminê li hemberî kurdan yê herî tahlûke û xedar medya tirk e, çavkaniya hemû fêsadî, gelacî, tahrîk û teşwîqî medya û çapemeniye.


Loma jî dibê kurd zû bi zû bi xeberên van virekan nexapin.





Abdullah Gul jî got ji bo qedandina "terorê" MIT bi PKK-ê ra rûniştiye


Piştî beyanên Erdogan û Çîçek, serokkomarê Tirkiyê Abullah Gul jî do di derbarê hevdîtinên MIT-ê û PKK-ê da peyivî.


Gul jî weke Erdogan û Çîçek got, ”armac qedandina terorê ye. Hemû metodên qedandina terorê di çarçoveya stratejiyekê da tê meşandin. Rêxistina îstîxbaratê jî di vê çarçewê da tiştê dikeve ser ewê bike.”


Wek tê dîtin, Gul jî weke Erdogan û Çîçek dibêje, ji bo tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî (ku ew ji viya ra dibêjin ”teror”)wan stratejiyek dane ber xwe û li gorî vê stratejiyê ew dixebitin ku PKKê û BDP-ê biqedînin.


Yanî ji vekirina TRT6-ê bigre heta bi hevdîtinên bi Ocalan û Qendîlê ra nej i bo


hemû ji bo çareserkirina mesela kurd e, hemû ji bo qedandina PKK-ê û BDP-ê ye.


Loma jî dibê hin kurdên me zêde hêviyê ji Erdogan nekin û dev ji propagande û piştgiriya wî berdin.


Tirk bi hin taktîkên wiha dixwazin kurdan ji ber hev da bixînin û bi bvî hawî jî wextê qezenc bikin, bi hêviya ku berlkî PKK-ê biqedînin.


Şovên bi Şivan û di vegera Bûrkay da jî ji bo eynî armancê ye, belkî kurd bi hev kevin û ew jî ji vê tevliheviyê feydeyekê bibînin.



18 september 2011

Hukûmet dibêje hevdîtin ji bo qedandina PKK-ê bûne

Hefteya borî gava kaseta hevdîtinên PKK-ê û MIT-ê eşkere bû, gelek kesî wisa texmîn dikir ku hukûmeta AKP-ê bi rastî jî dixwaze mesela kurd çareser bike.

Ji ber ku serokê MIT-ê û cîgirê wî bi serokên PKK-ê ra hatibûn ba hev û ji bo çareseriya mesela kurd guftugo dikirin, bi hev ra li ser protokoleka çareseriyê dipeyivîn.

Ji axaftinên kasêtê meriv fêr dibû ku MIT-ê gelek hevdîtin bi Ocalan ra jî kiribûn, bi wî ra jî li ser vê meselê peyvîne.

Him van hevîtinên bi salan dom kiribûn û him jî hewa samîmî ya di hevdîtinan da bi rastî jî hêviyek dida meriv. Meriv digot belkî bi rastî jî hukûmet cidî ye û dixwaze di vî warî da hin gavên baş bavêje.

Heta piştî bûyera Farqînê herkesî rexne li PKK-ê girt û got wan pêvajo sabote kirin, heger wan ev bûyer nekira hukşmetê ewê hin gavên cidî biavêta. Lê ji ber vê bûyerê hukûmetê têkilî qut kir û dest bi şer kir.

Ji xwe serokwezîr Erdogan jî got, haziriye êrîşa ser Qendîlê bi bûyera Farqînê va girêda, got piştî vê bûyerê dibê kes nêteke paqiji ji wan nepê.

Lê nuha waye Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu hevdîtinên bi Ocalan û PKK-ê ra red dike û dibêje, dewlet,  ji bo ku ”terora PKK-ê” biqedîne ji serê salan ve ye bi PKK-ê ra rûdine. Ji bo qedandina ”terorê” dewlet  bi şeytên” ra jî rûdine.”

Yanî Davutoglu dibêje, em ne ji bo çareseriyê, ji bo xapandinê û belavkirina PKK-ê wek taktîk bi PKK-ê ra rûniştine.

Davutoglu dibêje, ji xwe ji ber vê yekê ye ew ne weke hukûmet û kesên siyasetmedar, weke MIT-ê pê ra rûniştine. Û ji xwe karê rêxistinên îstîxbaratan jî ev e, yanî topkirina malûmatan e…

Wê demê bûyera Farqînê bahaneye, ev bûyer derneketa jî nêta hukşmetê û çareseriyê tunebûye…

Wê demê ew hêviyên ku ji van hevdîtinan û ji beyanên serokwezîr dihatin kirin hemû ne rast in, hukûmetê  bi van hevdîtinan him PKK û him jî bîrûraya giştî xapandiye.

Hevdîtinên bi Ocalan û PKK-ê ra, ”Vebûna kurd” û beyanên Erdogan yên derbarê çareseriyeke siyasî da hemû manawrayên xapandinê ne.

Yanî nêta hukûmetê ne çareserkirina mesela kurd e, nêta hukûmetê qedandina PKK-ê ye.

Ji bo ku PKK-ê biqedîne, BDP-ê belav bike û tevgera kurd ya netewî tasfiye bike manawra dike, dixapîne û bi vê yekê jî wextê qezenc dike...





Min dîsa serê xwe xist belayeke nuh

Gelî dost û hevalên giranbuha û xoşewîst, ez dixwazim îşev xebereke xêrê bidim  we:


Min ji ber nezaniya xwe kompîtoreke nuh kirî.


Ev du sê meh bûn mejuyê Worda min çelqiya bû, heta ku min digirt û vedikir ez pê ra helak dibûm; sê çar caran dihat girtin û vedibû û tim ji min ra digot, nizanim ez nikanim çi jahr û zuqûmê bibînim.


Du zanayên min yên kompîtorê yên rojên giran hene, gava serê min dikeve tengasiyê ew tên gazî û hawara min.


Min çend caran derdê xwe bi telefonê ji van herdu zanayên kurd yên kompîtorê ra got. Herduyan jî(Husametîn û Faîz)bi telefonê gelkî hewildan ku gelşa min çareser bikin, lê kirin nekirin nebû, bêxwediyê nehat qeysa berê…


Nexweş ji dûr va derman nedibû, dibê tuxtor bihata ser. Û herdu tuxtorên min jî pir dûrî min bûn…


Roj derbas dibûn û nexweş rehet nedibû û sebra min jî nedima…


Dawiya dawî wê rojê min li ciyê karê xwe di kovareke reqlaman da anonsa kompîrokê dît.


Min bala xwe dayê ku heger ne derew bûya du hezar kron jî erzan kiribûn...


Min ji xwe ra got, weleh vê kompîtorê ez merezarî kirim, hema ezê viya bikirim û ji derdê ya xerabe xelas bibim.


Û min rabû wisa kir.


Min berê ji firoşerê dikanê pirsî, min got lawo ezmerivekî klasîk im, ji teknîk meknîkê fêm nakim, ez dikim ji bo filan karî( karê z pê dikim min jê ra yeko yeko rêz kirin) ji xwe ra kompîtorekê bikirim. Ev kompîtora han bala min kişand, ma ev baş e, xerab e, tu dibêje çi?


Got, di bextê min da tu rastî kompîtora herî baş hatiye, hema zû bikire û bernede.


Min got xorto mala te ava, lê dîsa jî dilê min baş neketibû cî, dibê min hinekî din jî saxlem bikira..


Min rabû lînka kompîtorê ji Husametîn ra şand û min eynî pirs ji wî jî, gelo ez vê kompîtorê bikirim ya na?


Husametîn jî Xwedê jê razîbe, camêr tavilê bersîva da min û bi zimanekî ku ez qet jê fêm nakim pesnê gelek mezîyet û marîfetên wê jî li pey hev rêz kir û got pir baş e û erzan e jî, tu dikanî bikirî.


Piştî van herdu temînatan min rabû kompîtora xwe temî kir û piştî du rojan jî min çû ji postexaneyê girt.


Ev hefteyeke ku kompîtora min li mal li bende min e.


Ji ber ku min nikanîbû li hev siwar bikira loma jî min qet dest nedayê û mam li bendî ”tuxtor”, yanî li bende Husametîn .


Nîhayet camêr îro ji riya 2 saetan lêxist hat mal û tavilê dest bi muayena ya nuh kir.


Herçiqas min berê jî sicîla wê jê ra gotibû û gotibû baş e bikire, lê dîsa jî nêrî û got weleh te bazareke pir baş kiriye.


Bi vê pûana wî ez kêfxweş bûm.


Rabû herdu kompîtor jî  li ser masê danîn kêleke hev dest bi muayeneya herduyan kir.


Kilîtek biçûk weke ya deriyekî di destan da bû, geh xist ya kevn û geh xist ya nuh û piştî 5-6 deqîqeyan ji min ra got:


- Zinar, weleh kompîtora te ya kevn, bêqusûr e û pir jî baş e, tu nexweşiyeke wê ya girîng tunebûye. Nizanim çiyê Wordê kêm bûye, dema nabîne loma wisa dike. Min Word ji nuh ve lê siwar kir û mesele qediya, te ev kompîtora nuh belasebeb kir, ya te ji wê ne kêmtir e.


Ez tevizîm, min 500 Euroyê xwe belesebeb avêtibû çolê, lê min ev yek neda der, min bera hundurêp xwe da.


Ji dêlî ku xwe biqeherînim û bikim ax û of, (ji xe min çi bikira jî pere nedikir, min carê kirîbû)min got, Xoce tişt nabe, serê min naşikîne, ezê bidim lawikê xwe Serhat.


Ji ber ku laptopa Serhat tuneye, bira bixwe ra bibe zanîngehê û bîne. Ji xwe jê ra yek lazim bû, qey ev jî qismet û nesîbê wî ye…


Nuha him ez û him jî Serhat, em herdu jî bi hev ra bûn xwedî kompîtor.


Kompîtora min ya berê Dell bû, rengê wê zîvîn bû, pênivîsandin  pir nerm û xweş bû, em hewisîbûn hev. Û ya girîng  Worda wê 2003-ê bû, rehet  û zêde ne tevlihev bû, tam li gorî min bû. Loma jî min gelkî jê hez dikir.


Lê eva nuh Fîjîtsu ye, Worda wê ya herî dawî û klawiya wê jî tew nizanim çawa ye…


Yanî bi kurtî ez li ya xwe poşman bûm. Lê ji ber ku ev nuh e û min carê soza ya din dabû Serhat , loma jî destê min li vê jî nagere ku ez ji Serhat ra bibêjim, bavo ka kevnika min paşda bide min…


Ezê li ber xwe bidim heta ku ez dikevim ser vê, lê ez ditirsim heta wê çaxê jî qezayeke din were serê min…


Bi hêvifya ku tu qeza û bela neyê serê min û ez bi rehetî fêrî wê bibim….

17 september 2011

Îcar jî medya rola leşkeran dilîze

Serdestiya leşkeran êdî têk çû, bekçiyê ber deriyê meclîsê û şufêrê erebeya serokwezîr jî êdî ji serekerkan û generalan natirsin.

Têkçûna îktîdara leşkeran ji bo kurdan bêguman pêşketineke pir baş e. Çimkî leşker hêzeke çekdar in û loma jî ji bo kurdan hertim tehlûkene.

Di rewşa kurdan yê îro da rola serdestiya leşkeran pir mezin e. Hukûmetên bixwestana di mesela kurd da gavekê bavêjin jî ji tirsa leşkeran newêrîbûn. Û yên israr bikira jî dikuştin.

Nuha ew serdestî û îktîdara leşkera ya berê nema, êdî bi rastî jî siwîl xwedî îktîdar in.

Lê belayek din hîn heye.

Leşker çûn lê medya maye.

Medya tirk jî bi kêmasî bi qasî leşkeran, heta ez dikanim bibêjim ku ji leşkeran jî bêtir neyarê miletê kurd e.

Nuha medya ketiye dewsa leşkeran û bi tahrîk, teşwîq, fîtne û weşanên xwe yên şerxwas rolekek ji ya leşkeran jî xerabtir dilîzin.

Ji bo ku artêşa tirk axa Kurdistana Federa îşxal bike û êrîşê bibe ser Qendîlê, medya tirk dike xwe bixwe, bi şev û roj bi xeberên xwe yên şerxwaz û prowakatîv dezînformasiyonê belav dikin û dixwaze şer dest pê bibe.

Berê telewîzyonên tirk sahneyên wiha nîşan didan:

Yekî dixwest xwe ji dereke pir bilind, ji ser bînayekê ya jî ji ser pireyekê bavêta jêr û întîxar bikira. Medya û bi sedan însan jî li jêr kom û dibûn û bi heyecaneke mezin digotin:

-Hadê lawo, hadê xwe bavêje, hadê xwe bavêje! Hadê! De zû, de zû lawo! De zû xwe bavêje emê herin karê me heye….

Yanî medya û însanan bi çavên programeke şahiyê û lakirdiyê li trajedî û mirina mirovekî di rewşeke xerab da mêze dikirin.

Di mesele êrîşa ser Qendîlê da medya tirk nuha eynî tiştî dike, ji leşkeran ra gav û saetê dibêjin, ”de haydê lêxin, de haydê lêxin! De haydê dest pê bikin, we em kevzikî kirin, hinekî zû dest pê bikin, karê me heye…

Min nuh abala xwe dayê, malpera ”Înternet Haberê”, bi rismên leşkerên bi mîgfer, bi kêfxweşiyke mezin manşet avêtiye, ”li Çiyaya Kato operasyona PKK-ê”!

Tu dibêjî qey leşker dikin herin dawata diya muhabîr ya jî dikin herin pîknîkê…

Yanî medya bûye canawar, mirinê û xwînê dixwaze…

Leşker çûn, hêza wan hat şikandin, nuha dora medyayê ye, dibê ev çapemenî û medya tirk ya faşîst, şerxwaz û neyarê miletê kurd belav bibe.

Heta ku ev medya xwediya vê hêzê be karê me kurdan zahmet e...

                                                                     ***
Yekî kurd şevekê li Stockholmê li texsiyekê siwar hat ji bo ku here malê. Şufêra texsiyê jineke weke gurcuyekê xweşik û nazenîn bû. Jinikê ji kurdê me pirsî, got:
-Tu herî ku?
Yê kurd li ber husn û cemala xanimê hiş berda bû, nedixwest qet ji kêlekê rabe, bi kedereke kûr got:
-Hema têkeve riyekê bira ev şev û ev rêwîtî qet neqede...


                                                                  ***
Lawê mêrik di îmtihana matamatîkê da 0 girtibû.
Bavê jê pirsî, got, lawê min mamoste çi pirsî?
Lêwik, got, 2 caran dudu dike çuqas ji min pirsî û min jî got dike 7.
Bavê got, lawo 2 caran 2 dike 4, hadê em bibêjin kir 5, em bijêjin kir 6, lawo te ev 7 ji ku derxist hey malnekt


Xebat û rola însan

Carnan ez ji xanimê û zarokan ra dibêjim, gava min rojekê serî danî ezê werim diyarê we!

Bi min dikenin, dibêjin weleh tiştek jî nabe, pir pir emê hinekî bigrîn û çend rojan bîriya te bikin...

Bi rastî jî wiha ye, tu kesê dewsa wî neyê dagirtin tuneye, lê wext û zeman dixwaze…

Carnan ev dews bi sedsalan nayê dagirtin.

Çimkî yê berê dîrokê bi vir da û wê da dike nîhayet însan e...

Lê meriv vê yekê destpêkê nabîne, meriv dû ra fêm dike, lê wê demê jî êdî dereng e…

Di dema xebatên partiyê û rojnameya Armancê da jî gava ku kar baş nedimeşiya û dawiya dawî dihat diket hustuyê min, min dîsa bi henek eynî tişt digot, “rojekê ez serî deynim nizanim hûnê çi bikin!”

Mahmût Kîper jî dikeniya û digot, ”ma ecela te çi ye, çima tu yê serî deynî?”

Helbet min ev gotin bi henek digot, lê min dixwest bala bikşînim ser rola însên, rola kadiran.

Xebat bi însanan dibe, dema însanên ehlê xebatê ji ortê rabin, xebat nameşe û belav dibe.

Gotineke heye, dibêjin , ”ax rojekê ewê qîmeta baranê fêm bike, lê belê wê rojê ewê baran nebare.”

Tiştekî ne belasebeb e ku di şerê eşîretiyê da jî tim li serî dixin, berê yê ku av jê sar û germ dibe ji ber xwe da dixînin.

Dewlet jî wiha dikin. Ji bo ku xebatê belav bikin, berê serok û kadirên rêvebir ji ortê radikin.

Heger li Kurdistana bakur Dr.Şivan û li Kurstana Îranê jî Dr. Qasimlo nehatina kuştin gelo îro ewê rewş kurdan çawa bûya?

Bêguman ne mimkûn e ku meriv bersîveke sedîsed rast bide vê pirsê, lê bi dîtina min ewê halê me ji îro baştir bûya.

Dîsa, heger di dîroka me da kesên weke Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Celadet Berdirxan, Mele Mistefa Barzanî derneketana gelo ewê îro halê me kurdan çi bûya?

Pezê bê şivan gur vêdikve, artêşa bê fermandar nikane şer bike, teslîm dibe...

Tirk nankor in

Tirk, ronkbîr û siyasetmedarên wan mirovên pir nankor in, meriv çi çêyiyê bi wan bike jî
tu carî şêkir nakin û nabêjin mala we ava….

Ji roja ku Komara Tirkiyê ava bû û virda esker ketibûn ser dilê wan û nedihîştin
tu hêz, tu partî (çi rast, çi çep) bîna xwe bigre.

Kînga dilê eskeran bixwesta darbe çêdikirin û dest didan ser hukum. Meclîs digrtin, Qanûna Esasî radikirin, hemû siysetmedar dikirin hefsan û hinek jî ji bo tirsandina yên mayî bi darda dikirin.
Vê zorbatiya eskeran hetanî darbeya sala1980-î dom kir.
 
Piştî darbeyê kurdan serî hildan û PKK-ê dest bi şerê çekdarî kir. Ev 27 sal in PKK li hemberî vê rejîma dîktator û ceberût şerekî bêhempa dide. Di vî şerî da gelê kurd fedekariyên pir mezin kir, bi hezaran şehîd da. Lê dev ji têkoşîna xwe berneda.
 
Lê di van 27 salên borî da PKK-ê bi vî şerê xwe yê çekdarî, ev rejîma kemalîst ya nîjadperest û dîktator tarûmar kir, ji hevda xist.
 
Ew generalên ku hemû siyasetmedar li hemberî wan diketin hazirolê, PKK-ê hemû rezîl û riswa kirin, giranî û îtïbara wan daxist pênc peran.
 
Piraniya van generalan îro weke merivên sûcdar û qatil girtî û di zandanan da ne. Êdî weke berê kes ji hutuzuta generalan natirse.

Êdî meriv zêran jî berberî bejna generalan bike newêrin teşebusî darbeyan bikin. Ji ber ku têkoşîna miletê kurd û şerê PKK-ê yê çekdarî ew anîn rê, êdî teslîm bûne.
 
A loma Erdogan îro dikane emir bide generalan û bi rastî jî bibêje ez îktîdar im.
 
Hêza ku ”Dewleta kûr” û Ergenekon” tarûmar kir û teslîm girt ne AKP-ye, PKK-ye, xeabt û têkoşîna miletê kurd û ya gerîlayên qehreman e.
 
Ne xebat û têkoşîna PKK-ê bûya ne mimkûn bû Erdogan îro bikanîbûya ev hukum bikira.
 
Loma jî dibê miletê tirk, ronakbîr û hemû siyasetmedar, heta Erdogan bi xwe jî, îro sipasî PKK-ê bikin, ji serok û birêvebirên PKK-ê ra bibêjin mala we hezar carî ava ji bo ku we em ji vê rejima zorba û qatil xelas kirin, bêyî xebat û têkoşîna we ne mimkûn bû ku me bikanîbûya zora vî canawarî bibira.
 
Îcar ji dêlî ku wiha bibêjin û sipasî PKK-ê bikin, jê ra dibêjin ”rêxistina terorê” û ji serok û mesûlên wê ra jî dibêjin ”terorîst”!
 
Kurro ”terorîst” çi ye, hûn hemû bi dora wan geriyano, dibê hûn sipasî PKK-ê û "terorîstan" bikin ji bo ku welatê we ji dîktatoriyeke wiha zalim û barbar xelas kirin, bêyî têkoşîna PKK-ê û bi hezaran şehîdên kurd, we kortika hustuyê xwe jî bidîta we rojên wiha nedidîtin.

Dibê hûn rabin û rûnin û SIPASÎ PKK-ê bikin, ji bo ku PKK-ê hûn ji bindestiya eskeran azad kirin...
 
Lê weke min li jor got, tirk miletekî bêwefa û nankor e, meriv çiqasî qenciyê pê bike jî pere nake, dibe xerabî û li meriv vedigere.
                                                                            ***
                                                           Wext
Wexta vala tuneye, wexta vala tê derbaskirin heye.
Xwezî her kurdî wexta xwe vala neboranda û deh deqîqeyên wexta xwe ya "vala" bida fêrbûna çend gotinên kurdî...
                                                                             ***  
      Azadbûn akurdan dibê tim daxwaza me ya sereke be 
PKK û BDP gelek girîngiyê didin azadbûna Abdulah Ocalan. Bêguman baş dikin, dibê Ocalan jî û hemü girtiyên siyasî jî werin berdan.

Tu mafê tirkan tuneye ku siysetmedarên kurdan bigrin û têxin zindanan. Dibê kurd xwe îdare bikin.
Lê gava ev daxwaza azadiya Ocalan têkeve pêş daxwaza axadiya kurdan û rizgariya Kurdistanê ne rast e.
Dibê em ji bîr nekin ku azadbûna Ocalan bi serê xwe azadbûna kurdan nayne, lê azadbûna kurdan ewê Ocalan û hemû girtiyên din jî azad bike, azadiya wan jî bi xwe ra bïne.

Loma jî, dibê daxwaza azadî û serxwebûna miletê kurd, tim ji ya şexsan girîngtir be û tim di rêza yekem da be.Azadiya Ocalan ne azadiya kurdan e, dewlet sibe dikane Ocalan berde, lê kurd bi vê yekê azad nabin. Lê azadiya kurdan azadiya Ocalan e jî.Di vê qonaxê da heger PKK û BDP siyaseteke biaqil û netewî bajon azadiya kurdan jî û ya Ocalan jî ne dûr e, nêzîk e..                                                                  ***