31 oktober 2011

Birêvebirên hukûmeta AKP-ê bi kuştina kurdan dilşa dibin

Li Çelê di nabêna 22-24-ê cotmehê da 24 gerîlayên(HPG-ê navê 35 kesan belav kir)kurd bi napalm û çekên kîmyayî hatin qetilkirin.

 Rismên bedenên şewitî û perçeperçe bûyê di çapemeniyê da hatin weşandin. Gelek malbat zarokên xwe nas nakin, ji ber ku beden bûne weke komirê, nayên naskirin.

 Li hemberî vê wahşetê berpirsiyar bêdeng in, medya bêdeng e, edaleta tirk bêdeng e, miletê tirk bêdeng e, mixalefet bêdeng e, kurdên "AKP-ê" û kurdên neyarên PKK-ê bêdeng in...

Tenê kurdên ”BDP-ê, PKK-ê” û kurdên xwedî ûjdan li dijî vê qetlîamê derdikevin, lê dengê wan jî naçe derekê.
Civat kerr û lal e...

Li welatekî tunebûna edaletê ûjdanê însanan xera dike, kesên bêûjdan, zalim û zulimkaran zêde dike. Berpeirsiyarên hukûmetê merivên hewqasî dilreş û zalimin ku ji êşa dilê kurdan, ji hêsirên çavên dayikên kurd kêf û zewqê digirin.

Heger ne wiha bûya dibê ev komkujî, ev nemirovayî nekirina, 35 însan bi vê wahşetê, bi çekên kîmayayî nekuştana.

Lê dikujin, ji ber ku ji kuştina kurdan zewqê digrin, wisa bawer dikin ku bi kuştinê ewê kurdan çavtirsiyayî bikin û bindest bihêlin.


XXX
Cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay, derbarê erdheja Wanê da do li tiştekî pir girîng mukur hat. Beşîr Atalay, derbarê redkirina alîkariyên derve yên 3 rojên pêşî da wiha got:

 ”Berî her tiştî ji bo ku em potansiyala xwe bibînin, me ekîbên alîkariya lêgerînê û xelaskirinê demekê dan rawestandin.”

 Yanî mêrikan ji bo ku qewet û hêza xwe fêr bibin, kurd weke ”lawirên ceribandinbê” bikaranîne.
Ji ber vê ”ceribandina” hukûmetê ya nîjadperest belkî 100 kes mirin, lê ji bi bo wan zêde ne girîng e, çimkî yên dimrin kurd in.

 XXX
"Li hemberî neheqiyê hustuyê xwe xwar nekin. Ya na hûnê bi heqê xwe ra şerefa xwe jî wenda bikin. HZ. Elî
Weleh wê demê dirhemek "şeref" jî bi gelek tirk û kurdan ra nemaye. Ji ber ku ew li hemberî zulma li miletê kurd dibe ne tenê bêdend dimînin, xwe kerr, kor û lal jî dikin....



XXX
Serokwezîr Erdogan, weke Arinç wî jî qetilkirina 35 gerîlayên kurd bi çekên kîmyayî bi bêûjdaniyeke mezin parast û got "emê oksîjena wan bibirin."

 Wek tê dîtin yek berpirsiyarê hukûmeta AKP-ê jî negot, tiştê hatiye kirin ne însaniyet e, bikaranîna çekên kîmyayî li dijî nirxên însanî û zagonên şer e.

 Maneya xwe ew e ku artêşê destûra bikaranîna çekên kîmyayî û qedexe ji hukûmetê girtiye. Heger nege...rita, heger Erdogan û Gul destûr neda, wan li hemberî gerîla her babet çek bikar nedianîn.
Yanî berpirsiyar ne artêş tenê, hukûmeta AKP-ê ye jî.

 Parlamentetê BDP-ê Hesîp Kaplan, bersîv daye Erdogan û gotiye:
"Hukûmeta AKP-ê ewê bi wahşeta xwe ra rû bi rû bibe, emê wan bînin ruyê hev. Oksîjena wê(hukûmeta AKP-ê) emê bibirin."

 Her kurd dibê li dijî vê zulmê, vê barbariyê, vê nemirovayiyê derkeve. Exlaqek û qaîdeyeke şer jî heye, nabe tu di şer da her babet çek li hemberî dijminê xwe bi kar bînî û her hovîtiyê bikî.



XXX
Serokê BDP-ê Demîrataş, li ser dîtina Kurdistanê mîsaleke pir xweş daye serokwezîr û berpirsiyarên hukûmetê, gotiye:
“Ji mûriyê(gêre) pirsîne, gotine:
- Ma tu wiha bi ku da diçî?
Mûriyê gotiye:
-Ez diçim hecê
 Gotine:
-Bi vê çûnê tu nikanî bigihîjî hecê.
Mûriyê gotiye:
-Ê bi kêmanî ezê di riya wê da bimrim.”
Û dû ra jî camêr xweş girê da ye, gotiye:
-Tiştê dikeve ser milê me jî meşa di riyeke wiha bi şeref da ye. Bi kêmanî emê ji bo wê bimrin.
Peyveke pir mêrane ye, tiştekî ku meriv lê zêde bike tuneye, tenê dibêjim her bijî!

Tiştê hûn dikin sûcekî li dijî mirovahiyê ye

Artêşa tirk û gerîlayên kurd ne xwedî eynî îmkan, teknîk, çek û cebilxaneyê ne. Li aliyekî artêşeke endamê NATO ya xwedî yek milyon hêzên çekdar û xwedî bi hezaran tank, top, helîkopter, teknîka herî dawî û balafirên şer û li aliyê din jî 4-5 hezar gerîlayên xwedî tivngekê.

 A ev 28 sal in di nabêna van herdu hêzên ku ne di warê hejmarê da(mîktar, nîcelîk) û ne jî di warê îmkan, teknîk û çekan da weke hevin şerekî pir mezin dom dike.

 Balafirên şer yên tirk bi alîkariya Emerîka ya lojîstîk her roj ji Diyarbekrê radibin û bi tonanan bombeyên jahrî bi ser serê çend hezar gerîla da dibarînin.

 Di van êrîşên bi 10 hezar, 20 hezar leşker ra û bi çekên kîmyayî dema çend gerîlayên kurd dikujin fena ku qehremaniyeke mezin kiribin pesnê xwe didin.

Bi bombeyên jahrî, bi çekên kîmyayî kuştina însanan ne mêranî û ne jî karekî însanîye, qetlîameke li dijî mirovatiyêye.


XXX
Bulent Arinç, qetilkirina 24 gerîlayên kurd bi çekên kîmyayî û bi rengekî hovane rast dibîne, pê dilşa dibe û ji bo ku artêşê, hêzên ewlekariyê ev qetlîama li dijî însaniyetê kirine wan pîroz dike.
Arinç, qetlîama 24 gerîlayên kurd bi çekêm kîmyayî kêfxweşiya xwe wiha tîne zimên:

 ”Êşa terorê hîn neqediya, Xwedê fersendê neda van zaliman, Xwedê wan helak bike. Em weke hukûmet bi hemû hêzên xwe yên ew...lekariyê ra ji bo ku dersa van xayinan bidinê bi şev û roj dixebitin. Hefteya borî hemû qumandarên me li ser serê leşkerên me çûn herêmê. Di qula(kuna) wan da(bi tirkî gotiye înlerînde vurdular. ”În”, ji bo qul, ciyên heywîn tê gotin)li wan dan û ew anîn deraxê ku nikanibin pişta xwe rast bikin. Ji bo dûzana welatê me, ji bo dawî anîna li terorê em spasî hemû hêzên xwe yên ewlekariyê dikin.”

 HPG, îro bi beyanekê got, têkiliya wan bi 35 gerîlayên wan ra qut bûye. Navê 31 gerîla eşkere kirin û navê gerîlayên din jî ewê di rojên pêş da eşker bikin. Yanî gerîlayên hatine qetilkirin ne 24, bi îhtîmaleke mezin 35 kes in.

Piştî kuştina 24 leşkerên tirk li Çelê, BDP-ê û hemû hêzên kurd bûyer rexne kirin û sersaxî ji malbatên leşkeran ra xwestin.

Lê Arinç, bira xwestina sersaxiyê li wir bimîne, bi kuştina 24 gerîlayên kurd kêfxweşiya xwe tîne zimêm û wan dişibîne lawiran û dibêje leşkerên me ”di qula/kuna wan da ew kuştin” û ji bo vê yekê jî generalên xwe pîroz dike.

Ev gotinên jor yên derdbarê kuştina 24 însanan da, dixwaze bira ew dijmin be jî, ancax ji alî merivekî pir zalim û faşîstekî pir har ve werin kirin..


XXX
Mamosteyê hêja Ahmet Aliş, di binê nivîsa min ya ser Bulent Arinç da şiroveyeke pir xweş û pir manîdar kiriye, gotiye:

 "Bibêje birayê Zinar, dibe ku deng hê jî bilintir bibe, ihtimalek ku biçe guhên kerran and keran!"
Kêfa min gelkî ji vê teşbîha "kerran û keran" ra hat. Bi rastî jî di nava me kurdan da hîn gelek kesên "kerr" û ker" û "kor" hene.

 Malxeraban ne vê zulma li gelê wan dibe dibînin û ne jî dibihîzin, ji "kerran" kerrtir, ji "keran" kertir û ji "koran" jî kortir in. Hîn jî ji bo çend qurişên malê dinyayê ji pey qûna Erdogan û Arinçê faşîst naqetin.

 Heger piçek ûjdan û însaniyet bi wan ra hebûya piştî hewqas zulm, girtin, kuştin, heqaretên bi devkî yên Gul, Erdoga û Arinç, dibê bi sedan, bi hezaran kesî ji AKP-ê îstîfa kiribûna û gotibûna, "êdî bes e, em hewqas zulm û çavsoriyê êdî qebûl nakin."

 Lê heta nuha ne parlamenterekî û ne jî birêvebir û endamekî AKP-ê li hemberî vê zulma hukûmetê derneket û ji AKP-ê îstîfa nekir.

 A ev bêdengiya li hemberî terora hukûmetê bêtir cesaretê dide Erdogan, Arinç û Gul ku vê siyaseta xwe ya irqçî ya qirkirinê bidomînin.

 Îro ji kurdên BDP-ê bêtir, reaksiyon û rexneyên kurdên di nava AKP-ê da û yên nêzî wê girîng e.
Herwisa rexneyên kurdên li dijî PKK-ê, BDP-ê ne jî pir girîng e, dibê ew jî hewqasî bêdeng nemînin û hukûmetê rexne bikin.

 Ji ber ku zulmeke pir mezin li gelê wan dibe, kesê ku li hemberî vê zulm û terora hukûmeta AKP-ê bêdeng bimîne bi gotineke meşhûr, "îblisekî lal e"! Gelê bi vî çavî li wan binêre...


XXX
Rojnamevan Hasan Cemal, di nivîsa xwe ya îro da çend pirsên baş ji hukûmeta AKP-ê dike, dibêje:

"Ma hûn dixwazin li meydanê tenê kurdên AKP-yî bimînin? Ya jî hûn dixwazin hemû kurdên ne  AKP-yî derkevin çiyê? Ya jî "kemîna" ku di salên 1990-î da li Tirkiyê hatibû danîn hûn bi "makajeke" nuh îro dubare kirin?"

Eynen wisa ye, AKP naxwaze hebûna miletê kurd û kurdên ne AKP-yî qebûl bike, hinekan dixin hefsan û hinekan jî mecbûrî derketina serê çiyê dikin.
AKP, welatekî bê kurd dixwaze dixwaze. Loma jî vê terorê li hemberî kurdan dimeşîne.

29 oktober 2011

Kî bibêje li kurdan zulmê nekin hukûmeta AKP-ê lê tê xezebê!

Ji bo ku yekî tirk bikanibe neheqî, zulm û zora li kurdan dibe baş fêm bike, dibê weke Gunter Grass tebdîlî qiyafet bike û salekê li Tirkiyê weke kurdekî bijî…

Meriv ne kurd be, meriv nakine dereceya nîjadperestiya ku di civata tirk da li hemberî kurdan heye texmîn bike.

Kî hema hinekî xwe nêzî kurdan bike û li dijî zulam li wan dibe derkeve malik lê diweşte, hukûmet, medya û civat tavilê wî/wê digre lîsteya reş û êdî hew rehetiyê didinê.

Îro di kanala telewîzyoneke tirk da min li Sirri Sureyya Onder guhdarî kir. Beşdarên programê(yek jê Ahmet Kekeç bû)bi telefonê bi Onder ra dipeyivîn. Onder feqîro ji ber dilreşî, bêûjdanî û nîjadperestiya wan ya li hemberî kurdan matmayî ma.

Gava Kekeç got, di nabê Muge Anli ya faşîst û serokê belediya Wanê Bekir Kaya da ferq tuneye, herdu jî milet bera hev didin, Sirri Onder dîn bû û got, yaho hewqasî jî neheqî, bêûjdanî û zalimî nabe û xatir xwest û telefona xwe girt.

Do Prof. Buşraro Eraslan, îro jî Zarakolu ji doza ”KCK-ê” girtin.
Yanî hukûmeta AKP-ê dema Îsmaîl Beşîkçî ji nuh ve paş da aniye.
Dewleta tirk heta nuha jiyan ne tenê li kurdan, li hemû dost û xêrxwazê wan jî kiriye zindan.
Hukûmeta AKP-ê jî bi van operasyonên xwe yên bi navê “ Doza KCK-ê” vê siyaseta dewletê ya resmî tatbîq dike, ew jî rehetiyê nade dostên kurdan, kesê ku dibêjin li kurdan zulmê nekin.
Kî li dijî zulma li kurdan dibe derkeve êdî ciyê wan jî zindan e.

 XXX
Du sal berê kurd hîn nêzîkî tirkan bûn, dixwestin bi tirkan ra bijîn û ji Tirkiyê veneqetin.
Lê ji ber êrîş û siyaseta hukûmeta AKP-ê ya nîjadperest ya van demên dawî û şêla milet û medyayê ya piştî erdheja Wanê, kurd di warê rûhî da ji tirkan û Tirkiyê qut kirin.

Li gorî 4-5 meh berê fikir û daxwaza veqetandina ji Tirkiyê di mejî û dilê kurdan da xurttir bû.
Ji bo jiyaneke bi hev ra ya kurd û ...tirkan, hukûmetê û medyayê hemû bingehên îdeolojîk û girêdanên rûhî ya di nabêna kurd û tirkan da ji bin da xera kirin.

 Kurdan êdî baş fêm kirin ku tirk(dewlet, medya û piraniya milet) bi çavê neyarekî ku dibê ji ortê werin rakirin li wan dinêrin.

Ji bo ku kurd jî li vê cîhanê bikanibin weke însanan bijîn, dibê bibin xwedî desthilat, xwedî dewlet.
Ev fikir li gorî çend meh berê di dilê kurdan xurttir bû….

XXX
Kurd hene lê dibê mafê wan tunebe.
Erdogan tim bi demagojeyeke mezin dibêje, berê hebûna kurdan înkar dikirin, digotin ”kurd tunene”, em hebûna kurdan înakr nakin. Û ne ev tenê, me zimanê kurdî serbest kiriye, me TRT6 vekiriye.

 Lê ev îdîayeke ne rast e, tenê demagojiye. Stratejiyeke nuh diceribînin, taktîk û hin unsurên nuh li şerê li hemberî kurdan zêde kirine.

 Rast e berê hebûna kurdan qebûl nedikirin, digotin ”kurd tunene.” Hukûmeta AKP-ê stratejî û taktîk guherand, ji dêlî ”kurt tunene”, dibêje, erê kurd hene, lê nabe ku mfê wan hebe.
Yanî bira “kurd hebin”, lê mafê wan tunebe…
Ferqa berê û nuha, ferqa AKP-ê û hukûmetên din tenê ev e.

Bêhurmetiya li hemberî Seîdê Kurdî !

Kovara Sizinti kovareke îslamî û nêzî rojnameya Zamanê û kanala Samanyolu ye. Berpirsiyarên kovarê, rismekî Bedîuzzeman Seîdê Kurdî yê li ser hespê û ala tirk di dest da weke fotomontaj kirine kapaxa kovarê hejmara 389-an.

Seîdê Kurdî ku hetanî dawiya jiyana xwe li dijî kemalîzmê û nîjadperestiya tirk derket û ji bo wê yekê jî hêzên kemalîst û nîjadperst zulm û neheqiyeke mezin lê kirin û ew bi salan bi darê zorê li sirgûnê hîştin, nehîştin here li welatê xwe bijî.

 Mîratxurên eynî îdeolojiyê yên îslamî îro radibin bêedebiyeke wiha li alimekî kurd dikin û wî weke nîjadperestekî tirk nîşan didin.

Tiştê hatiye kirin, ne tenê bêhurmetî, bêexlaqî û heqareteke li şexsiyeta Seîdê Kurdî ye, her wisa heqareteke li tevayiya miletê kurd e jî…

Lê yên bi kirin û heqaretên wiha biçûk dikevin bêguman ne Bedîuzzeman Seîdê Kurdî û kurd in, nîjadperestên xwediyê vê bêxlaqiyê ne.

Bi vê bêhurmetî û heqarata wan ya li hemberî Seîdê Kurdî, kurdan û dîndarên kurd hinekî din jî ew nas kirin û durûtiya wan dîtin.

Her kirin û heqareteke wiha ya li mezin, alim û miletê kurd, kurdên herî nezan jî bêtir dike kurd û eşq û evîna kurdayetiyê di dilê wan da geştir dike.


XXX
Li hemberî siyaseta hukûmeta AKP-ê ya asîmîlasyonîst û nîjadperest û pêşketinên cîhana modern hebûna zimanê kurdî rûbirûyê xetereke pir mezin û tunebûnê ye.
Weke kurd em nikanin siyaseta dewleta tirk û pêşketinên cîhana modern rawestînin.
Lê wek kurdên bîrewer hin tiştên ku em bikanibin bikin hene.
Mesela nivîskar, edîb û ranakbîrên kurd dibê bi kurdî binivîsin û di vê şêla xwe da israr bikin.
Nivîsandina bi kurdî êdî ne meseleyeke hezkirinê ye, wezîfeyeke walatparêzî, ronakbîrî, ûjdanî û siyasî ye. Her kurd dibê bi çavê liberxwedana netewî li nivîsandina kurdî binêre.
Nivîsandin û axaftina bi kurdî, bi qasî têkoşîn û liberxwedana şerê gerîla girîng û birûmet e. Ji bo ku ev ziman serbest bibe û bibe zimanê perwerdeya zarokên me her roj bi dehan gerlîla canên xwe feda dikin.
Siyasetmedar, nivîskar, hunermend û ronakbîrên kurd jî dibê berpirsiyarî û mesûliyetên xwe yên ronakbîrî û bînin cî û miheqeq bi kurdî binivîsin.
Roja roja xîretê û liberxwedana di her warî da ye, roja nivîsandina bi kurdî ye. Mecbûrîyet û pêwîstiyeke zarûrî ne tê da, nivîsandina bi tirkî bêmesûliyetî, bêûjdanî û piştgiriya asîmîlasyona dewleta tirk e.




28 oktober 2011

Ronakbîrên kurd naxwazin li Kurdistanê bijîn

Heta ku berê(ruyê)siyasetmedar û serokên kurdan ne bi Kurdistanê, bi Anqerê û Stenbolê da be Kurdistan çênabe.

Ji bo ku Kurdistan çêbibe berî hertiştî dibê siyasetmedar, nivîskar, ronakbîr, hunermend û edîbên kurd ne li metropolên Tikriyê, li Kurdistanê bijîn.

Warê meriv lê nejî meriv nikane şên bike.

Min nuha di malpera Dengê Kurdistanê da xwend, birêz Kemal Bûrkay biryara xwe daye ku li Stenbolê bijî.

Dema Bûrkay vegeriya Tirkiyê, min wisa hêvî dikir ku piştî vî temenî êdî ewê bixwaze çend salên dawiya jiyana xwe li bajar û gundekî welatê xwe derbas bike.

Lê nuha ez fêr bûm ev hêvî û texmîna min şaş bûye, weke gelek siyasetmedar û serokên kurdan,(mecbûr ne mecbûr)Bûrkay jî biryara jîna li Stenbolê daye.

Herçî mesela îmkanên xebata siyasî li Stenbolê zêdeye ez zêde rast nabînim, teknîka îro dinya pir biçûk kiriye, ji bo yekî weke Bûrkay ew li ku bijî jî zêde ferq nake, yên bixwazin li herderê dikanin xwe bigihînin wî.

Bajarê Stenbolê heger meriv pir ne mecbûr be, ne bajarekî ku meriv kanibe lê bijî, jiyana li Stenbolê eziyet û ezab e.

Lê Diyarbekir, Ruha, Mêrdîn, Dêrsim, Wan, Xarpêt û gelek derên din yê Kurdistanê cinet e, meriv dikane lê bijî, çimkî meriv li mala xe û di nava miletê xwe da ye.

Ji bo ku Diyarbekir, Wan, Ruha, Mêrdîn ya jî bajarekî din yê Kurdistanê weke Anqerê û Stenbolê bibe merkezeke siyasî û kulturî, dibê siyasetmedar, serok, edîb û hunermendên kurd lê bijîn û bi hebûna xwe mistewa bajarên welatê bilind bikin.

Helbet ji ber ku ez siyasî difikirim loma wiha dibêjim, lê dema însan siyasî nefikire, tenê li gorî rehetiya xwe bifikire, wê demê ku der li gorî dilê meriv be, meriv xwe li ku rehet his bike, merivê here li wir bicî bibe.

Û ji xwe piraniya siysetmedar, ronakbîr û hunermendên kurd jî wisa dikin, didin dû dilê xwe û li bajarekî tirkan, di nava tirkan da, di nava civateke ku ji wan û ji hebûna wan ya li wir nefret dikin da bicî dibin û li wir dimrin...

Kurdên Îraqê ne wiha ne, Bexda tu carî nebû "qibleya" siyasetmedarên Kurdistana Îraqê, wan tu carî jiyaneke li derî welatê xwe, li paytexta dijminê xwe xeyal nekir û loma jî Silêmanî tim bû navenda siyasî û kulturî.

Lê yên me, çi siyasetmedar, çi hunermend, çi edîb û çi jî ronakbîr û nivîskar be dema ku bikanibe li Stenbolê, li Anqerê ya jî li bajarekî din yê tirkan bijî, elelecele xwe davêje wira û di nava tirkan da dijî. Û di vê yekê da jî tu carî anormaliyekê, ecêbiyekê nabîne.

Ecêb nabîne, ji ber ku siyasetmedar, nivîskar, hunermend û ronakbîrên kurd hîn bi hemû hestên xwe tam nebûna kurd, loma jî ew nikanin jiyana Stenbolê û Anqerê bi ya Diyarbekrê, Wanê, Mêrdînê û Ruhayê biguherin, ew Kurdistanê û bajarên wê ji we ra teng û paşdamayî dibînin.
XXX
Li gorî qanûna derbarê qedexeyên înternetê ya bi jimara 5621 li Tirkiyê bi sûcdariya "propagandeya terorê" malperek nikane were qedexekirin.

 Lê li gel hebûna vê qnûnê jî ajansa ANF.l jî di nav da gelek malperên kurdan tên qedexekirin.
Di doza "Qedexekirina Sîteyên Înternetê" da derket ortê ku wezîfeya tespît, taqîb, xerakirin û girtina malperên kurdan ji alî serokerkaniya tirk ve tê meşandin. Pispor û butçeyeke vî beşî heye û Erdogan bi xwe jî butçeya vê grûbê îmze kiriye.

 Yanî dewleta tirk grûbek însan ji bo xerakirin û girtina malperên kurdan wezîfedar kiriye.
Armanc ew e ku kurd nebin xwedî tu tişt...

XXX
Tu Wan î,
tu can î,
lawên te nahêlin tu bibî wêran î.
tu wan î,
tu warê bav û kalên kurdan î
kurd ewê birînên te derman bikin,
te dîsa bikin bûka Kurdistan î.
ji bo te ev soz û peyman e,
ji neviyên Selahedînê Eyûbî
û Ehmedê Xanî

 XXX
Televizyona erebî El Arabiya gotiye, Qiralê Erebîstana Suudî Abdullah gotiye ewê 50 milyon dolarî alîkariyê bide mexdûrên erdheja Wanê.

 Nuha kêf kêfa RECEP efendiye, ji herderê jê ra pere dibare. Di erdhejê da yên mirin û yên nuha perîşan in kurd in, lê helawî û xêrata miriyên kurdan didin Erdoganê zalim û nîjadperest. Ewê ji bî bi van peran şerê xwe yê li hemberî kurdan hinekî din jî gur bike...

 XXX
Ev çend roj in ku 23 cenazeyên gerîlayên kurd, 12 jin û 11 jî mêr li Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên girtin.

Şanda ku ji endam û rêveberên BDP-ê, ÎHD-ê û MEYA-DER-ê ji bo ku li ser cenazeyên gerîlayên li Meletiyê li morgê lêkolînê bikin îro çûn Meletiyê. Lê dozgeriyê cenaze nîşanî heyetê nedaye, tenê wêneyên gerîlayan nîşanî wan dane. Dozger, derbarê nasname, cî û dema kuştina gerîlayan... da jî agahdarî nedaye heyetê.

 Parlementerê BDP-ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, piştî dîtina cenazeyan realsiyoneke mezin nîşanî helwesta rayedaran û wahşeta kuştina gerîlayan da û got: " Miameleyeke hovane hatiye kirin. Gotina hovîtiyê li ber vê dîmenê hindik dimîne. Di dîmenan de cenaze tev hatine şewitandin û xuya dike ku bi çekên kîmyewî hatine kuştin. Piştî min li van dîmenan nerî min ji mirovahiya xwe şerm kir. Mirov çawa li mirovan wisa dike. Agahiyên derbarê nasnameyan jî nedan me."

 Piştî bûyera Çelê û luştina 24 leşkeran, Erdogan û Gul sonda heyfgirtinê xwarin, Gul got ” întîqama wan ewê pir mezin be.”

 A “ întîqama ku Abdullah Gul digot, wa ye artêşa wî bi vê wahşetê, bi çekên kîmyayî ji kurdan girt. Piştî dîtina wan rismên wahşetê belkî dilê Erdogan û Gul hinekî rehet bike….

27 oktober 2011

Li Kurdistanê tirkî hêdî hêdî dibe zimanê malê

Lezgînê Çalî di nifîsa xwe ya di malpera Nefelê da ji kurdên Wanê gazineke pir bi heq û pir di cî da dike, dibêje ji bo bihîstina hawareke bi kurdî wî pir bala xwe daye hemû weşanên erdhejê, lê yek dengekî bi kurd jî neketiye guhê wî.
 Rast dibêje, dewleta tirk pişta kurdan şikandiye, zimanê kurdî ketifye komayê. Li bajaraên Kurdistanê êdî li ber mirinê ye û niqika xwe ya dawî davêje.

Ji ber ku dewlet û hukûmeta AKP-ê mirina zimanê kurdî dibîne loma jî nig dikute erdê û naxwaze hebûna kurdan nas bike û zimanê kurdî bike zimanê perwerdeyê.

Mixabin siyasetmedarên kurd têkiliya di nabêna asîmîlasyonê înkarkirina kurdan da nabînin. Kurd asîmîle dibin loma dewlet nêzî çareseriyê nabe.

Lê li Wanê û gundên wê nebihîstina ”hawareke bi kurdî” têkiliya wê hinekî jî bi nîjadperestiya medyaya tirk heye.

 Medyaya tirk weşanaxwe bi tirkî dike, naxwaze yek gotina kurdî jî di kanalên wan da belav bibe. Û miletê mej î nezan e, di kurdîaxaftinê da israr nake.

 Lê ali alî din kêmasî û qusûra medyaya kurd jî heye.

 Dibê ajans û kanalên kurdan , bi taybetî jî yên Kurdistana başûr(belkî destûr nadin Roj TV-ê, ez nizanim), kurd1, TRT6, Dunya TV û yên din tim li wir bûna û bi xelkê ra bi kurdî bipeyiviyana û programên xwe bi kurdî pêşkêş bikirana.

 Lê heger kesî ev wezîfeya xwe neanîye cî, ya jî kêm aniye cî, ev kêmasiya medyaya kurd e. Mixabin di meseleyên wiha da tirk ji me çapiktir û zîrektir in....

 Dibê em vî hesabî ji medya kurd bipirsin, wan rexne bikin, çima karê xwe nekirin?

 XXX

Dibê kurd bang li parlamenterên AKP-ê yên kurd bikin, bibêjin ka hûn li ku ne, çima hûn dengê xwe nakin, çima hûn li dijî vê terora dewletê, vê çavsoriye Erdogan dernakevin?

 Erdhej nebes e, pûlisên hujûmeta AKP-ê jî heryek sêwanek di destan da û li Wanê û Ercîsê li ser pişta milet in, bi sêwan û gazê dajon ser nerazîbûn û protestoyeke herî biçûk.

 Esas berî hilbijartinan Erdogan haziriya vê rojê kir, hemû kesên ku di rojeke wiha da kanîbûn dengê xwe bikin, li dijî Erdogan rabin tasfiye kirin û kesên reben, pepûk xistin dewsa wan.

AKP-ê berî hilbijartinan li hemberî PKK-ê û BDP-ê haziriye şerekî mezin û van êrîşan dikir, loma jî hemû parlamenterên ku tamara kurdayetiyê pê ra hebû negirtin lîsteyan û kesên "xulamok" xistin dewsa wan û kirin parlamenter.

 Li hemberî wê tasfiyeya mezin ya Erdogan her kes matmayî mabû, gelk kesî sebebê vê tasfiyeya baş fêm nedikir…

 Berî hilbijartinan tasfiyeya kesên hinekî kurd û hilbijartina hin kesên reben û emirqûlî bi plan û program bû, ji bo ku di rojeke wiha da li hemberî siyaseta AKP-ê û Erdogan dernekevin.
Tiştî îro dibe ev e.

XXX

Bêguman dibê kurd li hemberî irqçîtî û nîjadperstiya tirk bêdeng nemînin, nerazîbûna xwe nîşan bidin. Lê li alî din Anli, Canbaş û nîjadperestên tirk yên din uzrê xwe bixwzin ya nexwzin rastiye heyî naguhre; tirk bi çavên dijmin li me dirênin, me ji xwe nahesibînin.

Çimkî em ne tirk in û di ser da jî em doza azadî û serxwebûna xwe dikin. A tirk jî ji ber vê yekê ya nî ji ber ku em kurd in û naxwazin bibin tirk, loma ji me hez nakin û bi çavê neyar li me dinêrin.

Li dijî nîjadprestiyê derketin tiştek e, lê îcbarkirina însanan uzrekî sexte tiştekî din e. Herkes dizane ku uzrê Anli û Canbaşê ne ji dil e, mecbûrî ye, ji bo ku karê xwe wenda nekin.

Kurd ne mecbûr in minettarê dewletê bin

Em kurdên Kurdistana Bakur ne xwedî dewleteke serbixwe ne, em hemwelatiyên Tirkiyê ne. Bi dana bacê(zikat,vergî) û çûna leşkeriyê li hemberî civakê û dewletê em berpirsiyarî û wezîfeyên xwe yên hemwelatîtiyê tînin cî.

 Li hemberî vê dibê dewlet jî ji me ra xizmetê bike û di dema felaketekê û di rojeke me ya teng da were hawar me, bi me r aalîkariyê bike.

Lê di erdheja Wanê da ev 5 roj in ez bala xwe didimê him dewlet û him jî miletê tirk, alîkariya ku bi kurdan ra dikin ji xwe ra mezinayî û ji kurdan ra jî dikin minet. Dixwazin ku kurd ji bo vê alîkariya wan, dest û nigên wan ramîsin û ji wan ra herin şejdeyê.
Halbû alîkariya dewletê tiştekî herî normal e, ji xwe wezîfeya dewletê ye, dibê bike. Me bi salan baca xwe daye dewletê ji bo rojeke wiha.

Lê dewlet vê alîkariya xwe li sere kurdan dike minet û dixwaze ku kurd û siyasetmedarên kurd bi dengekî bilind sipasiyên xwe pêşkêşî dewletê û hukûmetê bikin.

Û hinek kurdên me jî li ser gazinên hukûmetê, dewletê û civatê dest bi şelafiya “biratiyê” dikin û sipas û ha sipas…

 Li Swêd erdhej çênabe, lê gelekê caran aşît radibe û gelek bajar û gund muhtacî alîkariyê dibin û dewlet jî alîkariyê dike.

Dewleta li vir pir profesyonel û organize ye, tavilê xwe digihîne gazî û hawara hemwelatiyên xwe.

çi felaket dibe bira bibe, dewlet nahêle swîl nêz bibin û xwe tevî karê dewletê kin. Dewlet bi însanên profesyonel çi hewce be dike.

Lê min qet nedîtiye ku dewleta swêd ya jî hukûmet vê alîkariya xwe weke fedekariyekê bibîne û li sere milet bike minet.

Çimkî dewlet ji bo rojeke wiha heye, hemwelatiyan ji bo kirina vî karî, vê alîkariyê baca xwe dane dewletê, loma jî dubê dewlet bike.

 Mineta vê tuneye.

 Gava rojekê swêdiyek li welatekî din îşek were serî, ya jî qezayekê derbas bike, dewlet tavilê bi helikopter û ekîbên xwe diçin alîkariya hemwelatiyê xwe û wî tînin Swêd.

 Lê li Wanê tam 5 roj di ser erdhejê ra derbas bûne, hîn kî bara bara milet e alîkariyê dixwaze.

A dewleteke wiha paşdameya, primitive û ne modern di ser van kêmasiyên xwe da jî alîkariya derva red dike, dibêje em ne mihtacî alîkariya kesî ne.

 Hinek dibêjin sebebê vê redkirina alîkariya derve “xurûr” û nasiyonalîzma tirk e lê pir nakeve sere min, heger para vê nîjadperestiya Erdogan û ya Davutoglu hebe jî esas mesela kurd e, ji ber ku erdhej li Kurdistanê bû û yên di bin xerabeyan da mabûn kurd bûn, loma jî mirin û nemirina wan pir ne girîng bû.

Û ya din jî mesela siyasî bû, nexwestin kurd zêde nêzî hev bibin û cîhan rewşê bibîne.

Lê axirê sebeb çi dibe bila bibe di rojeke wiha da redkirina jiyanekê ne şêleke rast û însanî ye….
Lê ji ber ku li hemberî kurdan hatiye kirin tu kesê nikanibe ji berpirsiayran hesabê vê bêxemî û sersariyê bipirse…

Dewletê bi siyaseta xwe ya nîjadperest qebûl kir ku kurd ne ji wan in

Altan Tan, di rapora xwe ya dawî da pir xweş û vekirî qala irkçîtî û nîjadprestiya hukûmeta AKP-ê û mamûrên Wanê dike.

 Altan Tan, alîkariya ku hukûmet bi şiklekî nîjadperest û irkçî di poz û bêvila kurdan ra tîne wiha aniya zimên:
 ” Çandir 10 km ji bajêr dûr li boliga komando li gel tê belavkirin. Ji bo ku meriv kanibe çandirekê bigre, berê dibê meriv li ba qeymeqam bi saetan têkeve dorê û navê xwe bide nivîsandin. Piştî 5 saet payin navên hatine nivîsîn tên xwendin û her kes kaxetekê digre. Piştî girtina kaxetê, êdî kesê xwedî erebe dikane here boliga komando. Heger erebe tunebe însan 10 km rê di bin baranê da peyatî dimeşin, diçin boliga komando. Li boliga komando jî însan 5-6 saetan dipên û dû ra çandirekê didinê. Lê îcar jî ewê çandirê çawa bîne mal? Dibê erebeyekê bibîne. Yanî alîkariyê dixin çavên me. Li hemberî vê rewşê me îsyan kir, me got çima hûn tax bi tax belav nakin? Gotin ji bo ku em çandiran paşda bigrin wiha dikin.”
Weke tê dîtin, ji ber ku hukûmeta AKP-ê kurdan ji xwe, ji miletê xwe nahesibîne, bi çavê neyar li kurdan dinêre û tu carî jî baweriya xwe bi mirovê kurd nayne, loma jî çandiran yek bi yek li ser însanan qeyd dikin, ji bo ku piştî demeke din ji wan paş da bixwazin.

Li Golcikê, li Stenbolê wiha nekirin û nakin jî çimkî ew tirk bûn, lê vana  kurd in.

Ji ber ku baweriya dewletê bi gelê kurd tuneye, ditirse ku gel tiştên xwe bide gerîla, loma jî ji nuha da tedbîra xwe digre.

Esas bi qasî ku çapemeniya kurd dinivîsîne ne çandiran tenê, malzemeyên din jî kontrol û baş taqîb dikin.

Çimkî hukûmet ditirse ku çandir, betenî û tiştên din herin bigihîjin destê PKK-ê, loma jî di rojeke wiha trajîk da jî dev ji vê taqîb û kontrola xwe bernade.

Dijmin dijmin e, ji bo dewletê qet ferq nake, ray dabe AKP-ê jî dibê meriv baweriya xwe pê neyne, dîsa jî dikane bi dewletê ra "xiyanetê" bike û alîkariyê bide gerîla.

Ev îcraat û taqîba dewletê ji bo me kurdan tê vê maneyê, hûn ne ji me ne, baweriya me bi we nayê, loma jî dibê em malzemeyên xwe taqîb bikin.

Lê bi vê şêla xwe ya nîjadperest û irqçî hukûmetê, dewletê û milet bi nezanî qebûl kirin ku em ne ji wan in, em miletekî din in û ew qet û qet ji me hez nakin.

Feqet  ji ber ku em miletekî bindest û welatekî mistemlekeyê wan in, loma jî ji mecbûrî alîkariya me dikin. Yanî ev alîkarî ne alîkariyeke ji dil, ji mecbûrî ye.

Ew dizanin ku "em kurd mirovên nankor in, em ji  başiyê û çêyiyê, ji însanetiyê fêm nakin", lê li gel vê jî ji mecbûrî ewê alîkariya me bikin. Bes dibê kontorl jî bikin, ji ber ku baweriya wan tu carî bi mirivê kurd  nayê.

Xarpêt teslîmî asîmîlasyonê bûye

Bîstek berê­*, gava min bala xwe dida kanalên tirkî û kurdî, di TRT6-ê da programa zazakî bala min kişand û min bîstekê bala xwe dayê.
Ji TRT6-ê keç û xortek li gundên Xarpêtê(Elezîzê) digeriyan û bi milet ra bi zazakî dipeyivîn.

Manzareya min dît, felaket bû, rewşeke dilşewat û malkambax bû; dewletê îşê kurdên wê herêmê qedandibû, yanî hemû asîmîle kiribûn.

Pîrek û zarokan ji xwe bi zazakî nizanîbûn, ew ji zûda di aşê asîmîlasyonê da hatibûn hêran û bûbûn "tirk".

Tenê çend kesên navsale û kal mabûn ku piçekî bi zazakî zanîbûn, lê ew jî bi zora xwediyên programê çend gotinên zazakî gotin, yanî tu kes ne dilxwazê axaftina bi zazakî bû.

Lê tu kesî jî nedixwest bibêje ez bi zazakî dizanim û bi zazakî bipeyive, li ser isarara xwediyên programê çend hebean çend gotinên zazakî û tirkî gotin.

Yanî asîmîlasyonê ne tenê li bajaran, li gundan jî pişt li kurdan şikandiye. Zimanê trkî ji zimanê mekteb û bajêr derbas bûye û bûye zimanê malê û dê.

Li gundên Ruhayê, Wêranşarê, Serêkaniyê, Dêrikê, Qezê, Nisêbînê, Diyarbekrê, Mêrdînê hîn felaket negihîştiye vê rewşê. Li Wêranşarê, Dêrikê, Serêkaniyê hîn li yek gundî jî gundî bi tirkî napeyivin, erê li gorî berê însan bêtir fêrî tirkî bûne, lê ne weke Xarpêtê.

Gund û tirkî?

Meriv şok dibe. Ez bi xwe şok bûm. Ji ber ku li herêma me însan hîn kurd mane û bi kurdî dipeyivin, îcar dema ez li gundekî Kurdistanê rastî vê felaketê têm , ez diqutufim û dikevim panîkê.

Dibê em Xarpêtê, Meletiyê, Sêwasê, Meraşê weke herêmên pîlot îlan bikin û bi plan û program herin gazî û hawara van herêman, giraniyê bidin van bajaran.
Ya na çend salên din ewê pir dereng be. Ji ber ku hindik be jî li van bajaran hîn çend kesên ku bi zazakî û kurmancî dizanin hene, roja ku ew jî mirin îşê me ewê pir û pir zahmettir be.

 Bira dewlet li wir bimîne, emê nikanibin kurdbûna kurdan bi kurdan bidin qebûlkirin..

*Min ev nivîs do nivîsand. Lê ji ber ku ji nişkave kompîtora min dîsa "arize" da min nikanîbû biweşanda. Nuha bi êretî çêbûye.

26 oktober 2011

Nîjadprestiyê çavên berpirsiyarên hukûmetê qarixî kiriye

Humkûmeta AKP-ê roja pêşî daxwaza hemû dewletan ya ji bo alîkariya Wanê red kir, got hewcedariya me bi alîkariya derve tuneye.
Îro, piştî çar rojan ji 31 welatî alîkarî xwestin. Yanî piştî ku hasil çû mûsil, piştî ku kesê were xelaskirin nema.
Li alî din hukûmet nahêle belediya Wanê, belediyên BDP-ê û rêxistinên swîl yên din jî beşdarî xebatê bibin.
Li cîhanê tu welat bi serê xwe û bi îmkanên x...we tenê nikane bi felaketên wiha mezin ra derkevin serî.
Lê ji ber şovenîzim û nîjadperestiya hukûmetê û bi taybetî jî ya Erdogan, di serî da alîkariya welatên din red kirin.
Sebeba vê redkirinê jî Kurdistan û kurdbûn e. Erdoganê nîşadprest naxwaza kurd nêzî hev bibin û alîkariya hev bikin. Naxwaza germayî û dostayî di nabêna kurdan da çêbibe.
Û quretî û şovenîzma tirk nahêle welatên din jî were hawara kurdan û rewşa kurdan û zulma dewletê bibînin.
Lê gelê kurd jî vê şovenîzim û zulma hukûmetê dibîne, rojekê ewê hesabê vê çavsoriyê ji Erdogan û şûrekaya wî bike.

XXX

 Li Wanê muxtarên 34 taxan ji ber gazinên milet bi hev raîstîfa kirin.
Muxtar dibêjin hewcedariyên milet ya çandiran û tiştên din nayên temînkirin û rayedarên dewletê jî bi wan ra naxebitin û ji ber van kêmasiyan jî gel wan mesûl dibîne, loma jî ew îstîfa dikin.
Lê li gorî Erdogan her tiştî mikemel dimeşe, tu kêmasiyeke organîzeyê tuneye, çandir pir in, heta 2-3 rojan her tişt temam e. BDP û belediyên BDP-ê naxebitin û her tiştê dibêjin vir e.
Xwedê kurdan ji vî zalimê nîjadperest, bêûjdan, bêmerhemet û vireke xelas bike....

 XXX

 Ji bo ku artêş êrîşê bibe ser Qendîlê çapemenî û medyaya tirk xwe perçe dike, xwe dixwe.
Lê artêş newêre, carnan hin blofan dike bes newêre bajo ser Qendîlê. Çimkî berê derb xwariye, dizane şer ne henek e.
Lê çapemenî û medya bi payinê teqiya, kevzikî bûn, ji bo êrîşê bi rengekî bênabên li ser navê artêşê xeberên derew belav dikin, artêşê dixin şer, dibin Qendîlê, operasyonan didin destpêkirin, ...bi sedan gerîla didin teslîmkirin û kuştin.
Û piştî operasyonan jî bi sedan cendekîn gerîla li erdê mane, bi leşkeran didin topkirin.
Yanî ji bo ku artêş êrîş bike çi derew û manîplasiyon ji destê wan tê dikin, lê dîsa jî artêş newêre dest bi êrîşê bike.
Ji ber ku şer nabe, loma jî îro nivîssîne, gotine di axaftinên têlsizan da xuya dibe ku "ji tirsa operasyonên artêşê PKK ketiye panîkê..."
Wisa xuyaye ku artêş gurra medyayê nake û wan hêvîşikestî dike. Bi dîtina min ya baştir ew e ku medya û çapemeniya tirk ji nava xwe dibê artêşekê çêke û dest bi şerê kurdan û PKK-ê bike, bajo ser Qendîlê...
Çare ev e, dibê medya zû artêşa xwe çêke û dest bi şerê xwe bike. Ji ber ku artêş dilê wan rehet nake...
"Dewleta kûr" çû nuha jî "medyaya kûr" heye, îcar ew bela xwe ji kurdan venake....

XXX

 Ev demeke li Qibrisa Bakur li hin zanîngehan di nabêna xwendevanên kurd û tirkên nîjadprest û faşîst da pevçûn û şer heye. Faşîst û nîjadperestên tirk wek li gelek zanîngehên Tirkiyê, li Qibrisê jî êrîşî xwendevanên kurd dikin.
Îdareya Zanîngeha Yakin Dogu (YDU) ji dêlî ku xwendevanên êrîşkar ceza bike, biryara dersînorkirina 16 xwendevanên kurd daye.
Wê rojî dîsa çend xwendevanên kurd dersînor kiribûn.
Nîjadperestiya tirk pir dirindiye û tahlûke ye, bi taybetî li hemberî miletê kurd. Ev nîjadperstiya hewqasî êrîşkar ewê nuha belayekê bîne serê tirkan. Misebîbê vê êrîşkariyê jî hukûmeta AKP-ê ye.

XXX

Ji nava 26 koliyên ku bi riya postê (PTT-ê) ji Wanê ra hatine şandin kevir û ala tirk derketiye.
Kurdan berê fêm kiriye ku hûn neînsan in, ne hewceye ku hûn belegeyên vê ne însanetiya xwe bişînin Wanê...

25 oktober 2011

Bersîveke mecbûrî

Shahin*, bi van herdu şiroveyên** xwe te ez gelkî êşandim. Ez fikrîm ku bersîvekê bidim te, lê dû ra min dev jê berda, min got hewqas sal in em hevûdu nas dikin, pir hindik dostaniyeke me bi hev ra heye, bira dilê me ji hev nemîne.

Loma jî min dev ji bersîvê şiroveyên te berda.

Lê li ser vê şêla te dixwzim çend gotinan ji birayê xwe bibêjim

Wê rojê, dema min rismê du gerîlayên kurd, ku herdu jî bi wahşeteke mezin hatibûn kuştin weşand, te dîsa eynî tişt kir, te xwest meselê biçûk nîşan bidî.

Ji gerîlayan yek bi ben girêdayî û yê din jî bi dev û rû ve li erdê dirijkirî bû û bivir ya jî xencrek di pişta wî da çikandibûn. Û herdu jî li ber heykelê Ataturk weke qurban hatibûn dirêkirin. û li pişt wan jî nivîsa ”Welat yek perçeye nayê perçekirin û çi bextewariya ji bo wî kesî ku bibêje ez tir kim” xuya dikir.

Weke kurdekî, weke însanekî û weke ”rewşenbîrekî” ji dêlî ku tu bi çend gotinan wê nemirovahiyê şermezar bikî, weke nuha te dîsa mesele şêlo kir û got, belkî "fotomontaj" be.


Dû ra derket ortê ku yê ew nemirovahî li termê du însanên mirî kirine yek jê Walîyê Hekkariyê û yê din jî qumandarê hêzên jendermeyên Şemdinlêyê bûye.

Ahmet Altan, di 12-ê cotmehê, di quncikê xwe da qala vê wahşetê kir.
Min jî di 15-ê mehê da him di bloga xwe da û him jî di facebookê da careke din qala bûyerê kir û min got bûyer ne ”fotomontaj” e, rast e û him jî ji teref walî û qumandarekî cendirmeyan ve hatiye kirin.

Yanî herdu jî giregirên dewletê ne.
Bûyer di çapeniya tirk da jî belav bû. Lê ne walî û ne jî ew qumandar ji wezîfeyên nahtin girtin. Ne wezîrê hundur, ne serokwezîr û ne jî serokerkan derbarê bûyerê da tu beyan nedan û kesên mesûl makûm nekirin, negotin emê lêpirsînê bidin vekirin.

Dadgeheke tirkî jî negot, hûn çawa dikanin li bedena du însanên mirî vê heqaretê bikin?
Ne gotin, çimkî hemyan jî ew kirinên walî û qumandar rast didîtin, loma jî ew wahşet nîşanî miletê kurd, dê û bavên gerîla jî dan. Di vê yekê da tu mahzeret nedîtin.

Lê te,dîsa jî hewce nedît ku bûyerê şermezar bikî û bibêjî weleh min bawer nedikir tiştekî wiha rast be, loma jî min got dikane ”fotomontaj ” be.

Baş e, ev çi babet kurdayetî, însanetî û ”rewşenbîriye" ku meriv li hemberî nîjadperstî û faşîzmeke hewqasî qebe bêdeng bimîne û bibêje ”dikane fotomontaj” be?

Û dema rastiya vê nemirovatiyê jî derkeve ortê dîsa jî dengê xwe neke û nebêje ”weleh ez şaş” bûm...

Birayê Shaîn, ez nabêjim dakeve mistewa ”refên” yên weke min, "mistewa xwa daxe jêr" û bibe ”propagandîst”, lê qet nebe li gorî mistewa xwe, li gorî mistewa ku tu rast û maqûl dibînî li dijî zulmê derkeve û ji zaliman ra bibêje zalim û zulma wan protesto bike.

Heger li hemberî wahşeteke hewqasî derîmirovahiyê jî weke însan, weke ”rewşenbîr” merivê du gotina nebêje, li dijî vê zulmê dernekeve wê demê însaniyet û ”rewşenbîrî” çi ye ku?

Dewleta tirk bi rengekî bênabên û sîsteamtîk zulmê û neheqiyê li kurdan dike, wan digre, davêje zinadan, her roj bi tonan bombe bi ser serên çend hezar kurdên li serê çiyan da dibarîne. Baş e, ku em weke însan, weke ”rewşenbîr” li hember vê dengê xwe nekin, ma emê kînga û li hemberî çi dengê xwe bikin?

Ma ne ev neheqî li qewmê min, li merivên min, li bira, bav û diya min dibe. Dema ez li dijî vê zulmê derkevim çima ezê bibim ”propagandîstekî” baîst? Min qet fêm nekir.

Yanî ev şêla min ya li dijî neheqî û zulma li ser gelê  min çima ewê qelîteya min bixîne û qelîteya yekî bêdeng bilind bike?
Neyse bira, ya baş ew e ku ez dirêj nekim û di bawerî û şêla te da ji te ra serkeftinê bixwzim…

Li gel silavên dostaniyê…
*Shahîn Soreklî
**Hemû şirove li jêr in


(1)
Sebebê vê nîjadperestiya tirkan ya dirinde û bêemsal hebûna mesela kurd e, heger kurd li Tirkiyê wiha nehatana înkarkirin, tirk jî wiha nîjadprest nedibûn.
Gelşe ku tirk gelkî cahil hîştiine û kirine nîjadprestên herî zalim û hov çaresernebûna mesela kurd e, roje ku kurd bigihîjin azadiya xwe tirkê jî bêtir bibin însan û rahma dilê wan jî ewê zêde bibe.
Yanî bindestiya kurdan ne tenê di warê aborî, civakî, zanistî da, di warê însaniyetê da jî miletê tirk ji însaniyetê dûr xistiye.

(2)
Şiroveya Şahîn
Shahîn Soreklî: Hemî Tirkan, Beşikçi jî di nav de? Aferîn, bi Xwedê tu ji heqê propagandayê dihêyî der! Lê pirsiyarek kekê Zinar:
Dema tu dibêjî "nijadperestiya tirkan" gelo va gotina bi serê xwe jî ne nijadperestî be?
Ligel rêza

(3)
Bersîva min:
Çima?
Ma meriv ji yekî diz ra bibêje diz, qey meriv jî dibe diz?
Min bi xwe tu maneyek neda vê pirsa te. Min li hemberî miletê tirk çi zulm, çi neheqî, çi nemirovayî kiriye ya jî parstiye ku ez jî bibim "nîjadperest"?
Ji ber ku çend tirk ne nîjadperest in nabe sebeb ku em nebêjin rasîzma tirk.
Dîrok qala "nazîzma û faşîma alman" dike, ne ya çend kesên nazîzst û faşîst.

(4)
Bersîva Şahîn
Dema mirov li hember nerindan metodên nêzike metodên wan bikar bihîne û gelemper bike, mirov hem tund-û-tûiyê gurr dike, hem jî xwe ji refên yên wek wan nêzik dike. Rêxistin û hukûmet ji bo berjewendiyên xwe dikarin her metodî bi kar bihînin, lê dema kesên xwe wek "shareza" û "rewshenbîr" jî dizanin dest bi metodên propagandîst û neftetafer dikin, çira di nav mirovahiyê de melûltir dibe.
Ez fashîstên Tirkan bash dinasim û ger kesek bixwaze dikarim bi dehan gotarên xwe yên bi înglizî û kurdî, her weha helbestan, çîrokan û belgehên dengî/dengî-wêneyî yên gengesheyên germ bi berpirsên tirk re bo wan rêbikim, lê çi caran rê nadim xwe ku li hember tevahiya Ereban, Farisan yan Tirkan bibim propagandîst û tevahiya wan têxim nav xweliya resh, çimkî dizanim di nav wan de jî yên bash hene; û ger nebin ez ê hewl bidim ku ji wan çaktir bin.
Dîroka behsa "nazîzm û fashîzma (tevahiya) Almanan" dike dîrokeke bêbext û munafiq e, çimkî di nav Almanan de Beethoven, Schiller, Goethe, Mann, Heine, Grass, Brecht... û bi hezaran yên din hene ku gellek tishtên bash û sûdmend dane mirovan.
Li dawiya dawiyê tu azadî keko. Di rêya xwe de bidomîne û yên pishtgiriyê bidin wî metodî di nav me de pirr in.
Ligel rêza min.

(5)
Bersîva Şahîn ya vê nivîsa min ya jor
Zinarê hêja, bash e ku bersîva te kurt bû! Te hewl daye meseleyê bikî siyasî û tew wergerînî yeke “antî-PKKyî” ji aliyê min ve. Berê jî hinekan bi mebest, yan bêmebest, weha kirine! Zihniyeta me ne haman zihniyet e, lê bash e ku hemî zihnieyet ne wek hev in. Ev dikare encameke erênî bide. Dema her kes li dor tenbûrekê têkeve dîlanê, heye ku encam ne her dem erênî be. Ger tu li welêt bûya, heye ku min têbiniya xwe nenivîsandibûya, lê bi salan e tu li welatekî ewropayî yî… Bivêt-nevêt ev cara dawîn e ku têbiniyekê derbarê gotinên te de dinivîsînim.
Ger tu behsa “derketina li dij zulmê û zaliman” dikî, hewce niye ji te re îspatan rêbikim; carê ji rindiya xwe di GOOGLE de li navên “Chahin Baker,” “Soreklî” û “Sorekli” bigere.
Bextiyar û xweshrewsh bî.

Rasîzma tirkan kurd hejandin

Ev du sê roj in tirkan kîn, nefret û rasîzma xwe baş nîşanî kurdan dan. Li hemberî vê nemirovî û rasîzma tirkan, kurd di şokê da ne.

 Hin pisporên dewletê û AKP-ê ji bo ku kurdan aş bikin dest bi demagojiya "efendim dibê meriv guh nede gotinên çend cahilên xwenezan", filan û bîvan kirin.

  Dixwazin kurdan sakîn bikin û vê rûreşiya çapemeniyê û medyaya sosyal zû veşêrin. Yanî naxwazin ev şêla tirkan ya dijminane û derî însaniyetê zêde belav bibe.

 Lê maskeya ser ruyê dewleta tirk, hukûmeta AKP-ê, medyaya tirk û miletê tirk ket û ruyê wan yê rastîn û dilê wan yê reş ji alî kurdan ve baş hat dîtin.

 Kurdan baş fêm kirin ku tirk di hundurê xwe da bi çavê mahrekî ku dibê serê wî were pelçiqandin li wan dinêrin.

 Xwezî kesên wiha difikirin tenê çend kesên bûna. Çi mixabin ku mezinên dewletê, bepirsiyarên kukûmetê di heq kurdan da wiha difikirin, wan ji xwe ra wekî neyarekî dibê ji ortê were rakirin dibînin...

Ji ber ku yên însanên tirk ji însaniyetê derxistine partiyên siyasî bi xwe ne, Erdogan, Gul, Arinç û Bahçelî ne, medyaya tirk e, sîstema perwerdeyiyê.

Çimkî îdeolojî û siyaseta dewleta tirk û ya hemû hukûmetan ya resmî înkar û îmhaya miletê kurd e. Armanca dewleta tirk ya esasî ew e ku bi riya asîmîlasyonê kurdan bihelîne, bike tirk.

Meriv çi biçîne wiya diçine, tirk zarokên xwe bi îdeolojiyeke nîjadperest û rasîst mezin dikin. Û ew jî dibin mirovên rasîst û faşîstên bêemsal.

Berê ”dewleta kûr” hebû, wê nedihîşt mesela kurd çareser bibe. "Dewleta kûr çû" nuha jî "medyaya kûr” heye, ev medya dixwaze xwîna kurdan vexwe, dixwaze artêş rojê bi hezaran însanên kurd bikuje.

Lê helbet medya, çapemenî ji xwe ber nehat vê rewşê, weke zarokên tirk, dewletê bi ço ew anî vê rewşê, kir medya û çapeniyeke nîjadperest û neyarê hebûna miletê kurd.


Bi saya siyaseta AKP-ê û MHP-ê ya nîjadperest û faşîst û medyaya tirk hewaqsî bû neyarê kurdan.
Hemû kanalên tirkan, hemû rojnameyên tirkan li hemberî kurdan kîn û nefretê belav dikin, weke mahrê kobra jahriyê enjekteyî dilê însanan dikin.

 Di kanalên xwe da bi şev û roj kuştin û perçeperçekirina bedenên gerîla weke fîlmên reqlamê nîşanî dê û bav û merivên gerîla didin.

 Ma zulm, rasîzim û faşîzmeke ji viya mezintir heye?

 Nivîsa Ekrem Dumanli ya do ji axaftinên wan nîjadperest û faşîstan gelkî xerabtir e.
Yanî mesela kurd civata tirk rizandiye, piraniya tirkan ji însaniyetê derketine û bûna cenawar, dixwazin xwîna kurdan vexwin.

 Bifikirin, bi çavên "terorîstan" li hemû nişteciyên bajarê Wanê dinêrin, ne çend kesan, ne gerîla û hin endamên BDP-ê, hemû însanên bajarê Wanê weke neyarê xwe dibînin, loma jî dixwazin hemû bajar ji ruyê erdê wenda bibe.

 Mirovên tirk dibêjin "tiştê hukûmetê nikanîbû Xwedê kir, înşelah eynî tişt were serê Diyarbekrê" û Şirnexê jî.

 Yanî bi kurtî, ev rasîzim û faşîzim netîceya siyaseta Erdogan, Gul Bulent Arinc, Çîçek , Bahçelî û kesên weke wan e...
                                                                           XXX


Sebebê vê nîjadperestiya tirkan ya dirinde û bêemsal hebûna mesela kurd e, heger kurd li Tirkiyê wiha nehatana înkarkirin, tirk jî wiha nîjadprest nedibûn.

 Gelşe ku tirk gelkî cahil hîştine û kirine nîjadprestên cîhanê yên herî zalim û hov çaresernebûna mesela kurd e, roje ku kurd bigihîjin azadiya xwe tirkê jî ewê bêtir bibin însan û rahma dilê wan jî ewê zêde bibe.

 Yanî bindestiya kurdan civata tirk ne tenê di warê aborî, civakî, zanistî û demokrasiyê da paşda hîştiye, di warê însaniyetê da jî ji însaniyetê dûr xistiye.


                                                                        XXX

 Kenê min hat, ji nuha û pêva di mufredata mekteban da ewê dersa însaniyetê jî bidin zarokan.
Mezinên ku ew bi xwe ne "însan" in, ewê çawa bikanibin dersa "însaniyetê" bidin zarokan?
Berî zarokan, dibê hinek dersa "însaniyetê" bidin mezin û siyasetmedarên tirkan, bidin Erdogan, Gul, Arinç, Çîçek, Bahçelî û hemû siyasetmedarên weke wan...


                                                                          XXX
Spîkera kanala Haberturkê Duygu Canbaşê, dema xebera erdheja Wanê da, got: "Deprem herçiqasî li Rojhilat, li Wanê be jî em bi vê xeberê xemgîn bûn.

" Helbet Duygu xanimê bêhemdî ya dilê xwe û hestê xwe yê rastîn da der, ev, li hemberî kurdan rasîzmeke pir barbar e.

Lê hestên Duygu Canbaşê û piraniya tirkan ev e, derbarê kurdan da ew wiha difikirin.
Bi şev û roj dua dikin ku top û bobelatake mezin were serê kurdan û hemû kurd bimrin. Tirk vê rastiyê înkar bikin û bibêjin ne wiha ye jî piraniya kurdan wiha his dikin û bawer dikin. Û ji xwe ya girîng jî ew e ku kurd xwe çawa his dikin.

24 oktober 2011

Erdheja Wanê hestên tirkan

Do saet di 13.43-an da xweza li Kurdistanê, li Wanê dîsa li kurdan hate xezebê. Li Wanê erdhejeke bi tesîra 7, 2 çêbû, gelek însan mirin û bi sedan jî birîndar hene.

Li Wanê, li Erdîşê û li piraniya gundên van bajaran zirar û ziyaneke pir zêde ya madî jî heye, hema hema piraniya xaniyan hilweşiyane. Û erdhejên dû ra yên biçûk jî hîn berdewam in.

 Li herêma Wanê nuha wexta sar û sermayê ye. Loma jî ev yek rewşê xerabtir dike. Hewcedariyeke mezin bi çandiran û bi alîkariyên din heye.

 Bi bihîstina erdhejê ra kurdan û serokê BDP-ê tavilê berên xwe dan Wanê.

Li seranserê Kurdistanê kurdan dest bi civandin û birina alîkariyê kirine. Lê tiştê xuya ye weke hertim dewleta tirk dîsa ji xebat û însîyatîfên kurdan ra astengan derdixeû nahêlin kurd bi rehetî alîkariya gelê xwe bikin.

 Dewleta tirk ji alîkariya derve, ya hin dewletan(wek Îsraîl)ra jî gotiye na. Û ev yek jî helbet zirarê dide kurdan, di bin sar û sermayê da yên perîşan dibin kurd in.

 Serê me hemûyan sax be, erdheja Wanê dilê hemû kurdan êşand.

Dewleta tirk û miletê tirk xêra kurdan naxwazin û dilê wan ji bo kurdan naşewite. Loma jî dibê hemû kurd destê alîjariyê dirêjî gelê Wanê bikin û di vê roja teng da wan tenê nehêlin.

Piştî bihêstina xebera erdhejê di hemû malperên tirkan da şiroviyên derî mirovayiyê, yên rasîst û faşîst hatin kirin. Esas ne malper tenê, di telewîzyonên weke ATV û Haberturkê da jî spîkeran nemirovî, kîn û nefreta xwe ya li hemberî miletê kurd nîşan dan û gotin baş bûye, cezayê xwe dîtin.

Ji bo ku em kurd bizanibin tirk di rojeke wiha teng da di heqê me da çi difikirin min, çend şiroveyên tirkan yên li ser erdheja Wanê û hestên wan yê di heq kurdan da kir kurdî. Fermo bixwînin.


-Înşeleh hûnê xerabtir bibin!

 -Xwîna şehîdan li erdê nema.

 -Ez hêvî dikim ku Hekkarî û Şirnex jî di binê axê da wenda bibe.

 -Înşelah ewê hîn bi şîdettir bibe, kevir li ser kevir nemîne!

-Bira xerabtir bibe, bira bi erdê ra bibe yek, xezeba Xwedê li wan be…

 -Tiştê hukûmetê nikanîbû bikira înşelah ewê Xwedê bike!

 -Çoyê Xwedê tuneye, bêter bibin!

 -Bira esker dîqet bikin, bi nêta ku ewê alîkariyê bikin şehîd nebin?

 -Heger ez pênc quriş alîkariyê bikim bira destê min bişikê…

 -Meriv dixwaze bibêje, baş bûye…

 -Xwedêyo tu pir mezin î, ev hîn îqaz e!

 Xwedê wiha lê dixe, ya Rebî şikir ji te ra !

 -Oxxx, min hinekî rehet kir…

 -Bira hesabê elektirîka dizîne û guleyên bera dewletê dane bidin!

 -Şikir ji Xwedê ra , çoyê Xwedê li wir tuneye, ji xwe her kesê li wir dijî mirin heq kiriye.

 -Oxxx, ez pir kêfxweş bûm, înşelah ewê hinek xayinên welêt paqij bibin.

 -Bira bi erdê ra bibin yek, qaçaxçitî li ba wan e, narkotîka li ba wan e, bira xerabtir bibin!

 Înşelah Xwedê ewê bike nesîbê Diyarbekrê jî !

 Weleh bi erdê ra tep û dûz bibe jî ez qurişekî nadim, ji dêlî ku ez ji waniyan rap era bişînim, ezê ji kûçikên kuçeyan ra mamayê bikirim. Qe nebe ewê îxanetê neke.

Ez hêvî dikim ku hemû dolê qehpikan li Wanê bimrin da ku em ji kurdên pîs xelas bibin.

Bi dîtina min Erdogan, Gul û Bulent Arinç jî di heqê hemû kurdên ne hevalên wan, kurdên ku dibêjin em kurd in û doza mafê xwe dikin eynî tiştî difikirin, xwedî eynî hestan in û ew jî di dilê xwe da ji bo kurdên BDP-ê eynî tiştan dibêjin.

 Gul, qala ”întîqama mezin, ” Arinç jî qala ”qelandina koka” kurdên BDPy-î dike û dibêje ”lînckirina kurdan tiştekî ”maqûl” e. Û bi rastî ji bo ku hemû kurdên piştgiriya PKK-ê û BDP-ê dikin bikujin, rojê bi tonan bombe bi ser serê wan da dibarînin.

Miletê jî ji xwe ji van kurdan, ji kurdên ku dibêjin em kurd in û doza mafê xwe dikin, nefret dikin.
Kurdên AKP-yî ji xwe merivên wan in û tu sebep tuneye ku ji wan biqeherin.

Miletê tirk berhema siyaseta AKP-ê û MHP-ê ye, mirovên tirk bi gotinên serokên AKP-ê û MHP-ê mezin dibin û guh didin gotinên wan û dû ra jî wekeew dixwazin dikin.

Loma jî pir ne ecêb e ku tirk hewqasî ji kurdan nefret bikin. Çimkî siyaseta AKP-ê û MHP-ê ya esasî li ser qedandin û nefreta ji kurdan ava bûye û bi şev û roj jî dixebitin ku tirk ji kurdan nefret bikin, bi çavê neyar li wan binêrin.

23 oktober 2011

Serokên AKP-ê bi agir dilîzin

Alîkarê serokwezîr û berdevkê hukûmeta AKP-ê Bulent Ariç, di axaftina xwe ya li Înegoliya qeza Bûrsayê da got, ”qelandina koka terorê weke hukûmet wezîfeya wan e” û êrîşên nîjadperest yên lînckirina kurdan jî tiştekî pir ”maqûl û manîdar” dît.


Bulent Ariç, di axaftina xwe bi zimanekî pir tûj û tahrîkkar û nîjadperest êrîşê kurdan kir û sinyala serbestiya êrîş û lînckirina kurdan da hêzên nîjadperest û faşîst. Arinç wiha got:


Qelandina koka terorê weke hukûmet wezîfa me ye. Wekî din tu çareyeke me tuneye. Karên dûrî aqilan dikin.
Kesên ku 24 leşkerên me yên xort xistin axê, înfîala me zêdetir kirin. Lê belê em mucadeleya li dijî terorê bi aqilekî selîm dimeşînin.
Hisiyata xelkê pir maqûl û manîdar e. Em alan bi malên xwe ve dikin, meşên ku lanetê li terorê dibarînin organize dikin.
Lê belê weke hukûmet em mecbûr in ku di her warî da koka çavkaniyên vî îşî hişk bikin. A nuha serekerkan û hemû qumandarên hêzên me hîn venegeriyana malên xwe.
Bêyî ku bi xanimên xwe ra li ser sifriyekê xwarinê bixwin li ser vê tevgerê ne, xwe kirine sîper. Li der û li hundur, bi hemû têkiliyên wê ve di qulikên wê da li terorê didin.
Nuha leşkerên me li hundur welêt di hemû nuxteyan da û li dervayî welêt yanî selehiyeta ku girtine baş bikar tinin.
Ji bo ku vê rêxistinê perçe bikin, ji ber hev da bixînin û biqedînin ji bo lêdana derbeya dawî bi hemû hêza xwe dixebitinîn. Xwedê wan leşkerên me, qumandarên me ji her babet qeza û belayê bisitirîne.
Înşelah ewê wezîfeyên xwe gavakê berî gavekê biqedînin û bikanibin bi serfirazî û şanaziyeke mezin vegrin Tirkiyê. Xwedê teala bira hemû leşkerên me, pûlisên me û hemwelatiyên me bisitirîne. Ew bi ezm û baweriyeke mezin ji bo ku terorê ji Tirkiyê biqewirînin û biqedînin bi ruh û can dixebitin. Weke milet em jî bi ruh û can piştgiriyê didin wan...”

Erê qismê min jê girt pir dirêj e, lê hewceye. Dibê kurd van gotinên Bulent Arinc di hafizeya xwe da bikolin.

 Arinç, pir vekirî dibêje ku wezîfeya hukûmeta wan belavkirina PKK-ê û BDP-ê ye yanî şikandina tevgera kurd ya netewî teslîmgiritina miletê kurd e.


Li aalî din, weke lîderekî siyasî û berdevkê hukûmetê ji dêlî ku li dijî êrîşên li dijî kurdan derkeve, van êrîşên faşîst û nêjadperest weke ”hisiyata milet ya maqûl û manîdar” dibîne.


Maneya xwe hukûmet bi xwe van meş û êrîşên li dijî kurdan organîze, tahrîk û teşwîkq dike.


Ji xwe meriv li gelek bajaran dibîne ku giregirên AKP-ê û erkanê dewletê di pêşiya meşan da ne.


Wisa xuyaye ku hukûmeta AKP-ê jî dixwaze li hemberî kurdên Xerbê bûyereke wek ya 6-7-ê îlona 1955-an ku li Stenbolê li hemberî rûm û ermeniyan pêk anîn organîze bike.

 Di êrîşên 6-7-ê îlona 1955-an da hemû mal û milkên kesên xeyrîmuslim wêran û talan kirin û dû ra jî bi sedhezaran rûm şandin Yûnanîstanê û ji Yûnanîstanê jî bi hezaran mahcir anîn Tirkiyê û milk û malên xelkê hinek li wan belav kirinli û hinek jî ew bi xwe li ser rûniştin.

 Nuha bi kontrol diceribînin, dixwazin bi van meş û provayên lînckirinê çavên kurdan bitirsînin. Lê carê dikare ji ”kontrolê” derkeve û bibe sebebê qetlîamake mezin.
Ev gotinên Arinç, bi rengekî vekirî banga lînckirina kurda ye.

Dewleta tirk dixwaze rê li ber zêdebûna nufûsa kurdan bigre

Li gorî ku malpera Rizgarî Onlinê nivîsandiye, nivîskarê rojnameya Sabahê Emre Akoz, di nivîsa xwe ya doh da bala rayedar û rêvebirên dewleta tirk kişandiye ser zêde mezinbûna nifûsa kurdan.

Emre Akoz gotiye, nufûsa kurdan ji ya tirkan zûtir mezin dibe û ji bo ku rê li ber vê mezinbûnê were girtin, dibê rêvebirên dewletê miheqeq riyekê bibînin.

 Akoz, ji encamên îstatîstîkî yên nû gelek mînak dane û gotiye, herêma ku nifûsa wê herî zêde û zû mezin dibe, ”Guneydoğu” ye, yanî Kurdistan e û herêma ku nufûsa wê herî pir kêm dibe jî herêma Marmarayê ye. Yanî nifûsa Kurdistanê du qat û nîvan ji ya Marmarayê zêdetir dibe.

Akoz, di nivîsa xwe da gotiye, zêdebûna nifûsa kurdan, neteweperestên tirk pir ditirsîne.


Akoz gotiye, berê jî pisporên nifûsê bal kişandibûn ser vê meselê, lê îro ev yek êdî bûye heqîqet.


Ji bo kêmkirina nufûsa kurdan dewleta tirk ji zû da ye xwedî proj û program e.
Piştî darbeya 12-ê Îlona sala 1980-î dewletê ji nuh ve ev programa kêmkirina nufûsa kurdan girt rojeve xwe û zindîbûneke da xebatên di vî warî da.

 Kampaniyeyên ”hadê keçno herin mekteban” û di bin navê şiyarkirina jinan da li gundên Kurdistanê da dest bi propagendeya li dijî zarokên zêde û belavkirina prezervatîvê kirin.



Ev projeya dewleta tirk li Kurdistanê bi rengekî aktîv hîn di faalîyetê da ye. Hêzên tenduristiyê bi navê agadarî û alîkariya tibî di nava jinên kurd da û bi taybetî jî li gundan digerin û vê projeya dewletê dixin jiyanê.


Ji bo ku nufûsa kurdan kêm bikin heger ji destê birêvebirên dewleta tirk were ewê kurdan bixesînin.


Dibê em kurd baş bizanibin ku ev dewlet di her warî da ji bo kurdan tiştê pir xerab difikire. Dewlet, li hemberî me tedbîrên ji bo 100-200 sal pêş digre.


A ev îstatîstîk û anketên li ser nufûsa kurdan û tirkan tê çêkrin jî hesabekî hewqasî dûr û dirêj e. Ditirsin ku rokê li Tirkiyê kurd bibin piranî û bi rayên xwe, bi riyeke demokratîk dewletê ji dest tirkan derxin û bikin dewleteke kurd.

Îcar ji nuha da ji bo ku bi rojeke wiha ra rûbirû nebin tedbîrên xwe digrin, dixwazin ji zêdebûna nufûsa kurdan ra çareyekê bibînin.

22 oktober 2011

Pirs: "Di salekê da çend hefte hene?"

Îro Salihê Kevirbirî hat serdana min, mala wî ava be.

Me bîstekê sohbet kir, bîna min fire bû.

Ev du heftene li balê ez bi tenê bi hesreta dîtina yekî xerîb dişewitîm. Axirê Salih, îro ev tenêtiya min tije kir.

Ez hema hema qet li fîlm û programên tirkî yên fasasfîso temaşe nakim, carnan heger debateke cidî hebe lê temaşe dikim.

 îro, dema min û Salih sohbet dikir, komandoya telewîzyonê li ber wî bû, min dît carê komando girt destê xwe, telewîzyon vekir û li kanalên tirkî kurdî geriya. Ji ber ku ciyê kanalan baş nas nedikir, min jê ra got ka bide min, ezê lê bigerim û min dest bi lêgerînê kir.

Dema ez çûm ser kanala Haberturkê û min dît tiştekî cidî tuneye, ez di ser ra derbas bûm. Salih got, mamoste, hela raweste, ev programa Pakîze Sûda ye, programeke pir balkêş e. Di her programê da pirseke pir basît ji însanan dike.

Min berê ev jinik dîtibû, lê min navê wê nizanîbû.
Ez dirêj nekim, li ser vê min rabû komanda da Salih û min jî bala xwe da programê.

Pakîze pirseke pir basît, pirsa, ”di salekê da çend hefte hene” ji însanan dikir. Berê digot, ”di salekê da çend hefte hene” û dû ra jî kar û sinetê wî/wê jê dipirsî.

 Jinik kuçe bi kuçe digeriya û ji însanên cuda cuda, karkir, jinên malan, însanên ji rêzê, mamûrên teqawit, mamoste, xwendevanên lîseyê, xwendevanên unîversîyan ku gelekên wan di snifên 2-3-an da bûn, hinek kes mamoste bûn.

Welhasil ji însanên normal bigre, heta bi talebeyên beşê zanîngeha edebiyatê û zimnê çînî belkî ji 50 60 însanî eynî pirs pirsî:

”Di salekeê da çend hefte hene?”

Bawer bikin ji sedî 90 însanan, ji xwe însanên normal, jinên malan qet nizanîbûn, lê gelek mamûr û mamosteyên taqawit, mamosteyên mekteba destpêkê, telebeyên lîseyê, talebeyên zanîngehan yên sinifa 2 û sisiyan jî nizanîbûn di salekê da çend hefte hene.

Hinekan digot, 130, hinekan digot 144, hinekan digot, 80, hinekan digot 14, hinekan digot 68 û reqemên wiha.

Û kesên herî biaqil û matamatîkzan jî digotin, ”hela bise ez bihesibînim” û dû ra jî dest bi hesabekî matamatîkî dikirin, digotin:

”Di mehekê da çar hefte hene, 10 meh dike 40 hefte. Li wir ma du meh. Du mehên din jî dikin 8 hefte, 40 û 8-ê din, li ser hev dike 48 hefte.”

 Bawer bikin xîlaf tuneye, heger îmkana we hebe, dibê meiheqeq hûn liv ê programê temaşe bikin. Ji ber ku Salih ewê rabûya, loma jî min li hemû programê temaşe nekir.

Nuha civatekê bifirkirin ku mamosteyên destpêkê û yên navîn, talebeyên zanîngehan, xwendevanên lîseyê, mamûr, şofêr, dikandar, esnaf yanî miletek nizane di salekê da çend meh hene(di salekê da çend roj hene ji xwe tew kesê nizanibe), de îcar ewê ji wê civatê, ji wî miletê ji jahr û zuqûm sadir bibe?

Ez li vir qala însanên nexwenda, kesên li serê çiyan nakim, ez qala mamosteyan, mamûrên dewletê, talebeyên lîse û unîversîteyan dikim, hûn dizanin?

 Îcar ev cehalata bêemsal jî nîşanî me dide ku însanên tirk çiqasî reben û nezan, çiqasî paşdemayî û ji zanînên herî basît, yên herî elementer bêpar in.

Û sîstemeke perwerdeyê bifikirin ku 52 heftetên salekê fêrî  hemwelatiyên xwe, însanên ku dibistana navîn qedandine, talabeyên lîseyê û unîversîteyan nekiriye.


Ma ji bo miletekî, ji bo welatekî felaketeke ji viya hîn mezintir heye gelo?


Ez bawer nakim ku hebe.

Ji xwe heger ne ev cahilî û nezaniya milet bûya, siyasetmedaran nikanîbûn hewqas sal bi vir û demagojiyên herî basît ew bixapandana û şerekî hewqas neheq û hovana li hemberî kurdan bidana meşandin.

Ji ber ku milet, civat zirnezan û zircahil e, loma dewlet û hukûmet dikanin bi piştgiriya wan vê zulma nedîtî li miletê kurd bikin.

Heger li kolanên Stockholmê hûn pirseke wiha ji xwendevanekî lîsê û unîversîteyê, ji mamosteyekî, heta ji swêdiyekî alkolîst jî bikin, tu dev ji bersîvê berde, sedîsed ewê vê pirsê li hemberî xwe weke heqareteke mezin qebûl bike û ewê azareke pir mezin bide xwediyê pirsê.

Ewê bibêje, "lawo tu dibêjî qey ez ehmeq im, qey tu henekê xwe bi min dikî?

Heger tu vê pirsê ne ji swêdiyekî , lê ji mamoste, xwendevanekî xerîb yê lîsê û unîversîteyê bipirsî, ewê jî bibêje “ ma tu rasîst î” ku vê pirsa ha ji min dikî?

Ji bo swêdiyekî ha te pirsa, “şîr çi reng e” û ha jî pirsa “di salekê da çend hefte hene” jê kiriye, qet ferq nake, herdu pirsan jî li hemberî xwe ewê weke heqaretekê qebûl bike.

Lê di programê da yek însanî jî negot, "tu çawa dikanî pirseke wiha ji min bikî"?

Heger ez vê programê ji bi xwe weke anketekê qebûl bikim, li Tirkiyê belkî ji sedî 70-80 civatê hîn nizane di salekê da çend hefte hene. Îcar Xwedê dizaneke ku ji sedî çendê tirkan dizane di salekê da çend roj hene?

Hinek dikanin bibêjin ku ma gelo rewşa kurdan ji ya tirkan çêtir e?

Ez bawer nakim çêtir be, lê sûc ne yê însanan, yê dewletê û sîstemê ye. Sîstema perwerdeya Erdoganê ku vê dewleta hewqasî mezin dibîne, nikanîbûye hejmara hefteyên salekê fêrî mamosteyên xwe û xwendevanên unîversîteyê bike.
Û Erdogan û bi hezaran siyasetmedarên tirk bi vê dewletê, bi vî welatî, bi vê sîstemê û bi vê civatê xwe pir mezin dibînin, dibêjin Tirkiye dewleteke mezin e(!)

Tirkiye dewleteke hewqasî mezin e ku bi sedhezaran xwendevanên lîse û zanîngehan û mamosteyên meketabên wê hîn nizanin di salekê da çend hefte hene....

21 oktober 2011

Nuha jî dora girtinê hatiye zarokên kurd

15 zarokên kurd yên ku beşdarî merasima cenazeyên gerîlayan bûne ji aliyê pûlisan ve bi îdîeya ku “nehiştine pûlis karê xwe bikin, ziyan dane malê civakê û propagandaya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin…

 Zarokên di bin çavan da îro li Mêrsînê derxistin pêşberî dadgehê. Dadgehê jî bi hinceta “guman heye ku birevin”, biryara tewqîfa her 15 zarokan jî daye.

 Li Mêrsînê wiha bûye ku êdî zarokên kurdan newêrin ji hundur derkevin der. Pûlis wan li dibîne dide pey wan û wan digirin. Ev demeke li Mêrsînê li hemberî zarokên kurdan teroreke pir mezin tê meşandin.

 Di vî warî da serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yê Mêrsînê Alî Tanriverdî gotiye:

 “Di van 9 mehên dawiyê de hema bibêje polîsan li Mêrsînê dest bi nêçîra zarokên kurdan kirine. Kî tê berwan digirin. Fêmkirin û qebûlkirina girtina zarokan ne mimkûn e. Ev girtin bandoreke mezin li ser wijdana rayagiştî dike.”

 Helbet li Mêrsînê ev terora ku ji alî pûlisan ve li hemberî zarokên kurd tê meşandin ne teserufeke emniyeta Mêrsînê tenê ye. Di meşendinavê terorê da miheqeq dîrektîfa wezîrê hundur heye. Ji ber ku yên di meş çalakiyên protestoyan da li dijî êrîşên hêzên ewlekariyê derdikvin zarok in.

 Loma jî bi dîrektêfa wezîrê hundur,pûlisên resmî û yên siwîl bi zanetî heta bigihîje zarokên 6-7 salî jî digrin, li wan dixin û bi rojan di binb çavan da dihîlin.

 Û dû ra jî, dîsa li ser emir û daxwaza hukûmetê, îcar jî mahkime zarokên pir biçûk tewqîf dikin.

 Di ”stratejiya nuh” ya Erdogan da girtina zarokan jî madeyeke. Dbê bi girtin û lêdanê çavê dê û bavan were tirsandin ji bo newêribin zarokên xwe bişînin çalakiyan.

 Esas ”stratejiya nuh” ya Erdogan vekiriye, ewê bi şîdeteke zêde, bi girtin, lêdan û cezayên pir giran kurdan çavtirsiyayî bikin.

 Yên Qendîlê jî, yên li serê çiayn jî û yên li bajaran jî hemû dijmin in û dibê bi hawakî ji ortê rabin.

 Çûk, mezin, jin, mêr, kal, pîr qet ferq nake, herkesê ku doza kurdayetiyê bike û li dijî AKP-ê û dewletê be dijmin e, dibê dengê wî/wê were birîn.

 Siyata hukûmeta AKP-ê ev e û hêzên ewlekariyê û dadgeh jî vê siyaseta hukûmetê cîbicî dikin, li gorî daxwaza hukûmetê hereket dikin.

Kurd û tirk hew dikanin bi hev ra bijîn

Di kovara Turk Solu, di nivîseke derbarê aboriyê da ev temiya jêr li tirkan tê kirin:
”Tirkîtî li her derê tê pelixandin û dixwazin tune bikin. Ji ber vê yekê jî dibê em li tirkîtiyê û li tirkan xwedî derkevin. Dibê em li tu derê bêyî tirkî zimanekî din bikar neynin û dibê em tawîzê nedin yên bi kar tînin . Dibê em li muzîka tirkî guhdarî bikin, xwrinên tirkan bixwin. Li pêşberî her kesê ku ji xwe ra dibêje ez tir kim wezîfeya herî acîl ya milî û şeoreşger ev e. Dibê em kirîn û firotina xwe ji tirkan bikin, ji bo perê me neçe ji PKK-ê ra."
Ez bawer dikim ku ne tenê çend kesên li dora vê kovarê wiha difikirin, piraniya tirkan wiha difikirin û di praktîkê da jî wiha dikin.

Ji bo ku ji Ocalan ra gotiye ”birêz” ya jî xeberek li ser PKK-ê nivîsîye heta nuha bi sedan carî rojnameya Azadiya Welat û rojnameyên din yên kurdan hatine girtin û bi sedan sal ceza dane nivîskarên van rojnameyan.

Lê ev çend sal in ku ev kovar li dijî kurdan weşaneke pir provakatîf, tahrîkar û mişt heqaret dike, lê dewletê rojekê jî ev kovar negertiye û nivîskarên wê ceza nekirine.

Maneya xwe dewlet û hukûmet dixwazin ev dîtin di nava tirkan da belav bibe.

Mesela piştî bûyera Çelê dîsa li hemû bajarên tirkan û li hin bajarên Kurdistanê(weke Erzeromê) ku tirk û hêzên nîjadperst û faşîst lê xurt in, meş û protestoyên lînckirinê li dar xistin.

Li Erzeromê bi hezaran tirk û kesên faşîst xwestin êrîşê bibin ser taxa kurdan û qetlîameke weke ya Maraşê çêbikin.

Heta ne li Tirkiyê tenê, li Qebrisê û li seranserê Ewrûpayê jî piştî kuştina her leşkerekî eynî êrîşan organîze dikin û li vir û li wir kurdan tacîz û nerehet dikin.


Terora dewletê, êrîşên milet û weşana medya tirk nîşan dide ku şertê me û tirkan ya jiyaneke bi hev ra nemaye. Dibê em doza veqetandinê bikin û ku ji destê me bê dibê em veqetin.

Dewletê, hukûmetê, miletê tirk, çapemeniyê û axaftin û heqaret û tehdîdên Erdogan yên rojanane jiyan li kurdan kiriye zindan, psîkolojiya piraniya însanên kurd xera bûye.

Êdî kurd li derve, di otoboz û trênan da newêrin bi hev ra bi kurdî bipeyivin, newêrin di telefonê da bi kurdî bersîvê bidin yê hember.

 Bi kurtî weke milet em di destê tirkan da êsîr in, muameleya êsîran bi me ra dikin. Dewlet, hukûmet, pûlis, artêş û weke milet hebû jî bi çavê neyar li me dinêrin û zulmeke nedîtî li me dikin.

Tirkan, ev welat bi van taktîkên tacîzkirinê, tirsandinê û terorîzekirina însanan kirin welatê xwe, xwedî û nişteciyên van bajaran bi çolan xistin û ji Balkanan qereçî û mahcir anîn di dewsa wan da bicîkirin.

Dewlet û hukûmeta AKP-ê vê taktîkê îro li hemberî kurdan jî dimeşîne. Meş û protestoyên lînckirinê hemû jî bi xweşbînî û organîzekirina siyasetmedar û hêzên ewlekariyê dibin.

Bêyî xweşbînî û destûra wan, ne minkûn e ku civat bikanibe vê zulmê û çavsoriyê li kurdan bike.

Di hemû zanîngehan da xwendevanên kurd mirina xwe digrin çavên xwe û diçin meketeban. Di zanîngehan da ji ber terora îdareyê, pûlis û hêzên faşîst yên organîzekirî xwendevanên kurd êdî newêrin herin mektebên xwe û gelekên wan dev ji xwendinê berdidin.

Ji ber vê terora piralî psîkolojiya gelek xwendevanên kurd xera bûye.

Lê dewlet li hemberî vê zulmê tu tedbîrê nagire, bilakîs tahrîk û berfirehtir dike.

Netîce,bi dîtina min, em û tirk êdî nikanin bi hev ra bijîn, asas û bingehê jiyaneke bi hev ra ji alî dewletê û miletê tirk va ji ortê hatiye rakirin.

Rastî ev e, heger em bikanibin dibê em veqetin û dewleta xwe ava bikin.

Hesabê tuxtor û nexweşiyê hevûdu negirt

Di 13-ê vê mehê da ez emeliyat bûm. Ji wê rojê da ye ez li mal im. Ez îro çûm nexweşxaneyê. Hemşîre xanimê birîna min paqij şuşt û bandaja wê geherand. Lê kêl hîn pêve ne, heger ne derew be gotin ewê bi xwe bikevin.


Min xwest tuxtor bibînim lê tuxtor ne vala bû, ji bo roja duşemiyê wext da min.
Xwedêgiravî hesab ew bû ku roja duşemiyê(24-ê mehê) ezê bihatama ser xwe û minê bikanîbûya dest bi kar bikira.

Lê hesabê tuxtor û kewabirînê hevûdu negirt, diyar e ezê hefteyeke din jî li mal bim.
Di destpêkê da tuxtor heba Citodon dan min, lê vê hebê êşa min kêm nedikir. Dû ra rabûn OxyNorm dan min, nuha ez wê dixwim. Ji Citodonê baştir xuyaye.


Îro ji hemşîre xanimê ra got, çar hebên min mane, dibê hûn pakêteke din bidin min.


Xanima hemşîre got, di OxyNormê da morfîn pir e û dîrekt li laşê(bedena) meriv belav dibe, baştir e ku tu vê hebê zêde nexwî. Heger tu zêde bixwî, dû ra laşê te dikane fêrî wê bibe û tu bibî muptelayê wê û piştî nexweşiyê jî tu nikanibî biterikînî.

 Min got, hemşîre xanim, weleh te ez tirsandim lê tehamula êşê jî wer ne hêsan e.


Yanî ez mam di nabêna xelîl û celîl da, ez tû yî jor kim simêl e, tû yî jêr kim rî ye…
Ez hebê negrim bêxwediya êşê heye û ez bigrim jî li gorî hemşîre xanimê tahlûkeye, dibe ku ez bibim muptelayê morfînê…

De werin vî kerî ji vî buhurî derbas bikin!
Lê li gorî gotina hemşîre xanimê rewş baş e, birîn dikewe û tiştekî ez jê bitirsim tuneye.
Ez hêvî dikim rast be…

20 oktober 2011

Bersîva Ergun Eşsîzoglu

Birêz moderator*,
Berî her tiştî bi vê bersîva xwe ya girover û muhatab nediyar te pir eyb kiriye. Ji dêlî ku tu bi rengekekî medenî û raste rast bersîvê bidî pirs û rexneyên min, tu çerx dikî û berê mijarê didî dereke din.

 Ev, ne tiştekî xweş e.

 Di nivîsa xwe da min xîtabî we yanî moderatoran kiriye û dibê hûn jî xîtabî şexsê min bikin. Hilbijartina bersîveke ”anonîm” ne exlaqî ye û taktîka însanê neheq e.

 Tu naxwazî di bin rexneya min da bimînî, rexneya min bi te giran tê, lê ji ber ku tu neheq î loma jî tu newêrî rasterast bi navê xwe binivîsînî û navê min bidî û bi navê min, bi min ra têkevî minaqeşeyê.

 Ev şêl jî ne şêla însanekî samîmî û xwedî etîk e.

 Navê min Zinarê Xamo ye û di bin nivîsa min da heye.

 Çima tu bi navê min bersîvê nadî min?

 Gelo tu ji navê min aciz î ya jî pirsa ku min ji te kiriye tu nikanî ji bin rabî, ya jî nayê hesabê te ku tu bersîva wê bidî?

 Tiştê tu di vê bersîva xwe da qal dikî ji dûr û nêzîk ve têkiliya wê bi mewzûya me tuneye, ji bo veşartina rastiyê tu demagojiyê dikî.

 Mewzûya me pir konkret e. We SLOGANEK bi tirkî û kurdî weşand:
”Benîm adima oldurme!,
”Ser navê min nekuje!"

 Ev slogan him bi tirkî û him jî bi kurdî ye. Min jî rabû bi kurdî ji we pirsî( ji ber ku slogan bi kurdî bû):
 ”Ma we destûra kuştinê daye dewletê?” 
 Çimkî dewlet her roj kurdan dikuje. Çima hûn vê pirsê ji dewletê jî nakin?
Ji ber ku we slogan bi tirkî û bi kurdî nivîsîbû, loma jî tiştekî rast bû ku min jî bi kurdî ew şirove bikira.

 Di vê nivîsa xwe da tu bersîva vê pirsa min nadî, tu qet li ser vê meselê nasekinî, ji deli wê, tu qala gelş û bûyerên din dikî ku tu têkiliya wan bi mijara me ra tuneye.



Ev, ne şêleke “etîk” e.

 Min ji te tiştek pirsî weke camêran bersîva min bide, bi bersîveke ”anonîm” qala tiştên ne rast û têkiliya wê bi mijara me tune neke.

 Min tu carî ji we ra negotiye ji ber ku ez bi tirkî dizanim dibê hûn jî bi kurdî bizanibin.
Hinekên din gotibin jî min negotiye, loma jî ez viya weke buhtanekê şirove dikim.

 Ya din, her kesê ku bikanibe bi zimanekî bixwîne nayê wê maneyê ku dikane bi wî zimanî binivîsîne jî.

 Mesela ez bi swêdî baş fêm dikim û heta dikanim tercume jî bikim, lê ez nikanim bi swêdî karteke tekûz û nameyekê jî binivîsînim. Tiştê ez bi swêdî binivîsînim ewê hemû şaşomaşo bin.

 Numûneyeke din, îro bi milyonan kurd bi kurdî dizanin û dikanin bi kurdî bixwînin jî, lê nikanin du rêzan jî bi kurdî binivîsînin.

 Dema tu jê ra dibêjî çima tu bi kurdî nanivîsînî, dibêje weleh kurdiya min têra nake…

 Tu weke Ergun Eşsîszoglu(ez bawer dikim xwediyê van nivîsan tu yî. Heger ne tu yî bibêje ne ez im),wekî yekî diyarbekrî dibê tu vê rastiyê bizanibî. Yanî her kesê bikanibe bi zimanekî bixwîne nayê wê maneyê ku miheqeq dikane bi wî zimnî binivîsîne jî.

 Mesela tirkiya min ji kurdiya min sed qatî xerabtir e.

 Helbet ez nabêjim heger tirkiya min baş bûya minê ew şîara bi kurdî, bi tirkî şirove bikira. Na, ji ber ku tiştê min kiriye rast e, min li ser sloganeke bi kurdî bi kurdî pirseke ji we kiriye, di vê yekê da tu şaşî û neheqî tuneye.

 Heger heye bibêje çima û çawa?

 Piştî ku tu ji Diyarbekrê yî, bi îhtîmaleke mezin tu kurd î. Lê heger tu ne kurd e jî, ez dixwazim bizanibim, tu bi kurdî dizanî ya na?

 Yanî bi rastî jî tu ji van nivîsên min fêm nakî?

Heger tu bi kurdî dizanî, lê ji do da ye tu demagojiya tu nizanî dikî, bi rastî tu pir eyb dikî.
Çimkî di nivîsa xwe ya dawî da tu dibî û tînî û dibêjî ku bi yekî kurdînezan ra israra kurdîaxftinê ne etîk e.

 Nuha bersîva min bide:
Tu bi kurdî dizanî ya na?
Heger tu bi kurdî dizanî ji bo çi heta nuha te xwe li nezanînê danî?

Dudu, çima te bersîva pirsa min, “ma ji bo kuştinê we destûr daye dewletê, çima hûn vê pirsê ji dewletê jî nakin”neda?

 Heta nuha te bi navê “Ergun Eşsîsoglu” dinivîsand, di van bersîvên xwe da çima tu sifetê “moderator” bikar tînî?

 Gelo tu yekî din î ya jî di van hersê nivîsên xwe da tu navê xwe bikar naynî?

*Moderatorê grûba yahoo ya Diyarbekrê. Nivî sa min ya berî vê jî(Rim di çewêl hilnayê) li ser wî ye. Eşsîzoglu, di bersîva xwe ya bi tirkî da ji dibêje, ji ber ku nivîsa min bi kurdî ye û muxatab jî bi kurdî nizane, (ku ev ne rast e) loma wî neweşandiye û nivîsên bi vî rengî naweşînin....

Rim êdî di çewêl hilnayê

Ez endamê grûbeke e–mailiê me. Navê wê Diyarbekir yahoo group” e. Grûbeke pir mezin e, qala 10 hezar endaman dikin.

 Do bi şev min ji moderatorên vê grûbê meylek girt. Moderatorên grûbê bi sloganke bi kurdî û tirkî êrîşa Çelê û kuştina 24 leşkeran protesto dikirin, digotin:

 -Benîm adima oldurme!
-Ser navê min nekuje!


 Û di binê sloganê da jî bi zimanê tirkî ev nivîs nivîsîbûn:
”Me li ser navê xwe selahiyeta kuştinê neda kesî. Aştî, kuştina li ser navê gelan û însaniyetê cînayeta herî qirêt e. Em şermezar dikin. Moderatorên grûba yahoo yên Diyarbekrê.”
Berê înformasyon tim bi îmzeya moderator Ergun Eşsîzoglu dihat, lê îcar bênav bû, bi îmzeya hemû moderatoran hatibû şandin.


Ji ber ber ku slgona bi kurdî û tirkî bû, min jî rabû tiştekî kin nivîsî, got, ”ma we destûra kuştinê daye dewletê?” Çimkî dewlet her roj kurdan dikuje. Dibê hûn vê pirsê berî PKK-ê ji dewletê bikin.


Nivîsa ku min ji moderatoran ra şand wiha ye:


”Ji moderatorên Grûba yahoo ya Diyarbekirê ra
Bêguman kuştin tiştekî na baş e.
Lê dema yek bixwaze te bikuje tu yê çi bikî?
Dema leşker ji bo kuştinê biçin ser gerîla, dibê gerîla çi bike?
Ya din, ma we destûra kuştinê daye dewletê?
Dewlet her roj kurdan dikuje, rojê bi tonan bombe bi ser serê kurdan da dibarîne.
Ma we destûra operasyonên siyasî û girtinê daye dewletê?
Lê dewlet her roj qefle bi qefle kurdan digre û davêje zindanan.
Dibê berî PKK-ê hûn ji dewletê ra bibêjin "li ser navê min kesî nekuje"!
Helbet kuştin tiştekî ne baş e, dibê însan hevûdu nekujin, meseleyên xwe bi riya diyalogê çareser bikin.
Lê dewlet û hukûmeta AKP-ê naxwaze, ji kurdan ra dibêje ya hûnê bibin tirk ya jî emê we bigrin û bikujin.
Bira dewlet mafê kurdan yê netewî bide û şer rawestîne.
Dema dewletê mafê kurdan da û şer dîsa jî dom kir, wê demê emê hemû li dijî PKK-ê derkevin û şerê wê bikin.
Li gel silavan
Zinarê Xamo
Ji moderatoran yekî, (belkî jî Ergun Eşsîzoglu be, ji ber ku hemû agahdarî û meyl bi navê wî tên)bi nivîseke kin, ev nivîsa min ya bi kurdî rexne kir. Rexneya li nivîsa min wiha ye:
”Selam,
Di grûba me da kî bixwaze bi çi zimanî binivîsîne dikane binivîsîne. Qedexeya ziman tuneye lê, beşdarbûna we ya nivîsan bi kîjan zimanî be dibê hûn bi wî zimanî binivîsînin. Ev ji perensîbên me ne. Bi giramî".


"Selam,
Grubumuzda isteyen istediği dilde yazar. Dil yasağı yok ama, katıldığınız yazışmlar hangi dildeyse o dilde yazışmaya katılmakta prensiplerimizden,.
Türkçe olan bir yazışmaya Türkçe katılmak ne kadar doğru?
Eğer yazışma Kürtçe olsaydı buna hiç bir itirazımız olmazdı. O zaman istediğiniz kadar kürtçe yazardınız. Saygıyla"

Li ser vê balkişandina moderator min vê sibehê ev nivîsa jêr jê ra şand. Lê bersîv neda min. Û nivîsa min jî weşandin y ana ez nizanim.



”Merheba!
Nivîs(yazişma) hemû ne bi tirkî ye, bi tirkî û kurdî ye.
Ji ber ku slogan him bi tirkî û him jî bi kurdî ye. "Ser navê min nekuje !", bi kurdî ye û loma min jî ya bi kurdî xwend û bi kurdî bersîv da(nivîsand).
We gotiye, "Di grûba me da kî bixwaze bi çi zimanî binivîsîne dikane binivîsîne. Qedexeya zimên tuneye LÊ..."
A hemû mesele di wê "LÊ" yê da ye.
Bi baweriya min "qedexe" li ser zimanê kurdî heye, bi kêmanî dema ez bi kurdî dinivîsînim kêfa we jê ra nayê.
Gelo min bi îngilîzî ya jî bi fransizî jî nivîsîbûya ma te yê dîsa îtîraz bikira û mesajeke wiha bişanda?
Destê xwe bide ser ûjdanê xwe û rast bipeyive!
Di nava rêzên mesaja te ya kin da ez nerehetiya te ya li hemberî kurdî dibînim, tu bi çavê zarokê dêmariyê li zimanê kurdî dinêrî.
Belkî tu ne kurd î, tu tirk î, loma jî tu dixwazî kurdî nemîne. Lê tu viya ne bi rengekî qebe, tu bi hostayî dixî qalibekî praktîk...
Lê devê xwar ken lê nabe star...
Tu ji zimanê kurdî hewqasî aciz î ku te slogana bi kurdî "SER NAVÊMIN NEKUJE" ji bîr kiriye û tenê ya tirkî "Benîm adima oldurme!" di bîra xwe da hîştiye.
Slogana we him bi tirkî û him jî bi kurdî ye, hûn him bang li kurdan dikin û him jî li tirkan dikin.
Heger yekî kurd ewê nikanibe bi kurdî dîtina xwe li ser slogana bi kurdî "Ser navê min nekuje !" bibêje, wê demê çima we kurdiya wê nivîsî?
Hela ji kerema xwe ra vê tenaquzê ji min ra îzah bike ji bo ku ez jî hinekî biaqil bibim...
Li gel silavan.
Zinarê Xamo
Not:
Bi hêviya ku hûn nivîsa min biweşînin/Umud ederîmkî yazimi yayinlarsiniz.”


 Di nivîsa xwe da min du ”sûc” kiribûn, yek min bi kurdî nivîsîbû û ya din jî min gotibû ji bo çi hûn ji dewletê ra nabêjin ”li ser navê min însanan nekuje !”

 Ev herdu tişt jî moderetorên grûba yahoo ya Diyarbekrê gelkî aziz kir. Lê nehatibû hesabê wî/wan ku bersîva rexneya min ”ma we destûr daye dewletê ku însanan bikujin” bidin.
Dewlet her roj kurdan dikuje, her roj li welatekî din bi tonan bombe ser serên kurdan da dibarîne, lê heta nuha min nedît ku grûb bi sloganeke wiha dewletê rexne bike.

Û ji ber vê yekê jî moderator ji dêlî ”kerê”, êrîşî biriye ser kurtên, gotiye tu çima bi tirkî nanivîsînî û nizanim çi û çi?

Û li gel ku slogana wan jî bi kurdî ye vê daxwazê ji min dike. Lê çi heyf ku bersîva min neda, min fêm bikira ji bo çi dibê ez bi tirkî binivîsînim ewê baş bûya.

Tişekî din ê ku ez li ser difikirim, hebûna kurdan ya di nava vê grûbê da ye. Wek min li jor jî got, qala 10 hezar endamên wê dikin. Û ji ber ku nav jî Diyarbekire, bi îhtîmaleke mezin bi hezaran kurd jî di nava vê grûbê da hene.

Lê yek kurd jî tevî minaqeşeya li ser vê mesela girîng nebû û dîtina xwe negot. Vê bêdengiya kurdan ez matmayî hîştim.

Ji ber ku tiştê bûbû mijara minaqeşeyê pir girîng bû. Grûbê ji PKK-ê ra digot, ”li ser navê me însanan nekujin” lê eynî tişt ji dewletê ra negotibûn Û min jî ev şêla wan rexne kiribû.
Diyar e kes naxwaze xwe bike destiyê kêrê, her kes li rehetiya xwe difikire….

Tiştê Ahmet Altan fêm nake...

Min ji vî Ahmet Altanî jî qet tiştek fêm nekir, di bin xêliya demokratbûnê û aştîxwaziyê da geh li nêhl dixe, geh li bizmêr dixe.

 Artêşa tirk Kurdistan tije leşker kiriye, li gund û çiayayên Kurdistanê bi sedhezaran leşker bicîh kirine. Ji dêlî ku li dijî hebûna vê îşxalê derkeve û bibêje miletê kurd rehet bihêlin, gav û saetê ji artêşê ra dibêje, ji bo çi hûn nikanin xwe biparêzin, ji bo çi hûn tên kuştin?

 Altan, dike nake, nikane qehremaniyên gerîlayên kurd qebûl bike, loma jî van çalakiyên gerîla tim bi kêmasî û şaşiyên artêşê ve girê dide.

 Altan, îradeya miletê kurd ya ji bo azadî û serxwebûnê fêm nake, naxwaze qebûl bike, loma jî zayiatên artêşê tim bi qusûrên artêşê ve îzah dike, dibêje hûn karê xwe baş nakin.

 Yanî hûn nizanin baş şer bikin, baş gerîla bikujin...

 Lê esas Altan baş dizane ku teknîk û artêşa herî bêqusûr jî nikane li hemberî bawerî û îradeya miletekî ya ji bo azadiyê xwe ragire.

 Ev yek li Wîetnamê, li Kubayê, li Çînê, li Fas, Tunis û Cezaîr û li hemû cîhanê wiha bûye, îrade, ezm û liberxwedana milatan, tim û tim zora artêşên herî mezin û xurt biriye.

 Li Kurdistanê jî eynî tişt e, artêşa tirk ji bo ku serîhildana kurdan bişkîne li hemberî gerîla hemû cûre taktîk û babarî bikar aniye, lê pere nake.

 Û heta ku miletê kurd negihîje azadiya xwe jî tu taktîk, tu teknîk û tu sîleh jî ewê pere neke.
Bîstûheft(27)salên borî îspata vê yekê ye.

 Ji bo şikandina PKK-ê û tevgera kurd ya netewî, deletê li vê cîhanê taktîk, teknîk û sîleha ku bikar neanîye nemaye, hertişt, her wasite hatiye ceribandin.

 Qedandina şer bi sîleh û teknîka nuh û bi şervaniyeke hîn profesyoneltir ne mimkûn e, bi dana mafên kurdan yê netewî mimkûn e.

 Roja ku dewletê heqê kurdan qebûl kir, şer ewê biqede û gerîla jî ewê li serê çiyan nemîne....

 Loma jî ji dêlî ku tu gazinan ji şervaniya artêşê bikî, dibê tu bibêjî ey dewlet, ey hukûmet, şer ne tu rê ye, mafê kurdan bidin û şer biqedînin.
                                                               XXX
Di zindanên Kurdistanê da cî nema, êdî girtiyên kurd sewqî aliyê tirkan dikin. Bi taybetî jî dişînin bajarên alî Derya Reş û hefsên ku girtî bi piranî neyarên kurdan e.

Bi vê tempoya tewqîfatan helbet ewê di hefsan da cî nemîne, di demek nêz da ewê têlên bi strî li dora Kurdistanê bigerînin û Kurdistanê bikin kampeke weke ya naziyan. Gava îdeolojî "nazîzim" û faşîzim be neteîce jî ewê here bigihîje wira...

 Û cîhan jî li vê zulmê temaşe dike.

 Ji ber ku hîn kara wan di tirkan da heye, roja ku kara wan nema, wê rojê ewê alîkariyê bidin kurdan.
                                                                         XXX
Derbarê bûyera Çelê û kuştina 24 leşkeran da di gelek kanalên TV-yên tirk da min li gelek pispor, zana, profesor û siyasetmedarên tirk guhdarî kir.

 Tiştê min dît, mesela kurd civata tirk rizandiye, kufukî kiriye, tu tiştek saxlem nemaye.

 Alim, zana, dîndar, profesor, pispor siyasetmedar hemû viran dikin, tu kes wezîfe û wacibê xwe yên dînî, alimî û pisporiyê bicî nayne, rastiyê û heqîqetê nabêje.

 Exlaq, moral û rstî li ba kesî nemaya, dema mesele dibe kurd û daxwazên kurdan, herkes dev ji alimî û heqîqetê berdide û dibe mîtoman.

 Çaresernebûna mesela kurd hemû siyasetmedar, elît, zana û alimên tirk kirine virekên basît.
Ji bo civatekê ev yek felaketeke mezin e.
X
 

Êrîşa Çelê Erdogan biaqiltir kir

Serokwezîrê berê yê Kurdistana Federe û cîgirê serokê PDK-ê Nêçîrvan Barzanî, do êvarê ji nişka ve hat Anqerê.

Tê payin ku Nêçîrvan Barzanî îro ewê serokwezîr Erdogan bibîne û mesela PKK-ê û çareseriya mesela kurd guftûgo bikin.

Ev ziyareta Nêçîrvan Barzanî tê wê maneyê ku hukûmeta AKP-ê mecbûr maye Nêçîrvan dawetî Anqeretê bike.  Heger Erdogan mecbûr nema ne şêwra xwe bi Barzanî dixist û ne jî ew dawetî Anqereyê dikir.

Çimkî Erdogan heta ku bivik nedît ban Nêçîrvan Barzanî nekir, bi stûriyeke mezin bi hezaran leşkerên xwe li ser sînor top kirin û dikirana êrîş bibirana ser Qendîlê û têketana axa Kurdistana Federe.

Lê qehremanên kurd zû ew poşman kirin, berî îşxalê bi yek êrîşê ra hemû hêz û binkeyên wan yên leşkerî tarûmar kirin, moralê wan daxistin sifirê.

Êdî zû bi zû cesaret nakin bajon ser kurdan.

Bi vê êrîşê esas gerîla çêyiyeke pir baş bi tirkan kir, nehîşt bi şaşî têkevin Kurdistana başûr û zayiateke mezin bidin.

Heger êrîş bibirana(ev sedîsed bû) ser Qendîlê bi îhtîmaleke mezin ewê hemû telef bibûna û kesê ji wan sax venegeriya.

Êrîşa Çelê îspata vê hêza PKK-ê ye. Vê êrîşê pozîsyona kurdên başûr jî xurttir kir, îro Nêçîrvan li hemberî Erdogan ewê rehettir hereket bike. Êdî tirsa wan ji êrîşa tirkan û ji şikandina PKK-ê nema. Nêçîrvan Barzanî, îro bi rehetî ewê ji Erdogan ra bibêje, we dît ku girtina Qendîlê ne hêsaye....

Tiştê PKK-ê heta nuha digot ne blof bû, bi rastî jî xurt in û ji artêşa tirk natirsin, hêza wan ya ku artêşa tirk rawestînin heye.

Ji xwe heger PKK bitirsiya û baweriya wê bi hêza wê tunebûya êrîşa Çelê pêk nedianî.

Di eynî saetê da êrîşbirina ser 8 nuxteyên leşkerî yên herî girîng ne karekî hêsaye, artêşek nikane vî karî bike.

Dîrok rojekê ewê van qehremaniyên keç û xortên kurdan binivîsînin. Vana bûyerên pir mezin in.

Tirk bi viya dizanin, dizanin ku wan çi derb û sîle xwariye.

Ji ber ku tiştê hatiye serê wan ne tiştekî hindik e, çend gerîla, li gel hewqas hêz û teknîk, dîsa jî diwêre bavêje ser wan û hewqas însan ji wan bikuje û birîndar bike. Di warê leşkerî da ev derbeke pir giran e.

Loma jî meriv dikane bibêje ku şerê Çelê ji bo tirkan bû lempeya SOR û ew zû û di wextê da rawestandin.

Şerê Çelê hemû general, Erdogan û Gul biaqiltir kir.

A nuha êdî Erdogan û Gul ji bo axaftinê bêtir amadene, êdî ewê ban Nêçîrvan Barzanî û kurdên din bikin û li riyeke din bigerin.

Carnan "ço" meriv realîstir û biaqiltir dike. Vê êrîşa Çelê tirk ji macerayeke nuh û pir xwîn vegerand.

Ev, ji bo herdu aliyan jî bi xêrtir û tiştekî baştir e. Ji ber ku hejmara 24 kuştiyan dikanîbû derketa 2400 kuştî û belkî hîn jî zêdetir.

Şêla Nêçîrvan Barzanî tê zanîn. Li gorî wî, mesela kurd bi şîdetê û bi şer çareser nabe, dibê bi axaftinê û siyasetê were çareserkirin. Dibê hukûmet bi PKK-ê ra, bi BDP-ê ra rûne û li ser riyên çareseriyê biaxive.

Yanî dibê tirk mafê kurdan bidin. Wekî din tu rê tuneye, Erdogan û hukûmet vê dîtina Nêçîrvan Barzanî baş dizanin.

Bi dîtina min rewş li gorî pêr baştir e.

19 oktober 2011

Yên herin şerê xelkê ewê werin kuştin jî

Min bi xwe ji tirkan qet tiştik jî fêm nekir.


Ev serê du mehan e ku Erdogan û Gul xwe li şer radikşînin, bi ser kurdan da biprre birra wan wan e, dibêjin emê Qendîlê paqij bikin û ha paqij bikin.

Û ji bo "paqijkirina Qendîlê jî rojê bi tonan bombe bi ser çiyayên Kurdistanê dibarînin.

Ji bo ku Tikriye xwedî artêş, tank, top û balafir e li kurdan çavsorî û stûriyê dike, dibê gerek hûn teslîm bibin.
Lê kurd jî vê zulmê qebûl nakin û li gorî qeweta xwe şerê xwe dikin.

Û dema di vî şerî da leşkerên wan tên kuştin îcar weke milet dikin gazî û hawar, qiyametê radikin, êrîşê dibin ser kurdan, dibêjin ji bo çi hûn me dikijin?


Baş e, dibê gerîla çi bike?


Qey gerîla li serê wan çiyan ewê sînga xwe ji guleyên tirkan ra bikin nîşangeh û bibêjin kerem bikin, me bikujin, qetla me li we helal e?


Gul efendî, yên ku mafê kurdan nadin hûn in, yên şer dixwazin hûn in, yên bi dehhezaran leşker dişînin ser kurdan jî hûn in.
De îcar ev qîjewîja we ji bo çi ye?


Ev şer e, ya hûnê bikujin ya jî hûnê werin kuştin.


Dema hûn hatin kuştin dibê weke xelk û alemê hûn cenazeyên xwe bi sergiranî rakin û zêde nekin qîjewîj û kurdan tehdît nekin.


Na heger hûn naxwazin zarokên we werin kuştin, wê demê leşkerên xwe neşînin ser xelkê, li kuştina xelkê negerin.
Tercîh ya we ye.


Emerîkî û Ewrûpî jî di şer da li vir û li wir tên kuştin, min qet rojekê nedît miletê emerîkî weke we bike gazî û hawar û êrîşê bibin ser afganiyan û misilmanan.


Leşkerên Îranê jî her roj ji teref PJAK-ê ve tên kuştin, min qet rojekê jî nedît ku Îran û gelê Îranê weke we hewqas bikin qîjeqîj û êrîşê bibin ser kurdên siwîl.


Hûn şer dixwazin lê di şer da jî hûn ne xercê xwe ne. Di şer da jî di siyasetê da jî hûn meriv bi xwe ra dihetikînin.

 Hûn bi îradeya xwe ya azd çûne şerên kurdan, wê gavê weke mêran şerê xwe bikin û dengê xwe dernexin. Gav û saetê li ber ekranên telewîzyonan şovê nekin, malbatên leşkeran dernexin telewîzyonan û hestên însanan îstîsmar nekin.


Hegr hûn tehamulî mirinê û êşê nakin, wê demê neçin şer û vê meselê bi riya siyasetê hel bikin. Heta nuha we gelek caran xwe ceriband, lê kurdan tim hûn poşman kir, hûn dizanin ku hûn nikanin şerê gerîla bikin, bi teknîk, hejmar û sîlehên xwe zêde nefirin.

Piştî 27 sal tecrûbe dibê hûn vê rastiyê qebûl bikin, hûn nikanin kurdan teslîm bigrin.

Guh nedin xelkê, Emerîka û Ewrûpa ji bo çekên xwe bifroşin destên xwe li pişta we dixin û we pîj dikin.

Weke hertim Gul îcar jî ji bo ”întîqamê” sond xwar, got ”ewê întîqama me pir mezin be”!


Ê em çi bikin Gul efendî, rica ji mirinê nabe, hema çi ji destê we tê bikin. Ji ber ku bi rica û libergerê êdî mû bi serê zimanê kurdan ve hat lê hûn qebûl nakin, hûn bûne êsîrê  hêza xwe ya leşkerî û îdeolojiya xwe ya nîjadprest.

 Bîguman şer xerab e, ji bo herdu aliyan jî malwêranîye. Lê yê şerxwaz hûn in, hûn di şer da israr dikin. Û dema hûn şer dikin jî nekin bahje bahj û şerê xwe bidomînin.

Ya jî mafê kurdan yên netewî bidin û şer rawestînin.


Ya rast ev e. Tercîh ya we ye, hûn biryara xwe bidin...

18 oktober 2011

Wiha dom bike ewê hemû kurdan têxin zindanê

Dozger ji bo parlamenterê Diyarbekrê Şerafetîn Elçî 33 salan cezayê hefsê dixwaze.
Hela bala xwe bidinê kuro, ji merivekî weke Şerafetîn Elçî ra 33 sal ceza!

Ji Altan Tan ra jî 23 sal ceza dixwazin.

Ev herdu şexsiyet jî pir dûrî PKK û BDP-ê ne, Şerafetîn Elçî serokê partiyeke din û Altan Tan jî kurdekî  dîndar e.

Lê ji bo dewletê û Erdogan ferq nake, piştî ku dibêjin em kurd in û doza mafê kurdan dikin dibê werin zindankirin.

Aqilê meriv disekine, meriv naxwaze bawer bike...

Lê kîn û nefreta Erdogan ya li hemberî miletê kurd sînor nas nake, ew 20 milyon kurd têxe zandanê jî dilê wî rehet nabe.

Erdogan, ji bo ku rehet bike û rehet rakeve, dixwaze hemû kurdan qir bike, loma jî siyaseteke qirkirina kurdan dimeşîne.


Di îdîanameyê da tê gotin ku di du axaftinên Elçî da sûc hatiye dîtin. Ji sûcan yek, Elçî di axaftinên xwe da ji PKK-ê ra gotiye ”tevgera azadiyê” û ji endamên wê ra jî gotiye ”gerîla û şehîd”.

Û bi van gotinên xwe jî Elçî propagandeya ”rêxistina terorê” kiriye.
Him zarokên me dikujin û him jî dixwazin ku dê û bavên wan heqaretê li zarokên xwe bikin, ji wan ra xeberan bidin.

Ma li dinyayê kesî zorbatî û zulmeke wiha dîtiye?


Serokê BDP Demîrtaş di daxuyaniya xwe ya 15-ê cotmehê da got, di heqê parlamenterên BDP-ê da 656 fezleke hene û ji wan ra li ser hev tam 2474 sal ceza dixwazin.


Li alîkî pûlisên Erdogan bi rengekî bênabên li dû nêçîra siyasetmedarên kurd in û li aliyê din jî dozger bi cezayên astronimîk dixwazin kurdan teslîm bigrin.


Dozger êdî cezayên yek req naxwazin, xecayên dixwazin hemû cot û sê rwem in. Ji ber ku bi salekê du salan dilê wan li kurdan rehet nabe, dibê bi sedsalan ceza bidin wan.


Ji bo çi, çi kirine, sûcê wan çi ye?


Qet, ji ber ku ji zarokên xwe yên ku ji alî leşker û pûlisên Erdogan ve hatine qetilkirin ra gotine ”şehîd”, ji PKK-ê ra negotine ”rêxistina terorê”.



Ev, çavbirîn e, zulmeke derî însaniyetê ye. Li tu dereke din tu milet li miletekî din zulmeke hewqas zêde nake.



Ji ber ku dewlet ji kurdan xurttir e, ji be ku pûlis, leşker, tank, top û balafirên Erdogan hene loma vê zulmê li miletê kurd yê mezlûm dike.



Û hin kurdên bêxîret, bêfedî û bêheya hîn jî ji bo kulûcan lid û AKP-ê û Erdogan digerin û xwedêgiravî li hêviyêne ku Erdoganê mafekî bide kurdan.



Heger meriv biçekî jî kurd û welatparêz be dibê meriv li hemberî vlê zulma Erdogan bêdeng nemîne û li alî gelê xwe ciyê xwe bigre.