11 januari 2012

Berî ku PKK çekan deyne dibê dewlet mafê kurdan bide

Ev du car in Leyla Zana hin tiştên balkêş dibêje. Çendakî berê gotibû bira li Kurdistanê li ser kurd çi dixwazin referandûm çêbibe. Nuha jî gotiye, heta ku dewlet gavekê navêje, mafê kurdan nede dibê PKK çekan danîne.

Zana, derbarê agirbesteke yekalî û danîna çekan da got, agirbesteke yekalî bê wate ye, dibê liberxwedana demokratîk were radîkalkirin. Û dû ra jî axaftina xwe wiha domandiye:

 ”Şerê çekdarî êdî hat nuxteyekê. Ez, danîna çeken tu carî minaqeşe nakim. Ew sîgorta kurda ye. Heta ku ev gelş hebe ew çek garantiya kurdan ye. Ji ber ku em em demên berê dizanin. Em salên 80-î jiyan e. Bêbaweriyeke li hemberî hev heye. Ji bo ku ev bêbawerî ji ortê rabe dibê hin gav bêne avêtin. Bi baweriya min gava herî mezin dibê ji alî dewletê ve were avêtin. Ji ber ku yên marûzî neheqeyê bûne kurd in û yê neheqî kiriye jî dewlet e. Heta ku statuyek ji kurdan ra neyê dayin, garantiyeke qanûnî çênebe dibê meriv çekdanîna kurdan minaqeşe neke. Lê ez terefdara bêdengkirina çeka me. Ji ber ku dibê êdî xwîna xortan nerije.”
Erdogan li hemberî van gotiên Leyla Zanayê pir aciz bû, got, ”Di nava van(Qesd BDP ye) da yek dibêje çek garantiya kurda ye. Wê demê di vê meclîsa demokratîk da karê te çi ye? Here derkeve çiyê.”
Wey agir bi mala virekan keve, yekî nizanibe ewê bibêje rast meclîseke ”demokratîk” !

Lê binakeya wê tuneye, meclïseke li ser înkara miletan ava bûye û hîn jî wisa ye…

Têra xwe li serê çiyê hene, ne hewceyî derketina Leyla Zanayê ye, lê tu gelkî dixwazî ku yek kurd jî di meclîsê da tunebe. Hebüna Zana te pir û pir nerehet dike. Em viya baiş dizanin.

PKK-ê ji bo serxwebûna Kurdistanê û azadiya kurdan dest bi işereê çekdarî kir, ji bo ku çekan deyne dibê di vî warî da ji kurdan ra mafekî bidest xe. Weke Zanayê jî gotiye, heta ku ev mesele hel nebe û heta ku mafê kurdan yên netewî, yên ku bûn sebebê destpêkirina işerê çekdarî neyên dayin çekdanîna PKK-ê ne rast e, teslîmbûn e.

Heger hukûmet ne li dû serkeftinê, li dû çareseriya mesala kurd e, wê demê dibê gelişa ku bûye sebebê işerê çekdarî hel bike.

Loma jî gotinên Leyla Zanayê di cîda ne, dibê berê dewlet gavekê bavêje, mafê kurdan yên netewî bigre bin garantiya kanûnan û dû ra vê daxwazê ji kurdan û PKK-ê bike.

Heta ku hukûmet vê gavê navêje çek nayê danîn û hukümet jï viya baiş dizane…
Erdogan, merivekî pir neyarê miletê kurd e, ew vê kîn, nefret û neyartiya xwe ya li hemberî kurdan di şexsiyeta PKK-ê û BDPê da dide der.

Erdogan zû bi zû, ne mecbûr be navê PKK-ê, BDP-ê û parlamenterên BDP-ê nagre devê xwe, navê serok û berpirsiyarekî BDP-ê tu carî nabêje, tim zamîran bikar tîne…

Di rexneya Leyla Zanayê da jî eynî tiiştî dike, nabêje Zana ya jî parlamentereke BDP-ê, dibêje, ”di nava wan da yek heye…”

Meriv vê neyartiya wî ya li hemberî kurdan di hemû axaftinên wî da dibîne. Rojake Erdogan bi işiklekî normal qala BDP-ê û Demirtaiş kir û navê wan got, wê demê meriv dikane bibêje ku dev ji domandina işer û neyartiya kurdan bedaye û biryar daye ku mesela kurd çareser bike….

Heta ku Erdoga li hemberî BDP-ê û parlamenterên kurd xwediyê vê uslûba dijminane be ez bi xwe tu hêviyekê ji wî û ji hukûmeta wî nakim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE